Ezîz ê Cewo
Ev gotar, a ku ji bo xwendevanê hêja tê pêşniyarkirin,
r’oja ku di Cizîrê da dest bi hovîtîyên art’êşa dagerker a T’irkîyayê
bû, li ser r’ûp’elên
malp’era kurdinfo.rubi zimanê r’ûsî
hate weşandin (http://kurdinfo.ru/?p=17740 ). Belê, ev gotar wê r’ojê
derk’et, lê ev nirxandin ne di r’ojekê
da pêk hatibûn… Û dema mirov di nav çarç’oveya
van nirxandinan da li êrîşên dewleta hov û barbar li ser navendeke şaristanîya
cîhanê – Cizîra kevnar dinihêr’e, bêhtir zelal dibîne, k’a ev hovîtî ç’avkanîya xwe ji k’u digirin, k’a ev
r’êjîma hov û barbar (“Û t’a îro jî, wek wan
pêşîyên xwe, ew dijminê me dîsa maye ew!”), ji bo ku van hovîtîyan bike, cesaretê ji k’u
û ji k’ê hiltîne, k’a
nigê wê r’êjîmê yê di nav me da li k’îjan derê bingeh girtye, k’a
gelo ew k’î ne, yên ku xwe bi wî nigî va
hişkem girtine, bernadin û bi wê yekê, bi r’êya
t’evkujîyan bindestîyê li gelê me ferz dikin…
Çima?
Çima?
Çima?...
_______________
Di dîroka mirovahîyê da carana hinek buyer pêk tên, yên
ku ji hêla mirov va bi t’u norm û qanûnan nikarin
bêne şirovekirin. Heşmendîya pêvajoyên cîhanî dibêje, ku di têk’oşîna li dijî nep’akî,
k’irêtî û bêdadîyê a bi navê “DAÎŞ” da divê hemû hêzên civaka mirovahîyê
bibûna yek. Lê, egr serk’êşîya wê têk’oşînê ew hêz dikin, ên ku bi xwe jî ew ç’avkanîya
hovîtî û nemirovêyîyê (DAÎŞ) sêwirandine? Gelo wê demê ew têk’oşîna dikare bandordar be? Helbet – na! Lewra ku serk’evtina qencî û dadwerîyê a li dijî hovîtî û nemirovîyê
di nav planên wan da nînin, ên ku bi xwe ew sêwirandine…
MIROV ÇAWA DIKARE HEM DOST BE,
HEM – DIJMIN?
“”‘’ ’ '
Dema di R’ojhilata navîn
da dest bi agirê şêr’ê DAÎŞ-ê bû (jixwe tê
zanîn, DAÎŞ bi xwe jî ne bêyî alîk’arîya DYA derk’etye!), ew agir dikaribû di hemû cîhanê da belav bibûye,
eger berxwedana k’urdan a bi serk’êşîya Hêzên P’arastina
Gel (HPG/YPG/YPJ) nînbûya.
Heya siyasetmederên amêrîkî û pisporên wan ên leşkerî nikaribûn
li ber lehengîya têk’oşerên k’urd dilşadî û hijmek’araîya
xwe veşêrin. Lê gelek weşanên navdar ên cîhanê li ser r’ûp’elên xwe yên yekem wêneyên gêrîllayên keç’ ên YPJ-î danîn.
Bêyî mandata Şêwra Ewlek’arîyê
ya R’êxistina
Net’ewên Yekbûyî (ŞE R’NY)
dê-fakto koalît’sîona li dijî DAÎŞÊ di bin serok’atîya DYA da heye. Lê, her çiqas Hêzên P’arastina Gel
(HPG/YPG/YPJ) di vê têk’oşînê da hêza derbdar a
sereke ne, lê ewana bi fermî nekirine navnîşa beşdarên wê koalît’sîonê. Lê T’irkîya,
ya ku di nav wê koalît’sîonê da ye, hê jî li ser
du tayan dilîze. Ankara ji hêlekêva piştgirîya hêzên cerdê yên têr’orîst ên DAÎŞ-ê dike û ji her alîyan va alîk’arîyê dide wan, lê ji hêla dinê va êrîşên hewayî tîne
ser Hêzên P’arastina Gel (PKK).
