Nirxandin 1 deqîqe xwendin

Kanîzelîlk

Kanîzelîlk kaniyeke esîl bû. Qet ne diçikiya. Havînan ava wê cemidî; zivistanan germ bû. Du darên kevnare yên tuwan li seriya wê kaniyê hebûn. Her yek bi qasê sed salî emrê wan hebû. Ji wan re digotin "Cota Darên Xezala Þêr Keya.’’ Pîr û kalên herêmê tev de çîroka Xezala Þêr Keya dizanin.Lê kanî gelek kevn e. Dora kaniyê bi kevirên xweþik hatiye çêkirinê. Ser wê jî bi tehtê fereh û yekpare hatiye girtin. Berê kaniyê ber bi baþûr ve ye. Ava wê ji dîwarê pêþber bi heft ciyan ji malikê diherike. Her ciyek ji kevir serê þêrek hatiye çêkirin û av di devê wan þêran de diherike. Li seriya her heft serê þêran jî Xezalek bedew di kevirê yekpare de hatiye çêkirin. Û li ser milê çepê ber bi aliyê rojhilat ve dinêre. Dema mirov diçe ser kaniyê pêþî çavê mirov bi nêrîna Xezalê dikeve. Lê nêrînek pir watedar e. Bi rastî jî nêrinek wisa li serê ye ku mirov naxwaze çavên xwe jê veqetîne. Wisa xuya ye ku bi destê hunermendeke hêja hatiye çêkirin.Hinek dibêjin ku ji berê de ew kanî li vir hebûye. Lê tu des nizane ku di kîjan demê de û ji aliyê kî ve hatiye çêkirin. Rîwayet hene û li gora wan rîwayetan dibêjin ku eþîrek ji eþîrên Medan li vir bi cî bûye. Mîrê wê eþîrê gelek zana û jîr bûye. Her çûye ku mîrîtiya xwe û rewþa eþîra xwe pêþ ve biriye û roj bi roj li ser eþîrên der û dor, serdestiya xwe ava kiriye. Bi tenê lawekî wî hebûye ew lawê wî jî gelek ji seyd û nêçîrê hez kiribiye. Her tim diçûye seydê. Rojek li nêçîrê li ser vê kaniyê Xezalek radike û bi dû wê dikewe. Ew roj û ev roj e ku tu agahiyek ji lawê mîrê eþîrê tune ye. Kes nizane ka li dû vê Xezalê bi ku de çû! Ji ber ku ew  lawê bi tenê bû, bavê wî û diya wî gelek jê hez dikirin. Piþtê ku lawê wan diçe û venagere, gelek bi berdikevin. Lê hêviya xwe jî jê nabirin. Ji bo ku delaliyê wan her tim bibîr bê, kaniyê didin çêkirin. Mîr bi taybetî li ser disekine. Kaniyê bixwedî dike, nemir dike. Li ser kevirê pêþ ê kaniyê, ji yên ku Xezalê ditibin, hunermendan tîne, Xezalê bi dîtiyên Xezalê dide tarîfkirin û dide çêkirin. Ji wê demê  þûnda çîroka lawê mîr û Xezala devê kaniyê tê gotin. Lê ji bo her heft serê þêran ku ava kaniyê di dev û pozê wan de diherike, kes nizane çîroka wan çi ye. Li ser viya jî hinek rîwayet hene ku dibêjin rojekî lawê mîrekî giregir (ew jî mîrê eþîra Medan e yan na,  nayê zanîn) ji neçîrê vedigere, li ber deriyê þikeftekî rastê Xezalekî tê. Xezal xwe vezelandiye, guhanê wê tije þîr e. Heft têjîkên þêran dor bi dor, dev dixin guhanê wê lê dimijin. Têjika Xezalê jî li ber serê diya xwe sekiniye. Car carina diçe devê xwe dixe çiçikê diya xwe hinek dimije û têjikên þêran têne wê ji guhanê dûr dixin. Ew jî diçe ber serê diya xwe, geh li guhanê diya xwe û þîrxwarina têjikên þêran mêze dike, geh jî serê xwe dide ber serê diya xwe û melûl melûl lê dinihêre. Her wekî jê re gilî û gazinan bike. Ev rewþ gelekî bala nêçîrvan dikþîne. Ji wê rojê þûnda her tim tê ji dûr ve li wan temaþe dike. Demek dirêj di ser re derbas dibe, têjikên þêran mezin dibin, û her diçe çavsor dibin. Lawê mîr rojekê dîsa diçe temaþekirina wan, mêze dike ku çi bibîne, her heft têjikên þêran ketine ser Xezalê û wê dixwin. Têjika Xezalê jî li seriya þikeftê, li ser zinarekî  melûl melûl li wan temaþe dike. Lawê mîr pir li ber dikeve. Ji bo vê bûyerê bibe êbret û her tim bi bîr bê, li ser kaniya ku her tim Xezalê dihat li serê avê vedixwar Xezalê û þêran li ser kevirê yekpare dide kolan û çêkirin. Hinek rîwayet jî hene ku dibêjin? Rast e, mesela Xezalê û heft þêran hebûye. Ji ber ku ewan þêran, Xezala ku jê xwedî dibin, bi þîrê wê mezin dibin wê dikujin û dixwin; û Xezala têjik jî ji destê wan direve, xelas dibe; Xezal dibe kanî, þîrê wê jî dibe av û di dev û pozê her heft þêran de diherike. Ji wê rojê þûnde kes der nayê seyda xezalan. Dema yê ku derê jî xezalek rake û bi dû wê bikeve; demek þûn de ew xezal ji ber çavê wî wenda dibe. Li wê herêmê, li wan çiyayan xezal gelek in, lê kes nikare wan bigire. Her tim têne ser vê kaniyê avê vedixwin. Ev kanî jî Kanîzelîlk e. Kanînzelîlk kaniyek avzelal e di nava dilê Zagrosan de…Azad [email protected]

Kanîzelîlk
ku