Ji Çîroka Bakur Çend Têbinî
“Çîroka Gelêrî”
“Kurd” û “Çîrok”, du evîndarên ku
tucarî ji hevdu veneqetiyane, du evîndarên ku dilên xwe li hev rehet kirine û
mehra filleyan li xwe birrîne. Ji nava lewnên wêjeyî, mirov dikare bibêje ku
kirasê Kurdî li çîrokê baş fesiliye. Çîrokê gellek caran kul û derd vegotine û ew
ber bi hawara gelî de hatiye. Bi rêya çîrokê gelî êşên xwe hinekî sivik kirine
û bêhna xwe berdaye. Ji waran heta gundan, ji gundan heta goman, ji goman heta
konan li Kurdistanê her der bûye warê çîrokê. Gelî hest û ramanên xwe, bi
hunera zimanê xwe ew ristine, bi vegotinê ew dewlemend kirine û kemilandine. Bi
hezaran çîrok wek xirxalên gûzan, yek li ber yekê hatine rêzkirin û di wêjeya
Kurdî de wan ciyê xwe girtiye.
Di vê erdnîgariyê de çîroka gelêrî,
bi aqilê gelî, bi zargotinê, bi tevnsazî û xeyalsaziya gelî dermale bûye û xwe
gihandiye heta roja me. Alaya çîroka gelêrî ji mêj ve ye li asîmanê Kurdistanê
li ba dibe. Dema ku mirov bala xwe bi her awayî dide çîroka gelêrî di destpêkê
de mirov rastî zimanê têr û tijî tê. Zimanê bi nan û xwê, zimanê rewan, zimanê
kokdar û jîndar. Ew ziman e ku dil û hişê mirovî têr dike. Ew ziman e ku rê li
ber çîrokê vedike. Çîroka gelêrî bi zimanê xwe yê dewlemend derbê li vegotinê
dixe û bandora xwe li ser mirovî çêdike. Tûrikê gelî dagirtî ye, bi tecrubeyên
sedan salan, bi zargotinê ev tûrik hatiye dagirtin û amade ye ji vegotinê re.
Di çîroka gelêrî de mirov rastî ahenga zimên tê, ew aheng heta dawiya çîrokê
wek newayeke muzîkê li ber guhên mirovî ye. Bi zimanê xwe yê herikbar, çîroka
gelêrî wek hespê rewan e û bi çargavî
diçe. Gotinên pêşiyan, biwêj û qalibên zimên wek xwêya di nava xwarinê
de wê tehmdar dikin, hêza wê xurt dikin û derbê li vegotinê dixin. Hevoksaziya
çîroka gelêrî ji hişê gelî yê hevpar para xwe digire û bêhna her tiştî derdixe.
Çîroka gelêrî ji hêla tevnsazî û xeyalsaziyê ve jî xwe digihîne asta hunereke
bilind û aqilê gelî yê hevpar nîşanî me dide. Vegotinê herikbariya xwe di wê de
winda nekiriye. Çîroka gelêrî gellek caran wek lorîkan mirov di xew re birine, wek
mamosteyan ew perwerde kirine. Damarên çîroka gelêrî xwe berdidin cuhokên zimên
û bîra mirovî kûr dikin, zindî dihêlin. Di şevbihêrkên Kurdistanê de gellek caran çîroka gelêrî giyan têr
kirine. Çîroka gelêrî gerrok e, ji rûpelan bêtir li ser zimanan e. Bê pasaport
e çîroka gelêrî. Bêhna wê hûn heta bibêjin fireh e, ji mêvandarî û mazûbantiyê
jî bi têra xwe hez dike. Çîroka gelêrî bi sebrê çêbûye, afirandoxan nelezandiye
û negotiye “Han ji we re çîrokek.”
