JIYANA ?ÎRÎN Û XWE? EW E KU BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ SAZ BIBE Û BIXEMILEDem: 26 adar 2007 du?em(© www.amidakurd.com)ZIMAN -I"Bi gelekî tu caran bi darê zorê zimanekî nayê pejirandin.Ew gel bi tenê ti?tekî dipejirîne ku ew jî zimanê zikmakî ye.Wê demê doza serxwebûn û azadiya wî gelî doza zimanê zikmakî ye jî…"George POLITZEREv çend rêz bi xwe rastiyê tînin ziman. Niha ev rastî rastiya gelê me jî tîne ber çavan. Belê di vê demê de girîngiya ziman ji her gavî bêtir derketiye pê?. Ji bo vê jî di vê derê de pirsgirêka ziman, pirsgirêka zimanê kurdî ji her gavî bêtir qelibiye ser milê me kurdan. Bi vî awayî xebatên li ser ziman pê? dikevin û gelek nîqa? û guftûgo li serê dibin. Her wiha yekîtiya ziman, sererastiya ziman parek mezin ê yekîtiya neteweyîtiyê ye. Û ev jî dibe peywireka giran û diqelibe ser milê her kesê. Pêwist e her kes ji aliyê xwe ve vê peywirê pêk bîne. Ji axaftinê heya xwendinê û heya nivisandinê çi ji kî bê divê bike. Yên ku ji wan jî tê divê li ser lêkolîn bikin. Ji bo ku Zimanê Kurdî di derbarê birêkûpêkkirinê de dereng nemîne her kes ji aliyekî ve hêz bide xwe. Di vê de qet texsîr meke. Ev peywir ji bona her kesî ye…I- Wate û Girîngiya ZimanMirov bi kedê heye. Mirov bi keda xwe bûye mirov. Girîngiya kedê, rista kedê di derketina zimên de jî heye. Lê çawa? Bikaranîna kedê bi serê xwe bi kesekî tenê nabe. Ked bikaranîn û çalakiyeka civakî ye. Ji bo ku têkiliyên civakî li ser bikaranînan pêk bên navgînekî jê re pêwist e. Navgîna têkildariyê… Belê, "berê ked li dû kedê û bi kedê re axaftin" (F. Engels) der tê holê. Ragihandin û danûstandina navbera mirovan pê?î xwerû û sade bû. Ev ragihandin bi tenê bi dengên ku bi jest û mîmîkan re der diket pêk dihat. Ev bi sed hezar salan dewam dike û her ku diçe hûr hûr pê? dikeve. Ev pê?ketin di werarê de bi xwe re rêgez û rêzikên xwe jî çê dike. Bi vî awayî sazbendiya dengan di xwe de ava dike. Yekgirtina dengan bane?anên yekkîte bi xwe re tîne. Her çiqas diçe yekeyên berfireh çê dibin. Û ev heta ku digehîje taxa ziman dirêj û berfireh û girse dibe. Ev jî derketina ziman e. Lê ev derketina ziman ji hindava xwe ve çê ne bûye. Mirov kare bibêje ku ziman li gorî werar û pê?veçûna gelan berhemekî çandî ye. Ziman berhemekî wisa ye ku zindîtiya gelan dide nî?andan. II- Gew?înên ZimanZiman bi peresîn û pê?veçûna civakê re ji dengên xwerû û sade ber bi yekîtiya rêzikên têkel ve pê? ve çûye. Ev pê?veçûna zimên gew?în û taybetiyên zimên jî bi xwe re tîne der.1- Ziman civakî ye :Ziman berhemê civakê ye. Malê civakê ye. Ji ber ku li ser pêwistiyên gel derketiye, xwediyê wî gel e, civak e. Di nava gel de tu çînekî, tu qatekî, tu herêmiyekî nikare bibêje "Ziman ê min e!" Ew nikare ziman bike malê xwe. Ji ber wî awayî jî dijminatiya serdestên netewekî divê nebe egera (sedema) ku mirov bibe dijminê zimanê wê neteweyê. Têkiliyên dijminatiya kedxwariyê û dagirkeriyê divê ne guhere dijminatiya gelan û zimanê gelan. (Ji bona me ev pirsgirêkekî bi xeter e: Serdestî û kedxwariya tirk, faris û ereban –ku ev kiryara serdestên wan e- bi xwe re dijminatiya li hember wan gelan û zimanê wan gelan neyne.)Têkiliyên kes û ziman jî dîsa civakî ne. Bê raya gel bêje ne dikevin nava ziman û ne jî ji nava ziman têne avêtin. Yan jî ne rêzikên nû têne derxistin û ne jî têne avêtin. Gew?