Di rewşeke weha da, anegorî heşmendîya mirovî ya
normal, DYA û hevpeymanîyên wan divê cîhê Ankarayê nîşanî wê bidina. Wana dive ew
hişyar bikirana, ku koalît’sîon ji bo wê nehatye
avakirin, ku hêzên hewayî yên T’irkîyayê di bin
sîwana wê da êrîşên hewayî bibin ser baregehên wê r’êxistinê,
ya ku hêza serk’êş e di têk’oşîna dijî DAÎŞ-ê da.
Lê Waşîngton dide xuyan, ku evê yekê “nabîne”, her çiqas ew lîstika dualî ya T’irkîya “osmanî ya nû”, ji bo kesekî
jî tiştekî veşartî nine, û T’irkîya bi xwe jî ewqasî
hewl nade, ku ewê ji kesekî veşêre… Ewê t’fûyî
ser nêr’îna r’aya
giştî ya cîhanê kirye!
Di dema xwe da t’irkan
Vîzans dager kirin û bi erêkirina bêdeng a “cîhana şaristanî” şaristanîya vîzansî t’unekirin,
t’evkujîya k’urdan,
ermenîyan, asorîyan, yewnanîyan û gelên dinê yên herêmê pêk anîn. Hema ewana jî
li ber ç’avê “xwedîyên” vê cîhana îroyîn Qibris dager kirin, li hember gelê k’urd siyaseta t’evkujîyê
dimeşînin û hê jî hevalbendên heman dewletan in, û hevk’arîya
xwe bi wan r’a didomînin…
Di vê têk’oşîna dijî DAÎŞ-ê
da wê bi heşmendî bûya, eger DYA û hevpeymanîyên wan piştgirîya berxwedanvanên k’urd bikirana. Lê bi erêkirina bêdeng a DYA Ankara bi
êrîşên hewayî li dijî baregehên Hêzên Parastina Gel (PKK) t’evdiger’e!..
Ev absurd e?
Helbet!
Lê ev yek di pilanên DYA ên di cîhanê da sazkirina “k’aos a ku bê r’êvebirin” da heye… Ji wan r’a
îro dest nade, ku dawîya DAÎŞ-ê bînin (tê bîra we, hevpeymanîyên Yekîtîya
Sovêtê di Şerê Cîhanê yê duyem da vekirina enyam duyem çawa derengî
dixistin?!), ji wan r’a rêxistin û dewletên bi
hêz û serbixwe di herêmê da pêwîst nakin. Armanaca wan ew e, ku cîhanê dabeş
bikin û ewê bi hêsane di bin bandora xwe da r’êvebibin.
A, hema li vira jî Erdoxan ji wan r’a dest dide. Ew bi her awahî alîk’arîyê dide DAÎŞ-ê. Di r’astîyê
da Ankara û DAÎŞ p’ir’
nêzîk va bi hev r’a di nav hevk’arîyê da ne… Û wê xêvikî be, eger mirov bibêje, ku
DYA haş ji hemû k’arên T’irkîyayê nine.
Û, dema di hilbijartinan da (07. 06. 2015) HDP-ê benda
10%-an derbaz kir (ewê zêdetirî 13%-an
bervkir), lê di deşta şer’ê dijî DAÎŞ-ê da k’urd gihîştin serk’evtinên
mezin, ew ne bi dilê wan bû, yên ku xwe xwedîyên bê dawî yên vê cîhanê
dihejmêrin – divê ji k’urdan r’a bigotana, k’a k’î sergovendîyê
dik’işîne!.. Û ji bo vê jî p’evçûn pêwîst bû. Û di vê cîhana xilfikî da (bi t’aybet jî, di R’ojhilata
navîn da) defdanek pêwîst e, û – her tişt amade ye!
Weha jib o wê jî çalakîya têrorîstî di bajarî Sirûcê
da (20.07.2015) pêk anîn. Ev çalakêya t’evkujîyê
hêzên t’aybet ên T’irkîyayê
amaede kiribûn û pêkanîn. Lê hate daxwîyandin, xwedêgiravî, ew k’arê destê DAÎŞ-ê bûye… Lê, gelo k’î dikare vê piştrast bike? Lê sînorê di navbera k’omên têrorîst ên DAÎŞ-ê û hêzên t’aybet ên T’irkêyayê
da li k’u ye?
