Kurdên Bakur û Siya dagirkeriyê!
Hin kes ji min re dibêje; „tu tim li pey tiştên eleltewş î!“ Na! Ez tenê li pey rastiyê me, lewra dagirkeran bi kirin û rengên xwe em wisa lewitandine, mixabin ku jê wê qirêjiyê rizgarbûn, bi awayekî mirovê normal fikirîn ne hêsan e.
Mînakek piçûk;
Ez hin Kurdên ku ji heman malbatê ne (xizm, pismam, dotmamên hev in) nasdikim. Hem jî ez ji wan malbatan baş dinasim weke mînak bigirim:
Yek li Almanyayê, yek li Fransayê, du hev li Xinusê (Kurdistan), yek jî li Eskîşehîrê mezinbûye.
Dema mirov li têgîhîştinên wan, nirxandinên wan ên siyasî û bi mirovan re têkilî danîna wan dinêre, wer zendike ku her yek ji welatekî, ji çand û gelekî cûda ne. Xwe ne nêzîkê hev, dijê wê xwe nêzîkê têgîhîştin, bertek û nirxandinên welatê ku ew lê mezin bûne, dibînin. Nirxandin û nîzîkatiyên wan ên li ser mijareyên cûda jî, bi rengê wan welatên ku ew lê dijîn, e.
Dema ew tên ba hev, çar welat, çar têgîhîştinên cûda bi awayekî gelek zelal xuya dike. Lema jî ti car nikarin di xalekî de bigihîjin hev. Mixabin ku ev rastiya gelên ne xwedanê welatê xwe ne, ne bi têgîhîştana çand, xwebûn û rastya serkariya xwe ne.
Çiman?
Ji ber ku her yek ji wan prototîpeke cigeh û çanda ku ew di nav de mezinbûyî ne. Belê weke vê mînakê mirov di nava kîjan civakê û çandê de mezin bibe, bi girani bi reng û têgîhîştina wê civakê li cihanê, li mijare û diyardeyan dinêre û her tiştî anegorî nirxên wê civakê dinirxîne û tevdigere. Hima mînakeke piçûk a din; keçikên hetanî nehsaliya xwe li welêt mezin bûbe, dema zikê wê yan jî qorên wê xuya bike, hima bi weş û tirs, yan jî bi hestê fedîkirinê dest davêje pêşa xwe û dikişîne, lê yên li Almanyayê /Avrupayê mezin bûbe, dikare li meydanê jî pantolê xwe derxe û pantoleke din li xwe bike. Ev ne bê edebî, ev bingehê jiyana sosyolojî û rengê psikolojîk ê wê civaka ku ew di nav de mezin bûne, tê. Her cûre nirxandinên wan jî, tenê di nava wê çarçoveyê de pêkan e.
Heta mirovên li eyaletên cûda yên welatekî mezin bûnin jî, wekî hev nêzîkê bûyare û diyardeyan nabin. Mînak: li Almanyayê mirovên li Ostfriesland, Hessen û Bayernê mezin bûne, ti car wekî hev nêzîkê edeb û mijareyên siyasî û edebî nabin, li hember bûyareyan xwedanê bertekên pir cûda ne.
Li welatê me; ji baweriyên cûda bigire, hetanî zaravayan, xwerû jî ji ber çand û perwerdeya welatên dagirker cûdahîyên nayên hiş û aqilan pêkhatine. Heta forma stranên herêman jî diguherin. Mînak: Stranên Heqarî, Serhed, Dêrsim û Maraşê xweber cûda cûda olan dide. Ev awa cûdahî rasterast pêşketinên xwezayî û civakî ne, yanê tiştên gelek asayî ne.