îna ziman a civakî destûra vî karî nade. Lê ti?tên ku ji kesan bê, karin bi xebat û tevlêbûnên xwe hinekî çêyî û ba?iyan bikin. Di vir de du mînakan em karin bidin. Yek jê Feylesofê Romaya Kevn Çîçero ye. Yê din jî Firdewsî ye. Çîçero zimanê xwe yê zikmakî ku latînî ye ji bona ku sade û zelal bike; di nava gel de peyv û bêjeyên kevn komê ser hev dike û di dewsa bêjeyên biyanî de bi cih dike û pêk tîne. Ji bo vê jî navdar e ku yekemîn car di dîrokê de zimanê zikmakî sade kiriye. Dîsa Firdewsî jî di nava gel de bêje û peyvên kevn û yên li ber bîrvebûnê ne kom kiriye û ji nû ve wan bi giyan kiriye. ?ahnameya xwe ya 60 hezar malik (beyît) li ser vê bingehê nivisandiye. Di vê afirîneka bê hempa de bi tenê nêzîkê 300 bêjeyên biyan bi kar aniye. Bi vî awayî xizmetekî mezin ji zimanê Farisî re kiriye.2- Ziman her tim pê? ve diçe:Çawa civak zindî ye, ji bo ku ziman jî berhemê civakê ye ew bi xwe jî zindî ye. Xwe her tim nuh dike. Her tim xwe nuh neke wê bibe zimanekî mirî. Wek zimanê hîtîtî, sumerî û hyd. Zindîtiya ziman bi vî rengî der tê holê. Ji mêj ve heta neha zimanekî çawa pê?ketiye bê dîtin pê?veçûn û zindîtiya ziman jî wê bê dîtin. Her wiha ji avestî, zimanê medî heyanî kurdî vê rêzikê heye. Zimanê medî bingeha zimanê kurdî ye. Tirkiya kevn û ya nûjen jî bi vî rengî ye. Erebî, farisî, îngilîzî û zimanên din jî her wiha ne. 3- Ziman ji nûjeniyê re her tim vekirî ye:Her çiqas di zanistiyê de, di teknîkê de pê?ketin çê dibin li anegorê pe?ketinan berhem û afirînekên nû jî der tên. Di vê hêlê de ziman jî nû dibe. Navên nû, peyvên nû, bêjeyên nû, têgînên nû di ziman de peyda dibin. Her ku civak xwe nû dike pê?i di ziman de ev nûbûn xwe nî?an dide. Ev li hinekî welatan gehî?tiye raya fermanî. Li hinekî welatan jî ji hindava xwe ve dibe. Di nava gel de bi xwe dibe. Niha li Brîtanyayê ji çend salan carekî bêje û peyvên nuh di îngilîzî de bi cih dibin bi biryara fermî (ger di nava gel de bi cih bûbin) tevlî nava ferheng û zargotinê dibin. Ev ji çend salan carekî bêjekî yan du bêje dibe ya nabe. Li welatê Îngilîzan bi rengê fermanî ye. Di kurdî de ev di nava gel de bi xwe çê dibe. Wekî nimûne: "Dema ?erê Yekemîn ê Dinyayê ye. Di sala 1914-18an de hê nû di ser erdnîgariya kurdan de balafir derbas dibin. Kurd nizanin ew çi ne? Dema çav bi wan dixin, navê wan ti?tê ku di ser erdnîgariya wan re difirin datînin balafir." (C. Bedirxan) Ev nav li herderê welêt tê gotin û bi cih dibe. Belê zindîtiya ziman xwe bi nûjeniyê dide nî?andan. Ji aliyekî din ve jî ger bê raya gel bêjekî bê afirandin ango bê derxistin û pê?kê?