K’a, em bi
hev r’a bidin heşê xwe!
Ezîz ê Cewo
…Van demên dawîyê
gotareke Mûraz Acoêv (vê carê bi binnûsa “Mûrad Acoêv”) derk’etibû – bi mijareke “nîvtemirî”, ya ku hemî dû dike: “K’a çawa bikin, ku bir’êz Mesûd Barzanî wek r’êberê net’ewî bê p’ejirandin?!” –
Û, her çiqas ev pirseke
dûrî heş û aqilan e (absurd!), dîsa jî ji bo wê sernivîseke t’êra xwe “k’ûr” hatye
p’eydakirin, ew jî: “Divê
Şêwra Ewlek’arîya R’êxistina Net’ewên Yekbûyî destekê bide Mîssîyona dîrokî ya serokê Başûrê K’urdistanê”(http://kurdistan.ru/2016/ 03/20/
articles-26111_Istoricheskaya_missi.html ). –
Û, çi dengekî bilind jî
jê hiltê?!
Ango, carekê jî tê cêr’ibandin, ku kek Mesûd “bikin” r’êberê net’ewî!
Dibe ku, van mirovana
ji bîr kirine (an, dibe ku, hîç haya wan jî pê nînbûye!), ku r’êbertî erkek e, ya ku bi xwezayî ji hêla gel va tê p’ejirandin, ku ew ne p’eywir e. Ku mirov dibe r’êber, ne ku wî hilbijêrin, an jî wî dikin r’êber, ez êdî di derbarê p’eywirdarkirin an jî k’ivşkirinê da nabêjim!..
Ji ber ku ev ne pirseke
nû ye, hinek êdî jizûva wê diwerimînin û li vîalî-wîalî belav dikin, lewra jî
derk’etina vê gotarê bû sedem, ji bo ku mirov careke dinê
li ser wê pirsa bi sunî nipixandî û sedemên derk’etina wê hinekî bide heşê xwe û mitale bike …
Heya min xwe amade jî
kir, ku di vê derbarê da r’êplîkekê jî binivîsim,
heya ez ji bo wê li ser çend nimûneyên destpêkî yên sernivîsê jî r’awestyam, ên wek: “Xizmeta hirçê-2”, “Emê çi
bi van pesnan bikin?”, “Me berbi k’u va didefînin?”, “Êdî k’î dixwaze bibe r’êber?!” ... Lê derk’etina hevp’eyvîna dawîyê ya birêz Mesûd
Barzanî bi xwe, ya ku di portala Al-Monitor da hatibû weşandin, planên min hinek guhar’andin...
Lê, dîsa jî!..
Ji bo ku her tişt heya
dawîyê zelal bibe, ezê ji “bang-gotara” Acoêv destpê bikim, wê r’astir be, eger bibêjim – ji serpêhatîya berî wê.
Sê sal berê jî bi heman mabest-duruşmê
gotareke Acoêv derketibû, û sernivîsa wê jî ji ya vê dawîyê kêmtir “dengdar” nîn bû: “Karayilan ji bersîva yekawa ya pirsa di derbarê
naskirina serokatîya Barzanî xwe dide
alîkî”.
Dema
xwendevan evê gotara nû bixwîne, dê bibîne, ku hem di vê û hem jî ya berî vê da
heman mabest heye, ew jî bangek e ji gelê k’urd
û ji k’oma siasetmederên wî yên bijarte r’a, ku ew serokê Herêma Otonom a Başûrê K’urdistanê kek Mesûd wek r’êberê
net’ewî bip’ejirînin!
(?!)
Helbet, hîn wê demê, sê
sal berê, wek bersîv ji gotara Acoêv a yekem r’a r’êplîka min bi sernivîsa “Xizmeta irç’ê” derket (bi rûsî: http://kurd.press/?p=
19839 ; bi kurdî: http://www.amidakurd.net/qunciknivis/xizmeta_hir%C3%A7_%C3%AA1).
Di vê r’êplîkê da, di nava goveka
analîzeke t’omerî da min hewl da bersîva wê pirsê bidim, a ku min bi
xwe jî danîbû pêşîya xwe. Ew jî ev bû: “Balk’êş e,
baldarîyeke weha ya ne qenc li hember vê pirsê destpêka xwe ji k’u digire, û pêdivîya k’ê bi wê heye?”
Ez bi bawer im, ku
xwendevanê di vê r’êplîkê da wisa jî bersîvên wan pirsan bibîne, yên ku dê di
gotara Acoêv a vê dawîyê da derên pêşîya wî.
Lê, ji bo wê, ji bo ku ev
hemû di nava t’omerîyekê da bê têgihîştin, û ji bo xwendevanan jî zelal
bibe, k’a r’ûdana vê pirsê bi xwe tê çi wat’eyê, ezê li vira p’arçeyekî ji wê r’êplîkê (ya “Xizmeta irç’ê”) bînim:
“Bi dîrokî bi r’êya
xwezayî gelê k’urd bûye xwedîyê r’astîyên dîrokî, û divê bi wan r’astîyan r’a r’êz bê girtin, û wan bip’ejirînin.
Lê eger hinek hewl bidin, ku hinek tiştan di nav wan da bi şêweyekî ne bi
xwezayî biguhêr’înin, wê demê, ya yekem, wê k’enê mirovan bi wan bê, lê, ya duyem, gelê me wê
avantyûrîzmê t’emûl neke...
Dîrokê bi xwe r’ol
di navber lawên gelê me yên here hêja da dabeş kirye. Û em hemû divê li dora
wan bicivin û bibin yek û wan pirsgirêkan ç’areser
bikin, ên ku r’êal li pêşîya gelê me sekinîne.
Lê ... yên ku ev îdêya han hinartne û avîtine
holê, divê tê bigihîjin, helbet, eger ew hê tênegihîştine, ku ew îdêyana berê
pêşin li dijî yekîtîya net’ewî ya gelê me ne û
zyanê digihînin serokê Herêma K’urdistanê ya
otonom bir’êz Mesûd Barzanî. Û, dive bê zanîn,
ku otorîte û bawerdarîya wî, wek serokê beşekî K’urdistanê,
ya ku îro p’ir’
girîng e ji bo t’evahêya gelê K’urdistanê, divê bê p’arastin.
