Zincîr dema xelek xelekî be bêqîmet
e, lê dema xelekên wê digihîjin hev bi qîmet dibe.
Di vê nivîsê de ez ê xelekên
zincîra li bedena min pêçayî raxim ber çavên xwendevên. Ev
gotareke dîrokî de û dê ev gotar ji eniya hinekan tu caran
danekeve.
Pêşî ji xeleka herî dawî dixwazim
dest pê bikim.
Roja 08.08.2012'an de, ku di Twitterê
de her kesî li HashTag a #NavênKurdî dinivîsî, min bi HashTag a
#IWantKurdishTwitter kampanyayek da dest pêkirin.
Ya rast, min anî ziman jî... Min got
“ev kampanya sembolîk e, ji ber ku ez bi rayedaran re axivîme, ji
bo kurdî li Twitterê were zêdekirin biryar heye.” Heta min got
“dê Kurmanciya Latînî were zêdekirin.”
Wê rojê hindik kesan alîkarî dan vê
kampanyayê. Destên wî terr bin, mamoste Fehim Işik jî bi qasî
min wê şevê ew Tag belav kir. Kampanya me di saet 19:59'an de dest
pê kiriye. Saet di 22'an de min gotiye “Amed Çeko Jiyan jî
dixwaze Twitter bibe kurdî.” Di wan saetan de min navê gelek
kesan nivîsandiye da ku ew jî bi kampanyaya sembolîk bihesin, da
ku bi qasî 9-10 hezar kesan vê HashTag a #IWantKurdishTwitter
binivîsin. Ev dibe wekî di meşekê de, di mîtîngekê de hejmara
kesan zêde bibe.
Lê hejmara me ji 100 kesî zêdetir
nebû. Wisa jî ma. Jixwe Twitterê biryar dabû, dê vebûya. Min jî
êdî xwe newestand.
- NAVBER -
Dibêjin rojekê yekî bi israr kurê
xwe biriye nimêja înê. Kurik nizane nêta nimêjê bîne. Lê
dibêje qey dê Mele alîkariya min bike. Dinihêre Melê nêta xwe
anî û got Elah û Ekber. Mele çû. Ew ma. Dibêje qey dê ji aliyê
min ê çep û rast kesek alîkariya min bike. Lê, dinihêre wan jî
got Elah û Ekber. Lawik bê çare wiha dibêje:
- Xwedêyo! Hema ez jî ji bo te nimêj
dikim, digel vî qehmê min çi jê, Elah û Ekber.
- Navber Qediya -
Min jî got hema ez xwe zêde ji bo vî
qehmê min çi jê, belasebeb newestînim. Çawa be dê bibe kurdî.
Rojên piştre min nihêrî çendek kampanyayên nû, bi HashTag ên
tirkî hatine destpêkirin. Min ji xwediyên wan re wiha nivîsî:
“Derdê we çi ye? Jixwe kampanya heye û bi îngilîzî ye, da ku
Twitter jê fam bike. Îcar ev kampanya we ya tirkî ji bo
pêhesandina tirkan e, an hûn kampanyayeke ku tune didin
destpêkirin? Madem jixwe heye, çima hûn beşdarî kampanya heyî
nabin?”
Wekî tu ji dîwêr re bêjî.
Dema me Facebook wergerand kurdî jî
wisa bû. Wê demê jî di çapemeniyê de heye, ku min kampanya çawa
daye destpêkirin, ku çawa pirtûkek Helîm Yûsivî bûye sedem û
hwd.
Lê digel ku ez rojane bi rêveberiya
Facebookê re, bi e-peyamên taybet diaxivîm, hinek kurdan radibûn
kampanya “hûn wiha nekin dê Facebook a kurdî were girtin”
didan destpêkirin. Bi vî rengî ji xwe re kom çêdikirin, kes li
dora xwe didan hev. Kezeba min bi wan re reş dibû, lê yekî dest
ji ya xwe bernedida.
Xuya bû dê di Twitterê de jî wisa
bûya. Tenê di Google'ê de bê serêşî mirov wergeran dike, wisa
xuya ye. Ew jî ji ber otorîterbûna Google'ê ye.
Twitterê ji destpêka kampanyayê
(08.08.2012) heta 19.08.2012'an gelek lêkolîn kir. Biryar da ku
navê zimanê me “Kurdish (Kurdî)” be. Dê her wekî Facebookê
jî bi kurmanciya latînî bûya. Û vekir. Roja yekem Ferheng ji bo
wergerandinê vekir. Em nebêjin wergerandin, em bêjin “amadekirina
ferhengek kurdî.” Tê de 150 gotin hene. Evqas.
Îcar ez ê bi wêne nîşanî we
bidim:

Min ev werger di roja yekem de qedand û
hemû kesên ku wê rojê online bûn, dîtin.
