Ev
gotar, a ku li jêrê pêşniyarî bala xwendevanên hêja tê kirin, r’ojekê
berî pêngava r’izgarkirina Şengalê li ser r’ûp’elên
malp’er’a kurdinfo.ru bi r’ûsî hate weşandin (http://kurdinfo.ru/?p=18244 )… Helbet,
ne pêngava r’izgarkirina
Şengalê di r’ojekê
da hatye plankirin, û ne jî ev gotara di r’ojekê da hatye nivîsîn. Bi r’astî
min k’urdîya
wê jî êdî amade kiribû, dema agahîya pêngava r’izgarkirina Şengalê gihîşte me. Û
min dot: “Xwedê neke, ji nişkêva, ev gotar nebe sedema
dilsarîyekê!” û bi dilşadî ew danî hêlekê, lewra ku ez bi bawer bûm, ku, va-va ye,
hêzên pêşmergeyên Başûr, ên gêrîla û yên Şengalê dê mil bi mil beşdarî çalakîya
r’izgarkirina Şengalê bibin…Lê, her çiqas ez bi bawer bûm,
ku biraderên PDK bi serk’êşîya kek Mesûd, dijar helwesta xwe
biguhêr’in,
dîsa jî hebûna hinek agahîyan dihiştin, ku ez bi başbînî li pirsê binihêr’im.
Weha,
yek ji wan: ez di întênêtê da dixwînim:
“...Nûçegihanê
NRT, ê ku li gorî ç’avkaniyên pêbawer diaxivî, r’adigihîne,
ku li Şengalê hemahengiyek hevbeş di navbera hemû aliyên k’urdî da heye
û kesek ne li ser kesî r’a ye, hemû wek hev di wê hemahengiyê da di
nava koordînekirinekê de ne…” –
Û mirov ji bo vê çawa dilşad nebûya?!
Min got: “Mala Xwedê ava, ç’avê me r’onî, di Şengalê da li ser r’êya avakirina Yekîtîya Net’ewî gavên girîng tên avîtin!…”
Lêbelê, piştî xwendina daxwîyanîyafermandarê Giştî yê YBŞ-ê Mazlûm Şengal min bi
xwe ji xwe r’a got – dibe ku hê zûye, ku em şad bibin!? Weha, di wê daxwîyanîyê da çi tê gotin: “…Me
çalakîya r’izgarkirina Şengalê destpê
kir! …Berî vê çalakîyê me ji navê YBŞ-ê ji bo beşdarbûnê bang li gelek hêzan kir. Fermandarîyên HPG,
YJA-Star, HPŞ û Fermandariya Hevp’ar a Êzidxanê bersîv dan
vê bangê û piştgirî dan me… Ji bo destek û piştgirîya wan, em spasiyên xwe li
van hêzan dikin.
T’evî vê yekê em li bendê ne ku hêzên koalîsyonê destekê bidin pêngava me ya Azadkirina
Şengalê…”
Lê, her çi jî hebe, heya
demekê em hemû dilşad bûn, ku her tişt baş e, hemû hêzên me yên net’ewî (pêşmerge û gêrîlla)
dê di vî şer’î da bi hevr’a di nav yekîtîyekê da t’evbiger’in...
Lê derk’et holê, hêzên
pêşmerge yên Başûrê K’urdistanê, di bin serfermandarîya kek Mesûd da ji hêzên
dinê cuda çûne, û di r’agîhandinên xwe da heya behsa hêzên hevbeş ên
HPG/YJA-Star/YBŞ/HPŞ jî nekirine – qey bibêjî, ewana hîç li holê jî nînbûne...
Heya kek Mesûd gotye, ku ji xeynî pêşmergeyên qareman t’u kes nek’etiye
Şingalê û Şingal r’izgarnekirine û nabe, ku ji xeynî ala Başûr t’u al bête
hildan. – Û heya gotinek jî ji bo t’evkujîya Silîvan, a ku van r’ojan r’êjîma
faşîst a T’irkîyayê di wî bajarê K’urdistanê yê kevnar da pêk tîne, ji ser zarê
wî derneket
Ev tiştên weha, ev
helwesta van biraderana, helbet, şanê siyasetmederên p’ayabilind nak’eve, û evê bi net’ewî me di ç’avê cîhanê
da biç’ûk dêxe – ma, xwe ev cîhana koran nîne? Ma, xwe mirov nikare r’astyan
veşêre?