Bandora dagirkeran
Anegorî daneyên berdest; ev „netew dewleta Tirk“ li pey peymana Sykes – Pîckot di bin fermana Îngîlîzan de hate damezrandin. Îngîlîzan; Mustafa Kemal bi vîza /destûrnameya xwe, bi komeke leşkeran ve bi fînansa xwe li keştiya siwarkirin û şandin Anatolyayê (Samsûnê), ku li dijê serhildanan bisekine û wan bi vê projeya netew-dewletê ve girêde. Her wiha di bin serkariya wî, koçberên Selanîkî yên din û kesên ji gelên Balkanan ve ev netew-dewlet dan damezrandin. Hemû îdeologên netew-dewleta tirk ji gelên biyanî ne, weke Mînak kom 1: Yosif Aqçûra (Yusuf Akçûra), Agop Martyan (Agop Dîlaçar), Mehmet Akîf Ersoy (arnavut) Mustafa Kemal (selanîkî), Celal Bayar (Bulgar e), Îsmet Înunu (? dibêjin Kurd e) jî ne tirk bû, û û lîsteya devşîrmeyên di damezrandina vê netew-dewletê de cîh girtine, gelek dirêj e, di nav kabîneya yekem de yek kesekî nijad Tirk bi xiltî jî be tine, praniya wan ji Balqanan ne. Jixwe hemû lêkolînên genolojiya nûjen bi zelalî nîşanê me dide ku li Anatolyayê tenê û tenê li dora %2 -5 genê asyatîk heye. Genê asyatîk jî nayê wê wateyê ku tirk in, heta Soxdî, Tacîk û Afganên aryanî jî, xwedan genên asyatîk tên hesibandin.
Koma dudyan yên bîrdoza /îdeolojiya kemalîst afirandine û dane rûniştin jî ev in:
1. Ziya Gökalp (Kurd),
2. Tekîn Alp (Moiz Kohen = cihû ye),
3. Nijada Ahmet Taner Kişlali nayê zanîn, lê ne tirk e.
4. Li gel wan nivîskarên „Kovara Kadro“ (kovara ideologên Kemalîst bû) Yakup Kadrî Karaosmanoglu ji Qehîreyê ye ereb e, yê dudyan jî Şevket Süreyya Aydemîr e, nijada wî baş nayê zanîn.
Bi gotinekî kurt ev tirkayetî û bîrdoza kemalîst ya îro di mazatê de ye, berhema devşîrmeyan e. Mixabin ku dûvikên Ziya Gökalpê me (heşa me) jî bi sedhezaran e.
Dema Komara Tirk ya netew - dewletê hata damezrandin, li Anatolyayê herî zêde Kurdî û rûmî dihat axaftin. Di nava Kurdan de ne bi awayê tê xwestin jî ba, hetanî radeyekî hestê gelbûnî jî serdest bû, kemalîst ji vê ditirsiyan, lema ne tenê bi komkujiyan, bi qedexeyên faşîzan jî di ser Kurdan de hatin. Bi makzagona 1924 Tirkî weke zimanê fermî, hate pejirandin û hemû zimanên din, xwerû jî „kurdî“ di her warê jiyanê de hate qedexekirin. Heta bi makzagona 1980 kurdî axaftin di malan de jî hate qedexe kirin. Yanê çand, giyan û mejiyeke hezarsalan hedef hate girtin.
Kareseta reşandine ser giyana me
Dagirkerên Tirk anegorê vê îdeolojiya nijadperest a netew-dewletê, li gel qedexeyên dij mirovî, bi bangaşî û perwerdeyeke mejî şuştinê a devşîrmeyan daxistin qada jiyanê. Dîrokek li ser bingehên derewan afirandin, ji her neteweyê gotin, stran û çîrok girtin, bi hin guherînan ji vê netew-dewletê re kirin mal. Anegorî hin lêkolînên zanistî, stranên wanên gel, ji % 60 stranên kurdî ne. Bi hezaran gotinên zimanên din bi guhertina hin dengan kirin malên zimanê tirkî. Û bi kotekê dest bi helandina netew û kêmnetewan kirin. Ji bo ku em bikarin hin rastiyên bişaftina giyanî ku weke karesetekê dij xwezayî reşyaye ser bakurê Kurdistanê vekin, divê em di ronahiya van agahî û daneyên ku min di paragrafên berê de vekiriye de, nêzîkê nirxandin, rik û tewanbarkirinên hin derdorên bi armacên qirêj vê rastiyê piştguh dikin, bibin.
