Beşa yekem a vê gotarê de, li gel çavkanîyên
Bîzansî û Îslamî yên wê demê, me
piştrast kir ku artêşa li hember Bîzansîyan, artêşa hevkar a Merwanî û
Selçûqîyan bû û sedema mezin a têkçûna Romîyan
û dîlgirtina împeretorê wan Romen
Dîyojenî jî , ji ber beşdarbûna siwarîyên Merwanîyan a li şer bû. Di vê gotarê
de jî em ê mijara “ ji hêla bûyêrnivîsên
Bîzansî ve binavkirana kurdên Merwanî
wek MED “ binirxînin û bi çavkanîyên din ên alîkar, em ê ev mijara
ku heta vêga nehatîye nivîsandin û tomarîkirin,
hewl bidin ku bikin hebûna xwendevanan. Belê;
Wekê ku di beşa yekem de hate danasîn, Michael
Psellus (Mîkhaîl Psellûs), yek ji navdartirîn bûyernîvîsên Bizansî ê sedsala
11-an e û di berhema xwe a binavûdeng de peyva “kurd” eşkere nivîsîye û bi ser de wan wek “ leşkerên artêşa Siltan” (1)
tomar kirîye. Dema vê rastîyê dinvîse, mijara wî şerê Melazgir e. Di qewimînên şerê Melazgirê de, ji pênûsa wî em ji rol û faktorên kurdan haydar dibin. Lê berîya şerê Melazgirê, dema serdema Romen Dîyojenî a derengtir ( salên
1068 û 69) dinvîse, ji bo dîroka gelê kurd gotinên balkêş û nû jî diyar dike.
Ji bo me ya giring ew e ku, di nav notekê xwe de behsa MEDAN dike û bi ya me, divê
ev gotin bi baldarî bête nirxandin, lewra dema ev dinvîse sedsala 11-an
e û weke em dizanin Med berîya zayînê sedsala 7-an de rexistinek mezin di nav
gelên Arî de saz kirine. Di nav bera
Psellus û desthilatdarîya Medan de 1600 salên dirêj hene û ev tomarî ji
bo piştrastkirina rastîya “ Med pêşîyên gelê kurd in “, tomarîyek
giring e. Di hêla ziman, demografî,
erdnigarî, bawerî û kevneşopîyan de baş tê zanîn ku di nav bera Medan û
neteweya kurd a modern de têkilîyên sexlem hene, ji ber van faktoran gelê kurd a nûjen dûhatîya Medan e û li
seranserê dinyayê jî ev rastî ji hêla zanyarên xwedîehlaq û bêalî ve wiha tê
pejirandin. Ji bo mijar bêkêmasî bê têgîhiştin, di serî de em ê hin agahîyên
dîrokî û rewşên wê demê yên li Anatol û Kurdistanê pêşkêşî xwendevan bikin;
Weke ku tê zanîn, Romen Dîyojên di navbera
salên 1068 û 1071-an de li ser textê Bîzansê ye û hemû dîrokzanên wê
demê ew wek “ împeretorê fermandar” pênase dikin (2) (2) Psellus, Attaleiates . Lewra bêrîya ku bibe
împeretor, di artêşa Romîyan de xwedî peywir û rûtbeyên mezin û giring e. Di
artêşê de serketinên wî ên mezin hene û hêjayî gotinê ye ku, di wan sê-çar
salên ku hikimdarî kirîye de (heta şerê Melazgirê), gelek
serketinan (lê demî) li hember dijminên xwe bi dest xistîye û bûyêrnivîsên wê
demê vê taybetmendîya wî carna bi rexnegirî carna jî bi pesindarî nivîsandine.
Anku heta dawîya temênê xwe, û bi taybetî di dema desthilatdarîya xwe de, ne
wek împeretor tenê, her wiha wek fermandarek çahvsor û bêtirs hatîye qeydkirin. Her tim li gel artêşa xwe derketîya seferan û
li gel leşkêrên xwe şer kirîye. Û ev helwesta wî, di dawîn de bûye sedema wî a
dîlgirtinê û di encama dîlgirtinê de kuştina wî a trajîk jî….
Romen Dîyojen, di sala 1068-an de bi hewlên
Eudocia (Eûdokia – xwedîya texta Bîzansê a wê demê) li ser texta
Bîzansê rûdine û dibe împeretor û her wiha Eudocia re dizewice. Wê serdemê de,
xetereya mezin ji bo Bîzansê, êrîş û talanên tirkmen û şaxên oxuzan e. Di destpêka sedsala 11-an de, ji Asyaya navîn û Îrana
îroyîn, ber bi Rojhilatê Nêzîk ve êrîşên tirkmen û oxuzan zêde bibûn û her diçû
ev êrîş dijwartir dibûn. Bîzans gelek hewl dida lê baregeh, qereqol û
garnîsonên wê yên li sinor û navendan, qewet nedigîhandin van êrîşan. Bîzans
dixwest ku rê li ber wan êrîşên dijwar û talanker bigire lê hêza wê têr
nedikir. Ji ber vê yekê, siyasetmedarên pispor xwestin ku çareyan bigerin û di
dawîn de biryar hate girtin ku, dewletên li ber sinorên Rojhilatê Bîzansê ne,
wek herêmên tampon(bend) bêtin bikaranîn û ew dewlet
bêtin destekkirin(3). Lewra carcarna şerê temayên Bîzans
(weke Temaya Ermenî, Mesopotamîa û Kapadokîa) û wan dewletan peyda dibû û ji ber van şeran
ew dewletên ku di xwezayîyên xwe û hêla stratejîk de peywira tamponbûnê (bendbûnê)
di nav bera Bîzans û êrîşkaran de pêk tanîn, lewaz dibûn û rê li ber êrîş û
koçbûnên ji Asyaya navîn û îranê ber bi Anatolê ve diherikîn, nikaribûn
bigirtana. Heta dema Romen Dîyojenî ev siyaseta aştîyane, a ku wek “
siyaseta defansîv” dihat zanîn, di gel wan “dewletên tampon” hate meşandin û encamên erênî jî hatin
bidestxistin(4). Vêca em analîza wan rêyên ku tirkmen û
oxuzên êrîşkar bi kar tanîn û ew dewletên ku ji hêla Bîzansê ve wek “tampon” dihatin binavkirin, bikin;
Di rojhilatê de sinorên Bîzansê digîhîjtin Qersê,
Erzorom, Dersim, Melazgir û Sêweregê. Û di başûr de jî digîhîjtin Helebê
û Minbicê. Riha jî, ji sala
1031-an wir ve di destê Bîzansîyan de bû û gelek deverên Bîzansê yên li sinor
ji hêla Tema-yan (walîtî – mînak Temaya Ermenî, Kapadokya, Anatolê, Mezopotamya û hwd.