Û ji vir jî
dest bi r’êakt’sî’yona
t’orî ya pilankirî bû. Hêzên hewayî yên T’irkîyayê
dan xuyan, xwedêgiravî baregehên DAÎŞ-ê didine ber bombeyan. Ankarayê
daxwîyand, xwedêgiravî di dema êrîşên 13 deqeyan (?!) da hêzên wan ên
hewayî biryargeha têr’orîstan û baregehên wan
t’unekirine (?!)… Piştî wê êrîşa bi “serk’evtinî” hêzên hewayî yên T’irkîyayê
berê xwe dane bakûrê Îraqê (Başûrê K’urdistanê)
û derbeyên bombeyên hewayî gîhandin baregehên PKK, ya ku koordîne û t’evgera têk’oşîna
li DAÎŞ-ê daîşê pêk tine… Hema li vira jî hêzên hewayî yên T’irkîyayê derbe gîhandin gundê Zergelê û t’evkujîya gelê sade (sivîl) pêk anîn.
Helbet, PKK
jî ev êrîşê hovane bê bersîv nehîştin….
Û, piştî
agirbesta sê salan, a ku r’êberê gelê k’urd bir’êz
Abdullah Ocalan destpêkiribû, dest bi pêleke nû ya hevr’ûbûn
û p’evçûnan bû…
Ew êrîşên
hewayî heya îro jî didomomin…
ÊRÎŞÊN HÊZÊN
HEWAYÎ YÊN T’IRKÎYAYÊ LI SER BAREGEHÊN PKK –
WEK ENCAMA BAZARÎYA DI
NAVBERA WAŞÎNGTON Û ANKARAYÊ DA
Bi xwezayî,
bi giştî helwesta civaka cîhanê li hember van êrîşên Ankarayê vekirî ne ji bo k’ara wê bûn.
Û, her
çiqas, cîgirê nûnerê t’aybet ê serokê DYA
Brêtt Makgêrk daxuyand, ku t’u p’êwendî di navbera êrîşên hewayî yên T’irkîyayê yên li ser baregehên PKK û peymanên dawîyê
yên ji bo aktîvkirina hevk’arîya li dijî
DAÎŞ-ê da nine, piştî demekê berpirsê çapemanîyê yê Dêpartamênta Dewletê ya DYA
Mark Tonêr daxwêyand, ku Amêrîka dê destûrê nede T’irkîyayê,
ku ew êrîşê bibe ser hêzên partîya k’urdên
Sûrîyayê PYD di herêma ewlek’arîyê ya bakûrê
Sûrîyê da, ya ku dive bê avakirin. B vê yekê ewan dan têgihîştin, ku t’irk dikarin di cîhên dinê da êrîşê bibin ser
baregehên hêzên k’urdan.
Çi dertê
hole? Ma ne, DYA û T’irkîya dibêjin, ku PYD
şaxê Sûrîyayê yê PKK ye?! Û heya yekîneyên vê partîyê di Îraqê û Sûrîyayê da,
wisa jî li Kobanîyê, li dijî DAÎŞ-ê di têk’oşin,
DYA destûrê nade T’irkîyayê, ku ew li bakûrê
Sûrîyayê êrîşê bibe ser wan, lê piştgirîya bomberdûmanên hewayî yên baregehên
PKK dike!
Tiştekî dûrî
heş û sewdayê mirov e!
Dertê hole, ku li wan deveran, li k’u PYD li dijî DAÎŞ-ê ditêk’oşe,
dikarin êrîşî wê nekin, lê li deverên dinê divê êrîşê bibin ser baregeh û
yekîneyên wê?! Li ber ç’avan e, ku DYA bi van
daxwîyanîyan êrîşên hewayî yên li ser baregehên PKK yên li Başûrê K’urdistanê
erê dike.
Û îzbatîya wê ya rastedêr – gotinên nûnerê
Dêpartamênta Dewletê ya DYA Con Kîrbî. Ewî vekirî daxwîyand, ku di helwesta wan
a li hember PKK da tiştek nehatye guhartin…, ku ew piştgirîya êrîşên hewayî yên
T’irkîyayê yên li ser PKK dikin, lewra ku mafê
T’irkîyayê heye xwe bip’arêze.
Li vira, helbet, mirov dikaribû bi nûnerên Dêpartamênta
dewletê ya DYA ra li ser vê
pirsê biketa nava gengeşîyan: “Ma ne, di r’astîya
xwe da her tişt berovajî vê ye? Ma, gelo ne k’urd
in, ên ku xwe ji têr’ora dewletê ya T’irkîyayê dip’arêzin,
û ew jî ji bo wê heya dawîyê xwedî maf in?! Ma, gelo ne art’êşa dagerker a T’irkîyayê
ye, ku li dijî k’urdan şer’ê t’unekirinê
dimeşîne? Ma, gelo wê r’ast nînbûya, eger DYA
ji r’êvebirîya T’irkîyayê
daxwez bikira, ku ew ji mafên gelê k’urd r’a r’êz bigire û
siyaseta xwe ya tevkujîyê li dijî wî rawestîne?”