Comerd e çîroka gelêrî, deriyê xwe
ji her kes û her tiştî re heta dawiyê vekiriye. Xelkê ya dilê xwe(a ku li nêzî
rastiyê ye) gellek caran bi rêya wê vegotiye. Xelkê gellek caran di şevên sar û
tenha de xwe li ber wê germ kiriye. Agir e çîroka gelêrî, agirê kuçik û pixêriyan,
agirê tenûran, agirê dilan…
“Zemîna Çîrokê, Ziman”
Dema ku mirov berê xwe ber bi
çîroka nûjen de dike û herdu awayan dide ber hev, hema di derbekê de mirov fam
dike û dibêje, çîroka gelêrî mirîşka gundan e, lê çîroka nûjen li ber wê dibe
mirîşka ziraetê. Çîroka nûjen derba xwe ji zimên dixwe, wê devê wan baş nekeriye
guhanên zimên û memikên wê nemijtine, li zimên nebaniyaye çîroka nûjen. Lewma
jî xav maye, lawaz û virnî ye. Çîroknûs bi zimên nejî, bi zargotina xwe dermale
nebe, xwe negihîne kokên zimanê xwe, heta sibê qala çi jî bike tewş e. Çîroka ku ji zimên dûr be nake du quriş û
nîv. Hespê çîroka gelêrî yê rewan û bi çargavî diçe, di çîroka nûjen de bi
loqloqî diçe û dibe hespê lexer. Li bajaran zemîna zimên ava nebûye, Kurdî ji
bajaran bêtir li gund û navçeyan zindî ye û li wan deran dermale bûye û dibe. Çîroknûsên ku li bajaran in wek dengbêjên
fetisokî ne, bê war in. Wan ji zargotina xwe, ji kelepora xwe gellek caran para
xwe negirtiye. Ji xwe re zimanekî kevirî ava dikin û bi tenê ew ji wî zimanî
fam dikin. Çîrokên wan nakevin ser zaran û bandora xwe li ser civakê çênakin.
Kurdek îro dema ku li bajaran mezin dibe ji “Kurdbûn”a xwe dikeve. Ziman li
bajêr nehatiye fesilandin. Kurdiya li bajaran qels e û têra vegotina çîrokan
nake. Helbet kar û erka nivîskarê/î ye ku zimanê xwe bilind bike, asoyên wê
berfirehtir bike, lê gellek caran berovajiya vêya pêk tê. Çîroknûs zimanê xwe
yê dewlemend bi kar nayînin û radibin wî zimanî dirûxînin û qels dikin. Giyanê
nivîsarê ziman e, zimanekî têr û tijî tune be, çîrok çênabe. Nivîs li ser zimên
tê avakirin, dema ku mirov zimên baş bi kar neyîne, bi çi awayî qala çi jî bike
tewş e, berî her tiştî divê hesabê zemînê ango hesabê zimên bê kirin. Mijarên
berze çîrokê berze nakin, zimanekî baş, vegotineke baş û honandineke baş çîrokê
berze dikin. Gellek çîroknûs ji kokên zimanê xwe veqetiyane, ji
zargotinê(wêjeyê) qut bûne, ne li ser kokên xwe ne û dixwazin şîn bibin. Pişta
xwe nadin zimanê xwe û dixwazin ji xwe re zimanekî nû çêbikin. Gellek caran
dema ku mirov dixwaze çîrokeke nûjen bixwîne, ji ber zimanê wê yê nekemilî
mirov aciz dibe û dev jê berdide. Zimanê qels zemînê sist dike, raman dikule,
hevok dikule. Bi xwe re tevnsaziyeke sist, aqilekî belawela tîne.