Di ronayhia vê de
Kurdên Bakur ji saziyên pêşdibîstanî bigire hetanî zanîngehê diqedînin bi giyana perwerdeya netew - dewleta Tirk ya devşîrme û nijadperest bi kotekê tê perwerdekirin. Ne tenê ew forma perwerdeya ji nijadperestiyê wêda, tevahiya medya wan a dîtnêr û rojname jî alavên vê serîşuştinê û li dij rastiya xwe serîsorkirinê ne. Têkiliyên mirovan yên di nav bajarên Tirkan de jî, bi nûansên cûda jî be, bi wê gîyanê nijadperest a dagirkeriyê dagirtiye, dema rengek Kurd û kurdî dibînin, awazeke reng kurdî dibîhîsin nola conegayê sor dîtiye êriş dikin. Dagirkerên Tirk di siya wê perwerdeyê de bangaşiyeke gelek qirêj bi rêve dibe.
Bi gotineke kurt mejiyê mirov, têgîhîştina bingehîn ya mirovbûnê di bin siya vê rêbaya nijaperest a devşîrmeyî de teşe digire. Bi mîlyonan Kurd jî şibandine xwe. Mînak: Dema Qibris dihat dagirkirin, piraniya Kurdan bi hestê nijadperestiya dagirkerên Tirk nêzîkê mijareya dagirkirina Qibrisê dibûn. Her çendî qaşo me hinek teoriyên şoreşgerî û enternasyonalîst di mejî de tomarkiribû jî, dema em rastê girêkan dihatin, em bi guman nêzîkê Girêkan /yunanan dibûn. Mirovên ku li ber vê lehîya asimilasyona nijadperestî ketî, hetanî tedavî nebe, yan jî di întîhareke bingehîn re derbas nebe, nikare xwe ji vê heriya bêbav rizgar bike.
Di çanda wan de Kurd
Bêbaviya dagirkeran ya herî mezin jî ev qada çandî ye: Di çanda dagirkeriya Tirk de her cûre nirxên Kurd û Kurdistanî, kesayetiyên Kurd tenê di nava çarçoveya nerênî, rastiyan tênegîhîştinî, gasikê dijmin û piçûkxistinî de bi awayê rencîdekirina dij mirovî tê pêşkêşkirin. Heta li Kurdbûna xwe mikûr hatin jî, wek fesadiyeke dijminên der û xayinan dihat û tê nirxandin.
Her çendî netew-dewleta wan bi destê îngîlîzan hatiye damezrandin, Bendê wan bi doxîna welatên emperyalîst ve jî girêdayîye, wê tewana xwe jî li me bardikin. Bi welatê emperyalîst ve girêdana xwe înkar nakin. Wekî Mînak: Serokkomarê wan ê demekê Cevdet Sûnay di dema çepgirên Tirk Fîloya Amêrîqayê ya hatibû Îstanbolê protesto kiribûn de, bê etîkeke serokkomarî bi bêşermekê gelek aşîkar gotibû; „... Heta kiras û derpê we jî ji Amêrîqayê tê!..“ Yanê bi xwe maşeyên destê Îngîlîzên ku anegorî peymana Sykes-Pîkot Kurdistan parçekirî bûn, lê ew kirasên xwe yên qirêj li me dikirin. Hê jî bi hemû baskên xwe ve wisa ye.
Kurd di wêjeya wan de „bê hiş, faf, kesê zû tê xapandin û xayînê welêt, maşeyê destê Îngîlîz, Rûs, Cihû û û ya ne. Hima Mînakek balkêş ji gotinên rojane: „Axaçtan maşa Kürtten paşa olmaz!?“ Di romanên wan de li dij Kurdan tenê bêedebî heye. Mînak pir in, em çend mînakan bidin: Romana Halîde Edîp Adivar, „Qerweş“ li romana Tankut „Daxlari Bekleyen kiz“ binerin, hûnê vê rastiyê bibînin. Heta Yaşar Kemla jî di romana xwe ya bi navê „Memê Zirav“ (Înce Memet) de eşîra Kurdan ya li Torosan xirab, bêbav, bêbext, lê eşîra Tirkên yörik (!) jî weke alîkar, qehereman, merd û xwedî wîjdan nîşan daye. Romanên Kemal Bîlbaşar Memo, Cemo jî wisa ne. Jixwe di fîlmên wan de, Kurd yên pêkenok, bêbext û gogên destê dijmin in. Her tiştên baş jî ji xwe re kirin mal. Mînaka herî balkêş mijara Rustemê Zal û Köroglu ye.
