Kes bi dada me nepirsit, gilehû dadî çi kit? Te nebit“dadîresek”beyhûde firyadî çi
kit? Kes bi dada me ne pirsit:Yanî
hege kesekî bi gilî û perîşanîya me gizdar nebe û
nepirse?.Peyva "Dad"divirda
bi wateya perîşanî ,bindestî ye.Gileh û dadî çi
kit:Yanî tê bi gilîkirinê û
hewarê çikî.Peyva "Dad"
di vê derêde,bi wateya hewar û fîxane.Te nebit:Hege
jitera nebe. Dadîresek:
Kesekî ku tu gilîyê xwe bigehînê.Yanî kesekî bi
desthilatdarîyekî bi dadwerî: “Dadres”di
ferhenga Farisî de,biwateya hakim û dadwere. "Res"bi
wateya gîhandina kurdîye? yanî kesê ku tu gilîyê xwe
bigehînê.Beyhûde firyadî çi kit:Yanî
dema ku kesekî tu gilîyê xwe bigehînê tunebe,beyhûde firyad û
hewar neke.
Di vê helbestê de Mela ji bextê xwe û gelê xwe gazindeyan dike
û dibêje; hege ku kesek li perîşanî û belengaziya me nepirse,
gilîkirin û hewar çi dike?. Yanî hege ku dîlberek li perîşanî
û belengaziya me ya di evîndariya wê de nepirse û li me xwedî
dernekeve, em çiqas bikin qêr û hewar jî beyhûde ye û gilîkirin
jî bê wate ye. Lewra kesekî jibo ku tu hewara xwe bigihînê
tunebe, beyhûde feryad û hewara te wê çi bike?
Ev
gotina Mela her çiqas di derbarê gazindeya ji dîlberê re be jî,
bi gelemperî xwediyê watedariyeke pir giringe. Yanî dema kesekî
ku li pirsgirêkên te bibe xwedî tunebe, tu beyhûde neke qêr û
hewar. Wê demê divê tu bi serê xwe li çareseriya wê pirsgirêka
xwe bigerî û çareser bikî.
Ramana
şîroveker
Gava
ku mirov li naveroka vê helbestê û rengê rêzkirina wê dinihêre,
mirov dikare bibêje: Mela di vê rêzehelbesta xwe de, ji rewşa bê
xwedîtî û bê pêşewatiya gelan û civakan di peyive û dide
diyarkirin: ku kesên li ser nexşeya vê cîhanê bê serwerî û
serokatiyeke neteweyî nikarin bi hêsanî, bê zehmatî, bê
dijwarî, bijîn. Hem, wan kesan, an wan civakên bê serwer û
serokatî nikarin kêşe û pirsgirêkên xwe yên civakî û
neteweyî bigihînin tu kesî û bidin çareserkirinê. Her wisa Mela
di vê babetê de, bi zimanekî zanistî û felsefî! rewşa civaka
bê xwedî û bê serwerî tîne ziman û dibêje; ew armanca te ya
ku bi rengê Şirîna Ferhad bi nav, deng û hêja ye, ger tu leheng
û cengawerekî bi rengê Rostemê Kurê Zal jî bî, nikarî bê
serok û serwerek xwe bigihînî wê armanca xwe.Mela:bi naveroka vê
helbesta xwe,rengê jîyana bê civak û bê serwer,radixe ber çavê
me xwendevanên helbeta xwe û bime dide zanîn ku tu dem û
gavan,civakên jihev belav û nehevgirtî; nikarin kêşe û pêdivî
yên xwe yên civakî,çandî,netewe yî, bi serê xwe; binde
careserkirinê.Mela bi gelemperî jibo her bindest û belengazên
liser qada Cîhanê re,bi taybetî jibo gelê xwe'yê Kurd re,dide
nîşan û zanîn,ku xwedîderketina li nirxên mirovahî,
neteweyî,bê hevgirtin û serwerî ya taybetî nayê
bidestxistinê.Bi vê raman û mebestê;dibêje: Te nebit
“dadîresek”beyhûde feryadî çikit?”.Mela bi rengê
ramana Mamosta yê mezin!(Ehmedê Xanî)bi zimanekî felsefî
dibêje:pêwîstî ya Gelê me;wek gelên di Cîhanê de,bi serwerî
ya netewe yî heye.Lê jiber ku kesek ji rewşenbîr û zanayên gelê
Kurd, bala xwe bernedane ser watedarî û felsefe ya di helbesta Melê
de;perdeya liser helbesta wî jî nehatî ye rakirinê û Mela nehatî
ye naskirinê. Çawa me lijor da dîyarkirin:bêguman em dikarin
bibêjin:Seyda Mel Ehmedê Cizîrî jî wek Mamosta Xanî,bi hewarek
ramanî û felsefî bang li gelê xwe kirî ye û gotî ye:hege tu
nebî xwedî Serok û serwerek;beyhûde hewar û feryadê neke.
Mela
divê helbesta xwe da wek Seyda Ehme'dê xanî, ji serokatî û
serwerî ya gelê xwe û her gelî di peyîve.Lê mixabin Melayên me
xwe ne gîhandine watedarî û felsefe ya helbestên Mele Ehmedê
Cizîrî.
Mela
Li pey selbesta xwe ya bi nav:(Kes bi dada me ne pirsit )ra
helbesta ku watedarê bi vê helbestê ye daye rêzkirinê û gotîye:
Bi
Şirînê negehit dest, eger Rustemî bit
Dê
bi bazo û milan,şubhetê Ferhadî çi kit?
Bi
şirînê: Şirîn keçikekî ji nijadê Ermenîye û jina
"Xosrew perwîz" padîşahê Îranêye.Negehît destê:Yanî
destê te nagehîjeŞirînê.Eger rustemî bit:Yanî hege tu di
pehlewanî û jêhatîbûnê da,wekî "Rostemê cengawer û
pehlîwanê kurd bî jî".Dê bibazo:Bazo: navê
baske.Yanî mirov bi baskê xwe.- Û Milan:Bi milên
xwe.Şubhetê:Wekî.Ferhadî çiket:Wê wekî Ferhad çibike.Ferhad
navê xorteke û bûye evîndarê Şirîna bermalîya “Xosrew paşa
“yê Îranê û jibona wê bidest û milên xwe,di çîyayê
“Bêsitûn” de kevir birîye û koşkekî jibona Şirînê
amade kirîye.Dîsajî nekarîye bi vê xebata dest û milên
xwe,bigehîje Şirînê û bidest xwe va neanîye.
Tu
kesek bi hêza dest û milan, bi jîrbûn û zeximbûna beden û
xurtiya laşê xwe; nikare bigihîje miraz û evîna dîlberan.Hege
ew kes di mêranî, jêhatîbûn û pehlewantiya xwe de, wekî
Rostemê kurê Zal be jî. Herwiha hege ku di berxwedan û zeximbûna
xebata bi dest û milan de wekî Ferhad be jî dîsa xwe nagehîne
armancan. Lewre Ferhad jî digel zeximbûna hêza xwe ya bi dest û
milan, qesrek di çiyayê(Bêsitûn) de ji bo evîndêra xwe Şirînê
çêkir. Lê dîsa jî xwe negihande wê. A, dema ku mirov bi awayekî
zanistî û hemdemî nikaribe xwe bigihîne armanca xwe, bi hêza
dest, milan, pehlewaniya wekî Rostemê Zal jî nikare xwe bigihîne
wê armancê. Yanî tê zanîn ku her tim ji mirovan re ji hêza dest
û lepan bêtir! hêza rewşenbirî û zanistî pêwîst e.
Celalettin
YÖYLER