Ola îslamê tucar astengî û çeperan dernaxe pêşberê
xebitandina zimanê tu kesî.Biserda alîkar û piştevane jibona
serbest xebitandina zimanê herkesîra.Lewra ziman yek ji
giringtirînê aferandeyên Xuda ye.
Ziman di domandina jîyana gelan da û di pêwendîyên wanên rojane
da,xudanê giringîyek berz û balaye.Jîyana gelan û civakan,her
biwî qenc û xeşe.Bê wî jîyan nezanî,bindestî û koletîye.
Jibo serbestkirin û azadkirina zimanê “Dayîkê”mirov ger xwe
gorîke jî,hêcaye.jiber ku ew beşek ji bedena mirovane û bi
fermana Yezdan,hatîye aferandinê,nevan û înkara wî,bêdadî û
hovîtîye.Hemjî dijwarîya here mezine,lihember dadwerîya ola
îslamê.Çawa ku Xuda,jî bi giringî û balkêşî,di Qur-ana
pîrozda dide dîyarkirinê û dibêje:(Dîsa aferandina
Asîman,zemîn û newekhevbûna Ziman û rengne we,ji ayetne Xuda
ne.Her divan curbe curbetîyanda ,ayetne Xuda; jibo zanayanra
hene.)E-Rûm:22
.Divê ayeta qur-ana pîroz da,Xud,bi zimanê wehya xweya ji
pêximberê xweyê Muhemmed ra, giringî û pîrozîya ziman dide
dîyarkirinê û dibêje:Çawa çêkirina Erdê û Asîman ji hêza
meznahîya min hatine aferandinê,wisajî newekhevî, curbecurtî û
rengarengtîya rûyê mirovan û zimanê wan,ewjî ji hêza
mezinahîya mina Xudayî,hatine aferandinê.Gava em li gotinên
Xuda,yên di ayeta pîroz da ji pêximberê wira hatine şandinê
dinhêrin;em dibînin:ku Yezdanê pak,giringî û pîrozîya ziman û
curbecurtîya rengê rûyê wan,bi giringîya çêkirina Erdê û
Asîman ra wehî kirîye.Bi serbestî û bê tuxûb,axivtina bi
zimanê zikmakî,bi zimanê wehya Xuda,hatîye parastinê.Ango êrîş
û astengîya li pêşîya ziman bi fermana Xuda;qedexeye.Lê pir
mixabin! em dibînin:ku li cuda cuda deverên
Cîhanê,zorbe,nijadperest û desthilatdarên çepel,êrîş dibine
ser vê pîrozîya dayîkî,Xudayî,ramanî, bedenî û qedexe dikin
û naxazin ku xudanê wê, bi serbestî û azadî bi xebitînin.Van
pelîd û çepelên ku di kevine nav vê helwesta xweya hovane û
êrîş dibine ser axivtintin xwendina bi zîmanê dayîkê,ew
zagonên Xuda!û mirovayê, binpê dikin û di perçiqînin û
naxazin ku gelên bindest û belengaz ji bin Nîrê dagirkerî û
mêtingerîya wan rizgarbin.
Di derbarê pîrozîya ziman da: “Ebul Hesen Elîyê Eş-erî
“dibêje:Ziman wehya Xudaya ku bi navgîna pêximberê xwe ji
mirovanra hatîye şandinê ye.Yanî Ziman beşek ji taybetî û
xwezaya miroane û bi aferandina wanra hatîye girêdanê û ji wan
nayê cuda kirinê û qetandinê.Lê êrîş, dijwarî û bêdadîyên
ku ji hêla hinek mêtingeran va tê ser Zimanê gelên bindest,ew ji
weswseyên wanê Şeytanî û sîyasîne.Dijwarîya ku ji hêla
dagirker û mêtingerên demê va,lier zimanê gelên bindest tê
kirinê,ew her serhildana lihember ferman û zagonên Yezdanin.Lewra
renga rengîya rûyê miroan û cuda cuda axitina wana bi ziman,ji
neqşê nemûşê aferandin û mezinaya Yezdanin.Ewên ku bi navê
zagonên xwyên beşerî,nahêlin gel bi zimanê dayîka xwe xeberdin
û bixûnin,ew dinav rûreşî û hovîtîyek pir mezinda digelpiçin
û di pelpitin.Dibe ku ew bi ramana xweya gemar bibêjin û
dibêjin:Zagonên meyên bingehîn ji serbestîya yek zimanek ra rê
dide,lê zagona serdetê hemû zagonan,zagona Xudaye û lenetê biser
ramana wana çewtda dibarîne.Lewra Yezdan, zagonekî bi dadî
xwezayî ji herkesê di Cîhanê da danîye û hemû zagonên beşerî
liber şehîna wê zagonê tê kêşanê.Yanî li hêlek
desthilatdarîyek li rû zemîn bibêje:Ez desthilatdarîyekî
musulmanim û endamê civaka musulmanên navnetewîme û li hêlek
dinê jî bêje ez zagona Xuda'ya di derbarê mafê zimanê gelan da
nasnakim,musulmanî û bawermendîya wê raman û desthilatdarîyê,her
bi tenê hovîtî û bê dadîye.Jibo ku bêdadî û kevneperestîya
nijadî mafê mirovan binpêneke,divê bindestên Cîhanê lihember
wan rabin û pîrozîya mafên xweyên mirovayî,ji bin pê wan
çepelan derînin û azadkin.
