<p>Dem: 16 adar 2005 çarşem
Li ser banga Konseya Ewlekarî ya NY (Neteweyên Yekbûyî) peymanek di navbera Îran û Îraqê de hate îmzekirin û şerê ku di navbera herdu dewletan de 8 sal berdewam kir bi dawî bû. Piştî ku dawî li vî serî hat, di navbera 16 û 17ê adara 1988 de, rejîma Baas li Helepçeyê bombe û çekên kîmyewî bi kar anî, komkujiyek(qetlîamek) pêk anî. Dijminên kurdan li hev hatibûn û dor hatibû ser kurdan.</p>
Dem: 16 adar 2005 çarşem
Li ser banga Konseya Ewlekarî ya NY (Neteweyên Yekbûyî) peymanek di
navbera Îran û Îraqê de hate îmzekirin û şerê ku di navbera herdu
dewletan de 8 sal berdewam kir bi dawî bû. Piştî ku dawî li vî serî hat,
di navbera 16 û 17ê adara 1988 de, rejîma Baas li Helepçeyê bombe û
çekên kîmyewî bi kar anî, komkujiyek(qetlîamek) pêk anî. Dijminên kurdan
li hev hatibûn û dor hatibû ser kurdan.
Îraq, ku ji aliyê Amerîkayê ve dihat destekkirin, li gel şerê 8 salî,
bi piştgiriyeke nependî ya Almanya, Fransa û Rûsyayê, bûbû xwedî hêzeke
mezin a madî û eskerî. Bi cesareta vê hêzê û van piştgiriyan, bi
bahaneya, ango hinceta ku hêzên Başûrî di dema şer de alîkarî ji Îranê
re kirine, Seddam ji bo komkujiya kurdan planên mezin li dar xist.
Dijminên mirovahî û ronahiyê, şevşevokên dev bi xwîn, ketin nav
çalakiyeke bi gemmar da ku ronahiya çavên zarokên kurdan vemirînin.
Di vê mehê de ku bêhna gul û nêrgizên biharê li kuçe û kolanan
difûrîn, bi ewrên jahrê tarî bû asîmana li ser parçeyek ji axa welatê
min. Û dil û hinav bi xwe re sotin.
Piştî vê komkujiyê, bi taybet welatên rojava ku bi "demokrasiya xwe"
serbilind in û ders didin dunyayê, bi dirûtiyek bêhempa xwe kerr, kor û
lal kirin. Ev welat xwedî saziyên wisanin ku, dema dayikek bi zaroka xwe
ve biqîre, dikarin xwedî lê derkevin û bikine bin baskên dewletê. Lê
dîsa heman welat ji bo zarokên kurdan jahrê rewa dîtin. Paşê, ji ber
Seddam ji bo wan jî bu xetere an karê xwe pê qedandin, vê carê ew mîna
kesekî dev bi xwîn bi nav kirin û bi dunyayê dane zanîn. Dibe ku ev
durûtî bi kêrî xapandina raya wan a giştî hatibe, lê nikarîbûn
gunehbarî, tewanbarî û hevpariya xwe ya vê komkujiyê ji kurdan jî
veşêrin. Ji xwe paşê ev rastî di raya wan a giştî de jî aşkere bû.
Fîrmayên ku jahrê firotin Seddam, bazirganên jahrê hatin eşkerekirin û
kirin ku mahkeme bikin, lê ew jî xapandinek din bû, lewre tu kes ji wan
nehat mahkemekirin. Bêtir pûş bi ser dakirin. Ji ber tewanbar ne bi tenê
çend fîrmayên jahrfroş bûn, ev hevkariyeke navnetewî bû. Dê kê, kî
mahkeme bikiraş
şirketên alman jahrê çêdikirin û difirotin, şirketên barkirinê yên Tirk
jahrê bar dikirin û ji bendera Mersînê bi keştiyan dibirin Îraqê û
teslîmê şevşevokên mirinê dikirin.
Bi salan Seddam xwedî kirin, lê nedikaribûn kedî bikin. Piştî
komkujiyê, kengî ku Seddam palan li wan qeliband, wê demê bûn parazvanên
mafên mirovan, wê demê bi ser Helepçe ve hêstirên derewîn barandin û
bûne dijminên mezintirîn ên Seddam.
Helepçe yek ji mînaka herî berbiçav e, ji polîtîkayên qirêj ên
desthilatdar û kedxwarên dunyayê re.
Ka ji xwe re qasek bifikirin li zarokên kurdan ku di nav şênahiya
biharê de, ji gaza jahrê qirika wan hatine dagirtin û nikarin nefes
bistînin. Ka li zarokên bazirganên jahrê bifikirin qasek ku li ser xwîna
zarokên kurdan ji hemû nîmetên jîyanê sûd werdigirin. Di dibistanên
taybet de tenê perwerdekirin û tiştên herî xweş dixwin, vedixwin, li xwe
dikin û kêfa herî baş dikin. Bêyî ku bizanibin li deverek din a
dunyayê, ku mîna Kurdistan tê binavkirin, bi şikandina 5 hezar gulî vê
jîyanê bi dest xistine. Bîstek bifikirin li wan mîratxwirên, wêrisên
bazirganên xerdelê ku dê sibê li şûna bavên xwe rûnên.
Û "Êrîşa Enfalê", ku bi wendakirina 182 hezar kesî encam girt û li
ser pir kêm tişt hatine gotin û nivîsîn!..
Hîn birînên Helepçê nekewiyabûn, hîn ewrên reş û tarî bûn ku bi jehrî
dagirtî bûn digeriyan li ser asîmanên welatê min, bi planeke mezin,
êrîşekî barbarî, xwînxwarîya din birin bi ser gundên kurdan.
Plan ji aliyê pismamê Sedddam Hesen El Macîd ve hate çêkirin ku mîna
qesabê kurd tê naskirin û bi navkirin. Bi sê milan êrîş birin bi ser
herêmên Germiyan-Qeredax, Hewlêr û Behdinan ve. Çi keç û law, çi jin û
mêr, çi pîrejin û kalemêr, ji heftsaliyan heta heftê saliyan kurd hatin
dîl girtin. Gundên kurdan hatin wêrankirin û di encamê de 182 hezar kurd
dîl hatin girtin û 4.500 gund hatin şewitandin, wêran û talankirin.
Enfal di Quranê de navê sûreyek e. Qala şerê navbera musilman û
kafiran, ango kesên li dijî Muhammed dike. Kurdên ku li dijî rejîma Baas
û Seddam derketin jî, mîna kafir hatine bi navkirin, kuştina wan hat
helalkirin û loma jî navê "Enfal"ê li vê êrîşê kirin. Piraniya kesên ku
di vê êrîşê de dîl hatin girtin, li sînorên Urdun û Erebîstana Suudî bi
saxî hatin binaxkirin. Keçên kurd ên ciwan jî, di sedsala 20an de mîna
carîye firotine şêxên ereban. Dunya vê bûyerê ne dît û ne jî bihîst.
Ecêba herî giran jî, kurd bi xwe jî, zêde li ser vê bûyerê ranewestiyan û
baş neanîn ziman.
Lê hêvî heye, evîn heye, bawerî heye êdî bi gelê kurd re û jîyan
dipijiqe ji nav axa welatê min ku bi sedsalan bêhna mirinê jê difûriya.
şehîdên me dibine Newroz, Binevş, Sosin, Gul û Nergiz û her sal ji nû ve
şîn dibin êdî li deşt û çîya û zozanên welatê min û dibine merhem û
derman ji birîna Helepçeyê re.
Mahabad F. Arda
[email protected]