ê gel bê kirin; ku gel ne pejirîne dinya jî rabe ew bêje ya jî peyv di nava gel de xwe nagire. Demekî bê raya gelê tirk "zimanzan"ên Tirkan gihî?tin hev û xwestin zimanê tirkî ji bin bandora zimanên biyanî derxînin. Gotin "em ê zimanê xwe sade û zelal bikin. Gere ser û bin tev bi Tirkî be!" Navê saziya wan Damezrandina Zimanê Tirkî ye, ku bi tirkî Turk Dîl Kurumu (TDK) jê re tê gotin. Di carekî de gelekî bêjeyên nuh çê kirin û pê?kê?ê Gelê Tirk kirin. Gelê Tirk di nava van bêjeyan de ji hezarî yek ya pejirand ya na. Ji ber ku nêzikahiya wê saziyê bi rengê pa?verûtî bû û bê raya gel bû, têkçûna vê nêzikahiyê bi nepejirandina Gelê Tirk xwe nî?an da. Car heye gel bi xwesteka xwe bêjeyên biyan ji zimanên biyan digire û di nava xwe de dihelîne. Dike yê xwe. Wiha reng e, bi cîrantiyê, bi têkiliyên aborî û bazirganiyê danûstandina bêje û peyvan dibe. Ev bi xwe jî hêlekî nûjeniyê ye.4- Bi pê?ketina civakê re her çiqas ziman pê? dikeve rêzik û saziya ziman jî têgîniya xwe di?êkirînê:Zagonên pê?ketinê yên gi?tî ji bona her ti?tî bi çi rengî bin ji bona ziman jî wiha ne. Li gorî zagonên pê?veçûnê ziman jî li ser bingehekî û li derdora hîmekî dime?e. Û xwe nû û berfireh dike. Hîmê ziman di nava têkilî û saziyên civakî de derketina wê ye. Her wiha cudabûna zimanan jî ji hev heye. Ji ber ku têkilî û saziyên civakan li ser rew?a civakan –ku ew jî gelêrî û netewîtî ye- ava dibe, ziman jî li gora wê avahiyê cudahiyê dide nî?andan. Her civak ji bo ku di navbera xwe de têkiliyan bime?îne zimanê xwe pê? xistiye. Ango em wiha bibêjin: Her zimanê civakekî li ser têkiliyên wê civakê çê bûye û reng girtiye. Tu gelekî ji bo têkiliyên derve ziman saz nekiriye. Lê dema di nava civakan de têkilî çê bûne ji bo wê jî wergêr di navbera hev de bikar anîne. Her çiqas têkilî pê? ketine ziman jî pê? ketiye û dewlemend û têkel bûye. Lê belê vê têkeliyê tu carî rêzik û saziyên ziman pa? ve ne biriye. Ji hêla din ve ev sazî û rêzikên ziman xurt bûne jidiyane. Civakekî koçber li ser jiyana koçeriyê û têkiliyên koçeriyê zimanê xwe pê? dixe. Ango zimanê wê civakê pê? dikeve. Pi?tî ku derbasî jiyana demanî dibin xwe bi cîwar dikin di hîm de di bingehê de ti?t bi ziman nayê li anegorê têkiliyan ziman jî diguhere. Xwe li ser bingeha xwe ya hîmî nuh dike. Têkiliyên dewlemend gencîneya bêjeyan jî bi xwe re tîne. Têkiliyên wê civakê her çiqas hêz digre û dewlemend dibe zimanê wê jî saziyekî berfireh û bi hêz bi rêzikên dewlemend û jidandî dibe. Ev gew?în û taybetî, ji bo hemî zimanên ku niha zindî ne û yên berê derbas dibin.Zimanên ku niha li ser rûyê erdê dijîn mirov kare ji bo wan vê bêje: Her ziman li anegorê nûseriya gel û neteweya xwe digehîje birêkûpêkkirina xwe û saz dibe. Dîroka gel mercên wê yên civakî ka serbixwe ye ya bindest e; mercên erdnîgariya gel a ku li ser dijî ka çi ye… de?t e çol e; û li ser wî awayî çanda gel bi çi rengî ye? Hemû di cudahiya zimên de (ciyawaziya li gorî zimanên din) xwediyê