Ma ne, ew hê dikare gelek tişt ji bo gelê me bike!”
… Lê îro, sê salan pey
weşana wê gotarê r’a, pey ewqas bûyeran û, ya sereke, pey hevp’eyvîna kek Mesûd r’a, dibe ku, ev hemû dilp’akîyeke bê bingeh bê xuyan
(ya heya asta xêfikîyê!), û, heya, dibe ku, hinek di bin bêvilê da bik’enin jî!
Lê, divê ez li xwe mukur’ bêm, wê demê ez bi dil
amade bûm, bawer bikim, ku ezê bikaribim, bi wan gotinanên xwe yên ji dil, bi
awayekî li ser helwesta wan biraderan bandor
bikim (– ûtopîya?!).
Û, her çiqas jî, ez bi daxwez
û helwesta xwe ya qenc r’abubûm, lê, dîsa, di mitala r’amana xwe da ez hema-hema
bi bawer bûm, ku di pişt wan bangên bê serûber da mirovên p’ir’ nêzîkî der-dorên kek Mesûd
bi xwe hene, heya, dibe ku..., ew, bi xwe be jî...
Û ev jî wê demê bû, dema r’ewşeke p’ir’ cuda li holê bû, û
helwest jî cuda bû: wê demê k’urd bi hêvî bûn, ku dê Konfêransa
Net’ewî pêk bê, û di welêt da êdî amadek’arî dihatin kirin,
konfêransên bajar, navçe û herêman pêk
dihatin!
Û min wê demê digot, ku
çêtir e, mirov r’ewşê aloz neke, ku çêtir e, mirov bi awayekî alîk’arîyê bide wan biraderana,
ku ew bêhtir ciddî nêzîkî wê têgihîştinê bibin, ku dikare wisa jî t’erefekî r’ola serokê Herêma Otonom ê
dinê hebe, yê ku bikaribe bêhtir girîngtir be, bêhtir sazûmank’ar û yekîtîsaz be...
Wê demê min digot, ku
çêtir e, mirov bi cûr’eyekî wan bide fêmkirin, derfetekê bide wan, ku ew li xwe
veger’in, baş bidin heşê xwe, ne ku bê ser û ber gavan bavêjin...
Û bi vêr’a wisa jî hêvîya min hebû, ku, hîç nebe, ezê jî bikaribim li ser bingeha wan r’astîyan, ên ku êdî bi
dîrokî derk’etine holê, bi awayekî ji têgihîştina hevhatin û Yekîtîya
Net’ewî r’a bibim alîk’ar.
Û di heman cîhî da jî min
bal k’işandibû wisa jî ser evan r’astîyan, ên ku bi dîrokî pêk
hatine: “...Lê,
her çi jî hebe, Serok Apo hêjayî hezkirin û piştgirîya mezin a bi mîllîonan k’urdan bûye, û ew jî ne t’enê
di Bakûrê K’urdistanê da, lê, her weha, di R’ojilat, Başûr û R’ojavayê
K’urdistanê da jî. Wisa jî di nav p’ir’anîya k’urdên derveyî welêt da ye, di t’evahîya cîhanê da. Ç’avê
bi mîllîona k’urdan li wî ye, ewana wisa jî
hêvî û dilxwazîyên xwe bi navê wî va
girê dane û amade ne, hemû ferman û gotin û r’êdanên
wî pêk bînin...
Gelê k’urd bi
t’evger û bi bir’yar
daxweza mafên xwe yên mirovî û net’ewî dike û
azadîya r’êberê xwe dixwaze.
Û
hêza bir’êz Ocalan jî di nav wî gelî da ye, yê
ku wî bi xwe ew t’evger kirye...”
Lê, heyf, wek ku tê xuyan, ev biraderana di xwestekên xwe
da bi bir’yar bûn, û hêvîyên min, hewlên min (û, dibe ku, ne t’enê yên min!) bê feyde
man...
Û, dîsa jî, her çi jî pêk
hatibû, heya van demên dawîyê ez bi hêvî bûm, ku Herêma Otonom a Başûrê K’urdistanê, eger r’ast bê r’êvebirin, dê bikaribe, di
pêvajoya hilatina Yekîtîya net’ewî da r’ola xwe ya erênî bilîze. Ku serokê herêmê kek Mesûd dê di
vî warî da hewl bide û dê bi vê erka xwe ya net’ewî r’abe.
Lê, mixabin, ew yek pêk
nehat, kek Nesûd, wek serokê herêma Otonom a Başûrê K’urdistanê, serî ji vê erka
xwe dernexist û hêvîyên gelê xwe neanî sêrî.
…Û ew ne bi carekê r’a, lê gav bi gav, bi xwe
bawer, berbi dawîyeke wisa va çû, û di vê da, dibe ku, “pesindar” û şêwirmendên wî yên bêkêr “alîk’arîyeke”
mezin dane wî.
Weha, t’enê çend
mînakên pêkanînên r’êvebirîya kek Mesûd, ên ku
bûne sedemên trjêdîya bi hezaran mirovan, zêdekirina bêbawerîyê û dutîretîyê di
nava civaka siyasetmederên k’urd ên
bijarte (êlît) da, û k’ûrkirina qeyrana êkonomî û
siyasî di Herêma Otonom da:
– “dostanîya stratêjî” a kek Mesûd û malbata wî bi r’êjîma f’aşîst a
T’irkîyayê r’a, li şûna ku Yekîtîya Stratêjîk bi T’evgera R’izgarîxwaz a gelê xwe r’a saz
bikin; Serokherêm û Serekwezîr (herdu jî Barzanî) li ser “p’êla” wê xwestekê, ku “dostanîya” xwe bi r’êjîma t’irkî r’a xurt bikin, hemû derfetên fînansî yên Herêmê
derbazî bankên t’irkan kirine, ji ber wê jî
di herêmê da qeyrana k’ûr a êkonomî r’û daye, lê r’êjîma faşîst a T’irkîyayê ew derfetên
fînansî yên gelê k’urd dike xizmeta pêkanîna
planên xwe yên “nû-osmanî” û wisa jî cîhedîyên îslamî yên DAÎŞ-ê bi çek dike;
(...ji her k’urdekê/î
bipirsin. k’a T’irkîya ji bo wan
tê çi wat’eyê, û ew dê bibêjin, ku T’irkîyayê di dewr û zemanan da dem bi dem t’evkujîyên gelê me pêk naye? Ku ew îro jî k’arê xwe yê r’eş pêk tîne. Ku ewê, ji bo
ku k’omên cerdê yên îslama r’adîkal, yên weke DAÎŞ-ê, k’arên wê
ên dijmirovî bidomînin, wana bi ç’ek
dike!..)