Li gor vî wêneyî min tenê 10-12
gotin wernegerandine. Çima? Ji ber ku di Twitterê de kes ne
“werger” e. Koma wergeran tune. Kî bixwaze dikare wergerîne. Ne
ez werger im, ne jî tu kes. Kesê ku rozeta wergerê ji Twitterê
nestandibe jî û kesê standibe jî bi qasî hev in. Di kurdî de
hîn kesî ew rozet jî nestandiye.
Gelo çend kes beşdarî wergerê bûn:
6

Gelo çend kes beşdarî dengdanê bûn:
10

Fermo bi wêneyan bibînin:
Îcar ji rojnameya Rûdawê Maşallah
Dekak bi Amed Çeko Jiyan re hevpeyvînek çêkiriye. Ez li vir wergera ku Amed Çeko jiyan kiriye û puanên ku standiye jî nîşanî we bidim. Jixwe roja yekem dema min werger qedand hîn ew neketibû pergalê. 8 wergerên ku kiriye jî yên alternatîf in.

Bi destûra we dixwazim çend henekan jî bikim: Dema min ev hevpeyvîn dît, ji hesûdî, dexsî û heta doxmanî min nezanî ku çi bikim. Çima bi min re hevpeyvîn nekiribû. Hema çenek navê min jî tê re derbas bibûya dê çi bibûya. Te dî, hema nîvê Tovjîn hebûya, tenê gotibûya "jîn". Aax, ez çi hez dikim ku yek bi min re hevpeyvînekê çêke û vî camêrî çûye bi yekî din re çêkiriye.
De îcar henek li aliyekî û binihêrin
bê çi agahî di vê hevpeyvînê de hene.
Hevpeyvîna Maşallah Dekak bi Amed Çeko Jiyan re
Gelo Maşallah min nas nake? Belê nas
dike. Dema ew li DIHA bû, ez li Azadiya Welat edîtor bûm. Min baş
nas dike.
- Navbera Sloganê -
DIZANE KU LI BAKUR, BAŞÛR, ROJAVA Û
ROJHILAT TENÊ KURDEKÎ BERNAMENÛS HEYE... TENÊ KURDEK HEYE KU
BERNAMEYÊN KURDÎ BI SALAN E HEM WERDIGERÎNE, HEM DIAFIRÎNE.
Ew jî xwediyê vê nivîsê ye.
- Slogan Qediya -
Ez di karê xwe de ewqas ji xwe bawer im, ku di ser kumê xwe re tu tiştekî nabînim. Hodrî meydan.
Pirêza kê di warê afirandêriya
bernamenûsiya kurdî de heye, bila sloganekê jî ew bavêje. Ma ev
ne demokratîk û humanîst e?
Fermo îcar li agahiyên min dan û
îspat kirin binihêrin û li hevpeyvînê binihêrin.
Îcar ez ji birêz Maşallah Dekak re
jî wiha dibêjim, rojnamevan agahiyan ji pispor û têkildarên kar
dipirsin. Lê ez dizanim ku çima rojnamevanên kurd û heta hemû
kurdên ku tiştek di destê wan de heye, ji min direvin. Ji vir û
pê ve jî ez ê wê vebêjim. Êdî mast.
Wekî tê zanîn ez di sala 2001'ê de
ji girtîgehê derketime. Ez 17 salî ketime girtîgehê û 25 salî
derketime. Piştre min xwe perwerde kiriye.
Ji sala 2004'an ve ez li Amedê me.
Ji wê salê heta vê salê, tu
siyasetmedar, partî, sazî û kesan destê min negirtiye. Tu kesî
di tu warî de alîkariya min nekiriye. Di vî bajarî de tu tunebûna
ku min û zarokên xwe nekişandine jî nemaye.
Ez bernamenûsê di ser kumê xwe re,
tenê ji we re mînakekê bidim: Roj hatiye ku dema agirê kurê min
derketiye, ji ber 5 lîra tunebûye ji eczaneyê (dermanxane)
destvala derketime û çûme malê.
Îro li Amedê fabrîke hene ku
otomasyonên wan min çêkirine. Îro otomasyonên saziyên mezin li
Amedê ji alî min ve hatine çêkirin. Şîrketên tirk û saziyên
dewletê hene ku sîstemên wan %100 min afirandine.
Lê min hindik tişt ji bo kurdî
kirin?
Kî nizane ku Rêzan Tovjîn =
Komputergeriya Kurdî ye?
Kî nizane ku Rêzan Tovjîn =
Bernamenûsiya Kurdî ye?
Lê çima ewqasî saziyên kurd ji min
direvin? We rojekê tenê dîtiye ku rojname an jî televizyoneke
kurdî li ser vê mijarê bi min re axiviye? Na!
