Nirxandin 6 deqîqe xwendin

HSD û Hunerê Manevrayê di Gula Teng de

Tengbûna qada manevrayê ya li ber HSD’ê, ji bo pêşîgirtina li riziyan û koçberkirinê û hem jî ji bo parastinê

Amîda Kurd

Tengbûna qada manevrayê ya li ber HSD’ê, ji bo pêşîgirtina li riziyan û koçberkirinê û hem jî ji bo parastina xweseriya siyasî û îdarî ya diyarkirî, pêvajoya entegrasyona bi Şamê re wekî vebijarkeke rastîn derdixe pêş.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ji dema ku di hevsengiyên qadê û siyasetê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê de xwe wekî lîstikvanekî dijwar û stûneke bingehîn pejirand vir ve, pirsyara herî hesas û lezgîn ne di derbarê mezinahiya serkeftinên leşkerî yên ku di şerê dijwar ê li dijî DAÎŞ’ê de bi dest xistine de bû. Ev pirs, di bingeh de di derbarê tiştê ku HSD dê "roja din" bikira de bû. Yanî di derbarê wê roja ku çek bêdeng dibin, ewran tozê ya şer belav dibe û rastiyên jeopolîtîk ên hişk ên nexşeyan û hevsengiyên hêzê yên herêmî û navneteweyî derdikevin holê de bû. Di her guherîna wêneyê aloz ê li Sûriyeyê de ev pirs tûjtir bû: Gelo li derveyî vebijarka entegrasyon û lihevkirina bi Şamê re, ji aliyê siyasî û leşkerî ve qada manevrayê ya bi rastî girîng a HSD’ê hebû, an ji deqeya yekem de di nav goşeyeke teng de ku lîstikvanên mezin sînorên wê bi hişyarî xêz kiribûn de tevdigeriya?

Di xuyaniyê de, axaftina li ser vebijarkên alternatîf hestekê dide ku qey aktörên ne-dewletî, xwediyê azadiya biryardanê û derfetên hilbijartinê yên fireh in ku paytext û dewletên serwer xwedî lê ne. Lê belê xwendineke bi hişmendî ya li ser riya vê ezmûna ciwan piştrast dike ku vebijarkên ku li pişta deriyên girtî hatine pêşkêşkirin û gotûbêjkirin, tenê ji dergehên teng û girtî yên ku digehêjin heman dîwarî pêk dihatin; ev rewş jî vebijarkên HSD’ê hema hema ji berê ve diyarkirî û amade kiribû.

Rêveberiya HSD’ê bi salan vebijarka yekem û herî balkêş ji bo xwe, leyîstina li ser domdariya rewşa heyî, spartina pişta xwe bi sîwana Amerîkî ya di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de û veguherandina vê hebûna leşkerî ya navneteweyî bo rastiyeke siyasî ya mayînde ku projeya Rêveberiya Xweser xurt dike û nasnameya navneteweyî ji wê re peyda dike dît. Lê vê behsê, di cewherê xwe de lawaziyeke avahîsazî û saziyî ya kujer dihewand. Nîşan bi vê ku Washingtonê, hevkariya xwe ya bi HSD’ê re tu carî wekî hevalbendekî stratejîk, pabendiyeke hebûnî an jî pejirandina îdeolojîk a modela wê nedît. Berevajî vê, wê ev rewş wekî peymaneke fonksiyonel a ewlehiyê ya ku bi erkên pir diyarkirî yên di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de hatibû sînororkirin dît. Pragmatîzma fonksiyonel jî, ji ber xisûsiyeta xwe, bi bidawîbûna pêdiviyên li ser erdê an jî bi guherîna pêşengî û xeta siyasî ya di Qesra Spî de bi dawî dibe. HSD jî dixuyaye ku neçar mabû vê rola bipejirîne da ku DAÎŞ’a ku rêxistineke gefê li hemû hebûna Kurdan dixwe têk bibe û herêmê biparêze.

Ev krîza avahîsazî, di cotmeha 2019’an de bi biryara nîşkêve ya rêveberiya DYA’yê ya vekişîna ji herêmên li ser xeta sînorî ya Girê Spî û Serê Kaniyê de bi awayekî zelal derket holê. Vê biryarê hêzên HSD’ê di operasyona leşkerî ya Tirkî ya "Coya Aşitiyê" de rasterast rû bi rû hişt û ew ji her parastineke siyasî an ewlehiyê bêpar hiştin. Vê xala werçerxênê; bi awayekî pratîkî û biryardarî îspat kir ku sîwana parastinê ya Amerîkî ji ber xisûsiyeta xwe demkî ye, bi guherînên siyasî yên li Washingtonê ve girêdayî ye û di cografyaya bi agir de ku destûrê nade valahiyên ewlehiyê an rewabûnên hesas, nabe ku bibe bingeh ji bo avakirina avahiyeke mayînde.

