Gotar 4 deqîqe xwendin

Çend pirs û bersiv

“Hûn jiyaneke çawa dixwazin dizanin? Em wekî hemû gelên dinê, li ser axa xwe, bi zimanê xwe,  bi dîrok û ferhenga xwe  jiyaneke bi rûmet dixwazin. Hûn dizanin gelo hûnê çawa ji  jiyana genî  rizgar bibin? Na, ji ber ku yên di nav jiyana genî de dijî, hay jê tune ye ku ewqas lewitiye, nizane ku hemû qirêja jiyanê li dilê xwe û li wîjdana xwe bar kiriye.Hûn di dîrokê de jenosida çandî tê çi wateyê dizanin? Belê, em dizanin. Heta hemû kesên kurd heta qirikê li ber pêlên  vê jenosîda bêbav ketin. Geh me xwe tirk, geh me xwe ereb, geh me xwe fars hîs kir. Piştî jenosîdê bav ji zarok fêm nake, zarok ji bavê, deşt ji zozanan xeyidî ye, ziman ji devê me. Hemû peyvên me yê watedar pirig piringî bûn. Di şevek ji şevên Evdêl de li ber bilûra dengbêjekî weke guldexwûnekê stûxwar man.

Çend pirs û bersiv

Hûn dizanin ku komkujiya çandî ji komkujiya fîzîkî talûketir e? Belê, piraniya gelan ne bi şûrê du dev, bi şûrên asîmîlasyonê yê bêdev ji holê hatin rakirin. Wek tê zanîn anotolya bûye goristana van gelên windayî.
 
Hûn dizanin mirovê çawa li hember jenosida çandî  têbikoşe? Na. Her çiqas hewldan hebin jî, hîn ne nivîskar, ne siyasetmedar, ne jî karker û cotkarên me talûkeya jenosîdê hîs nekirine. Herkes bi tirkî difikire, bi erebî difikire, bi farisî difikire, û bi heman ziman dibeyive, û girîngiya kurdî bi devokên herî xweşikê van zimanan şirove dikin.

Hûn dizann dostên we kî ye?  Dijminê we kî ye? Hûn wan nas dikin? Belê gelê kurd dost û dijminê xwe pir hindik nas dike. Lê ku hûn ji min bipirsin a sereke nezani ye, a din jî zêdebûna nifûsê ya bê kontrol e. Kuçeyên Amedê bi zarokên bêxwedî hatine dagirtin.

Hûn dizanin gelo hûnê makezagonek demokratika çawa?, hûnê kanûnek çawa bixwazin? Belê bi sedan caran li ser vê mijarê nîqaş hatin çêkirin. Heta hemû dinya jî dizane em çi dixwazin.

Di vê mijarê de hûn dikarin xebatan bikin? Na bi xwedê. Em nikarin xebatan bimeşînin. Hîn 14 nîsanê ji ber ku ji 52 hevalên ku  li ser van mijaran lêkolîn dikirin û serê xwe diêşandin bi operasyonek gelek mezin xistin zîndanê, hîn duh jî li gelek bajarên dinên kurdistanê jî ev operasyon berdewam dikirin. Bi kurtî nahêlin li ser navê kurd û Kurdistanê tu tu tiştekî bikî . Tu çi bikî dibêjin “hemşerîm yasax e”

Hûn makeqanûnek demokratîk bi kîjan rêbazan tê amadekirin dizanin? Belê bi tevlêbûn û li hevkirina hemû gelan, hemû ol û baweriyan, li gor pêdiviyên cîhana hemdem mirov dikare makezagonek demokratik amade bike. Lê serdar û serkarên tirk ji van pîvanan gelek dûrin.

Hûn tenê zarokekî welatparêz û durist dikarin bigihînin? Na, ev gelek zor e. Ji roja ku ji dayîk dibe û heta mezin dibe, di ber erişên asîmilasyonê, kapîtalizmê, hemû cûreyên jiyana şikestî parçe parçe dibin. Yê ku ji me re dimîne, muswedeyek zarok e. Bav û dê jî kopya herî xirab a neyar û serdestan e.

Hûn tenê zarokekî bi zimanê dayikê dikarin bigihînin? Na. Niha nivîskarê van hevokan jî li malê bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyive. Hema hûn çi dibêjin bêjin, mafên we ye.

Mem Mîrxan