„Kurdoglu“ kirin „Köroğlu“ ji wêjeya Tirk re kirin mal (li xebata Mehmet Bayrak binêrin).
Ya herî giring jî, helwesta serkarên Tirk yên nijadperest ya li hemberê serhildanên Kurdan e. Carê bi awayê lêkolînerî li nirxandinên wan ên li ser serhildanên Kurdan binêrin. Rêberên serhildanan tim wek eşqiya, paşverûyên li dij şoreşa wan, ajanên welatekî qaşo dijminê Tirkan, tê pêşkêşkirin. Heta hinan weke ajanên xwe yên veşartî jî nîşandidin. Hima tenê li nirxandin û pêşkêşkirinên wan yên li ser serhildanên Koçgîrî, Palu-Genc (Şêyx Seid), Agirî, Dêrsim binêrin hûnê bi zelalî vê rastiya wan a bêbav bibînin.
Ev dijminahiya Kurdan bi nûansên cûda jî be, di nava hemû partî û komên wan ên qaşo çepgir û demoqrat de jî, têgîhîştina serdest e. Heta xutbeyên wan yên di mizgeftan de tên xwendin, gotinê pîrên wan ên Bektaşî jî di xizmeta vê bangaşiya dij mirovî de ne. Xwerû jî her hewl dan ku di mejiyê Kurdên girtine navxwe de vê têgîhîştinê bidin rûniştin. Kurdên di nava xwe de jî di bin navê „kurd bêtirs in“ de wan ne tenê li hember welatên cîran, li hemberê serhildanên Kurdan bikaranîn û bikartînin (mînak cerdewanî...) Di vî warî de ti cudahî di navbera rêbaya faşîst, îslamîst, qaşo demoqrat, kom û komikên wan ên qaşo sosyalîst û qomînîst de tine, gişt bi nûansên cûda weke hev in. Miriv dibêje; qey tev de ji yek qalibekê derketine, bes dû re bi rengên cûda hatine boyaxkirin. Bi gotineke kurt tev de bi awayê „Anuşkaya Rûsan“ in.
Bi vê bangaşiyê ev derew û bêbextiyên xwe bi Kurdan wisa dabûn bawerkirin ku dema me di destpêka birêkxistiniyê de tiştekê kurdewarî digot, mirovên me bi guman nêzîkê gotin û dîtinê me dibûn. Lê ku heman tiştî Tirkekî bigota. Digon: „Kuro mêrik Tirk e, Tirk baqil in, sedî sed tiştekî em nizanin dizane, lema dibêje!?!?“ Yanê mêjiyê piraniya Kurdan jî celp kiribû. Mejiyên kurdên dijîn jî hetanî radeyekî di nava tirsê de û dij Kurd bû.
Kurdên di salên heftêyî de ketine nava siyasetê bi giranî berê di nava çepgirên Tirk de cih girtibûn, a wan Kurdan ew bêhna wan ya têgîhîştina genî weke afyonê kişandin mejiyên xwe. Yên DDKO damezirandin jî tev de ji nava çepgirên Tirk yên weke ; TKP (Partiya koministên Tirk), TÎP (Tirkiye Îşçî partîsî) û yên din hatibûn. Piraniya kesayetiyan mejiyê bingehîn ji wir wergirtin. Heta dema mirov kesayetiyên di nava hewldana 49 an de dinirxîne dîsa rastê vê gumana bi xwe tê. Bê guman hewldanên li rastiya kurdayetîyê xwedî derketin jî, hebû, mînak tevgera Dr. Şivan, Çeko û hevalên wan ên bi destê Kurdan dan kuştin mînaka herî balkêş e, lê ev têgîhîştina erênî jî tişteke pir îstîsnaî û pir kêm reng vedabû.