Vebijarka duyem ku rûbirûbûneke vekirî û berxwedana bi tenê ya li dijî zextên herêmî û gefên hikûmetê bû, di wateya tam a peyvê de vebijarkeke mîna xwekujiyê û bi berdêlên giran bû. Dîsiplîna bilind a HSD’ê, kapasîteya wê ya leşkerî û rêxistinî ya hişk ku Tevî ezmûna wê ya awarte ya di şerê gerîla û pevçûnên rasterast ên bi rêxistinên çekdar re nîşan dabû; dema ku li hember artêşên birêkûpêk ên bi çekên herî nûjen, hêzên ezmanî û SÎHA’yan hatine çekdarkirin dibe armanceke vekirî ya cografî, digehêje sînorên xwe.

Ezmûna ketina herêma Efrînê ya di destpêka sala 2018’an de, di vê çarçoveyê de dersa herî tal û hişk bû. Wê bi awayekî rastîn îspat kir ku israra di meşandina şerên klasîk an pevçûnên demdirêj de yên li cografyaya dorpêçkirî û bêyî parastina ezmanî ya bandor, bi neçarî tê wateya westandina gav bi gav a destkeftiyên mirovî û îdarî û windakirina peywendîdar a herêmên bin kontrolê. Ev rewş, ji bo avahiya demografî û îdarî ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, senaryoyeke karesatbar û bi biha bû ku bêyî fedakirina cewherê saziyî yê projeyê nepêkan bû ku di meyla dirêj de ragire.

Di ronahiya van hevsengiyên aloz û daneyên li ser erdê de, bi awayekî zelal tê dîtin ku rêveberiya HSD’ê xwediyê wê luksê nîne ku di navbera du projeyan mîna entegrasyonê an Rêveberiya Xweser de hilbijartinê bike; berevajî vê di pratîkê de di navbera du şêwe û rêbazên cûda yên entegrasyonê de pênasekirinê dike: Ya entegrasyoneke ku bi pêvajoyeke wêrek a muzakere û siyasetê tê şekilkirin û rola saziyên ewlehî û herêmî diparêze, taybetmendiyên çandî û lihevkirinên îdarî misoger dike; ya jî li bin zexta hêza hovane ya bêrehmet, şert û mercên neçarî û geşedanan, şikestineke leşkerî û riziyineke gav bi gav ku rastiya entegrasyonê ferz dike. Encama vebijarka duyemîn dê paqijkirina herêmê ji Kurdan ku xwediyên kevnar ên herêmê ne ban. Lê ev rewş pêknehat; çünki lihevkirin û pêvajoya entegrasyona gav bi gav, kabûsa koçberkirina komî ya Kurdên li herêmên Kobanî û Cizîrê dûr xist.

Gehîştina wê baweriyê ku entegrasyon neçarî ye û lihevkirin û hevparî bi Şamê re -tevî ku dereng mabû jî- bertekeke rastîn û neçarî ye ji zagonên jeopolîtîk ên hişk re ku herêma Rojhilata Navîn birêve dibin, ne ku têkçûneke mutlaq a siyasî nîşan bide. Projeyên siyasî û avahiyên li vê herêma aloz, ne ku tenê bi rewabûna herêmî an piştevaniya derve ya demkî dikarin hebûna xwe bidomînin; berevajî vê ew girêdayî şiyana wan a adaptebûna bi hevsengî û rêgezên hişk ên herêmê re û daxwaza paytextên bi bandor a ji bo parastina sînorên dewletên neteweyî û nizamê herêmî ne.

Ji vir xala destpêkê, entegrasyon ji bo rêveberiya HSD’ê dibe rêyeke neçarî da ku ji xitimîna rewabûna demkî rizgar bibe û di hevsengiya neteweyî ya berfireh a Sûriyeyê de cihê mayînde û aram bigire. Pirsyara bingehîn a ku divê îro bê pirsîn ne ew e ku çima HSD berê xwe dide entegrasyonê, belkî ew e ka kîjan şêwe û avahiya entegrasyonê dê misoger bike ku vegereke ji bo şaşiyên navendîtiya hişk çênebe û di heman demê de herêmê û civaka herêmî ji senaryoyên koçberiya neçarî, kaos û belavbûna bêsînor biparêze.