Kurdê xorasanê Fîlmek nû çê diken
Kurdê xorasanê ew kurdêne ku dema şera navbera îran û usmanîyan ji bo sekinîn li hembera tirkmen û uzbekan ku diketin xorasanê mezin (xorasan û sîstan û kirman û yez ê niha) bi desta şah ebbasê evel û hhinek li dema şahsoltan husêyn kucber bûne vê derê. Li vê derê jî niha ewana gelek rewşên bi taybet de hene. Dawet û mûzikên taybetî jî wan hene. Çend ciwanê bi ramanên teze û nû dest bi çê kirina fîlmek bi nave merxên gulîlê kirine, ji bo istandina vê iznê ji dewleta îranê gelek zehmet dîtinê. Kargerdana vê fîlmê emîn qurbanî, xebatên ijrayî ezîz refet û xebatên gelemerî bi destê muhemedê remezanî tê xebat kirin. Di vê fîlmê de muhemed mehmûdî karê ragihandinî û têkildarî û ramanên li ser fîlmên nû çê dike,. Ismayl husêynpûr u hesen roşan jî karnasî ya ferhengî û helbestî ya vê diken. Mijara vê flmê li ser vê ye ku tirkmen êrîşa gundekê kurdên xorasanê diken û ji ber vê ku mêrên vê gundê ji gundê ji bo şereke bi tirkmenan li cîyek din derketine, ev rêlixist (dizên tirkmen) êrîşa gundê diken û jinên vê gundê bi xêyretek mezin li hebera van disekinin û hemû tên kuştin û zarok û kecên civan diken nava guman, dema vegerîyana mêrên vê gundê ji ber vê xeyanetê bi dawîya tirkmenan diçin û ta van digirin û mafên van didin û van hemûyan dikujin. Bi gutina muhemed mehmûdî ev fîlma ku ji destanek rastî hatîye girtin û li irşada îranê bi nave mustened hatîye naskirin û niha jî li ser film girtinê ye.