Kom û Komikên di salên heftêyî de derketin hin di siya partiyên çepgirên Tirkan de bûn, hinên serbixwe jî xuyadikirin nekarîn giyana ku dijmin di mejiyên Kurdan de afirandîbû bi tevahî bikujin, jê kesayetiyeke xas Kurd biafirînin. Di nava xeta PKKê de ev kesayetiya dijmin afirandî kuştin hetanî radeyekî bi ser ket, bes yên din bi tevahî di siya çepgirên Tirkan de man. Lema serkarên Tirk çi hedef digire, çi reş dike, kîjan hewldanê bixwaz deforme bike, ev kom û komikên nav Kurd jî ji ber siya komên Tirk helwesteke di wê paralêlê de nîşan didin.
Dewleta Tirk bi taybetî jî ji hêza çekdar ya ku bi awayekî berfireh birêkxistinkirî û bûye xwediyê hêz ditirse. Bi her awayî û rengî êrişê wan dike. Di pêvajoya êrişê de hemû rengên xwe yên di nava Kurdan de afirandî jî dixe nava tevgerê. Çepgirên Tirkan rengên dagirkeran yên boyaxkirî ne, ew jî rasterast vê polîtîka dewleta dagirker dimeşînin. Mixabin ku bi mejîyê afirandî bi hêsanî dikarin beşek kom û komikên Kurd, mirovên ketî, serserîyên kolanan jî di paralêla armanca xwe de li dij hêza heyî bi awayekî hostayî bikarbîne û bikartîne. Her projeya ku bikare rêyekê ji Kurdan re veke, wan ditirsîne. Ji bo ku wan projeyan vala derxe, bi destê van derdorên bi doxîna wan ve girêdayî, lê xeftanê qaşo gernasî û kurdewarî berdaye ser xwe bikartîne. Ew jî dibin pispor û Hesenê çilqetil û êrijê proje û hewldanên rêvekirinê dikin. Bi teybetî jî kesayetiyên pêşeng bi fermanê teşhîr dikin.
Di destpêkê de ji bo ku ji vê rengê dagirkerên Tirk filitîn, xwe ji têgîhîştina di bin siya mejiyê netew-dewleta tirk de pêkhatî rizgarkirinê, pêdivî bi întîhara mejî û giyanî hebû û hê jî pêdivî pê heye, heta hê zêdetir. Her wiha hemû têkiliyên xwe ji wan birînê, têgîhştina rast û wêrekî dixwest. Divî bû şoreşa herî mezin di vî warî de pêkbihata. Xeta PKK ê a di vir de dest bi şoreşê kir û hetanî radeyekê bi ser jî ket.
Dema Tevgera Azadî (Xeta PKKê) dest bi birêkxistiniyê kir, ji TKP ê bigire, Hetanê TÎKO yê hemûyan di paralêla bangaşiya dewleta xwe de êrişên wê kirin. Digotin; „netewperestên zir (ilkel miliyetçîler)“ Kom û komikên di bin siya wan de jî, di paralêla bangaşiya dewletê û çepgirên dewleta dagirker de; digotin; „me dibin felaketê.“ Dû re jî, bi destpêka birêkxistiniya cerdevaniyê re hinên wan jî, bi awa û rengekî cûda li gel vê cerdevaniyê cîh girtin, yanê cerdewaniya siyasî.
Weke encam:
Ji bo gîhîştina rastiyê, divê her Kurd berê xwe ji siya ku dagirkeran di mejiyan de weke vîrûseke nexweşiyê afirandîye, xwerû jî ji vîrûsên wanê bê hêz û vîzyonekê rizgar bike. Kesê ku xwe ji wê qirêjiya têgîhîştina dagirkeriyê rizgar neke, nikare rastiya bibîne, wê her dem di paralêla têgîhîştina kolonyalîstan de êrişê pêkhatin, bûyare û pêngavên tên avêtin bike. Îro dewleta Tirk; li hemberê projeya aşitiyê ya birêz Öcalan bi derfetên xwe yên kêm û sînorkirî vekiriye, hemû baskên xwe û derdorên di bin sîya baskên xwe de xistiye nava tevgerê, da ku bikare wê vala derxe û bi wê ve girêdayî tevgera xwedî hêz di nava Kurdan de teşhîr bike. Ev derdorên min hewlda ku rastiya wan vekim, di cihê vê projeyê anegorî daxwaziya gelê Kurd xurt bikin de, rasterast bûnin gesikên destên dewleta Tirk.