Nirxandin 1 deqîqe xwendin

Li stêrkên zarokatiya xwe digerim -2-

Dem: 26 tebax 2006 ?emî(© www.amidakurd.com)Niha em di demsala a?tiyê de ne. Lê ez gera xwe ya di nava xewn û xeyala zarokatiya xwe de berdewam dikim. Ew çiyayên ku xwe di pir ?eklan de nî?an didin... Ew de?t û zozanên ku weke xaliyeke kesk dirêj dibin... û gelek dîmenên din ên di bîra min de.... Çavên min girtî ne, dihênijim, di navbera razan û ?iyarî, xewn û rastiyê de, bi hesreta welatekî azad, dîsa dadikevin nava wan dîmenên buhu?tî yên ji zarokatiya min mane...Dem çewa ecêb û xerîb e. Dem tim diherike weke çemeke bi co?. Ji ber hezkirin û dilsoziya me ya ji bo jiyanê, em çewa bêtirs di gelek rê û dirban re, di pêvajoyên dîn û har re derbas bûn.  Lê xwezî li me ku eger em îro bûne, an jî hewl didin bibin parazvanên nirxên ehlaqî ku mane û wateyek cuda didine jiyanê.Rûmeta mirovahiyê niha di ?exsê milletek mazlûm û bê guneh de, di bin lingan de ye. Eger pi?tî mirinê ez çil carên din jî bihatama dinê, minê dîsa weke îro parastina rûmeta mirovahiyê tercîh bikira. Niha yên ku herî zêde a?tî dixwazin, kesên maxdûrên zordestî û heqaretê ne. Ji vê daxwazê ba?tir û pîroztir wekî din çi dikare hebe? Ji kerema xwe re, ji bo vê yekê deqeyek rêz bigirin.Behsa evînê tê kirin, behsa a?tî û biratiyê tê kirin, lê belê li hember daxwaza pîroz û daxwaza mafdar û bi rûmet a bi milyonan kesî, lazim e mafê tu hêz û dewletî tunebe ku weke hersê meymûnan bibêje: ''nizanim, nabînim, nabihîzim.'' Em dixwazin, li coxrafya me li ser xaka me, medeniyet û ?aristanî serdest be.Roj li ber ava ye, ez li bajarê peravê gola Lemanê, dîsa li ?ane?îna avahiyeke bilind rûni?tî me. Gola Lemanê dîsa xwe ki?andiye nava bêdengiyê. Ez jî bi tevî xewn û xeyalên xwe, di gera serpêhatiyên zarokatiya xwe de, wer di xewê de çûme. Dema ku ?iyar bûm, nîvê ?evê bû. Tirîncên avahiyên derdorê, ?ewqa xwe ya rengîn dane gola Lemanê û dîsa bi pêlên avê re dîlan digirin. Ji ni?ka ve hesreta giran a welatê dîl kete dilê min. Niha gola Lemanê dibiriqe, di çavên min de dema ku sitêrk barîn ser Gola Wanê, tu hatî bîra min, di vê ?eva lacîwerd de. Niha ew dilên bar giran û birîndar û ew kesên ku ji esaretê ketine ser rêya azadiyê ba? dizanin, ê ku mirovan dike mirov, evin e. Evîn carnan mirovan dibe deverên dûr ku nayê bîra kesî û ji kûr ve bi mirovan dide hîs kirin ka li vê dinya fanî em ji bo kîjan nirxan dijîn. Mirov ji dema ku bûye mirov û vir ve, ti?ta ku tim, li pey geriyaye û di rêya wê de bûye bengiyek ji aqilan dûr, evîna azadiyê ye. Evîn dibe wesîleyek ku mirov pê vegere rastiya xwe, xwe nas bike û bi rihê xwe re li hev were. Ji dîrokê û vir ve, hatiye qebûl kirin, heta ku axa tu li ser dijî azad nebe, tu nikarî azad bî. Dîsa heta ku mirov nebe xwediyê evînê, nikare ji mirovan hez bike û rûmetê bidê û nikare delalî û xwe?ikbûna ku layiqê xwe dibîne, layiqê kesên din jî bibîne. Evîn û zilm, evîn û nijadperestî, evîn û egoîzim tam gotinên li dijî hev in. Bi zimanekî hîn vekirî: eger kesek, axaftin û perwerdeya bi zimanê makî, jiyana bi çanda netewa xwe û sitrana bi zimanê xwe, ji xwe re weke maf bibîne û van azadiyan li kesekî din jî qedexe bike, zalim û neheq e. Ev yek tê maneya bê evîniyê. Evîn mirovbûn e, lê bê êvînî hebûna bê ?ans a herî xirab e.Bifikire... Li Qewmek 40 milyon nifûsî bifikire ku her nif? û nesila wî, di dîrokê de tim para xwe ji demên talan, surgun û isyanê girtine. Miletek mêvanperwer bifikire hîn jî, bi dilek çar perçe ji ber ê?ên birîna xwe ya giyanî tim dinalê. Miletek a?tîxwaz bifikire ku di vê sedsala qa?o pê?ketî de, hîn jî bê sitatuyek navnetewî ye. Ev miletê ku bi dilê xwe yê pak, li hember cîhana bêrûmet, hebûn û evîna xwe îsbat kiriye, niha, ji bêsîstemiya nû ya cihanê re daxwazên xwe rêz dike.Li ser xaka me, dayîk ji bo ku derd û kulên xwe bînin ziman, tim rûyên xwe yên bi keder, an didin rojê yan jî didin çiyanên pîroz. Ji bo evîna dayikên ku em afirandine û kirine xwedî evîn, ji xwe bipirsin, ka me ji bo vî miletê herî mazlûm, ê hemû deman, çi kiriye û em berpirsiyariya xwe ya dîrokî çiqas hîs dikin? Em di ?aristanî û toleransê de di kijan astî de ne. Gelo, kesê ku destek nede doza hebûna vî milletî, berde çiqas humanist an jî çepgir e, ew çewa dikare xwe mirov bihesibîne? [email protected]   Aydin [email protected]

Li stêrkên zarokatiya xwe digerim -2-
ku