Ev gotar ne rasterast dîtina min e, bi giranî ji lêkolîn û xebatên gelek pisporan hatiye wergirtin. Yên bixwazin, xwerû jî çend zimanan bizanin, dikarin hê berfirehtir li ser mijarê raweste.
Her dûrketin û qetîn di xwezaya xwe de êş û guman dagirtîne. Mirov di navbera du cihan û du têgîhîştinên cûda de dimîne. Li aliyekî arama hobûn û têkiliyên berê, li aliyê din dijwarî û têkiliyên bi kes û têgihîştinên nû re danînê. Ya girîng û tirs dagirtî jî, dijwariyên afirandina têkilî û derfetên nû ne. Ji herdu aliyan ve jî nêzîkatî û awirên gumanbarkirî weke neşter li kezeba mirov dikeve û giyana mirovan dihecîne. Min xwest ez hinke jî be, xwerû vê mijareya weke kêşeyekê li pêşberî gelek kesayetiyan bûye, dibe kelemên û rê nade vekim. Ji ber ku her qetîn yan jî jê dûrketin, ne dijberî, ne jî rasterast rengekî weke alîgiriyê mayinêye, ji nava wan yên bi tevahi dibin alîgireke sonxwarî yên dijberan, yên bêdeng rêyeke din werdigirin û destê xwe ji siyaysetê dikişînin jî hene. Ji ber vê rastiya wê, em xal bi xal bigirin û binirxînin, wê baştir be û bi hêsanê were wergirtin.
a) Di hin ansiklopedî û ferhengên almanî de ji bo hilbijêrên partiyekê wiha dinivîsîne:”Alîgir û hilbijêrên partiyekê fermî, bîsta tûşê baweriya; “hest û daxwazên wan cidî nayê girtin, bûn; digihîjin wê xala têgîhîştinê ku ew hatine xapandin”. Hin bi vê egerê ji wan partiyan dûr dikevin. Ev dikare di kesayetiyê de baweriyê jî bişkêne, hestên bêçaretiyê lê peyda bike, heta bi giyanî ve wan bêşîne. Ev jî xweber endam û hilbijêran ji wê partî û hêzê dûr dixe, carna berê wan dide xetên redîkal jî. Mînak li hin welatan zêdebûna hilbijêrên partiyên nijadperest.
b) Ji kom û hêzên ideolojîk qetînê jî, ji ber xwezaya vê diyardeyê li ser hin egeran rûdine. Di cihê gotinên qelew, êşandin yan jî parastina aliyan de, mirov dikare li ser bingehê hin lêkolînên cûda yên psîkologan vê mijareyê xal bi xal bigire û şirove bike:
Yek; li gel westandin, biryara kesî ya jiyana xwe bi awayekî din birêkxistinê, carnan, ji ber hin egerên cûda weke dilêşandinê, nexweşiya laş û giyanê jî dikare bibe bingehê ji tevgera xwe qetînê, bi zimaneke din jê dûrketinê. Kesên li ser vê bingehî ji tevgerekê diqetin. Bi giranî bêdeng dimînin, nêzîkê komên din xwerû jî dijberan nabin, ew hîç nakevin nav hewldanên dijberiya tevgerê, ti car ne bi gotinan, ne jî di pratîkê de dijminahiya wê tevgerê nakin. Rexne bikin jî, bi rexneyên dostane nêzîkê tevgerê dibin. Yanê hetanî radeyekê bi giyanê ve weke alîgir dimînin, di xwezaya wan de duristî heye. Lema komên dijber ji wan heznakin.
Du; kesên bi hin armancan tevê tevgerekê bûne, lê ji ber gelek sebeban (kêmasî, dijber û qelsîya kesî) her çendî bi formên cuda hewl jî dabin, negihîştine wê armanca xwe. A ew kesayetiyana ji ber ku anegorî têgîhîştina xwe bi serneketine û negihîştine pêşbîrên xwe yên veşartî, hima di firsenda yekem de ji wê tevgerê dûrdikevin. Bi taybetî jî daku bikarin xwe mafdar derxînin, li gel wê bala hin derdoran bikşînin, bi rengekî êrişkar û tewanbarkirinê nêzîkê tevgera jê qetyayî dibin. Ev veqetandineke nerênî ye, dikare hinan hetanî hewldanên îxanetê jî bibe. Hin derdorên fêlxirab û komên dijber jî, bi azînên cûda her hewl didin ku dest bavêjin wan qetyayiyan daku bikarin wan bikarbînin. Ev kesên ji tevgrên xwe ji berê vê egerê dûrketî, gelek caran dikevin vê kemînê, hetanê bi rastiyê dihesin jî zirarê didin kesayetiya xwe jî.
Sê; jî bêguman peyayên hêzên serdest in, yanê sîxwir in, eger ew neyên tespîtkirin û neyên kuştin, piştî hin erk pêkanîn direvin.
