Jiyan: Destpêka Her Pirsê
Mirov ji demên kevn ve li bersivên pirsên mezin geriyane. "Ez kî me?", "Ji ku hatime?", "Armanca jiyanê çi ye?", "Wate çi ye?" Ev pirs hemû di dîroka ramanê de wekî bingehên felsefeyê hatine naskirin. Lê gelek caran, di vê lêgerînê de pirseka bingehîn hatiye ji bîr kirin: gelo wate bi xwe destpêka lêgerînê ye? An destpêka ramanê ye? An encama lêgerînê ye? An jî pêvajoyeka kûrtir e?
Ev nivîs li ser wê baweriyê hatiye avakirin ku wate nikare destpêka ramanê be. Wate ne tiştek e ku ji derve bê dayîn, ne jî rastiyeke ku pêşî heye û mirov tenê wê bibîne. Wate encam e. Ew ji têkiliya mirov a bi jiyanê re derdikeve holê. Ji ber vê yekê, her hewldana li ser bingeha nêrîn û baweriya “jiyan ji bo wateyeka beriya xwe hatiye diyarkirin” destpêka şaşiyeka mezin e ku dikare berê hismendî, bawerî û jiyanê ji hevsengî û pêşketinên xwezayî yên jiyanê bide aliyekî din û jiyan ji derî xwezaya xwe û zanistê teşeyeka şaş bigire. Mînak; ol encamên vê bawerî û hişmendiyê ne, lewra li gor olan, her tişt ji bo armanc, wate û grîngiya tiştekî din, bi biryarekê hatiye afirandin û tê birêvebirin. Dema bawerî ev be, lêgerîn, lêpirsîn û şikbirin, wate, grîngî û pêdiviya xwe wenda dikin, pêre jî namînin, wekî tewanbaiya herî mezin ku nikare bê efûkirin (kufur) tên zanîn û binavkirin. Ew tiştên bingeha felsefe û zanistê ne (lêgerîn, lêpirsîn û şikbirin), dibine tabu, qedexe û kufur(!) Bi vî rengî ol û zanist û felsefe dibine rikber û dijber. Li devera ol hebe, cî li zanist û felsefê teng dibe, caran qet namîne û ciyê zanist û felsefe hebin, cî li olê teng dibe, bi sînor dibe, di nav derdoreka teng de, di mal, mizgeft, dêr û perestgehan de bi sînor dimînin.
Wate ne destpêk e. Destpêk jiyan e:
Jiyan, berî hemû şîroveyan, berî hemû baweriyan, berî hemû pergalên exlaqî û siyasî, rastiyeka objektîf e. Mirov dikare baş an xerab jê têbigihêje; dikare li dijî wê raweste an bi wê re bimeşe; lê nikare hebûna wê betal bike. Jiyan şertê hemû gotinan e. Ger jiyan tune be, ne pirs heye, ne bersiv, ne zanîn, ne wate.
Ji ber vê yekê, pirsên felsefî divê ne ji wateyê, lê ji jiyanê dest pê bikin.
Jiyan hebûneka rawestayî nîne. Jiyan herikîn e. Di her herikînê de guherîn heye. Ev guherîn ne şaşiyek e, ne jî bûyereka derveyî ye; ew şertê hebûna jiyanê ye. Tişta neguhere, ji jiyanê qut dibe û an xwe dubare dike û dibe asteng û pirsgirêka li pêş jiyanê, yan jî, lê di dawî de dimre, namîne. Ango jiyan, li gel prensîb û zagonên xwe yên herikîn û pêşketinê, her bi ser dikeve. Ji ber vê yekê, guherîn ne dijberê jiyanê ye; lê ew şêwaza hebûna jiyanê ye.
Her guherîn nabe kaos. Herikîna jiyanê li ser hevsengiyeka domdar dimeşe. Ev hevsengî ne rawestandin e, ne jî aramiya bê tevger e. Ew hevsengiya hêzên cuda ye ku di nav nakokî û guherînê de jî didome. Ji ber vê yekê, harmonî ne bêdengî ye. Harmonî ew şêwaz e ku jiyan bi nakokiyên xwe re xwe didomîne.
Li vir divê cudahiyek were kirin.