Weke satrabîyên Persan…) dihatin birêvebirin. Û ji van sinoran, tatar û tirkmen berdewamî
derbas dibûn, talanên gund û bajarên
Bîzans dibirin û ev rewş bi deha salan bû ku didomîya. Du rêyên sereke hebûn ku
ev êrîşkar ji wira derbas dibûn û bi hêsanî talanên xwe dibirin û pişt re jî
vedigerîyan axa xwe a li alîyê Îranê û Adirbêcanê ve. Ev rêyana ji axa Kurdistanê derbas dibûn û êrîşkar van
rêyan wek korîdor bi kar tanîn û çawa ku me li jor destnîşan kir, heta 1068-an
Bîzans bi wan sê dewletên li ser sinor bûn, peymanan çê kiribû ku, ew dewletan rê
li ber wan derbasbûnan bigirin û nehêlin ew hêz êrîş bibin li ser axên Bîzansê.
Di hemberî vê de, Bîzans jî serxwebûna wan nas dikir û bi wan re şer nedikir, û
nedihişt ku temayên wê êrîş bibin li ser wan, anku aştîyek di nav bera wan
de pêk dihat. Birêvebirên temayan ji vê rewşê neqayîl bûn û ne bi dilê wan bû,
sedemên vê rewşê jî hene lê ji bo vêga ne mijara me ye. Tiştê balkêş ew bû ku, hem
xanedan hem jî piranîya hemwelatîyên ew her sê dewletên ku wek “
dewletên tampon” dihatin binavkirin, bi nijad kurd bûn û dîrokzanên bi
ehlaq ên wê demê (çi mesîhî çi misilman) ew dewletan wek dewletên kurd nivîsîne.
Ew her
sê dewletên kurd ev bûn;
Merwanî
: Silîvan
(navend), Amed, Mûşê, Xelat, Bedlîs, Xerzan, Botan û Mêrdîn û derûdor
heta Hekarî (beşek ji Bakûrê Kurdistanê)
Şeddadî: Divîn(navend), Gence, ,Qers, Anî, Naxciwan, Laçîn û Arran û derûdor heta
Tebrîzê (beşek ji Bakûrê Kurdistanê)
Mirdêsî: Heleb (navend), herêma Şehba, Efrîn, Ezez, Cerablûs,, Çiyayên Kurmênc, Minbîc
û derûdor heta Antaqîa û Rihayê (beşek ji Rojavayê Kurdistanê)
Her du
xet û rêyên sereke yên tirkmen û şaxên oxuzan bi kar tanîn jî ev bûn:
Rêya
yekem: ji bakûrê Gola Wanê; ji herêma Şeddadîyan
dest pê dikir, ji Erdîşê, Xelatê û Melazgirê derbas dibû û ber bi axa Bîzansê
ve dirêj dibû.
Rêya
duyem: ji başûrê Gola Wanê; ji Isfehan dest pê
dikir, ji Cizîrê, Botan, Xerzan, Silîvan û ji Amedê, ber bi Rihayê û Helebê û
axa Bîzansê ve dirêj dibû.
*****
Ev peyman carna “veşartî” û carna jî “eşkere”
bû lewra tirkmen di destpêka sedsala 11-an girseyî misilman dibûn û xwe bi
sîwana Xelîfetîya Abbasîyan ve girê didan, lewra têgeha “cîhadê” pir kêrî wan
dihat û her wiha piştgirî û rêvekirina dewletên herêmî li ber wan, ji bo ku ji axa wan derbas bibin û
zengînîyên Anatolê talan bikin, pêwîst bû. Xelîfeyên Ebasî jî, van hêzên nû ji
bo domandina desthilatdarîya xwe bi kar tanî, lewra Xîlafet lewaz bibû û êdî
nema dikaribû desthilatdarîya xwe li ser dewlet û xanedanên misilman ên li ser
axa Xîlafetê hatibûn damezirandin, bidomîne. Gelek xanedan serxwebûnên xwe
ragihandibûn û ji bo “darizandina” wan û her wiha ji bo
beremberîya Bîzansê ev hêzên nû û çahvsor gelek kêrî Xalîfeyan dihatin. Û berê de jî me destnîşan
kir ku, Xelîfeyê Ebasî, Selçûqîyan wek “ parêzvan” ê Xîlafetê ragihandibû. Ji
ber van faktorên leşkerî û siyasî, peymana ku di nav bera van dewletên
kurd û Bîzansê, ên ku di nav bera Bîzans
û Xîlafetê de mabûn, divîyabû ku veşartî mabûya. Lewra ji bo seferan bikaranîna
peyva“cîhadê”
zarûrî bû û lidijderketina “cîhadê” sedema ruxandina wan ji
hêla Xîlafet û xanedanên din ên herêmê bû. Û her wiha ji hêla van “misilmanên
nû”, yên ku ji Asyayê ber bi Kurdistanê ve hatibûn ve jî….