Hest û bertekên qetyayiyan
Ezê li ser xala „a“ ranewestim, lewra ew dost dimînin, ti car nakevin nava hewldanên zîşt, dijberî û dijminane. Hin rexneyên wan hebin jî, rexneyên dostane û dilsadiqiyê ne, ji bo serkeftina wê xetê ne. Gelek caran ji xebatkarên tevgerê yên aktîf sadiqtir in.
Xala proplematîk xala „b“ ye.
Li gel yên ji her tiştî dest dikişînin û ji her kesî dûr dikevin, hinên wan jî dibin dijminên bê perwa û sondxwarîyên çavsor. Heta ji hevalên xwe yên di şer û meterîsan de dikarîbûn ji bo hev bimirin jî, nefret dikin!.. Her hewldidin ku di nava eniya komên dijber de cih bigirin û ji bo vê, yan jî ji bo ku ew wî bigirin nav xwe, bê navber êrişdikin. Di cihana wan ya têgîhîştinê de, zana tenê ew in, yên li ba tevgerê mana yan jî, wê tevgerê diparêzin tev de nezan û murîd in. Yên bi vî awayî ji tevgera xwe dûrketine, di ti gotin û nirxandinê xwe de dijmin û dijberên tevgerê tewanbarnakin. Bê navber rêveberiya tevgera xwe ya berê wek sebebê hemû şaşî û kêmasiyan nîşan didin. Jixwe komên dijber jî, hetanî bertekên wan ên tundê dijberê tevgera berê nebînin û nebîhîsin, ji wan xwerexneyiya ku tevgera xwe ya berê tewanbar û reş dike, nebihîsin, vê dijberiyê di piratîka berçavî de nebînin, wan nagirin nav xwe. Hele venaxwînin ti civînên xwe yên girîng. Kesê ji bo civînan hatibin vexwendin, êdî parekî wan e...
Ez vê ji pratika jiyana xwe dizanim. a) dîtnêrê gelek bûyârên bi vî rengîme. Du; dema ez di sala hezar û nesed û heyştêyî de nû hatim Eropayê li cihê ez lê, kes û hevalên nêzê tevgera min pê bawer dikir, nebû. Dilê min hîç nedixwest ku biçim komaleyên çepgirên Tirk, Komaleya komeke Kurdan li nêzîk min hebû, ez çend caran çûm wir, lê bê gengeşî weke mêvanek. Dema yekê ji welêt ez nasdikirim, nêzîkê min bû, xwerexneya min ji min xwest, min got; “ez ne ji bo teve tevgera we bûnê hatime, hun tevgerekî Kurd in, ji bo wê hatim. Lê bi xatirê we. Ezê êdî neyêm komaleya we.” hew çûm komaleya wan.
Di kesên qetyayî de şikestina xewjînê û wendabûna aidiyetê:
Kesayetî bi hin hêvî û bendewariyan tevê tevgereke siyasî dibe, hêvîyên her kesayetîyê anegorî têgîhîştina kesayetiyê ye. Bes tevgerên siyasî ne anegorê bendewariyên tekakesan, anegorî pêşbîr û hedefên siyasî, her wiha anegorî konjektûra serdemê tevdigerin, li ser wan bingehan xwe birêkdixin. Bêguman ji endamên xwe jî dixwazin ku ew jî, li ser bingehê vê têgîhîştina birêkxistinê hin erkan werbigirin û tevbigerin. Dibe ev awa birêkxistin bersiva xeyal û bendewariyên hin tekakesan nede. Ev jî dikare tekakesan bîne pinda ji wê tevgerê qetînê. Bê guman ji ber şikestina xewjîn û hêviyên tekakesî, pêvajoyo ji tevgerê dûrketinê dest pê dike. Kesên ji tevgerekî qetyayî di destpêkê de xwe di valahiyekê de hîs dike, hestên aidiyetê wenda ke, Ev jî wan dixe nava lêgerîneke serêşê. Ev gelek caran di tevgerên wan de jî xuya dike.
Di warê siyasî de têklihevbûna nasnameyê:
Dema tekakes demeke dirêj wek endamê aktîf di nava tevgerekî siyasî de dimêne, dibe wekî parekî kesayetiya wê kom, partiya siyasî, her wiha gelek hobûnên wê jî werdigirin. Bi carê ve ji wê tevgerê dûrketinê re xweber têgîhîştin, hobûn bi giştî nasnameya xwe ya berê wenda dike, ji wê jî bivênevê xwe di valahiyê de hîs dike. Ji ber vê egerê bi awa û rengên cûda jî be, demeke dirêj di nava şaşwaziyê de dimîne, rengê xwe jî wenda dike. Hin ji wan jî dikeve nava hewldanên ji xwe re nasnameyeke siyasî ya nû dîtine. Ev jî bandoreke erdhejandinê li kesayetiya wî mirovî bardike. Ev hetan pejirandina nasnameyeke din, di kesayetiya qetyayî de dibe têkiliheviyeke serêşê. Mirov dikane ji vê rewşê re têkliheviya nasnameyê bibêje.