– P’êwendîyên
kek Mesûd bi serekeşîrên erebên sunnî yên Mûsilê r’a, ên ku di nav wan da wisa jî mirovên wisa hene,
yên ku piştgirî û alîk’arîyê didin k’omên cerdê yên îslama r’adîkal; di nav r’êzên wan da wisa jî – yên nêzîkî serekê DAÎŞ-ê El-Bexdadî; ...lê binp’êkirina here mezin a hemû nirx û pîrozîyan ew bû,
ku dema şêr’ê herî germ ê li ser Kobanî
û Şengalê, bi bir’yara kek Mesûd di Hewlêrê
da konfêransa heman serekeşîran hate lidarxistin, konfêransa wan, ên ku dest li
pişta merivxurên îslamî xistine – li pişta wan hovên barbar, ên ku di K’urdistanê da gelê sivîl qet’il kirine;
– dema ji hêla k’omên îslamî yên r’adîkal va dest bi êrîşên li ser Şengalê bûn, hêzên
pêşmergeyan bi fermana kek Mesûd (serekfermandar ê giştî!) xwe ji herêmê paşva
k’işandin û k’urdên êzdî bê p’arastin hiştin, ew û çarenûsa wan bi destê merivxurên r’adîkal-îslamî va berdan, ku ew hovana wan veçir’in; û di encamê da – bi hezaran êzdî bi hovane
hatine kuştin, bi hezaran hêsîr k’etin
destê wan (ew jî, bi bingehîn – jin û
zar’ok), beşek ji van jî, bi r’êya erebên ku bazirganîya
hêsîran va mijûl in, dest bi dest di bajarên ereban da wek k’ole hatin firotin;
– ji ber zevtîxwekirina (usurpation) desthilatdarîyê,
di Herêmê da, çiqas diçe, krîza (qeyran) êkonomî û ya siyasî r’oj bi r’oj k’ûrtir dibe; gel, ji ber bêç’aretîya xwe, r’oj bi r’oj hêvîya xwe winda dike,
lê desthilat jî – bawerîya xwe di nav
gel da; heya naha di navbera herêmên Soran û Behdînan da sênorên bi xalên
kontrolê di bin ç’avdêrîya hêzên p’arastinê (asyîş) da hene; her herêmek polîs û
pêşmrgeyên xwe hene; PDK wezîran anegorî dîtin û xwestina xwe p’eywirdar dike..., ew bi xwe jî (PDK) parlamênter û
serokê parlamêntoyê, yê ku ji hêla gel va hatye hilbijartin, ji k’ar davêje, û, dema ew ji Silêmanîyê berbi Hewlêrê va
diçe, ku her’e ser k’arê xwe, asayîşa PDK-ê wî li ser xala kontrola
sînor dide r’awestandin, nahêle, ew
here Hewlêrê – ser k’arê xwe...;
Û bilî van hemûyan, ji ber
ku ev êdî heyşt meh in, ku dema erka serokherêmîyê ya kek Mesûd bihurye, Herêm bi
fermî bê r’êvebir e, û krîza herêmê ya siyasî jî bûye sedem, ku
pirsa hilbijartinên serokherêmê nû nayê ç’arserkirin.
Û di r’ewşeke weha ya ne aram û
ne diyar da mirovê çawa bikaribe pirsên fermî yên girîng hel bike, ewê jî Xwedê
bizanibe?!
Êdî ez di derbarê wê da
nabêjim, ku ne t’enê di t’evahîya herêmê da, lê heya di herêma Behdînan da jî ne
hemû niştecîh kek Mesûd wek r’êber nas dikin.
Û li ser vî dîmenî, di r’ewşeke weha da banga Acoêv
a ji bo gelê k’urd û civaka siyasetmederên wî yên bijarte, ku ew kek
Mesûd wek r’êber “bip’ejirînin”, lê ji bo Şêwra Ewlek’arîyê ya R’êxistina Net’ewên Yekbûyî jî, ji bo ku ew destekê bide “erka wî ya dîrokî”!? – bi
r’astî tiştekî ecêb tê xuyan
û bawerîya mirov pê nayê! Qey bibêjî, r’êbertî p’eywireke k’ivşkirinê ye, û Şêwra Ewlek’arîyê jî Komîtêya Herêmî ya Partîyê ye...**
Û ji bilî van hemûyan,
pirs dertê hole – k’a mabesta vî biraderî di derbarê kîjan erka kek Mesûd da
ye, ya ku dive Şêwra Ewlek’arîyê destekê bide? – Erka wan kirên wî yên navborî, yên
ku wî li hember gelê k’urd pêk anîne, yan..?
Ma gelo,
destek û alîk’arîyên Amêrîkayê û T’irkîyayê ji bo
vwê t’êrê nakin?
Û, dîsa jî, …, dibe ku kek
Mesûd bi xwe t’evahîya giranî û giringîya r’ewşê tê digihîje (her çi
jî hebe, dibe ku, dîsa jî, hinek kes di Herêma Otonom da hene, yên ku bikaribin
şêwrê bidin wî!), lewra jî, ji bo ku xwe ji ber bersîvdarîyê bide hêlekê, ew ji
milekî va bi sozên serxwebûna Herêmê hêvîyan dide gel, lê ji hêla dinê va
siyaseta r’eşkirinê li hember hêzên bingehîn ên K’urdistanê dimeşîne, û ji
bo wê hemû p’êwendîyên xwe yên bi r’êvebirîya Amêrîkayê û r’êjîma Erdoxa/AKP-ê ya T’irkîyayê r’a bi k’ar tîne...