Ji ber van dubendîyan, ev her sê dewletên
kurd, di nav bera her du hêzan de mabûn û heta derûdora sala 1055-an
siyasetek aqilane dimeşandin. Û di encama vê siyasetê de jî aramîyek li ber
çahv (
bi taybetî herêma di Merwanî de – dema Nasiruddewle a 53 salî) dihate
dîtin. Anegorî rewşa demê tevdigerîyan lê piştî 1055-an koçên ji Asyayê û
Îranê êdî gelek dijwar bibûn û carna jî tirkmen û oxuzan şûna derbasî “dar’ul herb (herêmên nemislman)”
bibin, berê xwe didan zengînîyên van xanedanan û ew talan dikirin. Bi taybetî
Mirdêsî û Merwanî gelek caran êrîş û talanên hovane re rûbirû diman û ji ber vê
yekê peymana ku bi Bîzansê re çê kiribûn xera dikirin û êdî nema dikaribûn rê
li ber van koçberên talanker bigirtana. Jixwe Şeddadî berîya van her
du dewletan (Merwanî û Mirdêsî) îtifaqek li gel Selçûqîyan pêk anîbû û
peymana Bîzansîyan bi cih nedîanî. Piştî
guherîna pêvajoyê û balansa hêzan, ev her du dewlet dîsa siyaseteke aqilane bi
kar anîn û vêca meyla xwe dan alîyê tirkmen û oxuzan anku desthilatdarê wan Selçûqîyan,
û li gel ragihandina “biratîya Îslamê û cîhadê “ û helbet
ji ber parastina ax û welatê xwe û hemwelatîyên xwe, rêyên ku ber bi Bîzansê ve
diçûn nema girtin û rê li ber êrîşên
tirkmen û oxuzan vekirin. Ev helwest divê wek “ dehfa belayê “ bê
xwendin bê guman…. Pirsek li vira tê hişê mirov; gelo ev her sê dewlet û
rêxistinên gewre yên kurd, di wê demê de şuna Selçûqîyan, di nav bera xwe de
yekîtîyek saz kiribûna, dîrok dê çawa bihata nivîsandin?... Ev jî dimîne ji
şîroveyên xwendevanan re... Belê;
Lê vêca hêza din anku Bîzans vê rewşê qebûl
nekir û dema ku Romen Dîyojen ê fermandar bû împeretor, ji ber ku peymana wan û
xanedanên kurd êdî betal bibû, amadehîya seferên ber bi rojhilatê û Kurdistanê
ve kir û li gel artêşên nû û zexm, berê xwe da van dewletên li ser sinor, da ku
bikaribe wan darizîne û tirkmen û oxuzan jî ber bi Asyayê ve biajo.
Seferên
Romen Diyojen yên di salên 1068 û 1069-an
Romen Diyojen berîya ku bibe împeretor, bi van
qewimînên li rojhilatê serxwext bû. Di destpêka desthilatdarîya wî de du nêrîn
derketibûne pêş û di sazîyên Bîzansê de dihatin niqaşkirin. Yekem nêrîn
meşandina siyaseteke nerm û aştîyane li gel “dewletên tampon” û her wiha li gel Selçûqî
û Xîlafetê bû û heta dema Diyojên jî ev rewş li dar bû. Nêrîna duyem jî
qewitandina hemû şaxên tirkmen û oxuzan ji axa Bîzansê û her wiha
jiholêrakirina ew “dewletên tampon” û şûna wan de sazkirina “temayên
kevn (weke temaya ermenî – Mezopotamya û hwd.)” bû. Diyojen jî tevî mixelefetan, rêya duyem
hilbijart û dest bi seferên xwe kirin. Di kronîkên Bîzansîyan de xweş xuya dibe
ku ev biryar gelek hatîye rexnekirin û Diyojen hatîye hişyarkirin lê Diyojen ji
hespê xwe nehatîye xwarê û ber bi
Kurdistan, Sûrî û Îranê ve meşîyaye (5).
Sefera wî a yekem ber bi başûrê ve ye. Sal 1068 e.Armanc rêlibergirtina
tirkmenan û dûrkirina wan ji axa Bîzansê ye. Weke me li jor nivîsandîye, du
reyên sereke ji bo derbasbûna tirkmen û tataran hene û rêya ku kêm tê bikaranîn
rêya duyem e, anku rêya ku ji Cizîrê, Botan, Xerzan, Silîvan û ji Amedê, Rihayê
û Helebê ve tê û ber bi axa Bîzansê ve dirêj dibe ye. Riha di destê Bîzans de
ye, li wê herêmê garnîsonek (leşkergeh) bi serê xwe ye û ji ber vê jî lewaz e,
parastina wê zor e. Gelek caran bi êrîşan rûbirû dimîne.
Diyojen di serî de xwest ku ev rêya ku ji hêla
tirkmenan ve kêm tê bikaranîn bigre û pişta xwe zexm bike û piştî berê xwe bide
rêya ku ji bakûrê Gola Wanê derbas dibe û digîhîje axa Bîzansê, Anatolê. Lewra li bakûr êrîş dijwartir bûn û divîya bû
ku pêşî pirsa rêya başûr çareser bike.
Di vê sefera xwe a yekem de li gel Mirdêsîyan şer dike, derbek mezin li
wan dixe û Minbicê ( bi
zimanê Romî Hîerapolîs) dagir dike û piştî di nav bera Minbîc û Antakîa
de garnîsonek mezin li Artahê ava
dike. Lê berê xwe nade Helebê lewra vêca hin şaxên tirkmenan
êrîş dibin Kapadokyayê û heta Konyayê. Konya û Nîksar talan dikin û dema pê dihesin ku Diyojen ser
wan ve tê, berê xwe didin Torosan û ji Torosan derbasî Helebê
dibin. Ev sefera yekem ji bo Diyojen wek “ serketin “ tê qeydkirin lewra rêya
başûr hatîye girtin, tirkmen ji ber wî revîyane. Lê serketineke demî û derewîn e bêguman. Ji
Diyojen kirî, rêya başûr êdî ewle ye û vêca dema girtina rêya bakûr e(6) .