Refleksa xweparastinê xweber hestê dijminahiyê li mirovan bardike.
Kesê ji hêz û koma xwe ya sîyasî qetyayî anegorî kesayetiyan refleksên cûda nîşan bidin jî, li hinan piştî bîstekê di warê hest de xwe di nava valahiyê de radibihîse, peyda dibe. Her wiha gelek caran hestê xwe tewanbar hîskirinê jî, bêhn lê diçikîne. Ev hestê xwe tewanbar hîskirinê li wê kesayetiyê dibe weke nexweşiyeke giyanî, ev awa şikestina kesayetiyê gelek caran wî kesayetiyê li dij siyastea wê ya berê û hin derûdoran sor dike. Ji bervê bertekên hêrs dagirtî, gelek caran jî bi formên cûda dest bi êrişkariyê dike.
Helwesta xwe rewakirin û tolehildan
Her kesê ji tevgerekî siyasî qetyayî di vebûna pirsgireka jêqetînê de xweber dikeve pozisyona xwe parastin û mafdar derxistinê. Ew vê parastine weke divêtiya li pê mayîna xwe dibîne. Mirov dikare bertekên wan di bin van xalan de vebike:
a) Hewldanê xwe mafdar derxistinê: Qetyayî bi her awayî hewl dide ku ji tevgerê qetîna xwe weke biryareke di cih de bide pejirandin, yan jî wek divêtiyekê radigihîne. Hem jî carna bi gotin û hestê gernasiyê dikeve nava mijareyê.
b) Tewanbar yan jî gunehkarek dîtin û ragihandin: Ew tim li gel mijareyên îdeolojîk hin kesên bêkêr yên di nava tevgera jê qetyayî de wek sebeba ji tevgerê dûrketina xwe nîşan didin. Ji bo vê dikarin hin çîrokan jî li hev bîne.
Hinê wan ji bo xwe mezintir nîşandanê, yan jî muhatap girtinê, rêveberiya tevgerê hedef digirin. Di medya civakî de ji sînorên edebê jî derbas dibin, kesayetiya pêşeng, yan jî qadroyên di rêveberiya tevgerê de wek ajan, xizmetkarê hêzên serdest, despot, bê anor bi nav dikin. Hin ji wan jî, ji bo ku bikarin rola mexduriyetê werbigirin, di ser alîgirên tevgerê de diçin ku alîgir lêxin, daku ew bikare rola mexdûriyetê wer bigire.
c) Xwe raber kirin: Bi bertekên ji rêzê der dixwaze ragîhine ku ew jî heye, bi hêz e û têkneçûye. Ji bo vê jî, tim qadroyên sereke hedef digire.
d) Gelek caran ji bo piştgiriya dijberên tevgerê bigire, tewanbariyên dijberan ên ne etîk jî, erê dike û wan tewanbariyan weke rastî radigîhîne, heta şehediya wan kêmasiyan dike.
e) Ji bo xwe mezintir bifiroşe, behsa têkiliya xwe û rêberiya wê tevgerê dike, heta carnan bi gotinên reşkirinê nêzîkê rêveberiya tevgera xwe ya berê dibe.
f) Li welatên weke welatê me mêtîngeh, bangaşîya qirêj ya troller û çapemeniya dagirkerîyê jî bi bangaşiya qirêj heta bi formê cûda teşvîkkirinê qetyayiyên di pozîsyona êrişkariyê de hê bêtir li dij xeta wan a berê sor dike. Bêbextiya herî qirêj jî wêrekiya xwe ji vir digire.
Ev nirxandina birêz Mahabat Felat vê rastiyê destnişan dike: “...Dezînformasyon, manîpulasyon, dejenerasyon û propaganda amûrên herî girîng ên hêzên desthilatdar in. Ji bo vê yekê, bi taybet medya û di roja me de medyaya civakî, bi profesyonelî û berfirehî têne bikaranîn. Gelek caran ji nav gelên bindest kes û derdor têne xistin û bikaranîn. Ev kes û derdor dibe ku ji herkesî dilsoztir, xêrxwaztir û di armancên bingehîn de herî tûj xuya bikin, lê di rastiyê de xizmeta hêzên dagirker û desthilatdar dikin. Ew tenê nirx û rûmetên gel ji bo vê armancê bikar tînin... „
Bê van di kesayetiya hin kesên ji tevgereke siyasî qetyayî de gelek gühertinên din ên têgîhîştin û wergirtinan mîna rastiyan înkarkirin, zû hêrsbûn, carna depresyonên cuda yên giyanî nîşandan, pêk tên. Di rastiyê de pêdiviya wan bi tedaviyên giyanî heye, ew ne yê medyayê ne.
Li ser van pirsgirêkan xebatên gelek psîkolog û psigyatristan hene, mînak : Harol De Laswell, Erich Fromm, Theodor Adorno....