Ergatîvî, Taybetî û Pirsgirêkên Wê
Yek ji
taybetiyên Kurmanciyê jî ergatîvî ye û ev taybetî di nava mijarên rêzimanê de
xwediyê ciyekî girîng e. Dema ku em bala xwe baş bidin vê mijarê em ê bibînin
ku gellek taybetiyên ergatîviyê hene. Herweha di warê ergatîviyê de hin
pirsgirêk jî hene. Di vê nivîsê de ez dixwazim li ser rewşa ergatîviyê,
taybetiyên wê û pirsgirêkên wê bisekinim.
Ergatîvî çi ye?
Ergatîvî ew rewş e ku di lêkerên gerguhêz
de pêveber li gorî bireserê tê kişandin. Di rewşa ergatîviyê de bireser ji qertafan
diyariyê “-î, -ê, -an”ê yekê nagire û xwerû ye; lê kirde di rewşa ergatîviyê de
ji qertafên diyariyê yekê digire û xwe diyar dike. Di rewşa ergatîviyê de tu
bandora kirdeyê li ser pêveberê tune ye. Pirjimariya bireserê ji qertafên
pêveberê tê famkirin. Herweha bireser ji cînavkên xwerû pêk hatibe, qertafên
kesane yên cînavkan jî diçin ser pêveberê.
Rewşa ergatîviyê di Kurmanciyê de tenê di
demên borî de derdikeve holê ji ber vê yekê jî Kurmancî zimanekî nîv-ergatîv e.
Mînak:
Wê kovar xwend. Te
ew bir.
Wê kovar xwendin. Te
ew birin.
Di mînakan de jî dixuye ku di rewşa
ergatîviyê de “kovar” bê qertaf e. Pirjimariya “kovar”ê ji qertafa li ser
pêveberê ji “-in”ê tê famkirin.
Te ez pelaxtim. Min dê ew bibira.
Wî em
dîtin. Min
ew bixwesta.*
Min tu
dîtî. Te
ez didîtim.
Di van mînakan de demên curbicur yên borî
dixuyin, dema ku bireser ji cînavkeke koma xwerû pêk hatibe qertafên cînavkên
kesane tên ser pêveberê.
*Qertafa
kesê sêyemîn di demên borî de nayê bikaranîn.
Taybetiyên Ergatîviyê
1)
Di rewşa
ergatîviyê de bireser ji qertafên diyariyê “-î, -ê, -an”ê yekê nastîne û xwerû
ye.
Mînak:
Min helbest
xwendin. Te ew kuştin. Baran cil şûştin.
Te ew
dît. Wê pirtûk
xwend. Evînê nan xwar.
2)
Di rewşa ergatîviyê de kirde ji qertafên diyariyê “-î, -ê, -an”ê
yekê distîne.
Mînak:
Berfînê
ev anî. Ristemî gur
kuştin. Hevalan nan
xwar.
Dîlberê
ew birin. Ehmedî kevir avêt. Zarokan
deng nekir.
3)
Bêjeyên nêr ên ku “a” û “e” yê dihewînin di rewşa ergatîviyê de dema
ku bibin kirde dikarin ji nava xwe bitewin û ew tîpa wan bibe “ê” û bi vî awayî
xwe diyar bikin.
Mînak:
Hesên ew xwar. Ristêm
deng nekir. Osmên
nan bir.
Rizgêr şer kir. Rêzên
pirtûk xwend. Menêv lê
xist.
4)
Di ergatîviyê de cînavkên xwerû ‘ez, tu, ew, em, hûn, ew’ dibin
bireser û pêveber li gorî wan qertafên kesane distîne.
Mînak:
Wê ez
dîn kirim. Min tu
hîn kirî. Kemalî em gêj kirin.
Wî yê ew
bigirta. Min hûn
dîtin. Zarokan tu
birî.
5)
Di ergatîviyê de cînavkên diyarkirî “min, te ,wê/wî, me, we, wan”
dibin kirde.
Mînak:
Min ew
difirand. Te ez
kêfxweş kirim. Wan
kulîlk stendin.
Wê dê hûn
fam bikirina. Me dar birrîn. Wî deynê xwe da.
6)
Têrker bi piranî bi daçekan re tên bikaranîn, ev ji bo rewşa
ergatîviyê jî derbasdar e. Piştî daçekê cînavkên diyarkirî tên bikaranîn û
têrker jî qertafan distînin.
Mînak:
Min ji
pirtûkê hez kir. Ristemî
ji wê pirsî. Zarokan
li me nihêrî.
Hevalan bi
çetelê xwar. Me ji wan
re got. Berçemê bi wê
re xwar.
7)
Di rewşa ergatîviyê de bireser dikare qertafên nediyariyê “-ek” û
“-in”ê bigire. Dema ku qertafa nediyariyê ya pirjimar “-in” bê bikaranîn
pêveber jî qertafa pirjimariyê digire.
Mînak:
Min pirtûkek
xwend. Wê gulek anî. Zarokan pirtûkek
dît.
Te hevalin
dîtin. Wî zebeşin
xwarin. Hevalan hêkin
xwarin.
8)
Kirde jî di rewşa ergatîviyê de dikare qertafên nediyariyê bigire,
lê piştî qertafên nediyariyê divê dîsa ji qertafên diyariyê “-î, -ê, -an”ê yekê
bigire.