Divê bê gotin ku wê demê (1069 û 1070-an),
Melazgir Û Xelat di destê Merwanîyan de ne (7) lê pênaseya “
Siltan “ ji hêla Xilafeta Ebasîyan li Selçûqîyan ( di
sala 1055-an de li Tuxrul ê mamê Alpaslan)hatîye dayîn û ji ber vê û ji ber
êrîşên dijwar yên tirkmenan, Şeddadî û Merwanî siyasetek nerm li hember Alpaslan ê siltanê
Selçûqî dimeşînin û carîna jî hevkarîya parastinê dikin. Anku îtîfaqek di nav
bera wan de jî heye. Lewra “biryardarê “ mezin Xelîfe ye (8) û dîsa divê bê gotin jê jî giringtir hêza leşkerî a dijwar e.
Û hêza Selçûqîyan li gel di nav xwe de hewandina tirkmen, tatar û oxuzan û roj
bi roj zêdetir tevlîbûna wan a li artêşa
Selçûqî, hêza xwe her diçe zêde dike. Peymana “dewletên tampon” a berê, a ku li gel Bîzansê hatîbû
avakirin ji ber şert û mercên demê êdî nema dimeşe. Faktora dînî jî di vê
betalkirinê de yek ji rolên sereke
dilîze…. Ev rol ji bo Bîzans û ermenîyan jî her wiha faktoreke giring e. Li
derveyî mijarê divê bê gotin ku, beşek mezin a ermenîyan ji hêla Bîzansê ve hê
di destpêka sedsala 11-an, ji bakûrê Kurdistanê hatin hilanîn û Kapadokîayê
hatin bicihkirin. Ev yek ji bo parastina axa Bîzansê û xwedîderketina li
ermenîyan li dij êrîşên tirkmenan bûye. Lewra prensîyên ermenî, hê di wê demê
de nikaribûn axa Bîzansê biparêzin.
Diyojen li vira dibîne ku ji bo parastina
sinorên Bîzansê û ji bo derbasbûna tirkmen û oxuzên ku serbixwe tevdigerin û bi
tenê talanê ve mijûl in, rêya bakûrê Gola Wanê ji rêya başûr gelek xetertir e.
Û di sala 1069-an de berê xwe dide Bakûrê Kurdistanê û ji Erzorom ber bi
Melazgirê ve artêşa xwe diajo Ji Erzorom
heta Melazgirê şaxên tirkmenan re şer dike û wan têk dibe. Gelekên wan ber
bi Melazgir
û Xelatê ve û ber bi hindûrîna Îranê ve diajo lê dest nade Melazgir
û Xelatê û van bajêran dagir û talan nake(9) . (9)Historia -
Michael Attaleiates . Sedema vê yekê jî
ew e ku, hin dijminên wî ên mixelif li qesra Bîzansê ji bo têkbirina wî û
destjêberdana wî ji text xebatan dikin û Diyojen bi vê xetereyê dihese û dest
ji şer berdide û ber bi Stenbolê ve bi rê ve dikeve. Tevî
ku aqilmend, şêwirmend û fermandarên wî ên jîr şîretan lê dikin ku venegere
peytext û bi taybetî Xelatê,
a ku bi anegorî jeostratejîya xwe di navenda rêya derbasbûnê de dimîne û wek
baregehek ji hêla Selçûqîyan ve tê bikaranîn, dagir û talan bike û dîsa berê
xwe bide rojhilatê û li pey wan tirkmenên ku direvin bikeve, û heta Isfehanê (navenda Îranê – peytexta Selçûqî)here
û Selçûqîyan bi têvahî têk bibe û dawî li dewleta wan bîne. Lewra tirkmen ji
hev belav bûne û her şaxek deverek ve revîyaye. Ev fersenda mezin divê ku nêye
herckirin lewra ji Selçûqîyan re vêca çep hatîye(10). Tevî hemû şîret, şêwir û civînan Diyojen xebera wan nake û
vedigere Stenbolê û li ser rêya xwe komên tirkmenan re şer dike lewra dixwaze
Anatolê ji wan paqij bike û bi vî navî (xwedîserketin) here peytext. Wê demê fersendek giranbuha ketibû destê
Bîzans ku êdî ji belayê êrîşkaran bifilite û sinorên xwe bigîhîne ewlehîyê lê
entrîqayên qesra Bîzansê û her wiha şerên desthilatdarîya navxweyî wiha dike ku
şerê li hember dijiminê wan ê mezintirîn betal bibe û Diyojen wek xwedî
serketineke mezin diçe peytexta xwe, da ku hemû dijminên xwe yên mixelif bêdeng
bike û desthilatdarîya xwe zexmtir bike. Lê ev serketina derewîn û demî zêde
najo û piştî salekê, dîsa êrîşên tirkmen û oxuzan, û vêca dijwartir û
organîzetir, bi ser Bîzansê ve tê. Lê vêca Alpaslan artêşa xwe daye hev û li
gel Şeddadî,
Merwanî, Mirdêsî îtifaqek mezin û xurt pêk anîye û piştgirîya Xelîfeyê Ebasî jî dîsa li gel fitûyên
Xîlafetê wergirtîye. Diyojen vêca di sala 1071-an
de dîsa berê xwe dide Melazgirê û ew
şerê binavûdeng, a ku me beşa yekem de behsa wî kir, diqewime. Li vira divê bê
gotin ku, Diyojên têkçûna xwe bi destê xwe amade kirîye û anegorî rexneyên ku
dîroknûsên Bîzansî yên wê demê lê kirine, em têdigîhin ku nerazîbûnek mezin li
hember Diyojen heye û sedema sereke jî nedomandina seferê, neajotina tirkmenan
ber bi kûrahîyên Asyayê ve û bidestnexistina talan û xenîmetên şer e. Vêga
jî em ê ev rewş li gel çavkanîyên wan binirxînin û di wir de em ê bibînin ku
dîrokzanên Bîzansê hê di sala 11-an de KURDAN wek MED û MEDAN jî wek KURD
dizanin û wisa jî qeyd dikin;
Di tomarîyên
bûyernameyên Bîzansê de peyva MED û hemwateya wê KURD
Ji bo mijara me a bingehîn, anku bikaranîna