Û ji bo çi?
Sed heyf û mixabin!
Lêbelê, bala xwe bidinê, t’erefê
PKK-ê vê bûyera dîrokî çawa r’adigihîne:
“...Hêzên K’urdî hemû, li gor
dihat xwestin, nebûn yek, lê belê armanc yek bû – Azadiya Şengalê! Gerîlayan ji
aliyekî va û pêşmergeyan jî ji aliyê dinê va êrîş kirin. Hêzên Koalîsyonê bi
pêşengiya DYA di serî de r’êya derdora Şengalê û paşê hêdî-hêdî bajar dorpêç’ kirin.
13-ê mijdara 2015-an gerîlayan ji r’ojavayê bajêr û pêşmergeyan jî ji aliyê r’ojhilat va ber bi navendê ve çûn.
Çeteyên DAIŞ-ê, yên ku ji şevê dinê va bajar hiştibûn, li pey xwe mayînên çandî
hiştibûn. 13-ê Mijdarê di seatên derê sibê da fermandarê HPG-ê yê Şengalê Egîd
Civyan ji r’aya giştî, gelê k’urd û ji hemû cîhanê r’a mizingî ragîhand, ku navenda
Şengalê bi giştî ji çeteyan hatye r’izgarkirin” (http://rojnews.net/KU/drejey-hewal.aspx?id=37875&LinkID=26&Ji-Fermanê-heta
-azadkirina-Şengalê...Dosya).
Ji bilî vê, divê bê gotin,
îro ev cîhana me wisa biç’ûk bûye, ku hemû haş ji hev hene, û t’u kes nikare
tiştekî ji kesekî dinê veşêre. Yên ku dîtine, ji xwe dîtine, yên ku nedîtin,
fermo, bila di vîdêoyê da li van dîmenan
binihêr’in (http://kurdinfo.ru/?p =18261), k’a di pêngava r’izgarkirina Şengalê da t’enê
hêzên pêşmergeyan hebûne, an...?
– Ev hemû ji k’u tê, çima
wisa ye, ev çi ye, ku îro li ser r’êya Yekîtîya Net’ewî bûye kelem, nahêle, ku
em bibin yek? – Van pirsana careke dinê serî hildan, û ez dîsa veger’yam r’amanên
wê gotara xwe.
Wek ku min êdî li jorê jî
gotye, ev gotar berî pêngava r’izgarkirina Şengalê hatye nivîsar... Hemû
nirxandinên bûyerên berê destnîşan dikirin, ku hêzên pêşmergeyan dê wisa zû bi zû
dest bi r’izgarkirina Şengalê nekin... Ji xwe daxîyanîyên r’ayedarên PDK-ê jî ev
diyardikirin... Lê çi bû, çi hate guhar’tin, ku jinişkêva...?
Ya yekem, hê ji dawîya
cotmehê va hêzên hevbeş ên HPG/YJA-Star/YBŞ/HPŞ gav bi gav gundên dora Şengalê
r’izgar dikirin û berbi bajêr va diçûn û armanca xwe ya r’izgarkirina bajêr jî ji
kesekî venedişartin... Ji ber wê jî, di sêrî da hinekan bi hinek daxwîyanîyên
xwe xwestin ev yek negihîje armanca xwe,
paşê, xwastin vê pêngavê bikişînin bin sîwana xwe...