Helbet, DYA ne ji bo wê hatine wê herêmê, ku mafên
gelên blindest bip’arêzin, ya wan
berjewendîyên xwe li wir hene, û ji bo wan berjewendîyan jî, ew amade ne, her
yekî gorî bikin.
Kirên Ankarayê bi t’u
awahî di nava heşmendîya têk’oşîna hevbeş a li
dijî DAÎŞ-ê –wê rêxistina têrorîsta a li ser asta navnetewî, da cîh nabin… Lê
di vî şer’î da T’irkîya
lîstika xwe dilîze. Hîç daxweza wê jî
nine, ku li dijî hevk’ara xwe şer’ bike. Erdoxan her bi şêwazî bi “hevpeymanîyên” xwe r’a qayîl bûye, ew jî ji bo wê, ku di bin wê sîwanê
da piştgirîya birayên xwe yên r’ewanî û olî
yên ji DAÎŞ-ê bike. Ma ne, çalakîyên yekîneyên têrorîst ên DAÎŞ-ê bi p’ir’anî ji Ankarayê
tênr’êvebirin!? T’irkîya
vekirî li ser du tayan dilîze! Lê DYA? Ma gelo ewna vêya tênagihîjin?.. Û T’irkîya hîç hewl jî nade, ku dilxweşîya xwe ya li hember
wan r’adîkalên îslamî, û bêdilîya xwe (bixwîne:
dijminahî) li hember k’urdan, di kesê HPG da, veşêre!
Ma ne, êrîşên li ser baregehên PKK di xaka Başûrê K’urdistanê da di destpêkê da hatibûn plankirin û
amadek’arîyên wê hatibûn kirin!? Ma ne, hê
gelekî berî wan êrîşên hewayî serekwezîrê Tirkîyayê Dawûtoxlû daxwiyandibû, ku
ji bo wan PYD ji DAÎŞ-ê xerabtir e. Û, helbet, mirov vêya dikare têbigihîje,
eger wê hesb hilde, ku AKP û DAÎŞ di enîyekê da ne, lê PYD li dijî çalakîyên
hovane yên DAÎŞ-ê têdik’oşe… Lê hê berî van
daxwiyanîyên Dawûtoxlû r’êvebirên PDK-ê destbi
kampanîya dijî PKK kiribûn. Ewana daxwiyandin, ku, xwedêgiravî, PKK li ser xaka Başûrê K’urdistanê mêvan e. Helbet li dijî van daxwîyanîyên
r’ayedarên r’êvebirîya
Herêma Başûrê K’urdistanê gelê Başûr bi xwe û
partîyên siyasî (ji bilî PDK) ner’azîbûna xwe
diyar kirin û ew r’exnekirin. Lê ew wek hişyarîyekê
bû ji bo êrîşên hêzên hewayî yên T’irkîyayê li
ser baregehên PKK.
Û di nav van nak’okî û dijhevîyan da DYA lîstika xwe
dilîze. Di vî şer’ê “hemû li dijî hemûyan” da ewana her tiştî
dikin, ji bo ku ev şer’a, çiqas her’e, giran û demdirêj bibe, ji bo ku
nak’okî tûjtir bibin, û her
çiqas derfet hebin, bêhtir hêzan bik’işînin nav vî şer’ê berfireh. Ji bo wê, ku r’êvebirina cîhanê hildin destê xwe, k’aos li wan pêwîst e, a ku ji hêla wan
va bê r’êvebirin, li k’u dost û dijmin nînin, hemû hêz di
heman demê da ji bo ç’areserîya pirsgirêkên xwe r’ê û r’êbazan diger’in. Lê Waşîngton, a ku destpêkera sereke
û koordînatora vî şer’î ye, her tiştî dike,
ji bo ku berjewendîyên hêzên cuda yên beşdarên vî şer’î hert’im di nava dijhevîyekê da bin… Bi vî
awahî hemû ta û bend dê di destê DYA da bin, û ew k’aos jî dê xizmeta wan bike, ji bo ku
ew di herêmê da bigihîjin desthilatdarîya xwe.