Lê her cara ku me gavek avêtiye, van
kesan çûne bi yekî re hevpeyvîn kirine, nûçeyek ku li dora
mijarê dihere û tê nivîsandine.
Çima?
Ez dizanim çima. Û ez ê binivîsim
jî.
Binihêrin 1:
Ji ajanseke kurd hatin cem min. Gotin
pergaleke Web'ê ji me re lazim e. Min ji wan re got “em tiştekî
çêkin ku li cem kesî tune be. Kurdî, Soranî, Zazakî, Almanî,
Fransî, Îngilîzî, Erebî û hwd.”
Min got “bila ev bername hemû karên
we yên li ser înternetê bike yek.” Gotin “temam.”
Vê saziyê ji şîrketên tirk jî
pirsîbûn. Lê hemûyan taybetiyên klasîk bi bihayên gelekî zêde
ji wan re gotibûn. Bihayê ku min gotibû û taybetiyên ku min
gotibû serê wan têkilhev kir. Li gor wan bihayan gerek min
gotibûya “100.000$”
Lê min tenê gotibû “2.000”
Mînakek jî li dinyayê tunebû ku em
kopya bikin û bidin wan. Bawer nekirin. Lê min got, “herin û
werin, dê amade be. Biceribînin. Ket serê we, perê xwe bidin.”
Çûn. Hatin. Amade bû. Ceribandin.
Ket serê wan. Perê xwe dan û çûn.
Dû re min bihîst ku çûne şîrketek
din a Amedê. Li wir dest bi çêkirina tiştekî din kirine.
Ez pir li ber ketim. Êş ket ser dilê
min. Bi rojan ranezam. Min tu kêmasî nehiştibû, lê hatibûm
protestokirin. Ev gelekî watedar bû. Hêzeke ku ez nikarim pê, ji
wan re gotibû “hûn çima çûne cem Rêzan Tovjîn?”
Wan gelek caran ji min re jî gotibûn
“Çima ku piştî girtîgehê tu bi me re nexebitiyî, em bi te re
naxebitin.” Mesele hemû ev bû.
Şîrketa Amedê bi ser neket. Sazî ma
li holê. Mecbûr dîsa hatin. Gotin em dîsa wê bernamê dixwazin.
Min got: “Salek di ser re derbas bûye. Teknolojî pêşve çûn.
Ew êdî bernameyeke kevin e. Herin, heftiyek din werin. Em ê li gor
teknolojiyên nû, ji nû ve binivîsin.” Heftiyek piştre me saz
kir û da wan. Ev nêzî salekê ye bê pirsgirêk pê kar dikin.
Lê di wê heftiyê de dîsa pirsgirêk
derket. Hatin gotin, “ji me re dibêjin teknolojiyeke wisa ne
mimkûn e, heke hebûya dê li Ewropa hinek ajansan bi kar bianiya.”
Min got “min heftiyek dem daye we, we
ceribandiye û dîtiye. Pirsgirêk tune. Ew camêr dê bibînin ku
kurdek dikare li pêşiya Ewropa jî here.”
Îcar binihêrin, îro bi dehan sazî
hene ku tenê ji bo bi min re kar nekin, bi şîrketên tirk re kar
dikin. Hemû sedem reva ji şexsê min e. Ez îro dikarim navê hinek
saziyan bidim ku sîstema ji wan re lazim e, bi 150.000 TL ye û niha
pere dixin ser hev, ji bo bikirin. Lê min dikaribû bi 16.000 TL'yan
çareser bikira. Hinek sazî ev 9 sal in bi pergalên kevin
dixebitin, lê ji bo bi min re nexebitin, wisa dihêlin.
Îcar gelo di der barê min de tiştek
tunebûya, dê wisa bikirina?
Gelo hinek di guhên hev de tiştekî
dibêjin?
Binihêrin 2:
Erê. Ez bi wê jî hesiyam. Fermo, ew
jî ev e:
Di meha 4'an a 2010'an de li Amedê, ji
bo hilbijartina rêveberiya BDP'ya Amedê lijneyek çêdibe. Di
lijneyê de 17 kes hene. Ji ber ku di avakirina BDP'ê de, Serokê
Giştî yê wê demê Parêzer Mustafa Ayzit ez nas nedikirim :) çi
lazim bibûya ji min dixwest. Min jî roja din her tişt jê re
dibir. Ji ber vê yekê BDP'ê xwest bi min re jî mulaqatekê bike.
Min di mulaqatê de wiha got: “Ez çi
bêjim binivîsin. Bila dû re şaş neyê gotin. Ez mirovekî
nivîskar û bernamenûs im. Heke di warê teknolojiyê de bernameyek
we hebe, ez di xizmeta we de me. Heke tune be, di siyasetê de ez ji
tu kesî ne çêtir im û ne hewce ye cih îşgal û dagir bikim.”