Û ya dinê, ya ku, dibe, ji
ya yekem kêmtir girîng nînbe jî, ew faktora Amêrîkayê ye. Wek ku tê xuyan,
piştî ku R’ûsîya bi hêzên xwe yên hewayî di herêmê da di nav têk’oşîna li dijî
DAÎŞ-ê da bû xwedî gotin, hemû planên Amêrîkayê yên dirêjkirina vî şer’î û bi
wê yekê berfirehkirina k’aosê serûbinî
hev bûn... Û, dema p’êwendîyên r’ayedarên payebilind yên oldarîya êzdîyan li
ser asta fermî bi nûnerên dewleta R’ûsîyayê r’a çê bûn, heya şandeke wan jî
hate R’ûsîyayê, DYA k’ete lezê... Nebe, ku R’ûsîya berî wan bik’eve wir jî û
piştgirîya r’izgarkirina Şengalê bike!? ...Ma ne, îro di derbarê alîk’arîya
leşkerî ya R’ûsîyayê ji bo Îraqê jî êdî tê govtûgokirin?!
Û li vir dîsa pirseke
heşmendî dertê holê, ya ku gotinên berî vê piştrast dike:
– Eger dikaribûn wisa hêsan,
di nava du r’ojan da Şengalê r’izgar bikin, heya naha çima pêngava
r’izgarkirinê r’oj bi r’oj paşva davîtin?...
Her çi jî hebe, k’ê bi çi
awahî û çiqasî jî beşdarî pêngava r’izgarkirina Şengalê bûbe, k’eda şer’vanên
azadîyê (HBŞ/HPŞ, HPG/YPG, Pêşmerge!) biencam bû:
ŞENGAL AZAD E!
BILA AZADÎYA ŞENGALÊ LI
HEMÛ K’URD Û K’URDISTANÊ PÎROZ BE!..
...Û BILA EV R’ÊZEÇALAKÎYÊN R’IZGARKIRINA
GUND, BAJAR Û HERÊMÊN T’EVAHÎYA K’URDISTANÊ HEYA SERK’EVTINÊ – HEYA AZADÎYA MEZIN,
BIDOMIN!
E.C.
14. 11. 2015
TÊK’OŞÎNA SIYASÎ, YAN BI ZANEBÛN
LÊPOVAJÎKIRINA R’ASTÎYAN?
Nigên derewan kin in.
(Gotina gelêrî)
Ezîz ê Cewo
Ji bo nivîsîna vê gotarê r’agîhandinek bû sedem, a ku bi sernivîsa “Çalakîya r’izgarkirina
Şengalê ji ber desttêwerdana PKK-ê hatye paşxistin”, a ku li ser r’ûp’elên
malp’er’a kurdistan.ru
hatibû weşandin (http://kurdistan.ru/2015/11/05/news-25203_Operaciya_po_osvoboz.html ). Di vê r’agîhandinê da tê gotin,
xwedêgiravî: “Hêzên pêşmergeyan jinûva neç’ar mane, çalakîya r’izgarkirina Şengalê paşbixin, ji ber desttêwerdana
Partîya K’arkerên K’urdistanê (PKK)...”
Helbet, ew mirov, ê ku hema
hinekî haş ji bûyerên trajîk ên Şengalê heye, dema vê agahîyê bixwîne, dê bi
heşmendî destxweda bipirse:
– Ev di derbarê çi desttêwerdanê da tê gotin? Ma ne,
hêzên PKK (Hêzên P’arastina Gel û Yekîneyên P’arastina Gel ên R’ojavayê K’urdistanê) ji r’oja yekem va, hema ku yekîneyên pêşmergeyê PDK ew
dever hiştin û r’evyan û bajar li ber “r’ehma”
ç’arenûsê hiştin, û çeteyên
DAÎŞ-ê wî bi hovîtî veçir’andin, li wira ne û bi lehengî li dijî “p’er’anîya” wan r’adîkalan şer’ dikin?!
– Û, ya dinê, ma
ne, PDK bi xwe di dema xwe da ev navçeya êzdîyan derî sînorên heremê hiştye û
îro jî dihejmêre, ku ew li bakûrê Îraqê ye û ne beşekî Başûrê K’urdistanê ye… Û nayê têgiîştin, k’a pey ewqasî r’a ev camêranin çi û ji k’ê dixwazin?