pênaseya “ MEDAN “ ji hêla bûyêrnivîsên Bîzansê ve, divê em berê xwe
pêşî bidin beşa tomarîyên seferên
Diyojen, ên ku di sala 1068 û 1069-an de ber bi Bakûrê Kurdistanê ve qewimîne. Wiha;
Michael Psellus di bûyername a xwe a
Chronographia (Kronografya) de, dema Diyojenî berfirehî dinvîse, şert û mercên
hatina wî a li ser text rave dike û pratîkên Dîyojen bi tundî rexne dike û piştî
jî seferên wî û encamên wan wiha
dinirxîne.;
“…. Piştî hemû bûyeran, li gel tevahîya artêşa xwe
ji peytext derket û bê zanîna ka kû ve diçe û dê çi bike, bi ser barbaran ve çû. Li çolan gerîya, bi pîlana derbasbûna ji
rêyek ber bi rêyeka din ve meşîya, bi awayekî çepûrast ber bi Sûrî û her wiha
Persîa ve çû – û serketina tenê ku bi dest xist jî; pêşengîkirina wî a li
artêşa xwe bû û bicihkirina leşkerên xwe
li ser çiyayên bilind û dîsa daxistina wan li jêr û şikestina wan li derbendan (newalên teng) û dayîna windahîyên mezin ji ber
çûnûhatinên (manewrayên)wî bû. Lê belê, ew dîsa vegerîya xuyabûna
xwe a serketî. Ne ji MEDAN, ne jî ji farisan ji bo me ti xenîmetên şer
neanî. Tenê ji tiştek dilê wî xweş dibû; ew bi ser dijminên xwe ve girtibû….”(11) (kevan yên me ne) .
Ji gotinê Psellus xweş xuya ye ku, Diyojen
yekî qure û çahvsor bûye û ji bo ku navê xwe belav bike ti tişt hesab nake û
bêhizir tevdigere. Rexneya Psellus a sereke jî “ bidestnexistina ti xenîmetên
şer û nebirina talanan ji MEDAN û farisan e..”
Ji bo ku em mijarê berfirehtir bikin û em têbigêhin ku ka peyva MEDAN ji bo kê hatîye bikar anîn, “û
xenîmetên ku nehatine bidestxistin” yên kê ne, divê em ji çavkanîyeke
din jî sûd werbigrin, da ku em kêmasî pêk neyînin.
Nivîskarê vê çavkanîya me Michael Attaleiates ( 1022 – 1080) e.
Em dikarin wek Mikhaîl ê Antalîayî bixwînin. Zanyar, hiqûqnas û bûyêrnivîsekê
qesra Bîzansê ye û hemdem û xwendevanê (şagirdê) Michael Psellûs ê ku me
çavkanîya wî, di vê gotarê de wek ya sereke bi kar anîye ye. Ew jî weke
mamosteyê xwe Psellus, di qesra Bîzansê de peywirên giring girtîye û bi taybetî
hêla hiqûqnasîyê de gelek serketî ye. Nav bera Psellus û Diyojen ne pir baş e û
ev nebaşî, ji tomarîyên Psellus xwe dide der lê têkilîyên Michael Attaleiates û Romen
Diyojenî gelek baş in. Michael Attaleiates di gelek tomarîyên xwe de
pesnê Diyojenî dide û ew wek “ lehengek li pêşîya artêşa xwe “ bi
nav dike. Di hemû seferên wî de li ba wî wek heval û şêwirmendekî baş cihê xwe
digre û qewimînan ew jî weke mamosteyê xwe Psellus yek bi yek tomar dike.
Berhemek bi navê HISTORÎA (DÎROK), a ku ji bûyêrên di nav bera salên 1034 û 1079-an de
qewimîne pêk tê, amade dike.
Dikare
bê gotin ku, carna ew jî ji helwestên Diyojen aciz dibe û ew rexne jî dike. Di
yek ji wan rexneyên wî de, em dibînin ku weke Psellus ew jî pratîkên Diyojen
naecibîne û mîna Psellus difikire. Ew rexne ji bo me rêyek nû vedike û ji bo
têgîhiştina peyva “ MEDAN” ji hêla Psellus ve ka çima û ji bo kê hatîye bi kar
anîn, agahîyên bêhempa dide. Di van
agahîyan de ew jî weke Psellus bûyêrên salên 1068 û 69-an dinvîse.
Beşa ku me wergerandîye li kurdî, qewimînên
sala 1069-an in û di wê salê de Diyojen li gel artêşa xwe tirkmenan têk
birîye û hatîye li ber derîyen Melazgir û Xelatê. Û tirkmenên ku ji ber artêşa
Bîzans revîyane xwe avêtina çiyayên li pişta Melazgir û Xelatê û ji wir jî di
hewla derbasbûna Îranê de ne. Li vira
divê neyê jibîrkirin ku Melazgir he di sala 1069-an de qada şer e
û Xelat û derûdora wî bi tevahî di destê
kurdên Merwanî de ye. Attaleiates
di bêşa têkildar de ji bo vê qewimînê şîretên xwe li Diyojen dike û van notan di berhema xwe a
Historia de wiha dinvîse;
“ Û her wiha min gotê “ Împeretor,
hiştina dijmin li ser axa pişt Romê di vê demê de ku dawîya havînê ye,
destûrdayîna jiyîna wan di aramî û bextewarî de ye (tiştê ku ew dixwazin em
dikin), û heger îro em çahvên xwe bigrin
, gelo em ê bikaribin di pêşerojê de bi ser bikevin? Em çima bajarê Xelatê û
navçeyên wê ên dorpêçkirî bi dest naxin û bi vî awayî leşker jî dikarin dilê
xwe bi xenîmetan xweş bikin û wêrektir bibin û dilê dijmin de tirs belav bikin,
di ser de jî ev bajêrana şûna dijmin d,e dê Împerertorîya Romê zengîn bikin,
hêzên dijmin dê paş ve bêtin qewirandin, hatina tirkan dê bê sekinandin, û ew
li wir xwedî baregehek û qereqoleka amadehîyê nabin, lê hemberî vê, dê bibe
kelehek (ji bo me) û weke rêyek (ji bo wan)ber
bi Mezopotamyayê ve ku nikaribin derbas
bibin….” (12) (kevan yên me ne).
