Gotar 1 deqîqe xwendin

Evîna Mezin

Bîrîname birîndar bû nedihîştîn ku birîna me kew bigre û sax bibe.Geh li wî alî geh li wî alî em dibin sîya şûrê dagirkeran de mabûn di xewê de. Roj derket tîna xwe da her derê welat û em wekî pîvongên zer ên biharê ji nûve pişkivîn û zer şînbûn dibin barana biharê de û bi tîna rojê em bûn gihîştî û çiqas gehîştin ; geşbûn hatin hezkirin û geh bûn şîn geh jî bûn şahî li wî warê ku bav û kalê me wekî mîrasekî nîvcûmayê jibo me wesîyetkiribûn. Êdî nedihat qebûlkirin ku pîvongên rojê serê xwe biçilmisandana divîyabû biçûna hewara hev û destê hevbigirtana di govend û cengê de.Ku neyê bîra min ez ji dîrokê fêrbûm Dêrsim,Gelîyê Zîlan,Agirî,Şêxseîd Seyîd Riza heta Bedirxanîyan û Mîrekê welatê ku ji bav û kalan hatibûn wergirtin ew dem; em geh diketin xewê û geh ĵi dimirin bêhn û hulma me dihate çiqandin û tew me dikarîbû bibûna xwedî vînek xurt,duh û îro roj derbasbû lê belê dîrok dinvîsîne baş û nebaş çê û ne çê.Dîrok dibê êdî wê tu beko nekarîbin bibin kelem li pêşberê evîna mirovahîyê.Evîndar ku xwedî li evîna xwe derbikeve wê tu kes nekarîbe coş û hezkirin û evînê ji dilê kulîlkên welatê rojê derbixe. Her wiha ev evîn ev vîn ev bilûr ev şîn û lorîkirin wê tim bihevre bikevin govendê û digel bêhnkirina axê wê demê mirov dibîne ku evîndarên eşqa mezin çiqas sînorên bi têlên rêsayê li pêşberê xwe dibînin ewqas dibin dilsoz û hêvî jibo bidestxistina dahatûyek serbixwe û bê digirkirin bi dilek jîndar xwedî li erkên xwe dertên. Wê ev teşî bê rêstin hertiş jibo evîna mezin….

Evîna Mezin
ku