Bi xwe binihêr’in, k’a ew bi xwe bajarê êzdîyan – Şengalê çawa tê
digihîjin: “...êrîşa
mezin, a ku divê li ser t’avîyên (mewzî) DAÎŞ-ê li
bajarê êzdîyan li bakûrê Îraqê pêk bihata...” Eger ew bajar li bakûrê Îraqê ye, û Îraq jî vê
demê hem bi fermî, hem jî di vê r’ewşa heyî da wek dewlet heye, ji bo çi ji navê
r’êvebirîya Îraqê ew daxwîyanîyê
didin? ... Ma ne, ew baş dizanin, ger
nêr’îna hukumeta Îraqê bipirsin,
ewê ne dijî wê bin, ku hêzên PKK xakên di bin desthilatdarîya wan da ji DAÎŞ-ê bip’arêzin... bi t’aybet jî, dema ew bi xwe bi bawer in, ku ne ew, ne jî PDK nikarin wê bi cîh
bînin. Û, hem jî, ma ne PKK li ber wê va tiştekî naxwaze!? Ew t’enê erka p’arastana gelê xwe pêk tîne! Dibe ku, ji ber wê jî hukumeta Îraqê êrîşên hêzên hewayî yên T’irkîyayê
yên li ser baregehên PKK li bakûrê Îraqê şermezar kirin, lê PDK û r’êvebirîya herêma Başûrê K’urdistanê – berovajî vê, vekirî piştgirîya k’arê barbar ên art’êşa dagerker a T’irkîyayê kirin (di vê derbarê da bi hûrbînî – di gotara “Gambîta amêrîkî-t’irkî û cîhana îro” da – http://www.amidakurd.net/ qunciknivis/gambîta_amêrîkî
_t_irkî_û_cîhana_îro ). – Û, ji bilî vê, ev êdî salekê zdetir e,
yekîneyên Hêzên P’arastina Gel (HPG) ên PKK li wira ne û êdî ne
carekê bang li r’êvebirîya Herêmê
dikin, ku hemû hêzên k’urd li dijî
DAÎŞ-ê bigihînin hev ... Balk’êş
e, ev camêrana heya naha li k’u
bûne? Ewana bendê bûne, k’a
xwedîyên wan ên wî berî okînosê çi dibîjin, an, dinihêr’în, k’a dostên wan ên “stratêjîk” (r’êjîma faşîst a Erdoxan û derdorên wî yên di T’irkîya “dosta” wan da) dê li ser çi ferz bikin?
–Ma, gelo ew yekîneyên
HPG/PKK nînbûn, ku Maxmûr, K’erkûk ji DAÎŞ-ê parastin û êrîşên wan hov û
barbaran ên li ser Hewlêrê r’awestandin?!
Ma, ew ne ji bo wê bû, ku kek Mesûd bi xwe çû Maxmûran û r’astî têk’oşer û fermandarên hêzên PKK hat û ji bo berxwedana bêhemp’a û serk’evtinê spasîya wana kir û ew pîroz kirin?... Ev pirsana hr’êtorîk in, û bersîvên wan li ber ç’avan in! Û di r’êvebirîya Herêmê da jî evê tê digihîjin...
Lê bi wan dijwar tê, ew nikarin li r’ûyê
r’astêyê binihêr’in!?.. Ji ber wê jî, ewana hê berê ji bo
daxwîyanîyeke weha bingeh amadekiribûn (û ew jî – ne ewqsî bi serfirazî!)
Derdorê du hevtêyan berî vê daxwîyanîya mijara gotinê, di çapemanîyê da
agahîyek tê belavkirin, xwedêgiravî, “Dê Şengalê berî Mûsilê r’izgar bikin”. Û li wir jî tê gotin, ku: “R’ayedarê p’ayabilind ê PDK gotye, bajarê êzdîyan ê li bakûrê Îraqê (binihêr’in – dîsa li bakûrê Îraqê! – E. C.),
yê ku ji hêla DAÎŞ-ê va hatye dagerkirin, dê berî Mûsilê bê r’izgarkirin, û gotye, ku
hêzên pêşmergeyan dê t’enê bi serê xwe wê yekê pêk bînin...” (http://kurdistan.ru/2015/10/30/news-25167_Sindzhar_
osvobodyat_ranshe_Mosula.html ).