“Pir”
Çîrok û çîroknûsa/ê nûjen pira
di navbera xwe û zimên û çîroka gelêrî de baş çênekiriye. Danûstendineke baş di
navbera wan de çênebûye. Çîroknûs berî her
tiştî divê berê xwe bide ziman û gelî, berê xwe bide çîroka gelêrî, berê xwe bide
kelepora xwe, zargotina xwe û rehên xwe berde nava wan. Berê çîroknûsê/î divê
li “bîrê” be, çîroknûs lazim e ku bîra xwe kûr bike. Çîroknûs divê bi zimanê
xwe şa bibe û bikeve nava şaneyên peyvên xwe. Heta pir saz nebe dê çîroka baş
neyê nivîsîn. Çîroknûsek dikare bi saetan tiştekî vebêje û tu bandorê li ser
mirovî çêneke; lê kal û pîreke/î tûrikdagirtî dikare biqasî pênc deqeyan
biaxive û bandora xwe li ser mirovî çêbike. Ji kû digirin hêza xwe ew pîr û
kal? Helbet berê wan li zimên e û ew di “nava” zimên de dijîn. Çîroknûsên roja
me gellek caran li derveyî zimên dijîn û dixwazin zimên tenê wek navgînekê bi
kar bînin. Gulleyên(peyv û hevokên) çîroknûsên nûjen bê ku bigihîjin nîşangehê
sar dibin û li rastê dimînin.
“Wext û Kar”
Du zebeş bi destekî nayên girtin,
lê îro çîroknûsên me dixwazin deh zebeşan bi destekî bigirin. Gellek kar û
baran bi hev re dikin û wexta xwe ji çîrokê re venaqetînin. Çend navan li xwe
zêde bikin ewqas dilşad dibin, birçîbûneke ecêb heye. Dixwazin bibin gellek
tişt, lê dema ku daxwaz ev be û mirov belawela be nabe tu tiştek jî. Hedad
hedadiyê dike, necar necariyê, lê çîroknûs ji xeynî karê xwe yê bingehîn gellek
tiştan dike. Dema ku mirov bala xwe nede çîrokê, wexta xwe jê re veneqetîne, li
ser çîroka xwe nexebite, çîroka baş dernakeve holê. Pirsgirêk û xefika mezin
yek jê jî ev e. Di çîroknûsên nûjen de sebir tune ye, wek gellek tiştên dema me
dixwazin hema di derbekê de çîrokê binivîsin. Ji bo ku çîrok bikemile wext nayê
veqetandin, ked pirr nayê dayîn. Nexweşiya demê, “lez û bezî” derbasî
çîroknûsan jî bûye. Bê ku li ser xebat bê kirin çîrok tên nivîsîn. Bê ku li
keviran û li xercê miqate bibin, çîroknûsên me çakûçên xwe girtine destên xwe û
gurmîna wan e. Mirov zû bîne dê bi gend û gû bîne, dereng bîne dê beranê heftreng
bîne.[1]
“Peyv û Hevok”
Tûrika çîroknûsa/ê nûjen bi
peyvan dagirtî nîn e, bi peyvan re najî ew. Kal û pîr peyvan ji ferhengan hîn
nabin, bi wan re dijîn, hevaltiyê dikin bi wan re, destên xwe didin wan, wan
bêhn dikin, nas dikin. Di çîroka nûjen de gellek caran peyv dibin qada lîstikê
û çîroknûs zor didin xwe ku hevokên xweşik, hevokên qurre, hevokên artîstî ava
bikin. Li mijar û honandinê ne
miqate ne û bêtir bala xwe didin vê yekê û gulleyên xwe di vî warî de
xerc dikin. Dema ku çend hevokên wiha bi dest dixin kêfxweş dibin. Di nava
xemleke zêde de hevokên xwe û pê re jî çîroka xwe difetisînin. Ji mijara xwe
dûr dikevin û tevahiya çîrokê dikin qurbana wî tiştî, kêvir li gûzeka çîrokê
dixin. Ji ber ku rehên zimanê wan ne di kûr de ne, mirov ji hevokan fam nake,
hevok lalome, sar û jihevdeketî ne. Piçekî xwe ji vê yekê dûr bixin, bi hevokên
rewan û sade li mijara xwe herin, dê bigihîjin armanca xwe û bêhna her kesî
derkeve. Hevîrê çîroka nûjen gellek av vexwariye û baş nehatiye strandin.