Ji bo ku bigihîjin
armanca xwe, berjewendîyên DYA û T’irkîyayê di vî şer’î da digihîjin hev. Ji bo erêkirin
êrîşên xwe li ser baregehên PKK Ankarayê baregeha “Încîrlîk” sparte DYA.
Ji bo vê wezîrê parastinê
yê DYA Êşton K’artêr jinişkêva r’abû û hate herêmê.
Û di encama hevdîtinên dualî
da, di nav çarç’oveya “têk’oşîna” li dijî r’êxistina têr’orîst – DAÎŞ-ê da, destxweda 8 balafir’ên leşkerî û pisporên hêzên hewayî yên
DYA hatine “Încîrlîkê”. Bazarîya wan pêk hat:
Waşîngtonê “Încîrlîk” stand, lê Ankarayê – destûra
birina êrîşên hewayî ne t’enê li ser baregehên PKK,
lê wisa jî, li ser gelê K’urdistanê ê sade, û bi vê
yekê r’ê li pêşîya têr’ora dewletê li hember gelê k’urd hate vekirin.
Tiştekî veşartî nine, k’a
k’î ye“mîmarê” sazîya sîstêma cîhanê ya pey Şer’ê Cîhanê yê duyem r’a,
k’a ew k’î
ye, ku bi r’êya “k’aosa tê r’êvebirin” cîhanê berbi r’îvebirineke bêsînor (absolyût) va dibe. Û ev pêvajoya
jî, ne îro û ne jî duh destpê bûye…
Heman siyaset îro jî didome.
…Tê zanîn, ku hemû r’êxistin
û k’omên r’adîkal
ên îslamî ji hêla hêzên t’aybet ên DYA va hatine
damezirandin, ji bo ku di herêmên cuda yê cîhanê da k’aosa
tê r’êvebirin saz bikin û bi r’êya bênirxkirina îslamê R’ojhilata
Navîn û dewletên ereban bike bin bandora
xwe. Ewana bi vî awahî, ji bo ku ew di hemû cîhanê da hebin, mercan sazdikin û pêvajoyên
leşkerî-siyasî dikin bin ç’avdêrîya xwe û hemû
ta û bendên aborîyê hiltînin
destê xwe.
Û Waşîngton ne ku t’enê
hêmana xwe ya hêzî ya sereke – NATO-yê, lê her weha R’êxistina
Net’ewên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropayê û r’êxistinên dinê yên navnet’ewî
ji bo vê bikartîne (em bîr bînin, k’a şer’ên li dijî Yûgoslavîyayê, Îraqê, Lîbîyayê û yên dinê
çawa destpê bûn).
Di dema xwe da bi alîk’arîya
DYA û hevalbendên wan di Almanîyayê da faşîst hatin ser desthilatdarîyê, ewana ew r’êjîm bi hêz kirin, bi her awahî alîk’arîya aborî
û ya ç’ekan dan wê. Paşê ewan bi xwe jî
beşdarî k’arê têkbirina wê r’êjîmê bûn. Lê pey r’ûxandina
wê r’a, dizîkava, li pişt koalîtsîona dijhîtlêrî
va, DYA bi sûck’arên leşkerî yên faşîst r’a dik’evin têk’ilîû bazarîyan û wana li dijî hevpeymanîyên berê û cîhana
mayîn bik’artînin… Ma ne, ji bo wan cîhan dabeşî
ser qadên berjewendîyên wan dibe – yên here nêzîk û yên here dûr!