– Û, ya here balk’êş ew e, ku endamê şêwra r’êvebir a PDK-ê Elî Ewnî di wê hevpeyvîna xwe da, ya ku ewî daye ajansa t’irk a “Anadolû”-yê, bi awyekî, “dostên xwe yên stratêjîk” ên li T’irkîyayê dide bawerkirin, ku “pêşmerge dê hêza k’urd a t’enê be, a ku wê çalakîya r’izgarkirina Şengalê pêk bîne, û di dema êrîşê
da dê pêdivî ne bi gêrîllayên Partêya K’arkerên K’urdistanê, û ne jî bi hêzên PYD-ê – Yekîneyê P’arastina Gel, hebe”. Di heman cîhî
da tê gotin, ku “berî vê nûnerê hêzên pêşmergeyan gênêral Cemal Muhemmed
daxwîyandye, xwedêgiravî, wana di derbarê helwesta xwe ya li dijî beşdarbûna wan
serokatîyên PKK û PYD agahdar kirine”. Mirov ji elwest û nêzîkbûneke weha t’enê matma
dibe. Balk’êş e, çima divê t’enê pêşmerge beşdarî wê çalakîyê bibe? K’î vê pirsê hel dike – r’êvebirîya Îraqê, fermandarîya hêzên koalît’sîona dijî DAÎŞ-ê, an r’êvebirîya Herêmê? Ma ne, ji bo bir’yareke wisa ji wana jî zêdetir mafê wê r’êxistinê (PKK) heye, ya ku êdî ji salekê zêdetir e, ku li wira ye û bi serk’evtinî berxwedanê pêk tîne – bêyî alîk’arîya wana! Wê dadwerî bûya, eger wana ji PKK-ê
bipirsyana, eger em nebêjin, destûr ji wê bixwastana, û hemû gavên xwe bi wê r’a qayîl bikirana...
Wek ku tê xuyan, ev
camêrana bi vî awahî dixwazin xwe ji r’ûr’eşîya r’eva ji deşta şêr’ bişon! Wê demê, lê êzdî bi xwe li k’u man? Ma ne, ewana ne t’enê gorî (qurban) bûne, lê, her weha, ewana ew
xiyaneta bêr’ûmet li ber ç’avên xwe dîtine?! Dibe ku ji ber wê jî ev
camêrana her tiştî dikin, ji bo ku ew çend êzdîyên li Şengalê mane jî, war û
meskenê xwe bit’erikînin? Garantî
li k’u ye, ku ewana, yên ku duh
xayîntî li wan kirine, dê îro jî wan bi destê dijmin va bernedin?
Lewra jî êzdîyên Şengalê
dibêjin, ku ewê ç’arenûsa xwe nespêrin destê PDK!
Ma, gelo wê r’asttir
nînbûya, eger PDK, dema amedek’arî
û pêkanîna wê çalakîyê (helbet, eger ew dem bê!), planên xwe bi wan r’a qayîl bikira, yên ku êdî li wira ne, yên ku
êdî li wir sîstêmekê bi hêz û çalak avakirine û serdestîya wan li ser r’ewşê heye?..
Wek ku tê xuyanê – na!...
Hevsengîyeke weha ji wan r’a dest
nade, lewra ku ewê li xwedîyên wan û “dostên
wan ên stratêjîk” xweş neyê! Ma ne, armanca wana ne ku r’izgarkirina Şengala êzdîyan e, lê tengavkirina
PKK ye, ya ku bi serê xwe r’êxistineke
t’enê ye, ku dikare bi serfirazî
li hember êrîşên DAÎŞ-ê r’aweste.
Bi vî awahî PKK dê nikaribe ji DYA r’a
bibe asteng, ku ew “k’aosa ku tê r’êvebirin” pêş bixe û berfireh bike (di vê
derbarê da bi hûrbînî di gotara “Gambîta amêrîkî-t’irkî û cîhan îro” da - http://www.amidakurd.net/qunciknivis/ gambîta_amêrîkî
_t_irkî_û_cîhana_îro), û ji hêla dinê va ewê bi xwe bikaribin bên û
bibin “xwedîyên” k’ed û nav û deng û r’ûmeta wana, yên ku Şengal bi lehengî p’arastine û îro jî dip’arêzin...