Û asta here bilind ya karê
wî yê malwêranîyê jî ew hevp’eyvîna wî ya dawîyê bû, ya ku ewî bi portala Al-Monitor-ê
r’a pêk anîbû.
Û, bala çapemanîya Tirkîyayê destxweda çûbû ser vê
hevpeyvînê. Û ev jî xwezayî ye!
Lê çawa!? – Ma ne, ew di sêrî da li dijî PKK-ê (bixwîne –
T’evgera R’izgarîxwaz a Gelê K’urd!) û ji bo piştgirîya serek
û bavê mêrûnê yê DAÎŞ-ê, di heman demê da serokk’omarê T’irkîyayê Erdoxan, bû!
Va, ew pesinbêjîyên wî yên ji bo Erdoxanê kujerê gelê k’urd: “...Min çendîn car
hevdîtin bi Erdogan r’e
kiriye, Erdogan ji gelekan zêdetir têgihiştineke baştir ji bo pirsa k’urd heye. Ewê min ji Erdogan bihîstiye, min ji
kesekî din nebihîstiye...”
(http://www.rojevakurd.com/armanca-min-damezrandina-kurdistaneki-serbixweye-neku-li-posta-serokayetiye-da-biminim/). –
Na, na, ev gotin ne yên serkk’omerekî
dewleteke bîyanî ya hepeymanîya T’irkîyayê ne, ev gotin ên serokê herêmeke K’urdistanê ye.
Û ew van gotina hema wê demê dibêje, dema, bi fermana heman Erdoxanî, art’êşa t’irk a dagerker
û xwînxwar t’evkujîya gelê k’urd pêk
tîne, gund û bajarên K’urdistanê wêran dike!
Û dertê holê, ku ev biradera pesnê Erdoxan
dide, ji ber ku ew sûcên giran li hember gelê k’urd û t’evahîya
mirovahîyê pêk tîne!?
Û, ya dinê jî! Binihêr’in, ew, çi
ku li ser van dîmenan kek Mesûd di derbarê PKK-ê û PYD-ê da dibêje, ne ku t’enê ji r’astîyê dûr in,
lê, her weha, ne anegorî prênsîp û pîvanên govtûgoya siyasî ne jî. Ma ne, ji
hêla hemûyan va tê zanîn, ku hema ev herdu r’êxistin in (PKK-ê
û PYD!), ên ku li hember r’êjîmên faşît têkoşînê dimeşînin û k’urdan ji
stêmk’arîyan û t’unekirinê
dip’arêzin (di nav wan da, wisa jî, k’urdên
başûrî!). Ku di vê têk’oşîna pîroz da gelek têk’oşerên leheng
ên van r’êxistinan, hêjatirîn dot û lawên gelê k’urd, ji bo
mafên gelê xwe jiyana xwe gorî kirine...
Evê hevp’eyvîna kek
Mesûd dixwînî û bêyî r’ayê xwe dixwazî bipirsî:
– Ewqas k’în, dijminatî û xiyanet ji ku tên? Û ji boy çi ne?
Va, bi xwe bixwînin û hewl bidin tê bigihîjin, helbet,
eger bi giştî mirov dikare tiştên weha tê bigihîje!
“Piştgirîya PYD-ê bi
otomatîkî tê wateya piştgirçya PKK-ê. Gotina min di derbarê heman rêxistinê da
ye! ... DYA bi zanebûn ç’avê xwe li ber têk’ilîyên p’ir’ nêzîk ên di navbera PKK û
PYD-ê da digire (PKK di Tirkîyayê û DYA da wek r’êxistineke têrorîst hatye p’ejirandin),
ji ber ku armanca sereke DAÎŞ e... (Bi r’astî jî, r’ast hatye gotin, ku bîra mirovan p’ir’ kin
e! Ma, kek Mesûd wisa zû ji bîr kirye, ku heya van demên dawîyê wisa jî PDK di
lîsteya r’êxistinên têr’orîs a DYA da bû? Lê ew nedibû asteng, ku amêrîkî
di Qesra Sipî da wî bip’ejirînin
... Wisan e, qanûnên DYA ev in, çi dikarî bikî!? – E. C.)
Ew [amêrîkî] pir baş dizanin, ku PKK û PYD – herdu jî, hema yek in,
lê ewana naxwazin ji bo wê xwemukur’ bên...
Hûn dizanin ji bo me û amêrîkîyan ya sereke têk’oşîna li dijî DAÎŞ-ê ye.
Ji ber wê jî ewana çavê
xwe li ber wê digirin”.
(JI Ajansa Nûçeyan a
REGNUM – http://
regnum.ru/news/polit/2104060.html ).
Dibe ku dema Erdoxan ev r’êzana xwendine, bêyî r’ayê xwe ji şabûan bang
kiribe: “Ay, aferin! Sen çok yaşa...!” (Ay, eferîn! Tu her bijîyî!)…
Û berteka Waşîngtonê jî dereng nema. Nûnerê Dêpartamênta
Dewletê (Wezareta K’arên Derva) Mark Tonêr r’adigihîne:
“...DYA di vê pirsê da ji
nêrîna bir’êz Barzanî r’a r’êz
digirin... Em weke berê li ser wê nêrînê ne, ku PKK r’êxistineke têr’orîst e. Em zordarîyên wê, yên ku ew li hember T’irkîyayê û hemwelatîyên wê pêk tîne, t’ewanbar dikin...Em bi YPG û PYD-ê r’a cuda kar dikin...her çiqas Waşîngton alîk’arîyê dide k’urdên Sûrîyayê jî, lê li ser hinek pirsan nêr’înên me cuda ne. Mînak, li ser pirsa xweserîyê...Em bi
wan r’a di pirsa xweserîya wan
da ne qayîl in, û me ew r’astdêr gotye.
Lê ew beşek ji wan hêzan in, ên ku têkoşîna wan a li dijî DAÎŞ-ê encamdar e. Û hêzên
wisa jî kêm hene” (http://
riataza.com/russian/politics/6565-gosdepartament-ssha-ne-soglasilsya-s-barzani. html).
Hema wisa! R’aste-r’ast – bi amêrîkî!