Helbet, di cîhanê da siyasetmeder û pispor hene, yên ku
r’astêya van planên DYA û T’irkîyayê têdigihêjin. Êdî di çapemanîyê da di derbarê
wê da agahî derdik’evin, k’a DYA û T’irkîya çawa
bi her awahî hewl didin, ku DAÎŞ-ê bip’arêzin,
ji bo wê jî, biryarê digirin, qaşo, “herêma ewlek’arîyê” sazbikin. Weşana «The Wall Street Journal» dinivîse, ku
DYA û T’irkîya gihîştine bir’yareke hevbeş, ku k’urdan
derî herêma nêzîkî sînor bihêlin. Ev tê wê wat’eyê,
ku “herêma ewlek’arîyê” dê li bakûrê Sûrîyayê, li navçeya Helebê bê sazkirin, hema
r’aste-r’ast di
herêma ber sînor da, ya ku di bin destê DAÎŞ-ê da ye. Lê bi nêr’îna r’ojnamegerê amêrîkî
Wêbstêr Grîfîn T’arplî biryareke wisa tiştekî jinişkêva
û nedîtîva nine, ku k’urd hewl didin ji Firatê
derbaz bibin û t’evahîya bakûrê navçeya Helebê
azad bikin, û bi wî awahê herêmên Kobanî û Efrînê bigihînin hev. Lê naha dê destûrê
nedin, ku ew evê pêk bînin. Li bakûrê navçeya Efrînê her r’êyek maye, ji bo ku ji T’irkîyayê
ç’ek û xurek bigihînin k’omên ’DAÎŞ-ê. Eger
ew bê qutkirin,“xelîfeta” têr’orîstî dê dirêj nejî. Lewra jî, bi nêr’îna T’arplî, DYA û
T’irkîya li bakûrê Sûrîyayê “herêma ewlek’arîyê” ji bo têr’orîstan saz
dikin. Her çiqas, Waşîngton dibêje, ku beşekî sînorê navbera T’irkîyayê û Sûrîyayê da wê wek “êwirgeheke ji bo niştecîyên sivîl be”, lê di r’astîya
xwe da, ew ji bo ewlek’arîya r’êya birin-anîna xurek û ç’ekan
e, ji bo DAÎŞ-ê.
Di çarç’oveya van hemûyan
da gelek pispor û siyasetmeder di DYA da ji b o wê yekê matma dibin, ku her çiqas
p’êwendîyên çalakîyên leşkerî baş hatine danîn
jî, li hember PYD bêdadî pêk tê, lê Salih Mûslîm, wek siyasetmederekî xwedî r’ol li ser sehna Sûrîyayê, li ber ç’av nayê girtin, li
şûna vê dive bi wî ra p’êwendîyên ta’ybet bên danîn…
Li vira pozît’sîona R’ûsîyayê balk’êş e. Ew bi bingehîn ji bo wê hewl dide, ku bi r’êbazên dîplomatîk bigihîje ç’areserîya krîza Sûrîyayê. Ji bo wê dem bi dem hevdîtinên
hêzên oppozîtsîon ên Sûrîyayê di Moskovayê da tên lidarxistin, lê van demên dawîyê
hevdîtina serokê PYD Salih Mûslîm û cîgirê Wezîrê K’arên Derva yê R’ûsîyayê Mîxaîl Bogdanov pêk hat.
Û ji bo pirsa têk’oşîna li dijî DAÎŞ-ê serokê R’ûsîyayê Vladîmîr Pûtîn plana xwe heye. Di Krêmlê da pêşniyar
dikin, bi t’aybet, koalîtsîonayê bi beşdarîya k’urdan û art’êşa Sûrîyayê ava bikin. Bi gotina wezîrê k’arên derva yê R’ûsîyayê Sêrgêy Lavrov, bi dîtina serokê dewleta R’ûsîyayê, divê “koalîtsîona yên xwedî heman
r’amanê” bê sazkirin. Û di wê koalîtsîonê da divê wisa jî ew cîhê xwe bigirin,
yên ku “li ser erdê, ç’ek di destê wan da, li dijî tehdîda têr’orê r’adwestin”. Bi gotina Lavrov, Fêdêrat’sîona R’ûsîyayê pêwîst dibîne, ku di nava koalît’sîona art’êşên Îraqê û Sûrîyayê da divê k’urd jî cîhê xwe bigirin.
R’ûsîya dixwaze, ku koalîtsîon
xwedî mandata Şêwra Ewlek’arîyê ya R’êxistina Net’ewên Yekbûyî
be. Lavrov wisa jî r’agîyandye, ku di pilanên serokê
dewleta R’ûsîyayê Vladîmîr Pûtîn da heye, evê mijarê
di axavtina xwe ya di Ansamblêya Giştî ya R’NY,
ya salvegerî ya 70-î da bîne
zimên…
Helbet, ev gavana di dirbarê wê da dibêjin, ku R’ûsîya di ç’areserkirina
krîza Sûrîyayê da bi cidî nêzîkî faktora
k’urdî dibe, bi t’aybet jî, di têk’oşîna
hevbeş a li dijî DAÎŞ-ê da. Lê R’ûsîyayê, wek yek
ji dewletên gewre yên cîhanê û endama Şêwra Ewkek’arîyê ya
R’êxistina Net’ewên
Yekbûyî, dikaribû r’ola xwe di pirsa ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî
ya giştî da bilîsta, bi t’aybet jî, di K’omara T’irkîyayê da.