Her çi jî hebe, ewana amadebûn,
xwe bicir’ibînin! Bi ya wan – pêk hat – dê baş be! Pêk nehat – ewê PKK gunehk’ar bikin, ku ewê êrîşa wan a “serk’evtî” têkbirye. Û “sedemê” hebe, ji bo ku ew,
çqas ji wan tê, bikine qar’eqar’, xwedêgiravî, ewana xwestine Şengalê “r’izgar bikin”, lê PKK bûye asteng!?
Li vira careke dinê pirs
dertê holê:
– Lê r’ojên yekem
ên êrîşên DAÎŞ-ê yên li ser Şengalê k’ê ji we r’a bû asteng, gelî
camêrana, ku we ber xwe neda, ku we gelê xwe di r’ewşa man û nemanê da hîşt û hûn r’evyan? ...Balk’êş e, gelo k’ê “laqirdîyeke”
wisa ya ne baş ji ber xwe derxistye, û, gelo, senarîoya wê li k’u hatye nivîsar – di navendên plankirin û
meşandina “şer’ên t’aybet” – yên “dostên wan ên stratêjîk” ên r’êjîma faşîst a AKP/DAÎŞ-ê da, an di yên
xwedîyên wan ên wî berî okînosê da?
Lê, her çi jî hebe, ew kê ji ber xwe derxistibe jî, li k’u ew plankiribin jî, yek
e, kêm kes hene, yên ku bi wan daxwîyanîyan bawer dikin! Lêbelê, eger bi r’astî ewana bixwestana (û
amade bûna) çalekeşîyeke wisa girîng pêk bînin, dê bi hemû hêzên k’urdî r’a hevdîtin pêk banyana, ji
bo ku çalakîya hevbeş koordîne bikin... Lêbelê, yan hevsengîyeke weha ya bûyeran ji wan r’a dest nade, ji ber ku ew
dixwazin di herêmê da bi serê xwe hêzeke t’ek t’enê bin û bi hêsane çi tê serê wan, wê jî bikin, an jî
hîç jî naxwazin Şengalê r’izgar bikin, lewra ku ew nak’eve nava planên stratêjîk
ên “xwedîyên”
herêmê yên nû!? Ew hemû, çi ku di derbarê r’izgarkirina Şengalê da tê gotin,
propagandayeke zelal e û li ber ç’avan
e, ya ku li ser lêpovajîkirina r’astîyan
hatye avakirin! Eva propagandayeke wisa ye, wek şowa siyasî-şanoyî ya kek Mesûd
a di derbarê “r’izgarkirina”
Şengalê da...
Helbet, dîsa, heya di r’ewşeke weha
da jî hinekan dikaribûn bawer jî bikira, eger hinek derawe û merc nînbûna! ...
Ma ne, kesekî hê bûyerên r’eşkujîyê yên di başûrê K’urdistanê da ji bîr nekirina, dema p’er’anîya barbarên
DAÎŞ-ê bi êrîş k’etine Şengalê û t’evkujîya k’urdên êzdî pêkanîn, bi hezaran keç û jinên êzdîyan dîl
girtin, birin û derxistin bazarên ereban ên k’ir’în-firotina k’oleyan, dîsa bi
hezaran jî hê di destê wan barbaran da hêsîr mane... Heya naha t’evahîya cîhanê
di vê derbarê da diaxive, di civênên cuda yên Yekîtîya Ewropayê û R’êxistina Net’ewên
Yekbûyî da ew pirs hatye govtûgokirin... Lê ji k’urdan çêtir kêm mirov di cîhanê da dizanin, ku hêzên
pêşmergeyên PDK, yên ku erk’a wan p’arastina Şengalê bûye, ji xwe r’a hema wise
ew bi destê wan barbaran va berdane, ku ew wê veçirin û zît’ol-zît’olî bikin...