Ev daxwîyanîya nûnerê fermî yê Waşîngtonê careke dinê t’evahîya dur’ûtîya r’êvebirîya DYA û nemirovî û
bêexlaqîya siyaseta wana ya dustandartê dide xuyan.
R’êvebirîya DYA bêyî ku êşa wijdanî bik’işîne û şerm bike, “weke berê dîsa li ser wê nêrînê ye, ku PKK r’êxistineke têr’orîst e... ku ew zordarîyên wê, yên ku ew li hember T’irkîyayê û hemwelatîyên wê pêk tîne, t’ewanbar dikin!..” – Dibe ku, tiştekî wisa t’enê kesekî ji sazîya propagandayê ya Erdoxanê bavê
mêrûnê yê DAÎŞ-ê û, di heman demê da, serokk’omarê T’irkîyayê dikaribû bigota!
Ango, Waşîngton jî, mîna kek Mesûd, hemû hovîtîyên art’êşa dagerker a faşîst a r’êjîma Erdoxan, ên ku ew di
gund û bajarên K’urdistanê da pêk tîne, erê dike. Ku ew hemû ji bo DYA
tiştekî r’ojane ye! Ku bi destûra wan r’êjîma faşîst a T’irkîyayê, t’evkujîya k’urdan di K’urdistanê da pêk tîne, K’urdistanê wêran dike,
siyaseta têr’ora dewletê li hember niştecîhên medenî dimeşîne... Û,
berovajî vê, PKK ji hêla Waşîngtonê va r’êxistineke têr’orîst tê hejmartin, lewra
ku ew t’enê, bi serê xwe, li dijî têr’ora dewletê t’êkoşînê dimeşîne, li dijî
wê têr’ora dewletê, ya ku DYA piştgirîya wê dike!
Bertekeke vî r’engî ya DYA, helbet, tiştekî
ne normal e, lê ji hêleke dinê va xwezayî ye, û mirov wê tê digihîje.
Lê çawa, lê bi wekî dnê çawa dikaribû bibûya?!
Lê wekî dinê DYA dê çawa bikaribûna xwe ji r’ûreşîya piştgirîya têr’orîzmê bişûşta? Ew jî ji
piştgirîya têr’orîzma li ser asta dewletê?!
Bi tu awahî!
Lewra jî, va ye, ev “tewanbarîyên” hanê yên bêbingeh û yekalî derk’etine holê!
Lê, di heman demê da, di Waşîngtonê da baş dizanin, ku li
pişt hemû k’irên r’êxistinên îslama r’adîkal va r’êjîma T’irkîyayê heye.
Lêbelê, hema li vira ye, ku berjewendîyên DYA û T’irkîyayê digihîjin hev. Hema
li vira ew dertên ser heman r’êyê: dema T’irkîya dest li pişta têr’orîstan dixe, destekê dide
têr’orîzmê û wê bi hêz dike, ew bi wê yekê alîk’arîyê dide DYA, ku ew (DYA)
k’aosa ku tê r’êvebirin, di cîhanê da di bin çavdêrîya xwe da xweybikin (di
derbarê vê da, wisa jî li vir binihêr’in: http://kurdinfo.ru/?p
=17740 )…
Lewra jî, T’irkîya evê r’ewşê bi k’ar tîne, ku vîrûsa têr’orê di t’evahîya cîhanê da belav
bike, ew tovên mirinê, wêranîyê û bedbextîyê di hemû welatan da dir’eşîne! Û berhemên tal ên k’arê wê yê r’eş di vî warî da êdî
Ewropayê tam kirine..., lê Amêrîka, dema sûcên
r’êjîma faşîst a T’irkîyayê yên li dijî
mirovahîyê erê dike, piştgirîyê dide k’arên wê yên r’eş, bi xwe dibe hevp’ar û hevk’ara wan sûcan...
Bûyereke balk’êş!
Wek ku p’ergalên çapemanîyê r’adigihînin: “... Dema Endellahê II ê qir’alê Urdunê ji 11 heya 17-ê r’êbendana sala 2016-an li Waşîngtonê bûye, ewî ji
endamên Kongrêssa DYA r’a gotye, ku serokk’omarê T’irkîyayê R’cep T’eyîp
Erdoxan “bi bawer e, ku pirsgirêkên herêmê, mirov dikare t’enê bi r’uhê îslama r’adîkal ç’areser bike...ew, ku têr’orîst derbazî Ewropayê dibin, ew beşekî siyaseta T’irkîyayê ye, û ji bona wê li destê T’irkîyê da didin, lê yek e, bi T’irkîyayê nikarin”...” (https://
russian.rt.com/article/155542).
Lê her çiqas ev agahî, û agahîyên pêbawer ên Bir’yargeha Hêzên
Hewayî-Fezayî yê R’ûsîyayê li holê ne, dîsa jî Amêrîka piştgirîya xwe ya ji
bo r’êjîma T’irkîyayê didomîne!
Û çi p’êwendîyên siyasî, dîplomasî û êkonomî di navbera van
herdu dewletan da hebin jî, çi peyman, hevhatin û qayîlname jî ji hêla wan va hatibin p’ejirandin, yek e, mirov
nikare tê bigiîje, k’a Waşîngton çawa bi ç’avekî bêwijdanî û
bêberpirsyarî li pirsên ç’arenûsa cîhanê dinihêr’e.
… Mixabin, dibe ku, ewê çalakîya têr’orîstî ya 11-ê r’ezberê (11/09/2001) ji
hêla hînbûnê va hîç dersek jî nedaye amêrîkîyan!
..., lêbelê, dema pêla têr’orê ya nû bigihîje beravên
DYA jî (û ewê bê guman bigihîjê!), dibe ku, tenê wê demê Waşîngton li ser heşê
xwe da bê û têbigihîje, k’a ew siyaseta wan a li ser asta dewletê ya xwexweşkirina li
ber têr’orîstan çiqasî bi xeter e...