Qanûn, exlaq, dewlet, aborî, ol, çand û ziman. Ev hemû berhemên mirovan in. Ji ber ku ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin, dîsa dikarin ji aliyê mirovan ve werine guherandin. Dema şertên jiyanê diguherin, ger ev berhem jî xwe neguherînin, hêdî hêdî ji amûrên sazî û rêxistinên civakî, vediguhezin dibin amûrên astengkirina civakê û rêlibergirtina pêşketina jiyanê.
Li vir dogmatîzm dest pê dike.
Dogmatîzm ne tenê baweriyeka xurt e. Dogmatîzm ew gav e ku berhemên mirovan xwe wekî qanûnên jiyanê nîşan didin. Ango tiştekî ku divê li gor jiyanê biguhere, xwe wekî tiştekî neguherbar ferz dike. Di wê gavê de, mirov ne tenê ji guherînê ditirsin, lê ew li dijî herikîna jiyanê ango li dijî sedem û prensîba herî bingehîn a jiyanê jî radiwestin.
Ji ber vê yekê, dogmatîzm ne tenê dijberiya ramanekî din e. Ew dijberiya rastiya jiyanê ye.
Divêtî û prensîbên bixwe ne wekî qanûn an ideolojî tên afirandin. Mînak, mirovek nikare bayê rawestîne. Nikare gravîte betal bike. Nikare taybetmendiyên bingehîn ên maddeyê li gor daxwaza xwe biguhere. Lê ew dikare xwe bigihêjîne rastiya wan û ji wan têdigihîje, dikare xwe li wan bîne, ji wan sûd wergire, balafir biafirîne, keştiyan bimeşîne, an ji bayê enerjî derxe.
Baş e, "têkoşîna ferdî ya li dijî dogmatîzmê", çawa dikare bê kirin ku civak ji bo vê hewldanê ne tenê bibîne ku ew "tehdîd" e, lê bibîne ku ew "derfetek e ji bo rizgarbûnê"? Bi gotineka din, mirov çawa dikare bi awayekî "hevseng" bandorê li civakê bike bêyî ku bi temamî jê dûr bikeve an bê dûrxistin?
Ev girêdayî ye ku ka ew civak çiqasî di nav çala dogmatîzmê de wer bûye û ji rastiya xwe û pêşkeftina rastiya jiyanê bi dûr ketiye. Ev dikare bandoreka kûr û mezin li pêvajoya têkoşîna li dijî dogmatîzmê bike û kesên xwedî vê rolê ji civakê dûr bixîne, lê grîngiya vê rola ferdî û wê têkoşînê kêm nake, bêtir watedar dike. Ev bibiryarî, vîn, evîn, girêdan, daxwaz û nasîna jiyanî dixwaze. Kesên xwe gihandibine van xalan, dikarin rola xwe li gor kûrahiya xwegihandina van rastiyan bilîzin.
Şertê azadiyê.
Azadî ne serweriya li ser qanûnên jiyanê ye. Azadî şiyana têgihiştin û tevgera bi qanûnên jiyanê re ye.
Ev têgeh, azadiyê ji xeyalekî romantîk vediguhere têgehekî objektîf. Azadî ne ew e ku mirov her tiştî bikaribe bike. Azadî ew e ku mirov rastiyên ku nikare biguhere nas bike û di nav wan şertan de rêyên afirandinê bibîne. Bi vî awayî, zanîn dibe şertê azadiyê. Ne ji ber ku zanîn qanûnên jiyanê diafirîne, lê ji ber ku wan vedike.
Ji ber vê yekê, rastî nayê afirandin. Rastî tê vedîtin.
Zanist jî rastiyan naafirîne. Ew perdeyên navbera hişê mirov û rastiya jiyanê, hêdî hêdî radike. Niha pirsa "wate" bi awayekî din xuya dibe. Wate êdî ne armanca ku jiyan ji bo wê hatiye afirandin e. Wate şopa ku jiyan di hişê mirov de dihêle ye. Ew encama têkiliya navbera jiyan, zanîn, tecrûbe û kiryarê de ye. Lê dema ev encam rû dide, rawestayî namîne. Ew dibe kana destpêkên nû, rêyên nû û armancên nû.
Ji ber vê yekê, bi wateyê re dawî li çerxa jiyanê nayê. Jiyan → Tecrûbe → Zanîn → Wate → Afirandin → Jiyan→ Tecrûbe → Zanîn → Wate → Afirandin… Ev çerx her tim vedigere destpêka xwe, lê her carê li asteka nû.
WÊ BIDOME!