Dem: 31 cotmeh 2007 çar?em(© www.amidakurd.com)Hebû Tune bû carek ji caran…Daristanekê pir xwe? û rind hebû… Tê de dar û ber, kanî û newal, mêrg û çîmenên xwe?ik û rind hebûn… Daristaneka wiha xwe? û rind bê ajal nabe helbet. Tewr bi tewr ajal li vê daristanê temenê xwe derbas dikirin… Van ajalan hemû pêdiviyên xwe ji vê daristanê temîn dikirin… Ev daristan cih û warê wan, ni?timana wan bû. Ji wan re mîna dayikekê bû… Nif? bi nif? van ajalan welatê xwe ji yên li dû xwe re dihi?tin û hemû ajal jê xwedî dibûn… Bihi?ta wan hatibû ber derê wan… Ew jê gelek memnûn bûn… Bi vî awayî dijiyan, ne xem ji hev dixwarin ne jî jiyana xwe li hev diherimandin…Dem borî, dewran guherî pergala wan a li vê daristanê xira bû. Lê wan guh nedayê. Her ku çû wan ji hev xem xwar û bi hev ketin. Kî bi kî karibana ew ê zora xwe bidana ser yê/a din û di bin destê xwe de bihi?tana. Êdî xwe?î û ?adiya dema bihi?tê ji bîr ve kiribûn, bi nava hev ketibûn û dest bi ?erê serdestiyê kiribûn. Di vî ?erî de destê wan her tim di xwîna hev de bû. Îcarê kî bi kî karibûna yê dinê diku?t. ?er dikirin… Diku?tin… Dihatin ku?tin…Ji hev bi dûr ketibûn, ji hev re biyan bûbûn… Her yek bûbû lawê bavekî… Kesî kesî nas nedikir… Xema kesî yê din nebû…Bi vî awayî ew daristana xwe? wêran bûbû, li ser wêraniyê pergala keyatiyê ava bûbû… Key û Keyban li ser, dor bi dor yên li dû wan rêz bûbûn û pergala serdestî û bindestiyê ketibû nava wan… Her yek diranekî çerxa vê pergalê bû li gorî wê pergalê dijiya… ?êr ?êrê daristanê bû. Tu dest di ser xwe re nedidît. Gur çavsor bû, rûvî fenek bû. Her yek bi huner û merîfeta xwe hebû. Çûk bi per û baskên xwe, baz bi nikulên xwe yên tûj yên wekî dasê; ba?ok bi pençeyên xwe yên xurt û tuj; mar bi jariya xwe, bilbil bi dengê xwe; piling bi beza xwe; kund bi cirnexweyi?a xwe û ker bi kerîtiya xwe hebû û jiyana xwe berdewam dikirin…Demek tê kul li wan dikeve, jan li nava daristanê belav dibe. Kula mirinê ye û her roj ref bi ref ?êniyên daristanê dimirin. Dikin nakin çareyekî ji vê kulê re nabînin. Rojekî Kund berê xwe dide mala ?êr û lê gazinan dike. Dibêje:- Hey ?êro, ?êrikê dînik! Tu ?êr î û tu qet çarekî ji vê rew?a ?êniyên daristanê re nabînî! ?êr lê vedigere û dibêje:- Ka ez ê çawa bikim? Ez nizanim ev çi bela ye li me rabûye!... Ev çi kul e ku li me ketiye! Ez dibêjim qey Xweda li me hatiye xezebê û vê belayê bi ser me de ?andiye. De ka ez nizanim em ê çawa bikin?Li ser van gotinên ?êr guhê Kund li hev dikevin û ti?tek tê hi?ê wî. Bi çavên xwe yê beloq awirên tûj dide ?êr û dibêje:- Min digot qey tu bi qasî hêza xwe aqilmendî jî. Lê na xêr, tu ne aqilmendî. Te bi vê hêza xwe hi?ê xwe jî xwariye. Helbet sedemekî ji wê kula hanê re heye. Xwedê ji me aciz bûye û vê xezeba xwe bi ser me de ?andiye. Li daristana me yekê gunehekî mezin kiriye û ev gunehê mezin bûye bela û li me vegeriya ye. De îcarê tu rabe fermanek bide, bila ?êniyên daristanê li hev bicivin, gunehkarê mezin diyar bikin da ku ev bela ji nava me rabe.- Erê wele tu rast dibêjî. De wusa be rabe here fermana min ji hemî ?êniyan re bibêje û bila werin em li hev bicivin.Pi?tî fermana ?êr hemî ?êniyên daristanê li hev dicivin û dikevin nava ?êwrê. ?êr meseleya kula nava daristanê ji wan re dibêje. Ji bo ku xwe ji vê belayê xelas bikin divê her kes gunehên xwe bibêje. Civata ?êwrê gunehê kî mezin bibîne ew gunehkarê mezin wê bê qurbankirin ji bo Xweda da ku ev bela ji nava wan rabe.Civata ?êwrê li hev digere, dîsa gotin ji Kund re dimîne. Kund berê xwe dide ?êr û dibêje:- ?êrê min, Xwedê mezin e tu mezin î. Tu mezinê me yî, de kerem bike em pê?