Mînak:
Hevalekê
ew bir. Pisîkekê şîr rijand. Camêrekî ew
çê kir.
Zarokinan
li wê xist. Hevalinan deng nekir. Ajalinan ew
xwarine.
9)
Di rewşa ergatîviyê de bireser ku ji ravekê pêk were, di vê rewşê de
bireser xwe diyar dike. Ku ravek pirjimar be pêveber jî qertafa pirjimariyê
digire.
Mînak:
Min navê
gulê nivîsî. Wan şaxa
darê birrî. Berfînê destê
xwe jê kir.
Te hestên
xwe vegotin. Wê spartekên
xwe çê kirin. Reso dîwarên
bilind lê kirin.
10)
Di rewşa ergatîviyê de cînavk bêjaya nîşaniyê ‘ha’yê digirin û bi
wî awayî ravek çê dibe û ev ravek peywira bireserê digirin ser xwe.
Mînak:
Min vêya
dît. Te vêna nebirin? Berfînê vêya
girtibû.
Wan vaya
kuşt. Wê wêna xwendin. Zarokan waya biribû.
Nîşe: Awayên
weke “viya, vêya, vana…”yê jî dikarin bên bikaranîn.
11)
Di rewşa ergatîviyê de bêjeyên piştî lêkerên berbiçûnî bêtir
têrker in û tên diyarkirin û têkiliya wan bi bireserê tune ye.
Mînak:
Min bir
malê. Te gote wî. Ew çû gundî.
Hate
kuştinê. Te nan da
Berfînê. Ristem
gote wan.
Çend
Pirsgirêkên Ergatîviyê
1)
Di warê ergatîviyê de pirsgirêka herî mezin ew e ku bêtir di
zimanê axaftinê de bireser tê diyarkirin û di şûna cînavkên xwerû de cînavkên
diyarkirî tên bikaranîn.
Mînak:
Min cilan
şûşt. Te zarokan bir? Berfînê kulîlkan
çinî.
Min wê
dît. Te min
kuşt. Zarokan
daran av da.
2)
Di hinek nivîsaran de em dibînin ku dema ku kirde ji du hêmanan an
ji ravekê pêk hatibe û pirjimar be, herçend bireser yekjimar be jî pêveber li
gorî kirdeyê pirjimar tê kişandin, ev jî li gorî rê û rêbazên ergatîviyê çewt
e.
Mînak:
Ristem û
Şakirî darek birrîn. Fatme û Besrayê cilek stendin.
Zarokên
gund kursiyek anîn. Xwendevanên me dibistanek çê kirin.
Diya min û
bavê min ew qebûl kirin. Xortên gundan agir kirin.
Ji ber ku bireser yekjimar e divê pêveber
li gorî wê bê kişandin. Herçend kirde ji du hêmanan pêk hatibe û pirjimar be jî
nikare tu bandorê li ser pêveberê çê bike. Ku em bireserê derxin û cînavkekê
têxin şûna wê rewş zelaltir dibe. Ev hevokên jor divê bi vî awayî bin:
Mînak:
Ristem û
Şakirî darek birrî. Fatme û Besrayê cilek stend.
Zarokên
gund kursiyek anî. Xwendevanên me dibistanek çê kir.
Diya min û
bavê min ew qebûl kir. Xortên gundan agir kir.
3)
Di
hinek nivîsaran de em dibînin ku kirdeyên pirjimar nayên bikaranîn û bireser
yekjimar be jî pêveber ji bo ku tevlihevî çê nebe qertafên pirjimariyê distîne,
ev awa çewt e û divê teqez di rewşa ergatîviyê de kirde bê bikaranîn. Ev çewtî
jî pirr tê kirin.
Mînak:
Çalakiya xwe li dar xistin. Helwesta
polêsan şermezar kirin.
Telefonî min kirin. Dewletê şermezar
kirin.
Qala baran û lehiyê
dikirin. Mudaxaleyî vîna
gel kirin.
Di hemû hevokan de jî bireser yekjimar e
lê pêveberan qertafa pirjimariyê stendine. Ji ber ku kirde nehatine bikaranîn
ev rewş derketiye holê. Divê kirde bên bikaranîn û pêveber yekjimar bên
kişandin. Awayên rast bi vî awayî ne:
Mînak:
Wan çalakiya xwe li
dar xist. Me
helwesta polêsan şermezar kir.
We telefonî min kir. Saziyan dewletê
şermezar kir.
Pisporan qala baran û
lehiyê dikir. Polêsan mudaxaleyî vîna
gel kir.
Nîşe: Di vî teşeyê çewt de
ku pêveber jî yekjimar be “kirde” tevlihev dibe. Hevoka yekemîn dema ku bi
awayê “Çalakiya xwe li dar xist.” be, yekjimarî û pirjimariya kirdeyê tevlihev
dibe û ji ber ku ergatîvî heye nayê famkirin ku kirde kesê çendemîn e. Ji ber
vê, di rewşa ergatîviyê de divê kirde bê bikaranîn, ne ku ji dêvla wê qertafa
pirjimariyê li pêveberê bê zêdekirin.
Bahoz Baran
[email protected]