Lê k’ilîta ç’areserîya
wê pirsgirêkê li girava Îmralîyê ye, li k’u r’êberê gelê k’urd bir’êz Ocalan girtî ye. Hêzên t’aybet
ên DYA ew bi korsanî girtine û dane destê dewleta t’irk…
Azadîya Ocalan ne t’enê di T’irkîyayê da,
lê, her weha, di t’evahîya herêmê dak’ilîtaaştîyê ye …
HELWESTA CIVAKA CÎHANÊ Û R’ÊVEBIRÎYA
HERÊMA K’URDISTANÊ
Li dijî êrîşên hêzên hewyî yên T’irkîyayê li ser baregehên PKK di t’evahîya T’irkîyayê
û K’urdistanê da çalakîyên şermezarkirinê pêk hatin.
Ev êrîşbazîya hovane wisa
jî di welatên cîhanê yên cuda da dîasporayên k’urdan
û dostên gelê k’urd bi t’undî şermezar kirin.
Li hember van êrîşên art’êşa
dagerker a T’irkîyayê wisa jî R’êxistina Nat’ewên Yekbûyî,
YE û nûnerên dewletên cuda helwestên xwe dan xuyan.
Weha, t’enê çendek ji
wana:
Berpirsyarê giştî yê R’NY
Pan Gî Mûn ji bo rûdana dijhevîyêa di navbera T’irkîyayê
û PKK da net’avetîya xwe diyar kir û hêvîdarîya
xwe anî zimên, ku herdu t’eref dê bêyî ku derengî
bêxin, veger’in ser dîaloga sêwirdar, ji bo ku pêvajoya aştîyê
bidomînin…
Hukumeta Îraqê ji hêla hêzên hewayî yê T’irkîyayê
va bombebarana baregehên PKK di ç’îyayên K’urdistana Îraqê da şermezar kir…
Wezîra k’arên derva a
Almanîyayê Ûrsûla fon dêr Layênê êrîşên hewayî ên li ser baregehên PKK şermezarkirin. Ewê bi t’aybetî got, ku çiqas T’irkîya
mafên xwe heye li dijî DAÎŞ-ê bitêk’oşe, ewqasî
jî girîng e, ku ew berê xwe ji r’êya aştîyê li
hember Partîya K’arkerên K’urdistanê neguhêr’e…
Lê wezîrê k’arên derva
ê Almanîyayê Frank-Valtêr Ştaynmayêr daxwîyand: “Eger konflîkt t’undtir
bibe û di T’irkîyayê da derbê bigihîne pêvajoya
aştîyê, wê demê ewê hem ji bo T’irkîyayê, hem ji
bo herêmê bi t’ehlûke be”.
Ewî bang li hukumeta Ankarayê kir, ku ew di T’irkîyayê da li hember k’urdan
zordarîyê nemeşîne û daxwîyand, ku dê ne
heşmendî be, eger mirov di pêvajoya siyasî da dengên k’urdan
ji ber ç’avan bavêje.
Nûnera sereke ya YE ya pirsên siyaseta derva û siyseta
ewlek’arîyê Fedêrîka Mogêranîyê daxwîyand, ku YE dê di têk’oşîna
li dijî têr’orîstan da piştgirîya T’irkîyayê bike, lêbelê bang li wê dike, ku ew pêvajoya
hevhatina bi k’urdan r’a
bidomîne. Ewê bi t’aybet gotye, ku divê mirov r’îsk neke, pêvajoya agirbestê betal bike, an jî ji pêvajoya aştîyê r’a bibe asteng…
Baş hatye gotin!
Lê, eger bi prênsîpî r’ewşek ne li hole bûya: eger
di T’irkîyayê da pirsgirêka têr’orîzmê heye jî, ew pirsgirêka têr’ora dewletê ya r’êjîma
T’irkîyayê ye li dijî gelê k’urd. Heya di Ewropayê da bi prênsîpî têk’oşîna gelê k’urd a
ji bo mafên xwe û siyaseta têr’ora dewletê ya r’êjîma AKP ji hev cuda nekin, T’irkîyayê hert’im di
vê r’ewşê da be…
Û di derbarê beşdarbûna T’irkîyayê di têk’oşîna li dijî DAÎŞ-ê da: ma, gelo ew dewlet, a ku li dijî hemwelatîyên xwe siyaseta
têr’ora dewletê dimeşîne, dikare li dijî têr’orîstan bitêk’oşe?