Di derbarê van hemûyan da bi dehan bîranîn, gotar,
nirxandin hatine nivîsîn û fîlmên dokûmênter hatine kişandin. Lê r’êvebirîya
Başûrê K’urdistanê heya necêr’iband jî, ku yên gunehk’ar “bibêne”. Ma ne, eger bipirsin, divê ji fermandarîya hêzên
pêşmergeyan bipirsin, ji serekfermandar Mesûd Barzanî bipirsin... Lewra jî r’êvebirîya Herêmê bi her awahî, hewl daye, ku wê pirsê bêdeng bihêle... û
xwe ji ber bersîva wê pirsê bide hêlekê, k’a: “K’ê û çima xayîntî li Şengalê kirin?...”
A, lewra jî, kesekî bi wan
sozên di wê derbarê da bawer nekirin, ku Şengal dê zûtirekê bê r’izgarkirin...
Û ji bilî wê, mirov çawa bi wan bawer bike, yên ku ne t’enê Şemgal firotin, lê her weha, bi r’êjîma faşîst
a T’irkîyaê r’a di hevk’arîyeke nêzîk da ne, ya ku li hember k’urdan siyaseta
têrora dewletê û tevkujîyê dimeşîne? Mirovê çawa ji wan bawer bike, yên ku dema
şêr’ê herî gur’ ê DAÎŞ-ê yê di Şengalê, Kobanû û herêmên dinê yên Kurdistanê
da, di p’ayt’exta Herêma Başûrê Kurdistanê Hewlêrê da Kongrêya erebên sunnî pêk
anîne, û t’erefdarên “Dewleta îslamî” (DAÎŞ) jî beşdarî wê kongrê bûne.
Wek ku tê r’agîhandin, di
nav r’ayedarên sîyasî û serokên eşîrên erebên Mûsilê da wisa jî nûnerên eşîra
bi nave “tîya” şêx Sebah Gazî Xînş hebûye, yê ku piştgirîya DAÎŞ-ê dike û
mirovê nêzîkî r’êberê DAÎŞ-ê Ebûbekir el-Bexdadî ye (http://kurdinfo.ru/?p=15442 ; http://www.amidakurd.net/ qunciknivis/dertê_holê_ku_r_ êvebirîya_herêma_başûrê_k_
urdistanê_piştgirîya_r_ayedarên_dewleta_îslamî_daîş_dike_çima)…
Balkêş e, di cîhanê da ji
bîstî jortir dewletên ereban hene, lê di wan da ji bo lidarxistina komcivîna t’erefdarên
DAÎŞ-ê cîh “dest nek’etye”, ji ber wê jî van mirovana k’omcivîna xwe di Hewlêrê
da pêk anîne – di p’ayt’exta Başûrê K’urdistanê da?
Mirov evê çawa têbigihîje?
Çawa dixazin, wisa jî
têbigihîjin!
… Helbet, eger pirsên ç’areserkirina
pirsgirêkên net’ewî r’ast bihatana nirxandin, r’êvebirîya Herêmê dikaribû r’olek
girîng di warê xurtkirina yekîtîya k’urdan da bilîsta. Hewlêr dikaribû bibûya
navenda ç’areserkirina giringtirîn pirsgirêkên net’ewî yên t’evahîya K’urdistanê.
Herêma otonom dikaribû bibûya sehneyekê ji bo govtûgoyê û ç’areserîya t’evahîyan
wan pirsgirêkan, ên ku, wek ku di Başûrê K’urdistanê da, wisa jî p’arç’eyên K’urdistanê
yên dinê da hene.
Lê, wek ku tê xuyan, PDK
xeta xwe ferz dike: “An – t’enê em, an – hîç kes!” Hema evê xetê jî gîhandye krîza
siyasî di Herêmê da... Ewan gel gîhandine r’ewşeke wisa ya bêhêvî, ku di
navçeyên dinê yên Herêmê da dengê “daxwezên” mîna vê tên bihîstin: “...Çêtir e,
em otonomîyek bin di nav Îraqê da, ne ku di nav Herêmê da bin!”