Îro li ber ç’avê t’evahîya cîhanê r’êjîma T’irkîyayê li hember
hemwelatîyên xwe t’evgereke leşkerî ya t’unekirinê û t’evkujîya net’ewekê pêk tîne... Li dijî
van hovîtîyên vê r’êjîmê di cîhanê da pêla şermezarkirinê r’û daye (wisa jî di T’irkîyayê û DYA da!). Di
cîhanê da k’armendên zanistê yê navdar, nivîsk’ar, r’ojnameger, k’armendên çand û hunerê (di
nav wan da wisa jî kesên di cîhanê da bi nav û deng!) li dijî barbarîyên r’êjîma t’irk ên bê serûber dengê
xwe bilind dikin. Û divê mirov xêfik be, bawer bike, ku di derbarê van hemûyan da r’êvebirîya DYA-yê tiştekî
nizane.
Û, ji vê jî zêdetir, di heşê mirov da bi cîh jî nabe, k’a çima di cîhanê da (û
berê pêşin di DYA da!) kesek hewl nade van hov û merivxurên faşîst ên îslamî bide
r’awestandin, ên ku di welatekî bi navê “T’irkîya” da desthilatdar in...
Lê, eger cîhan di K’urdistanê da wan hovîtîyên
r’êjîma faşîst a T’irkîyayê r’awestîne, ewê bi wê yekê
xwe ji nexweşîya t’unekar a sedsala XXI r’izgar bike – ji faşîzma t’irkî-îslamî!
Û di derbarê t’erefê dinê yê siyaseta DYA a gelemperî da!
Binihêr’in, ka nûnerê Waşîngtonê yê fermî di derbarê xweserîya k’urdên R’ojava da çi dibêje: “...Em bi wan r’a (mabest k’urdên R’ojava ne. – E. C.) di
pirsa xweserîya wan da ne qayîl in, û me ew r’asterast anye zimên”. –
Mirov p’eyvan diger’e, lê nikare bibîne,
ku hêrs û nefreta xwe li dijî helwesteke weha ya bêwijdan, bêexlaq û nemirovî diyar bike, ya ku
ev mirovên hanê li hember ç’arenûsa net’ewekê dîyar dikin.
Ev camêrana di van r’ojên me da wek zorbeyên
cîhana kevnar t’evdiger’in, qey bibêjî, jibîrkirine, ku cîhanê êdî li ser şêmîka sedsala
XXI r’a derbaz bûye!
Pêwîst e, mirov bîne bîra van camêrana, ku di qanûnên dadwerîya
navnet’ewî da prênsîpa xwebir’yardayînê (ya ji bo mafê xwe yê ç’arenûsî) li ser hemûyan r’a ye, û ev jî mafê gel û
net’ewan ê xwer’êvebirinê, xweserîyê û serxwebûnê ye!
Û prêsîpa xwebiryardanê êdî ne carekê di belgeyên R’êxistina Net’ewên Yekbûyî (R’NY) da hatye erîkirin, bi
t’aybet jî, di Daxwîyanîya (Dêklaratsîon) di derbarê
serxwebûna welat û gelên mêtîngehî (kolonî) da. Di wê da zelal û vekirî mafê
hemû gel û net’ewan yê xebiryardanê tê p’arastin.
Li vira pirs dertê
hole:
– Ma, K’urdistan ne mêtîngeh e?
– Ji vê jî
zêdetinr! – K’urdistan berê jî û îro jî
mêtîngeheke navnet’ewî û navdewletî ye, bi
hemû pêkhatinên ji vê statûsê va! Û, heya, eger, ne bi r’astedêr be jî, bi navbeydarî be jî, di vê
mêtîngehê da Amêrîka jî xwedî “p’ara” e.
Ma gelo, Amêrîkayê
van hemûya r’ed bike?
An ew fêr bûye,
ku hemû qanûn, qayîlname û peymanên
navnet’ewî binp’ê bike?
Çima, ji wan
r’a her tişt destûr e? Ew çi
jî bikin, dê wisa jî derbaz bibe, her’e?..
Gelê k’urd jî, weke hemû gelên cîhanê, xwedî maf e, û ewê bi bir’yar di r’êya destanîna wan mafan da
bimeşe, her çiqas jî DYA, T’irkîya û destekdarên dinê yên r’êxistinên têr’orîst û sûcak’rên şêr’ û t’evlihevî, wêranî û t’evkujîyên di t’evahîya cîhanê da “qyîl nînbin”!..
… Û di derbarê têgihîştina “k’urdî” ya pirsa serxwebûnê da!
Pirsa serxwebûnê ji dewr û zemanan va hert’im heş û r’amana mirovhayîyê mijûl
kirye, bi p’eydabûna civaka mirovahîyê r’a, bi p’eydabûna k’omên cuda, bi berek û eşîr
û gel û net’ewên cuda r’a...
Ew daxweza mirov a xwezayî ye – daxwezîya azadîyê! Dema
ew dixwaze serbxwe be – azad be!
Ev r’ewşa mirov a xwezayî ye – ew yek be, an ew k’om û civak bin: berek û
eşîr, gel, an netew, – yek e, hîç ferq nake!
Ewê pirsê di t’evahîya dîroka mirovhayê da bi wê r’a hevr’êwîtî kirye...
Û bi vê daxwezê mirovê hîç jî nikaribe, kesekî matma bike!
Û berbi azadîyê û serxwebûnê va jî, her gelek bi cûr’eyê xwe diçe.
Ya gelê k’urd jî, dîroka xwe sêwirye, r’êya wî ya pêşveçûnê dîyar
bûye...
…Ev zêdetirî dused salî ye, gelê k’urd ji bo mafên xwe têk’oşîna r’izgarîya net’ewî dimeşîne, lê heya îro
jî K’urdistan çarp’arç’ekirî dimîne, û gelê k’urd jî hê nû li ser
destpêka r’êgeha xwe ya berbi serxwebûnê va ye...
Hê jî di p’arç’eyên cuda ên K’urdistanê da li hember gelê k’urd t’evkujî didomin, ...hê siyaseta
nep’jirandin û nenaskirinê, ya bişavtinê û têr’ora dewletê li dijî wî tê
meşandin...
Û îro pêvajoyên dîrokî wisa pêk hatine, ku merc û derfetên
r’êal çê bûne, ji bo k’urd jî bigihîjin azadî û
serxwebûna xwe. Lê r’ewş di her p’arç’eyekî Welêt da bi şêwazên cuda çê bûye...