Lê
gotinên Attaleiates weke gotinên pisporên din ên Romî li ba Diyojen pere nakin
û Diyojen lez dike ku bigihîje peytexta xwe, Stenbolê.
NIRXANDIN
Û ENCAM
Piştî diyarkirina van her du çavkanîyên hêja û
bi hev re têkildar, li vira em ê li ser du xalên giring bisekinin; Ya yekem,
gelo çima Attaleiates ew çend şîretan li Diyojen dike ku Xelatê û derûdora wê
talan û dagir bike?. Ev pirsek e û bersiv amade ye. Xelatê û derûdora wê, weke ku
Ibn’ûl Ezrak jî dibêje heta dawîya şerê Melazgirê di destê kurdên Merwanî
de ye. Tevî ku di nav bera tirkmenan û Bîzansê de maye, dîsa jî li gel siyaseta
bilind a qesra Merwanî û bi taybetî ya Nasiruddewle (13), salên dûvûdirêj nebûye qada şer û ti carî nehatîye talan an
jî dagirkirin. Di vê rewşê de hêza Merwanîyan a leşkerî jî divê ji çahvan neyê
dûrgirtin. Merwanî heta 1060-an di Kurdistanê de hêzek berbiçahv û navendî bûne
û di hemû qewimînên dema xwe de rolên sereke girtine. Heta, di sala 1026-an de
Riha ji destê ereban deranîne û demek
kin be jî tev li axa xwe kirine. Peymanên giring li gel Bîzans û cîranên xwe ên
din re girê dane û Xelîfeyê Ebasî jî serxwebûn û desthilatdarîya wan
pejirandîye.
Û ya din, herêma wan li ser rêyên bazirganî
yên dîrokî bûye û bi vê zengîn bûne, û gelê xwe jî di rewşeka aramî de bi rê ve
birine. Di encama hemû van faktoran de,
di welatê xwe de huner, wêje, sazîyên leşkerî, bazirganî, avasazî (bi
taybetî pirên bêhempa weke pira Malabadî, pira Dehderî û hwd.) û bi
taybetî çandinî pêş ve birine. Mixabin hemû ev dewlemendîyên wan bûne sedema
ruxandina dewleta wan, kavilkirina bajêrên wan û di dawîn de jî xelasbûna
desthilatdarîya wan ji hêla “mitefîqên “ wan ên Selçûqî. Ev
mijar ew çend fireh e ku, em ê di gotareke din de bi taybetî li ser dawîbûna
desthilatdarîya Merwanî bisekinin. Vêga
em vegerin mijara xwe; ji ber van dewlemendîyên Merwanî û bi taybetî pêşketina
çandinî ya li Xelatê û derûdora
wê ( ya sereke deştên ku di nav bera
Melazgir
û Xelatê û Tetwanê de dimînin û deşta
Rehwayê ya Bedlîsê), dibe sedema
peşnîyara Attaleiates li Diyojen. Lewra Attaleiates baş dizane ku dewlemendîyên
Merwanî pir in û di wê dewrê de ji wan aramtir û zengîntir dewletek an jî gelek
nîn e. Her wiha axên di nav bera Qers, Erzorom û Melazgirê ji hêla
tirkmenan bi deha caran hatibûn talankirin û ji bo talana artêşa Bîzansî ti
tişt nemabû. Ev ax û bajêrana hatibûn kavilkirin û gelek caran jî hatibûn
şewitandin. Heger talan tine be, ti wateya seferan jî namîne di wê demê de. Û
siyasetmedar û fermandarên payebilind jî, dê destevale vegerin welatê xwe
Stenbolê. Û divê bê zanîn ku, di wê serdemê de krîs û alozîyeka mezin a aborî
jî li Bîzansê rû daye. Ji ber vê, Attaleiates
peşnîyara talanê û dagirê dike û weke ku destnîşan dike, dixwaze bi wan
xenîmetan leşkêrên Bîzansî jî dilxweş û kêfxweş bibin, da ku bi dilekî rehet û
bicoş êrîşa xwe a li dû tirkmenan bidomînin. Bi vê yekê hem dê zengîntir bibin,
hem jî li gel bidestxistana Xelatê li wir baregehek ava bikin û rê li ber êrîşên
tirkmenan bigrin. Li vir divê bê fêhmkirin ku Attaleiates, ji bo zengînbûna xwe jî hewl dide. Bi ked û
zengînîyên “ barbaran” dewlemendbûn karê wan ê sereke ye. Siyasetmedarên
Bîzansî di vê hêlê de jî binavûdeng in…! Heman helwest di tevger û nivîsên
Psellus de jî xwe didine der.