rist in. Mirov kare bibêje diyarker in. Civatên ariyan dema li cihekî li cem hev bûn û tevan bi zimanekî xwe diderbirand û bi vî rengî ji hev fêm dikirin. Zimanê wan yek bû. Pi?tî ku ji hev veqetiyan her yek bi ciyek ve koçber bû zimanê wan jî li ser bingehekî lê her yekê bi rengekî xwe zêde kir û ?ax da. Her civatekî li ku derê bi cîwar bû zimanê wê jî ciyawaziya xwe bi wî rengî nî?an da. Niha li ser rûyê dinyayê bi qasî 6 hezarî ziman têne axaftin. Fîlolog û zimanzanên dinyayê van zimanan li anegorê dengsazî û rêzik û binyada wan ji hev veqetandine. Kom bi kom ên nêzê hev ên ji rayekî hatibin cûda kirine. Ev jî xizaniya zimanan e. III- Ziman û KedxwarîEndamên netewekî welatiyên hev bi zimanê xwe yê neteweyî di navbera hev de têkiliyan çê dikin û diaxifin. Ev jî zimanê zikmakî ye. Ji ber vê yekê jî ziman gew?înekî neteweyî ye. Her wiha di dîrokê de serdest û kedxwer dema bi ser gelan de êrî? birine, xwestine wan bixin bin destan û dagirkeriya xwe li ser ni?timana wan ava bikin. Dema bi darê zorê wan bindest kirine pê?î dest dirêjî zimanê wan kirine. Zimanê wan biçûk dîtine, zem kirine. Zimanê xwe jî xwestine bikin navgîna serdestî û kedxweriyê. Bi vî awayî xwestine di hêla zimên de jî pi?avftinê pê? ve bibin.Dema artê?ên Ereban davên ser Kurdistanê û dagir dikin nêzikahiya serdestên Ereban jî bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê jî çi ji destê wan hatiye kirine. Di vî warî de hinekî bi ser jî ketine. Niha li hinek heremên Kurdistanê nivîsek erebî bi qîmet û pîroz e. Wiha reng e, nivîsên reklamê ku li ser kaxidê cixarê ne dema bapîrekî me dibîne –ew dibê qey hela ayetek Quranê ye- radihêjê ya di?ewitîne ya jî datîne cihekî bilind. Belê bi saya ola îslamê Ereb û Zimanê Erebî di nava kurdan de qedîm û pîroz bûne. Ev bi xwe tenê sosreta serdestan dide nî?andan. Ji ber vê yekê jî ji mêj ve vê konevanî û nêzikahiya serdestan yên ku li hember sekinîne û teko?eriyê kirine hebûne. Yek ji vana Ehmedê Xanî ye. Wî 3 sed sal berê pê?kê?iya vî karî kiriye. Di pirtûkekî xwe ya bi navê Nûbara Biçûkan de wiha dibêje:"Ji pa? hemd û selewatanEv çend kelîme ne ji luxatanVêk ê xistin Ehmedê XanîNavê Nûbara Biçûkan lê danîNe ji bo sahib rewacanBelkî ji bo biçûk êd kurmancanWekî ji Qur’anê xilas binLazim e li sîwadê çavnas binDa bi van çend re?-belekanLi wan tebî’et melekanDerê zêhnê vebêtinHer çi bixwînit zehmetê nebîtinUmîda me ji tîfalan (zarokan)Ku me ‘emel betalanDi wextê dewr û dersanBikin în’am û îhsan…" (Nûbara Biçûkan; rp- 2, 3 / Ehmedê XANÎ)Wekî ku di rêzên wî de xuya dike ji bona zarokên kurdan bi zimanê xwe yê zikmakî biaxifin, bixînin û hînê zanistiyê bibin. (Wê demê zimanê Erebî bêtir li Rojhilatê Nêz rewac bûye. Pirên rew?enbîrên kurdan bi erebî yan jî farisî pirtûk nivisîne; lê Seydayê Xanî bi kurdî nivîsiye.)Rastî ew e ku bîra gel ziman e. Gencîneya ku berhem û nirx û pêmayiyên gel diparêze dîsa ziman e. Belê, gel kaniya nirxan e, ziman jî ava ku jê dizê ye. Di nava tarîtiya dîrokê de ev çend re?