Û evê r’ewşê nikaribû li ser helwesta k’urdan a hember cîhanê û
bêdadîya di wê da bandora xwe nehişta. Ewê nikaribû li ser helwesta k’urdan a li hember pirsên
mafên mirov, û, helbet, wisa jî li hember serxwebûnê, di nav wê da wisa jî,
serxwebûna wî bi xwe, bandora xwe nekira!
Pirs dertê hole – k’urd divê çi bikin, ew çawa
xwe ji wê bêdadîya dewr û zemanan, ji wê bindestîyê r’izgar bikin, çawa xwe
bigihînin xiyala xwe ya sedê salan – Azadîya Mezin!
Û heya îro jî di nav k’urdan da hê hinek mirov
hene, ên ku bawer dikin, ku mirov dikare bi carekê va (û ew jî, her bi
piştgirîya dewleteke gewre!) hilde û serxwebûna xwe r’agihîne...
Xiyaleke wisa ya ûtopîk
hema-hema li bal hemû gelên blindest dem bi dem serî hildide.
Heya hinek dikine qar’eqar’, r’exne dikinm digazinin, xwedêgiravî, çima bi carekê va
daxweza serxwebûnê nakin (di heman demê da, helbet, bi xwe jî ji bo wê tiştekî
jî nakin!).
Helbet li r’ex mirovên weha wisa jî yên dinê hene, yên ku t’evahîya zorî û dijwarîya
vê pirsê tê digihîjin. Ewana tê digihîjin, ku di cîhana îroyîn da (lo, hema ya berê
da jî!) wisa hêsan nine, ku mirov hema bi carekê va serxwebûna xwe bi dest bîne
(helbet, eger tiştekî nebînaî yê derxwezay pêk neyê!), ku ew pirseke ne sade û dijwar e, ku divê mirov ji bo wê amadek’arîyên ciddî bibîne, merc û derfetên pêwîst saz bike…
Û di r’wşeke weha da hinek mirov dertên, ên ku bi hestên net’ewî yên gelê sade dilîzin
– xwedêgiravî, ya me k’urdan, îro şansê me yê r’eal heye, ku em serxwebûnê bi dest bînin, lê hinek r’êxistinên siyasî evê yekê
naxwazin (?!) … Xwedêgiravî, va, kek Mesûd hewl dide, dixwaze ji k’urdan r’a serxwebûnê bîne, lê yên
dinê – na!
Û hinek bi dil bawer dikin, ku tiştekî wisa dikare pêk
bê, ku hema t’enê mirov bixwaze, û azadî û serxwebûnê bên…
Lê ev mirovana hîç jî nadin heşê xwe, k’a mirov çawa dikre serxwebûnê
dest bîne, k’a divê mirov ji bo wê çi bike, çi pirsgirêkan û pêşbendan
derbaz bike (yên hindur’în, yên herêmî, yên navnet’ewî; yên êkonomî, siyasî, dîplomasî!)?..
Û, lewra, dema hinek
ji bo serxwebûnê dikin qar’eqar’, hîç kes ji wan napirse: “Ew hûnê çawa serxwebûnê ji me r’a bînin, ey xweşmêrno? Çi ye, ya we, di dest we da şiva qudretê heye? Ew k’î amede ye, hema wisa, bi hêsane hilde û
serxwebûnê “dîyarî” me bike? Ma ne, di
vê cîhana me da hîç demekê jî serxwebûn “dîyarî” kesekî nekirine û îro jî
nakin, ...ewê t’enê ji mirov distînin!”
...Û, dema
kek Mesûd diçe p’aytextên welatên cuda û di
derbarê r’êfêrêndûma ji bo
serxwebûnê da diaxive, dîsa jî, dibe ku, ji bîr nake, ku r’êfêrêndûm divê di Herêmê da pêk bê, ne ku di wan welatan da. Ku
girîng e, ji bo çalakîyeke wisa ya ferz
û ciddî Herêm bi xwe amade be. Ku ji bo gaveke wisa girîng di
sêrî da divê mirov ji aramkirina r’ewşa Herêmê, ji helwesta giştî destpê bike. Û ji bo wê jî:
– divê, ya sereke,
di Herêmê da hevhatin û hevbendîya netewî hebe; piştî wê, ji bo sazûmanîya r’êvebirîyê, divê r’êfêrêndûmê pêk bînin, ji
bo ku sazîya desthilatê di Herêmê da dîyar bikin... Û her paşê li ser bingeha dêmokrasîyê
hilbijartinên giştî pêk bînin (di nav da, wisa jî, yên serokherêm) û hukumeta
hevhatina net’ewî saz bikin;
– Hemû sînor û xalên kontrolê yên di navbera Behdînan û
Soran da bên r’akirin;
– bi zagondarî wisa bikin, ku hîç kes nikaribe desthilatdarîyê
zevtî xwe bike (usurpation), ew ji hêla çi partîyê va dibe, bila bibe;
– Parlamênt divê bi r’astî bibe organeke zagondar
ya li ser partîyan r’a, lê ne ku bibe pêveka partîyekê;
– hem hilbijartinên par’lamêntê, hem jî p’ejirandina sazîya hukumetê
divê li ser bingehên dêmokiratîk pêk bên, ne ku li ser bingeha wê navnîşê
(lîste), ya ku ji hêla partîyekê va hatye amedekirin û erêkirin;
– divê êrîş û qedexeyên ji ber cudahîya r’amanê yên li ser nûnerên
partî û r’êxistinên dijhember (muxalefet) bi qanînî bên r’edkirin;
Lê ya here sereke û
girîng:
– divê pirsa wan
herêmên k’urdî bê ç’areserkirin, ên ku derî
sçnorên Herêma Otonom hatine hiştin! – Bêyî wan k’uda?
Eva pirsgirêka serê
hemû pirsgirêkan e ji bo t’evahîya gelê k’urd!
Lê, eger r’êvebirîya navendî ya Îraqê hilde û bibêje, fermo, em
qayîl in, di nava sînorên îroyîn ên Herêma
Otonom da serxwebûna xwe r’agihînin?!