Û vêca, piştî berfirehkirin û ravekirina beşên
çavkanîyên ku me wergerandîye li kurdî û sedemên gotinên bûyêrnivîsên
Bîzansî, em vegerin mijara xwe a
bingehîn, mijara sedema nivsandina “MEDAN” ji hêla Psellus ve. Weke ku
di rastîyên dîrokî de piştrastkirî ye Psellus û Attaleiates hemdemên hev du ne û Psellus mamosteyê Attaleiates
e jî. Piştî diyarkirina sedemên gotin û tevgeran xweş xuya ye ku; Psellus di
gotina xwe a ji bo Diyojenî ya 1069-an a “Ne ji MEDAN, ne jî ji farisan ji bo me ti xenîmetên şer
neanî. Tenê ji tiştek dilê wî xweş dibû; ew bi ser dijminên xwe ve girtibû….”
de, bêniqaş dema mijara xenîmetên ku Diyojen ji wan re neanîye dinvîse, dixwaze
behsa talan û xenîmetên kurdên Merwanî bike, ên ku Diyojen
talana wan nebirîye û negihandîye Bîzans û siyasetmedar û fermandarên wê. Ev
rastî, li gel zexmkirina têza me bi kronîkên Attaleiates ve bêniqaş û
bêguman tê fêhmkirin. Psellus dema behsa Medan dike dixwaze behsa kurdên
Merwanî bike. Lewra Xelat di wê demê de bi tevahî heta Melazgirê jî di
destê kurdên Merwanî de ye û heyfa xwe li wan zengînîyên Merwanîyan tîne ku “mixabin”
neketîye destê wan û sedem jî wek
nezanîya Diyojen nîşan dide.
Weke me
di beşa yekem nivîsîbû, Psellus di warê zanist û dîrokê de yekî ne ji rêzê ye,
zanyarek jehatî ye û dizane çi dinvîse. Di
qesra Bizans de demek dirêj cihên giring girtîye û em dîsa bş dizanin ku
pêwendîyên Bîzans û Merwanî her tim hebûne û heta peymanan jî di nav bera xwe
de girê dane. Helbet Psellus dewleta Merwanî û her wiha xwedîyên
desthilatdarîyê anku kurdan baş nas dike.
Ji ber ku zanyarek jêhatî ye; Ew baş dizane ku MED pêşîyên gelê kurd in û kurdên Merwanî yên ku xwedî
Xelatê ne, dûhatûyên anku nevîyên Medan in. Ne ku agahîyek vale
nivîsandîye, anegorî pisporîya xwe a di warê zanistê de û girêdahîya xwendinên
xwe ên klasîk û çavdêrîyên xwe ên li qadê gihîştîye vê rastîyê û tomar kirîye.
Îsbateka me ya din a vê nêrîna me em
dixwazin diyar bikin. Psellus, weke ku me piştrast kirîye di berhema xwe de gotina “.. Ne ji MEDAN, ne jî ji farisan ji bo me ti xenîmetên şer
neanî…”, ji bo seferên Diyojen ên di sala 1068 û 69-an bi kar
anîye, weke ku Attaleiates jî di heman sal û seferê de heman tiştî nivîsîye.
Di Kronografyayê Psellus de ev hevok di beşa “ Desthilatdarîya Romen Diyojen” de cih digre û di paragrafa
13-emîn de ye. Anku di beşa sala 1069-an de.
Vêca
piştî heft paragrafan, di paragrafa
bîstan de hevokên ku me di beşa yekem a vê gotarê de bi kar anîbû dinvîse, wiha
: ““ Vêga ez pê serwext bûm (lê ew -Diyojen- na), ku Siltanê faris û
kurdan bi xwe di nav artêşa xwe de bû û piranîya serketinên wan bi saya
pêşengîya wî pêk dihat … “
Li vira her tişt li gel rastîyan dertê meydanê. Di paragrafa 13-em de dibêje “Ne ji MEDAN, ne
jî ji farisan ji bo me ti xenîmetên şer neanî…” û piştî, di
paragrafa 20-em de dibêje “Siltanê faris û kurdan”, û ev
her du qewm an jî nijadî wek dijminê xwe dihesbîne ûxweş xuya ye
ku di her du hevokan de jî dixwaze behsa her du qewman bike; Medan
û Farisan û dîsa Kurdan û Farisan…. Her du hevokan de
jî peyva “ farisan” heye û ew pênaseya “farisan“
naguhere lê pênaseya “ Medan “ a ku di hevoka yekem de ye,
di hevoka duyem de diguhere penaseya “kurdan“
.
Anku Psellus kurdan wek Med û Medan jî
wek Kurd dizane, pênase dike û weke ku dizane û pênase dike wiha jî dinvîse. Dema behsa Medan
dike xuya dibe ku dixwaze behsa kurdên Merwanî bike lewra
pênaseya Medan ji bo talan û xenîmetên wan bi kar tîne, talan û xenîmeta Xelatê û derûdora wê di
rojevê de ye, ên ku negihîştine destê wan û dema ku behsa talan û xenîmetên farisan
jî dike, divê mirov baş têbigêhe ku vêca behsa talan û xenîmetên navenda
Îranê (Isfehan a ku navenda dewleta Selçûqî ye) dike û Diyojen rexne
dike, û gilî – gazin dike ku çima pêşî talan û xenîmeta Medan-kurdan (
ên ku li ser axa Xelatê û derûdora wê bûn) nebirîye û piştî vê talanbirinê çima
berê xwe nedaye Îranê û vêca talana farisan ji bo Bîzans neanîye? Gilî û gazina
wî ev e. Ew baş dizane ku kê li Xelatê desthilatdar e. Û bi zanyarî behsa Medan
dike.