-belekên jêr ji vê mijara me re mînakên ba? in: Ev, xwestekên gel, armanc, derd û kul û kederên gel, zilm û talangeriya li ser gel pir xwe? ji demên berê tînin heta dema me ya niha."Xwazdî er û tu bi hîra binBi hîv ra hîrin xwarinêWerdê bihîrin kût ra bîninBangek din bi hev ra narîn" (Gundem Sanat, 28 Sermawez 2000; rp-3 / Kurdekî bi navê Badraboz vê çarînê di 330yê Pi?tî Zayinê de nivisandiye. Lêkolinerên Ingilîzî vê dîtine.)Yan jî ev rêzên axîn û hewarê;"Hurmuzan, atîran kujanWî?an ?ard we gewre gewrekanZorkerê Ereb kirdine xapûrGînay palê hate ?arezor?în û kenîkan we dîl be?înaMerdê aza telî jî roj hewînaRewi?tê Zerde?t mawe bêkesBezîka nîka Hurmuz ve hîç kes" (Dîroka Kurdistan, Cild: 3 / Ethem XEMGÎN)Mirov dikare wiha bibêje: Ziman nî?ana gel e. Ger gelekî ji zimanê xwe dûr keti be, ji bo ku xwe biderbirîne ji zimanê xwe bêtir zimanê kedxwar û serdestan bikar bîne ew gel koledariyê bi giyanî pejirandiye. Ew gel ji xwe dûr ketiye. Her diçe biyanîtî hîmê wî bi dest dixe. Ew êdî her tim ber bi tunebûnê ve diçe. Niha jî hêzên Imperyal û serdestên giregir ti?tê ku dixwazin bînin serê gelan ev e. Çanda xwe, zimanê xwe bi zora "aborî û zanistî" (Ji xwe zora kevne?opî her didomîne) û teknîkî bi danûstandina navgînên elektronîk gelan ji binyada wan, ji giyana wan dûr dixîne. Dixwaze wan ji heyîniya wan derxe û wan bike biyanê heyîniya wan.IV- Bi Sererastî Bikaranîna Ziman Dilpakî Ye:Mirov kare bibêje zimanê herî bi ê? û birîndar, bi qîr û hewar û bi nalenal zimanê kurdî ye. Welat perçe ye, gel perçe ye, dil û kezeb perçe ne û pê re ziman jî perçe perçe ye. Kesê (mirovê) kurd jî li ser vê rew?ê wesle wesle ye. Yekîtiyekî di zimanê kurdî de çê ne bûye. Belê bingeh yek e. Reh li cihekî xwe bi erdê ve girtiye û xwe ber dide binê erdê. Lê dara ku li ser vê rehê, dara ku li ser vê bingehê ?în bûye wesle wesle ye. Wekî darekî ku birq û birûskê lê xistibe û gewdê wê ji hev wesle kiribe û her weslekî bi cihekî ve çûbe. Lê van wesleyan ji reha xwe ne qetiya bin û xwe li ser vê kokê xwedî bikin. Niha zimanê kurdî jî bi vî rengî ye. Gewdê zimanê kurdî wesle wesle ye, lê her wesleyekî bi serê xwe nîn e. Hemî ji bingehekî herî xurt û kûr tên. Mirov kare bibêje birîndariya zimanê kurdî jî, xurtiya zimanê kurdî jî di vir de ye. Her du serî jî bi vê pirsgirêkê ve girêdayî ne. Heta niha bi vî rengî bûye. Ev nayê wê wateyê ku ew ê yekîtî çê nebe. Ji niha û ?ûn de ev pirsgirêk ji bo zimanekî serbixwe û dewlemend dibe bibe navgînekî herî ba? û xurt. Niha saziyên me yên neteweyî di vî warî de gelek bi kêr tên. Ji vê hêlê de gelek ti?tên ba? dibin. Ev kêfxwe?iyê didin mirov. Lê ji hêlekî din ve jî ev pirsgirêkên giran ên ku li pê?iya yekîtiya ziman dibin asteng hene.Me got Kurdistan perçe ye, ziman jî pê re perçe maye. Her perçekî bi hêlekî ve ji yekîtî û zimanê neteweyîtiyê dûr ketiye. Li Ba?