Heya bi serê xwe beşdarîya T’irkîyayê di koalîtsîona
dijî DAÎŞ-ê da sîwanek e ji bo alîk’arîya k’omên cerdê yên wê r’êxistina
têr’orîstî. Îro di cîhanê da gelek siyasetmeder
û pispor dibînin, ku dewleta t’irk têk’oşîna li dijî DAÎŞ-ê kirye sedem, ku ji hewayê va derbeyan
bigihînin k’urdan.
Her çi jî hebe, çawa jî DYA û hevlbendên wana ên di nav
NATO-yê da vekirî piştgirîyê didin T’irkîyayê,
dîsa jî, heya di pozîtsîona wan da jî, qe na, tayekî têgihîştina pirsgirêkê tê xuyanê. Û di nav
çarç’oveyê dahîç
jî mirov helwesta r’êvebirîya PDK-ê û ya Başûrê K’urdistanê tê nagihîje.
Serokê Herêma Bşûrê K’urdistanê Mesûd Barzanî piştî êrîşên hewayî li ser baregehên PKK ên ji hêla hêzên hewayî yê T’irkîyayê
va heya ew êrîşana şermezar jî nekir û li şûna wê, ku bang li Ankarayê bike, ku
ew êrîşbazşya xwe r’awestîne, daxwîyand, ku ne
di cîh da ne,zordarî
û şer’ di navbera Ankarayê û k’urdên T’irkîyayê da pêk bên, bi wê yekê ewî êrîşên
hovane yên art’êşa dagerker a dewleta t’irk ên li dijî baregehên PKK û berxwedana gêrîllayên
k’urd ên ji HPG weke hev kirine…
Şêwirmendê Mesûd Barzanî K’îfîh Mehmûd jî, ji hêla xwe va bersîvên yekîneyên têk’oşerên ji bo mafên gelê k’urd
(HPG) li dijî êrîşên hêzên Hewayî yên dewleta t’irk
wek çalakîyên têr’orîst navkir û ew weke çalakîyên
DAÎŞ-ê kir.
Hukumeta Herêma Bşûrê K’urdistanê
ji hêla xwe va PKK ji bo wê şermezar kir, ku
ew bersîva êrîşên hêzên hewayî yên dewleta t’irk
ên li ser baregehên xwe dide…
Lê berpirsyarê beşê k’arên
derva yê hukumeta Herêma Başûrê K’urdistanê Felah
Mustafe daxwîyand, kudijberî û pevçûnên bi PKK r’a k’arê hindurîn ê
T’irkîyayê ye… Ewî diyar kir, ku di vê demê da
K’urdistan bi siyaseta T’irkîyayê va girêdayî ye, û ew jî PKK û DAÎŞ-ê weke
hev dibîne.
Dema mirovekî ne ku t’enê
dêmê xwe yê net’ewî, lê, wisa jî, yê mirovî winda
kiribe, dijwar e, ku mirov bi wî r’a bik’eve nava gengeşîyan. Lê li vira mirov dikaribû bipirsya:
“Ma, gelo meşandina siyaseta binpêkirina mafên mirovî-netewî, ya işavtinê û t’evkujîyê dikare k’arê
hindur’în ê dewleteke konkrêt be, heya, eger, ew
dewleta T’tîyayê be jî?”
Mirov li vira çi dikaribû bigota?
… Dilê mirov p’ir’ dêşe, lê ev r’astîyek e, ku PDK û r’ayedarên
wê, yên ku di r’êvebirîya Herêmê da cîh
digirin, vekirî piştgirîya siyaseta dewleta t’irk
a binpêkirina mafên mirov
û t’evkujîyê dikin, ya ku ew di Bakûrê K’urdistana dagerkirî da li dijî beşekî gelê wan
dimeşîne.
__________________
[*]Gambît –şêwazekî gava destpêkî ya lîstika k’işikê
(setrencê) ye, dema t’erefek, ji bo ku di lîstikê
da bigihîje serdestîya stratêjîk, peyayekî an kevirekî lîstikê yê girîng (fîgûrekê)
gorî dike…
07.
09. 2015
P’ampa K’urdan