Helbet ev daxwazeke p’ir’
ne baş e! Eva weke xwekujîyê ye. Lê li vira divê ne ku ji yên xwekuj bê pirsîn,
lê ji wana, yên ku ew gîhandine r’ewşeke wisa. Ma ne, hemû r’êyên dinê li ber
wan hatine bir’în û ewana berbi wê va tên defandin?!.. Û çi bikî, eger ji bo li pêşîya te rêyeke dinê nehiştine, eger r’êvebirên
Herêmê yên îro dîktatorîya klanekê (heya – ne ya partîyekê!) li ser hemûyan
ferz dikin, eger hîç kesek ne amade ye dengê gel bibihê û bi wî awahî, ew gîhandine r’ewşeke wisa bêhêvî?!..
Di vê r’ewşê da divê r’ast
li ç’avê wan biraderan binihêr’in û r’astîyê ji wana r’a bibêjin, ji bo pêşer’oja
(dihatû) Welatê me! Yanê na, hêsan e, ku mirov bi gotinên gulover’ bibêje, xwedêgiravî, partîyên k’urdan divê li hev r’ûnîn
û bi hev r’a Şengalê r’izgar bikin... Balk’êş e, yên ku vê dibêjin, nizanin, k’a
gelo k’ê Şengal r’adestî dijmin kirin, lê k’ê ew p’arastin? Ma gelo ewana
nizanin, k’î îro li hember êrîşên wan barbaran ber xwe dide, lê k’î li ser van
hemûyan hem ji hêla aborî va, hem jî ji hêla siyasî va spêkûlîatsîonan dike?!
Ew, çi ku îro di Herêma
Otonom a Kurdistanê da û li dor wê pêk tên, encana ji hêla PDK-ê û r’ayedarên
wê va zevtî xwe kirina (ûzûrpatsîon) desthilatê ye. Ew encama wê ye, dema berjewendîyên k’omeke
mirovan li ser yên net’ewî ra tên girtin...
Erê, yekîtîya net’ewî, ji
hemû net’ewên cîhanê bêhtir, li me – k’urdan pêwîst e! Yekîtîya net’ewî me divêt, lê mirov her bi
dîalogê dikare bigihîje wê – bi dîaloga net’ewî-giştî! Li vira divê hemû hêzên
net’ewî xwedî deng û gotin bin, û divê hemû pirsan li ser bingeha hemû dîtin û nêr’înên li ser ç’areserkirina
dubendîtî û ciyawazîyan, bi r’êya govtûgoyên berfireh binirxînin û
ç’areser bikin...
Di pêvajoya hevhatina net’ewî
da divê nêr’în û dîtinên hemû t’erfan (yên gewre û yên here biç’ûk!) bên
hesabhildan. Lê pirsên ewlek’arîyê divê bi hewlên hevp’ar ên giştî bên ç’areserkirin,
û divê beşdarbûna hemû wan hêzan bê misogerkirin, ên ku li dijî r’êjîmên
dagerker, ên ku welatê me çarparç’e kirine têk’oşyane û di vî warî da
cêribandin û gerfetên wan hene... Û, dawîya dawîyê, divê Navenda Koordînatsîon
a Net’ewî ava bikin (ewê Kongrêya Net’ewê nav dikin, an tiştekî dinê, ewqasî jî
ne girîng e!), divê Fermandarîya Hêzên Leşkerî ya Hemnet’ewî (tiştekî mîna:
Komîtêya Bir’yargehên Hêzên Ç’ekdar ên Net’ewî) bê avakirin, û hemû bi herra ji
bo her zoleke xaka nîştîman bitêk’oşin...
Di vê r’ewşê da dem ji me daxwaz
dike, ku divê em hemû daxwazî û xwestekên xwe yên klanî (berekî) û partîyî yên
teng daynin hêlekê û li dora îdêa hemnet’ewî bicivin û bibin yek.
Yekîtîya hêzên net’ewî
girew û garantîya r’izgarîya me ya net’ewî ye!
10. 11. 2015 P’ampa
K’urdan