“Êş, Derd û Ked”
Li ciyekî “êş” hebe, li ciyekî
“derd” hebe û pê re jî “ked” hebe, hest û raman hevsengiya xwe baş çêbikin, dê
çîrok alaya xwe bilind bike. Dema ku ev tişt tên bal hev xwendevan çîrokê hîs
dike, pê digirî, dikene, dirame. Mirov di çîroka nûjen de gellek caran rastî vê
yekê nayê. Çîrok û mijara çîrokê, bûyer û rewşa ku tê vegotin gellek caran ji
çîroknûsê/î re nabin derd û ew xwe bi wan naêşîne. Çîroknûs ji êşê, ji derdan û
ji kedê direve. Êş û derd tên îthalkirin, hevok hest û ramanan hişyar nakin.
Mirov bi çîroka xwe re nejî û neêşe çîrok nabe çîrok, dibe tiştekî xapînok. Li
jinekê bifikirin zaroka/ê xwe bi mehan di zikê xwe de hildigire, wê/î xwedî
dike di malzoraka xwe de. Lê miqate ye, pê re dijî. Û dema ku wê/î tîne diêşe. Divê
çîroknûs bi heml be. Çîroka xwe di malzaroka xwe de mezin bike. Pê biêşe.
“Ji bo çi dinivîsim?”
Divê çîroknûs bersiveke rast bide
vê pirsê û xwe nexapîne. Ji bo çi dinivîsim? Ji bo ku dilê hinekan xweş bikim
dinivîsim? Ji bo rutbeyan li xwe zêde bikim dinivîsim? Ji bo xatirê zimanê xwe
yê tecrîtkirî dinivîsim? Ji bo ku mecbûr mame dinivîsim? Ji bo ku serdestiyê li
hinekan bikim dinivîsim? Ji bo ku ji dilê min tê û ez bê wê nikarim bijîm
dinivîsim? Wek Saît Faîk’î, gelo çend kes dikarin bi rastî jî bibêjin, “Ku ez
nenivîsim ez ê dîn bibim.” Çend kes?
“Çavdêrî”
Çîroknûs divê çavdêreke/î xurt
be. Çîroknûsî çavdêrî ye, zeftkirina rewş, bûyer û hûrgiliyan e. Ji bo çîrokeke
baş divê çavdêriyeke baş bê kirin. Berê mirovî divê li jiyanê be, li mirovan be
berê mirovî. Wek mêşa hingivî be divê çîroknûs; lê dawiya dawî divê encam nebe
“jehr”. Divê tiştin ji mirovî re bibin derd. Gogol berê xwe dide belengazan,
berê xwe dide têkçûna pergalê, çavdêrî û tespîtên gellek biderb dike. “Ji
qapûtê wî derdikevin gellek nivîskar.” Çehov jî çavdêrekî baş e, bi hezaran
çavên wî hene. Kewara çîrokan e. Bala wî tim li ser civakê ye. Çavdêriya xwe
gellek caran dike rexne û berê wê dike çîrokê. Wek xiltekî ye ew, binê erdê ji
bîr nake. Li gund û navçeyan digere. Borges li “bîr”a xwe miqate ye, çavdêrekî
bîrê ye, çavdêrekî xeyalsaziyê ye. Sabahattin Alî çavdêrekî gerrok e, berê wî
tim li Anatoliya Navîn e, mirovên xwe meraq dike, çavdêriya wan dike, bi wan re
dijî. Saît Faîk jî gerrokekî baş e, di nava masî û çûkan de ye, çavdêriya
mirovên kedkar dike, kedê derdixe pêş. Li derve radikeve gellek caran, bi şevê
re. Di vê pirs ji nû ve bên kirin, çavdêrî çi ye û çîroknûsên me ji çavdêriyê
çi fam dikin?