ûr bi erebî ve, li Rojhilat bi farisî ve, li Bakur bi tirkî ve xwe girtiye. Li Tirkiyeyê ji binî de bi rengê tuneyî hatiye pejirandin. Li Ba?ûr (yê biçûk û yê mezin) di binê siya erebî de ber bi wendabûnê ve çûye. Li Îranê ?axek ji zimanê farisî hatiye jimartin û bi awayê zaravayî hatiye pejirandin û guh ne hatiye dan. Li her çar perçeyan jî serdest bi xirabî nêzik bûne. Berê her ti?tî pêwist e ji vê rew?a xirab bê derxistin. Wisa bûye ku ziman ji zimantiyê derketiye. Ev di peyvên rojane de jî xwe nî?an dide. Ji vê re em çend mînak bibêjin dê birîndariya zimanê me jî bê ber çavan.Hevalên me dibêjin:"Heval ji ma sorî sormî? kir, mi jî cewap wermî? kir." (Dixwaze bibêje, ‘Heval ji min pirsekî kir min jî bersiva wî da’ û axaftina rast jî ev e.)Ya jî di malbatekî de keçekî xama ku hê nû ji gund hatiye û bûye "bajarvanî" bang li diya xwe dike û wiha dibêje:"Ana! Ev elbîseyê ku me di çama?ûr makînesiyê da ?û?t û me di qurutme makînesiyê da quritmî? kir, hê nemlî ne, ez bavêjim ser îp?" (Dixwaze bibêje; ‘Dayê! Ev cilên ku me bi makîneya cil?û?tinê ?û?t û me bi ya ziwakirinê ziwa kir hê ba? ziwa ne bûne, ez bavêjim ser ben?’)Her wiha di kolanan de mirov dibîne ku dê bang li zarokên xwe yên ku navên wan bi Kurdî ne dikin mirov nizane bikene ya jî bigirî. Dibê "Bawer oxlim gelsene!" (Bawer, lawê min were!) "Berfîn qizim yaramazlix yapma!" (Berfîn, keça min nerihetiyan neke") û her wekî din… Ev rew?ekî trajîk-komîk e. Mirov nizane ka bigirî an bikene! Ev nêzikahî him zimanê kurdî û him jî zimanê tirkî diçilvirîne ango diherimîne. Bi vî awayî du ziman, sê ziman, çar ziman diçilvirin. Ev ziman ji zimantiyê der tên. Belê, sererastiya zimanê kurdî ji bo zimanên gelên cîran jî xwe?î û ba?î ye.Di vir de nêzikahiya Feylesofê Çînî gelek girîng e. Feylesofê bi navê Konfuçius wiha dibêje:"Ger ziman sererast û tekûz nebe, gotin û peyv daxwazê naynin ziman; gotin û peyv daxwazê neynin ziman, pêwistiya peywiran nayê cih; pewistiya peywiran neyê cih, sinc û huner teredîn dibin; sinc û huner teredîn bibin dadmendî ji rê dertê; dadmendî ji rê derê, ji belengazî û bê heziyê dê hemû kes beredayî û eware bibin. Li anegorê vê jî ya girîng ew e gotin û peyv bi sazî û sererastî werin ziman." Li ser vê mirov kare bibêje ku pirsgirêka me ya herî mezin ev e.Berî her ti?tî divê em zimanê xwe yê zikmakî ba? û çêtir hîn bibin. Pêwist e ev hînbûn û fêr ji kaniya gel xwedî bibe. Zimanê zikmakî yê gel e. Rastî û rêzikên ziman jî di nava gel de we?artî ne.Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê pêwist e jiyana gi?tî û rojane, têkiliyên gi?tî û rojane li ser zimanê zikmakî bi zimanê zikmakî ava bibin. Axaftina xwe, xwendin û nivisandina xwe em bi zimanê xwe bikin. Em xwe bi zimanê xwe biderbirînin.Berî her ti?tî ger em jiyana xwe li ser zimanê zikmakî saz bikin wê demê em ê ramana xwe, bîr û baweriya xwe bi kurdî bixemilînin. Dil?adî jî dê her tim para me be.Jiyana ?îrîn û xwe? ew e ku bi zimanê zikmakî saz bibe û bixemile. Azad [email protected]