î ji gunehên te dest pê bikin.- Helbet ez mezin im, ez ê dest bi gunehkariyên xwe bikim.?êr singa xwe tux dike, berê xwe dide civatê û bi dengê bilind dibêje:- Rojek ez pir birçî bûbûm. Ji birçîna hi?ê min ji serê min çûbû. Ez wisa birçî bûbûm ku hema çi bihatana ber min min ê bixwarana. Di nava daristanê de ez digeriyam. Li nava mêrgekî ez rastê kerîkî pez hatim. Mî ji xwe re di nava çêrê de diçêriyan. Min mêze kir ku wa ye ?ivanê pez jî li binê dareke tuyê razaye. Ji birçîna çavê min tarî bûbû. Hema ez ketim nava keriyê pez min miyan yek bi yek li erdê dirêj kir û xwar. Min tevekî xwar lê ez têr nebûm. (Singa xwe tux dike û dewam dike) Hûn dizanin ev heqê min bû. Lê ez têr nebûbûm. Ez çûm binê dara tuyê û ez ketim ser ?ivên jî… Min wî jî xwar. Rast e ev guneh bû, lê ez hêvî dikim ku ev gunehê biçûçik ne bûye sedem ku ev kul li me bikeve… Ez dizanim ev li ba Xwedê xetayek pir biçûk e, min xwe berpirsiyar dît ku ez vê ji we re bibêjim.Pi?tî ?êr, ajalek din radibe gunehê xwe dibêje. Pi?tî wî Gur radibe qala xwe û çavsoriya xwe dike; ka çawa rêwiyên ku li riya xwe çûne, avêtiye pê?iya wan, dev xistiye qirika wan û nav û dilê wan xwariye… Rûvî radibe qala xwe û kîro?ka ku bi xirnikên xwe re derketiye derve û çawa wan tevan bi hev re ku?tiye û biriye li hevalên xwe parî kiriye… Hirç qala xwe û hungivê mozên hungiv; mar qala xwe û beq û reqên der û dorên newalan dike… Pa?ê çûk radibin dibêjin… Pa?ê mesela masiyê mezin çawa masiyê biçûk dadiqurtîne tê gotin… Di dawiyê de dor tê ser Kerê!...Ker hinek melûl, hinek mehzûn û hinek jî bi tirs û lerz radibe ser xwe û ew ê gunehkariya xwe bibêje.Ker dibêje:- Ji ber ku barê min giran bû û ez ji riyek dûr hatibûm, ez pir tî û birçî bûbûm. Jixwe xwediyê min jî li min mêze nedikir, xwedîtiyê li min nedikir, min têr nedikir. Ez jî bi dizî derketim derve, min xwest ez xwe bigihîjînim ser avekî qurtek av vexwim û hinek giya û ?înahî hebe ez dev bavêjim wan giyayan bixwim ku ber min bigire. Ez rastê erxekî hatim, di erxê de wekî golgenîka hinek av di çalikan de kom bûbû, min hinek ji wê avê vexwar, pi?tî wî li ser dîwarê baxçekî min devê xwe avête giyayên der û dora dîwarê wî baxçeyî. Min hinek xwar, pa?ê ez lê varqilîm ku ew baxçe, baxçeyê mala Xweda bûye. Stuyê min bi?ikiyana, çavê min birijiyana, lingê min ji ber min biçûna ku ez wê de neçûma… Ew bax û baxçe yê mala Xweda bû û min jî giyayên ber dîwarê ber mala Xweda xwaribû.Pi?tî ku Ker jî gunehê xwe dibêje, Civata ?êwrê dikeve nava galegal û nîqa?an. Di dawiyê de biryar tê dayin ku gunehê herî mezin ê Kerê ye. Êdî sedemê kula li nava daristanê diyar bûye. Ker gunehekî mezin kiriye û ji ber wê Xweda belayek mezin, kula bê derman ?andiye nava wan. Ji bo ku Xweda vê belayê ji ser wan rake divê Kerê bikin qurban. Û Kerê dikin qurban…Pi?tî ku Kerê dikin qurban rew?a wan çawa dibe em nizanin… Ev bela ji nava wan radibe ya jî ranabe ne diyar e. Tu kesekî nizane ka ev kula nava daristanê qediyaye yan na!... Lê rastiyek heye ku ev xebero?k e. Bi "Hebû tune bû…" dest pê dike. Di biçûkiya xwe de me van çîrok û xebero?kên wiha ji mezinên xwe kal û pîrên xwe guhdarî dikir. Li dibistanan ji me re li ser navê fablê dihate gotin. Em mezin bûn me dît ku ev xebero?k û çîrok hebûne her hebûne… Em di nava wê daristanê de mezin bûn; em di nava wê daristanê de hînî vê xebero?k û çîrokê bûn; em di nava wê daristanê de dijîn û em nizanin kî ?êr e û kî Ker e…Erê, ka em dîsa bipirsin ji xwe: Kî ?êr e, kî ker e?...Azad [email protected] Azad [email protected] nivîs 41 car hat xwendin. 1408 bêje di nivîsê de hene.