“Atolye û Teorî”
Li hinek ciyan atolye tên
vekirin, rê û rêbazên nivîsîna çîrokê tên hînkirin. Li ser teoriyê disekinin
hinek kes. Dibe ku mirov li ser awayê nivîsîna çîrokê teoriyan bixwîne û xwedî
“agahiyan” be. Lê gellek caran nivîskar çawa hest bike û birame, çawa li jiyanê
binêre wisa dinivîse. Pêşî pratîk tê, ew pratîk mirov bixwe ye, dibe ku hinek vêya
wek teoriyê bi nav bikin. Lê tucarî bi atolyeyan û bi hînbûna teoriyan çîrok
nayê nivîsîn. Jixwe dema ku mirov bi têra xwe dixwîne û dinivîse, teorî
jixweber çêdibe. Xwendineke têr û tije nivîsê dermale dike û rê nîşanî mirovî
dide. Di çîroknûsiya me de ev yek jî kêm e. Carinan mirov dibêje qey gellek
çîrok ji aliyê kesekî ve tên nivîsîn, nivîskarê gellek pirtûkan kesek e, qalibekî
teng heye û her tişt di nava wê de pêk tê. Şikandina vî qalibî dê rê li ber
avakirina çîrokê û xweseriya çîroknûsê/î veke. Heta sibê jî mirov teoriyan hîn
bibe dê bi ser nekeve. Çîrok ji “serdestî”yê bêtir ji “serbestî”yê hez dike. Di
şaneyên çîroka baş de serbestî heye.
“Rexne”
Ji bo ku rexne hebe, divê li holê
angaştek hebe, divê li holê “tiştekî” ku li gorî rê û rêzikên rexneyê bê
nirxandin hebe. Lê mixabin mirov gellek caran nikare rexneyê li tiştên heyî
bike. Li bal me jixwe rexne yan reşkirin e, yan jî gellek caran jihevre-xweşkirin
e. Xêra vê yekê ji tu tişt û kesî re tune ye. Li holê hîmên rexneyê tune ne, li
ser rê û rêzikên rexneyê xebatên baş nehatine kirin, bi hevokên wek “Baş e,
xerab e, têrê nake, qels e, pirr baş e.”yê rexne tên kirin û çarçoveya hestan
derbas nakin û rê li ber çîrok û çîroknûsê/î venakin. Rexne û pesindayîn tên
tevlihevkirin.
“Rêziman”
Li çîroknûsekê/î bifikirin ku hay
ji rêzimana zimanê xwe tune ye, li çîroknûsekê/î bifikirin ku li ser hîmên
zimanê xwe nefikiriye û hema lê dike(xera dike). Mixabin çîroknûsên me di warê
rêzimanê de ne baldar in û hema çawa tê ber devê wan wisa dinivîsin. Kesê ku ne
hakimê zimên be helbet dê gellek şaşiyan bike. Barê giran dikeve ser milên
redaktoran. (Redaktorên ku carinan ji wan xerabtir in, redaktorên ku tune ne,
redaktorên ku ji qehran porê xwe dirûçikînin.) Di warê rêzimanê de rewşa heyî
malxerabî ye û ne tiştekî din e. Pirtûkin hene bi hezaran şaşiyên wan hene,
pirtûkin hene mirov ji hevokên wan tiştekî fam nake, pirtûkin hene ku li ser
mêrga zimanê serdestan diçêrin.
Pêwîst e ku çîroknûs xwe berra
behra zimanê xwe bide, devê xwe bike guhanên zargotinê. Pêwîst e ku ciddiyet û
pergala vî karî hebe û çîroknûs li “odeya” xwe vegere, wexta xwe ji çîrokê re
veqetîne û bi peyvan nelîze, çavên hişê xwe û dilê xwe, çavên bîra xwe veke û
bikeve nava jiyanê. Pêwîst e ku çîroknûs piff li ewran neke, li asîmanan nokan neçîne
û berê xwe bide mirovan, ji pesnan û jihevre-xweşkirinan xwe dûr bixe. Pêwîst e
ku pireya di navbera xwe û rehên zimanê xwe de ava bike, li êşa xwe xwedî
derkeve, kedkar be û gurr bike agirê giyanê xwe.
Bahoz
Baran
Nîşe: Ev nivîs hejmara dawî ya di kovara W’yê de hatiye
weşandin.
[1] Gotina
Pêşiyan: “Zû anî bi gend û gû anî, dereng anî beranê heftreng anî.”