Ez bi kêfxweşî hatim pêşwazîkirin
û birêkirin. Ji min re jî gotin bernameyek me ya wisa tune.
Ji vir û pê ve, ji aliyê Serokê
BDP'ê yê wê demê ve ji min re hatiye gotin û ji aliyê endamên
din ve jî nehatiye înkarkirin:
Roja ku civîna her 17 kesan çêbûye,
pêşî navê min hatiye nirxandin. Yekî destê xwe rakiriye û berî
ku gotinên min bên xwendin, gotiye: “Vî kesî di dema xebata xwe
ya di Azadiya Welat de pere diziye û ji rojnameyê hatiye avêtin.”
Li ser vê yekê 2 endamên lijneyê
dipekin hewa. Dibêjin “ev tişt %100 ne rast e. Hêj ku em
ranebûne, bila rêveberê Azadiya Welat were vir.” Telefon dikin,
rêveber Tayip Temel diçe cihê civînê. Jê dipirsin: “Di wê
dema ku Rêzan Tovjîn li rojnameyê bû, rêveber kî bû?” Temel
dibêje “ez bûm.” Dipirsin: “Îdiayeke wiha heye, gelo rast
e.” Temel dibêje: “Na, ne rast e. Pir şerm e, Tovjîn hevalekî
fedakar bû, bi fedakarî xebitî û çû.”
BDP'ê mijar ragihand min. Gotin “me
qirêja ser te rakir, lê ji ber ku te di mulaqata xwe de gotiye ez
di siyasetê de ji kesî ne çêtir im û ji ber ku Tayip Temel jî
gotiye Tovjîn ne mirovekî siyasetmedar e, ew pisporê karê xwe
ye”, em te hilnabijêrin.”
Piştre jî gotin: “Em bawer in, me
biryarek wisa standiye ku tu jê kêfxweş bibî. De ka ji me re
otomasyonekê çêke, ku em jî rihet bikin.”
- NAVBER -
Li vir dixwazim navberekê bidimê û
wiha bêjim:
Di jiyana min de, kî çi qirêjiya min
bizane û veşêre, di ser wî/wê re bêşereftir tune be. Roja ku
ez bi mijara jorîn hesiyam, min wiha li mirovên sûka Amedê nihêrî
û fikirî: “Nexwe mirovan bi çavekî wiha jî li min nihêrîne.
Gelo çima yekî rojekê ji min nepirsî û doza tiştekî nekir?”
Serokê BDP'ê yê Bajêr got: “Ez ê
bi ser vê mijarê de biçim û xwediyên îdiayan derxim holê.”
Xwediyê îdiayê M.Ş. Piştre gotiye
“Rêzan Tovjîn di dema xwebata xwe ya Şaredariya Sûrê de pere
xwariye û ji wir hatiye dûrxistin.”
Li ser vê yekê Serokê BDP'ê yê
Bajêr ji parêzerê birêz Abdullah Demirbaş tika dike ku here
girtîgehê û vê pirsê jê bike. Parêzer çû û hat. Mijar
ragihan Serokê Bajêr ku ji wir jî îdiayeke wisa nehatiye. Lê
Demirbaş jî gotiye: “Rêzan lawikekî pir baqil e, dahî ye. Lê
ehmeq e. Di kefa destan de jî hilnayê.”
- Navber Qediya -
Binihêrin 3:
Min ji BDP'ê re otomasyonek çêkir.
Pergala endaman, mehaneyan, dengan, sindoqan, berpirsên sindoqan,
gund û muxtaran û hwd. Me daneyên wan jî standin û lê siwar
kirin.
Du roj berî hilbijartinê, PC'yên ku
me pergal li ser saz kiribûn ji hundir BDP'ê birin. Û kesên me ji
bo pergalê perwerde kiribûn şandin karên din. Roja hilbijartinê
jî gotin “pergal bi kêrî tiştekî nehat.”
Bêyî ku gazî min bikin, gazî çend
kesan kirin û karê xwe bi Microsoft Exel'ê kirin.
Ev jî qediya.
Ev hemû karên bi zanebûn in.
Ev hemû bi baqilî pêk tên.
Hevpeyvîna Maşallah Dekak, agahiyên
ku Amed Çeko Jiyan dane hemû di vê çarçoveyê de protestokirina
Rêzan Tovjîn e.
Lê dengê wan dernakeve, naçe kesî. Ji ber wê, ez
bi vê gotarê dengên dijberên xwe bilind dikim, da ku here her
kesî. Û ez dixwazim mafekî wan bînim bîra wan: Mafê we heye hûn ji min birevin, kar bi min re nekin û ji min dûr bisekinin.

Gotina min a dawî, wekî Demirbaş ê
gotiye dîn e:
Sosyalîzm qezenc neke jî dê Rêzan
Tovjîn qezenc bike. :)