Divê neyê jibîrkirin ku axa ku Selçûqî hê nû desthilatdar dibûn, bi
demografî û girseyî ji kurd û farisan an jî bi gotineka rasttir ji mêj
ve ji Med û Farisan, ên ku du şaxên sereke yên gelên Arî
bûn, pêk dihat û ji mêj ve heta dema me a îroyîn jî ev rewş neguherîye. Ji
demên nayên zanîn heta dema me rewş ev e. Med li Rojava û Faris
jî li Rojhilatê wek cînardijîyan û hê jî dijîn. Demografîya Arîa
tim ev e. Ber bi rojava ve herikîn hebe jî ev demî ye û di dawîn de makewelatê
van her du qewman hezare salan e ev deveran in. Jixwe Romê rojhilat
anegorî erdnigarîya xwe tesnif kirîye û rojhilatê xwe kirîye sê beş; Rojhilatê
Nêz, Rojhilatê Navîn, Rojhilatê Dûr. Û dîsa anegorî erdnîgarîya Romê û
anegorî rêzê, vêca Psellus gelên li rojhilatê hejmartîye, pêşî peyva Medan
û piştî Ya Farisan nivîsîye. Lewra Med anku kurdji Romê re anegorî erdnigarîyê cîran in û cîranên nêziktir ên Rojhilatê
nein. Faris piştî axa Medan anku ber bi rojhilatê Medan de bi cih bûne. Anku
pêşî behsa talana Medan, piştî jî ya Farisan dike. Bi rêzê û yek bi yek… Weke ku dibêje; “.. Ne ji MEDAN, ne jî ji farisan
ji bo me ti xenîmetên şer neanî…”. Mesele, ji hêla Psellus ve eşkere û vekirî hatîye qeydkirin û nirxandina
me jî temam bû.
Ne mimkûn e ku yekî mîna Psellus bi van agahîyan ne serxwext be û xuya dibe ku
ji ber ku bi wan serwext e, wiha jî qeyd kirîye an jî dîsa bi gotina rasttir ehlaqê
zanîstê pêk anîye û xwe ji bêehlaqîya mêtîngerî dûr
hiştîye. Her çi qas di dewletek mêtînger de peywir girtibe jî, ax û hebûna
gelên din jî nivîsîye, gelên ku Bîzans xwestiye welatê wan dagir bike înkar
nekirîye û ew welat weke ku heye, dîsa wisa wek yê wan e nivîsandîye. Heqê
Sezar daye Sezar bi kurtasî. Helwesta wî
helwestek zanistî û zanyarî ye. Bi ya me rêya rast şopandîye û em jî bi van
agahdarîyan hesandîye, piştî 950 salan. Lê heman xweşgotin ji bo Michael Attaleiates dikare bê gotin, ne diyar e. Dibe ku zanyarîya wî
ne weke ya Psellus astek bilind de ye. Ewî ji zanînên dîrokî weke Psellus bipar
nebûye, tiştê ku tê fêhmkirin ev yek e. Mijara me a duyem jî qedîya, belê;
Rastîyên dîrokî weke zêr û zîv
in, çi qas jî li bin erdê bimînin, helbet dê rojek ronahî bibînin. Bi hêvîya
ronîkirina beşên din ên dîroka birûmet lê mixabin “binaxbûyî” …..
__________________________
ÇAVKANÎ
(1) Li vira peyva Siltan ji bo pênaseya hikimdarên Selçûqî tê bikaranîn lewra damezrenerê Selçûqîyan
Tuxrul, di sala 1055-an de bi bangawazîya Xelîfeya Ebasî Qaîm dikeve Bexdayê,
bajêr ji destê Buyîdan (Biweyhîyan)
derdixe , wan têk dibe û dawî li serdestîya Bûyîdan tîne. Bi vê yekê Xelîfeyê Îslamê Qaîm, Tuxrul wek “Siltanê alema Îslamê“ bi nav dike û li
ser navê wî hemû mizgeftan de xutbe tên xwendin. Piştî vê pênaseyê, Tuxrul û
her wiha Selçûqî dibin “ parezvan û Siltan “ ê hemû dewletên misilman ên girêdahîyê
Xîlefeta Ebasî û dikevin bin fermana wî.
(2) Kronîkên Psellus, Attaleiates ûhwd. .
(3) Merwanîyên Amedê, Thomas Ripper
(4) Merwanîyên Amedê, Thomas Ripper
(5) Chronographia - Michael Psellus, Historia - Michael Attaleiates ,
Merwanîyên Amedê - Thomas Ripper.
(6) Historia - Michael Attaleiates
(7) Dîroka Kurdên Merwanî - Ibn’ul
Ezrak
(8) Dîroka Kurdên Merwanî - Ibn’ul
Ezrak
(9)Historia - Michael Attaleiates
(10)Historia -
Michael Attaleiates .
(11)Chronographia,
Michael Psellus / Beşa têkildar:
“ At all events, he left the city with
all his army and advanced against the barbarians, not knowing where he was
marching, nor what he was going to do. He wandered over the countryside,
planning to go one way, marching by another, traversing Syria, as well as
Persia -- and all the success he met with was to lead his army into the
interior, establish his men on some high hills, bring them down again, cut them
off in narrow passes, and suffer heavy casualties through his manoeuvring.
However, he returned, still to all appearances victorious. Neither from the
Medes nor from the Persians did he bring us any spoils of war. One thing alone
satisfied him: that he had marched against his foes…”
(12) Hıstoria, Michael Attaleiates - Wergera
li înglîsî: Anthony Kaldellis û Dimitris Krallis 2012 /
Beşa
tekîldar: “….And at the same time," I said,
"O Emperor, to leave the enemy behind on Roman land while it is near the
end of summer, would be to permit them the luxury and pleasure [to do as they
wish], and though we might not suffer now, would we be able to prosper in the
future? Why don’t we take the city of Chliat and the towns beneath by siege so
that the soldiers can satisfy their want of plunder and take heart and instill
the enemy with fear, while in addition these cities will enrich the Roman
Empire instead of the enemy, the forces of the enemy will be mightily beaten
back, the coming of Turks from distances will be halted, and they will find not
a base there and provisioning station, but a fortress and as such the road
through Mesopotamia become impassable for them."
(13) Hikimdarê herî temendirêj û
serketî yê Merwanîyan. Di dewra wî de Merwanî asta xwe a herî bilind û rewşa
xwe a herî aram û bihêz dijîn.