Wê demê emê çi bikin?
Û, li şûna wê, ku li
ser pirsa dabeşkirina amrazên (dirav) byûdcê bik’evin gengeşîyan, lê
hatinîyên ji nevta herêmê bik’işînin bankên T’irkîya “dosta stratêjîk”, xwedêgiravî, ji bo parastinê, divê ji bo dubendîtî û
gengeşîyên hundur’în çareserîyekê biger’in, û nehêlin, ku ew bigihîjin asta rabûna rûyê hev û
pevçûnan; divê li ser bingeha wekhevîyê desteyek ji nûnerên hemû hêzên siyasî
yên Herêmê bê sazkirin, û bi hevr’a ciddî bi pirsên wan
herêman va mijûl bibin, yên ku derî sînorên Herêma Otonom hatine hiştin!
A, êdî paşê, her’in r’êfêrêndûmê û serxwebûna
Herêmê r’agihînin…
Û, ya dine!
Yên ku bi r’astî dixwazin û amade ne, serxwebûnê r’agihînin, ewê destûrê ji hineke dinê naxwezin…Ewê bêyî
r’êklameke zêde, bêyî hêle û hihgirmeyeke zêde hemû
amedek’arîyan bikin, paşê dê ç’avdêrên navnet’ewî dawet bikin û r’êfêrêndûma ji bo
serxwebûnê pêk bînin. Û her paşê dê berbir’î R’NY, r’êxistinên dinê yên
navnetewî û dewletan bibin, ji bo ku ew encamên r’êfêrêndûmê nas bikin.
Mînaka wisa van r’ojên me li bal k’urdan êdî pêk hatye.
Em binihêr’in, k’a hevserokê PYD bir’êz Salih Mûslîm di derbarê cêr’ibandina xwe da çi dibêje. Bi gotina wî, ji bo r’agîhandina Fêdêratsîona R’ojava-Bakûrê Sûrîyayê, ewana destûr ji kesekî naxwastine.
– Tu bir’yarê didî, – serokê PYD-ê dibêje, – tu destûrê ji kesekî
naxwazî! Dema ku kanton hatine avakirin, destûr ji kesekî nehate xwastin. Dema
Xweserîya dêmokratîk hate avakirin, destûr ji kesekî nehate xwastin!.. (http://www.dengeamerika.com/media/video/fedralizim/3252490.html)
Li vira her tişt hatye
gotin, pêwîstî bi şiroveyên zêde nemaye jî!
Li şûna Peynivîsarê
Van demên dawîyê
gotûbejek di navbera min û dostekî min ê kevn da pêk hat. Ewî hê dema Yekîtîya
Sovêtê r’ojnamegerî dikir, şirovegerê siyasî yê weşanekê bû.
Em r’ûniştibûn û me li dora fîncana qawê galegal dikir…
Di dawîya galegala xwe
da em hatin ser pirs r’ewşa îroyîn a K’urdistanê û R’ojhilata navîn, bi giştî. Me li ser pirsa bidewletbûna
k’urdan û serxwebûna wan nêr’înên xwe anîn zimên, helbet me dijwarî û berbendên li
ser wê r’êyê jî anîn ber ç’avan, û wisa jî em
veger’yan ser şansê k’urdan ên ji bo wê…
Dema em gihîştin pirsa
pêvajoya siyasî ya îroyîn û serdema nû ya têk’oşîna gelê k’urd a ji bo mafên xwe yên net’ewî, ewî got:
– Ez bi baldarî
pêvajoyên K’urdistanê dişopînim – yên herçar p’arç’eyên wê jî. Hûn li ser
r’êya r’ast in. Lê serxwebûn ji
bo we divê bi serê xwe nebe armancekê – wek tiştekî mîna – serxwebûn ji bo
xatirê serxwebûnê, an, serxwebûn – hema naha! Bi dîtina min, divê zêde lez nek’evin, hûn bi wê dikarin gelek tişt winda bikin…
Ez
hema-hema hemû weşanên we yên bi zimanê r’ûsî
dixwînim, – ewî gotina xwe
domand. –… Guh nedin wan delk’ û dolabên ewên ku di k’ûçe û kolanan da dikin qar’eqar’, ya wan nirx û
armancên wan cuda ne…
Ji bo gelê we azadî û
serxwebûnê ne ku ewê bînin, lê yên ku bi r’astî ji bo mafên gelê
we têkoşînê dimeşînin û ji bo wê îyana xwe jî nahêvşînin!
Ew, ên ku wisa dikin qîjewîj,
wisa bi dengekî bilind di derbarê wê da dibêjin, (jixwe ew ji bilî wê tiştekî dinê
nikarin jî bikin?!), bi wê ew we û r’êvebirîya we tînin provokatsînê
(lîstikê), ji bo ku r’êvebirîya we di derbarê
xwsteka xwe ya cudabûnê da, ya serxwebûnê da bi dengekî bilind r’agihînin. Ewên ku we tînin lîstikê jî, dê destxweda bir’evin bal xwedîyên xwe û dê bibêjin:
– Va, binihêr’in, ewana dixwazin cuda bibin, ewana separatist in! –
Ma ne, ew jî k’arê wan e, ewana bi wê nanê xwe qazenc dikin…
Lê hûn divê
hesabê xwe baş bizanibin û bibînin, k’a di cîhana
îroyîn da çawa li wê pirsê dinihêr’in!
… Ewên ku ji bo mafên
gelê xwe têdik’oşin, ew di derbarê wê
da nakin qareqar…
Azadîya we di çîyayên we–kela
berxwedana we da tê avdan, di bajarên we da, di R’ojavaya we da û di p’arç’eyên dine yên welatê we
da!...
Li xwe û li van hemûyan
xwedî derkevin!...
_______________
* Ev gotar bi r’ûsî di malpera kurdprêss
da hatye weşandin: http://kurd.press/?p=
19861
** Di Yekîtîya Sovêtê da,
dema mirovek li ser k’arekî p’eywirdar dikirin, divyabû, ku Komîtêya Partîya
Komûnîst a navçeyê, yan a herêmê li ser wî/wê bir’yar bida.
09. 04. 2016