Nirxandin 1 deqîqe xwendin

Gunehkar in em di nivîswarên peresgehan de

Dem: 4 kanûn 2006 du?em(© www.amidakurd.com)Min ê nex?eya jiyana xwe bixwenda di wê ruyê te yê paxirî de  ku ji demên ne diyar maye. Min ê qedera xwe bidîta di wan xetên kefa destên te de.   Dema têgihî?tim tu ew ronahî yî ku bahoz û tofanên sedêsalan nekariye vemirîne, min ê ji te hezbikira, bi evîneke îlahî.    Dema  min çîroka  te ya xemgin a li ser postê xezalê  xwend, di ronahiya mûmê de, ez ê  hi?yar bûma ji xewa xwe ya hezarên salan.     Dema min dît ku ew heft çemên ji nava sîngên te ?êlû diherikin, min ê  ê? û jana te di dilê xwe de hîs bikira û fêm bikiraka tu çima bi zimanê bayê diaxivî.Medeniyet rêça ronahiya eflatûnî ye li Mezopotamya. Behsa wan çiyayên qedîm ên tijî bi sir bike û bêje, çîroka çemên dev bi kef.  Dijminî herdem zû deng vedide, a?tî sitêrkeke vemirandî ye di kûrahiya  zêhna me de. Niha her rîwayet behsa te dikin. De ka bêje, rengên em jê hez dikin çima tev di?ibin xwînê? Kanê ew awirên te yên mirovan li ser piyan digirin û ka li kê derê ne ew lorîkên te yên jiyanê ronî dikin.  Bi kenên te ser û binê cihanê tev rengîn dibin. Evîn û hezkirina te berfîn e, bi dizî dibi?kive li serê çiyayan. Dirêj bike destên xwe, biaxive bi min re. Li derve çawa jî berf dibare li ser temenê me yê li surgûnê. Ji min re bibêje  evînên têkçûyî yên nivîsên Xanî, bilorîne destana Siyamend û Xecê.          Em ji wê diyarê pîroz ê li pi?t ewran hatin. Ew diyar bedeneke perçekirî ye, kirasekî bi xwîn e Zuha nabe li ser pi?ta me.  Em vedigerin nava bîranînên xwe, dikevin û radibin di navbera ronahî û tariyê de.Çima tim aliyê bi xwîn ê dîrokê li me dinêre. Yan jî gelo ya me ye ku em vegerin ser aliyê ronahiya dîrokê. Bikenin zarokên hesinkar bikenin. Roj wê bê ku ?ewqa hîvê xwe bide ruyê we yê xemgîn jî .  Ji min re behsa gelê min ê ku fêrî ê?ê bûye bike, behsa dengên tarî bike û bêje ka sibehên ?evan çawa diçilmisin. Kilamên wan çiyan bibêje, bila bi zimanê agir be, bila  bi lorîkên sebir û baweriyê be.   Em heryek gunehkarek bûn di nivîswaren perestgehan de, em ji wan kesan bûn ku di çerxa demê de ?ûn ve vedigeriyan di nava xwîn û xwêdanê de. Me çi hêviyên azadiyê hewandin di çerxa jiyanê de. ?evên me yên sar û lal, dîroka me bê nav bûn.  Rengên keskesorî wê kengê dakevin ser çiyayên me? Rê û buhurên dirêj dibin terin çi tînin bîra te? Dema li Parîsê digeriyam, min macirekî dît, digiriya li meydana  Concordê. Li Romayê baran dibarî bi xemgîniya dayîka Meryem. Ew bajarê Antîk dema di?ewitî di çavên me de, Amed dibû lorînek di zimanê me de.          Ji min re behsa wan miriyên me bike,yên ku di sitêrkan de hatine defin kirin. Wan zarokên me bîne zimên,  jiyanên hatine dizîn.  Bêje, kanê destên te, çima dernayê dengê te? Li derve, berf dibare ser rêça te. Rûyê te ronahiyeke bermayî ye ji sitêrkan,  porên te ?il, çavên te bi hêsir in.      Di tofanêke bi lanet de, ?aristaniyeke têkçûyî û niha divê jiyan serûbin be û herti?t ji nû ve dest pê bike. Têbinî: Va helbesta isal xelata  Hüseyin çelebi girt.   Aydin [email protected]

Gunehkar in em di nivîswarên peresgehan de
ku