Jibo vê yekê Xuda, bi wehya xweya ji pêximber ra,di qur-ana pîroz
da wiha dibêje:(Çawa me bi îslamê we anîye ser
hidayetê,wisajî “Muhemmed”me we xistîye komeke navber jibo ku
hûn bibne şahidê kirinên berya xwe û dema xwe.Pêximber ji,
bibne şahidê kiryarên we.Elbeqeret:143.
Birastî kelamê Xuda; divê ayetê da,bi watedarîyek pir fireh,
berpirsyarîya meya mirovatîyî, radixe berçavan û dide
dîyarkirinê: ku nirxandina kirinên kesên li rû zemîn,dikeve
qada berpirsyarîya herkesê xwenas û xuda nas û mirov hezên di
Cîhanê da.Yanî Xuda,xwe kerkirina meya lihember kirinên
dagirkeran, nijadperest û mêtingeran,rewa nabîne û napejrîne.
Xweda;derketina liher mafekî taybetî,suruştî û
mirovayî,derketina lihember fermana Xuda' û xwestina ola îslamê
ye.Lewra mirov bi aferandinekî pir mezin, bi rûmet,hatine qada
jîyana bi miroayî.Dema yek ji hevparê wiyê vê Cîhanê pêra
bikeve nav helwestên nemurûvayî û destê xwe dirêjê nirxên
hevalê xweyê suruştî û mirovayî bike û bi xaze wî nirxî wek
serbest axivtina hevalê xweyê hevpar ji holê bide rakirinê,divê
xwedîyê wi nirxê mirovayî,xwe lihember kirina wi hevparê xweyê
di Cîhanê da, nepejrîne û bi tundî here ser û nirxê xwe yê
mirovayî jibin zordestîya wî bide rizgarkirinê.
Lewra herdû heval jî di xebitandina mafan da wekhevin û yek ji
yêdinê pirtir nexudanê mafane.Bi serda ew êrîşkera mafê xweyê
ziman bi serbestî û bê paxav dixebitîne û nahêle hevalê wîyê
hevparê hemû mafên mirovî bixebitîne.Ev bêdayîya hana
nemurovayî,ger kesek bê wijdan gava li hevalek xweyê mirov bike,ew
wî hevalê xwe berjêrê radeya tarişan dike.Lewra ji candarên bê
zar û ziman, hertim mirovek bê wijdan dikare bi her awayî
bixebitne û ewjî nikare bêje çima?. Zordarîya liser zimanê
mirovek bivî mînakîye.
Beşek Jigiringtirînê mafê miroan,mafê xendin û zanînê ye.Divê
em baş bizanin:Ku mafê xwendin û zanîna mirovan, bi serbestî û
azadî, ji bexşandin û fermanên olîne.Mafê xwendin û zanîna bi
fermana ola îslamê,mafekî gelemperî û bê cudatîya dinabera beş
û nijadên curbecrên civakanda ye.
Yanî:mafê xwendin û zanînê,bê cudatiya dinavbra Jinan û Mêran
da,dinavbera mezin û piçûkan da,di navbera musulman û
nemusulmanada.Lewra pêdivîya hemû beşên civakê bi pîrozîya
xwendin û zanînê heye.Hemjî mafên ku bi fermanên Xudayî ji
mirovanra hatine ferman kirinê, pêdivîya hemû beşên civakê bê
cudatî pê heye.
Lewra têgehîştin û zanîna mirovan bi pêdivîyên wanên rojane
û bûyerên ku di jîyana wanra derbas dibin,ew bê xwendin û zanîn
nayêne peydakirinê. Ji bo serbestîya xwendinê ra,tu tuxûp
tuneye.Xwendin bi çi zimanî dibe bira bibe,li kêder û deverê
dibe bira bibe,tuxûb ji bonê tuneye. Çawa ku Xuda bi gelemperîya
xwendinê,di destpêka wehya xweya ji pêximberê xweyê Muhemmed ra
şandîy û jêra gotîye:(Muhemmed tu bi navê Xudayê xweyê ku
te aferandîye bixûne.)El-Eleq:1.
Dîsa Xuda!giringîya zanînê û xwendinê ji pêximberê xwera bi
ayetek qur-ana pîroz dide zanînê û dibêje:(Muhemmed tu
jiwanra bibêje:qey wanê zana û yên nezan wekheh dibin?)El-Zumer
9.
Dîsa Xûda,di ayetek qur'ana pîrozda,jibo rûmetdarîya xwedî û
zanaya, ji pêximberê xwera wehî dike û dibêje:(Gelî mirovên
ku we bi Xuda bawerkirîye,gava jiwera hate gotinê:di civatan da
şûnan firekin,hûn jî firekin.wê Xuda ji wera şûna fireke.Gava
jiwera hate gotinê:rabin û belavbin,hûnjî rabin û belavbin.Jibo
Xuda,dereceya wanên ku ji wene bawerkirine û ya wanên zanîn ji
wanra hatîye dayînê bilind bike.Xuda pir zanê bi kirinên weye.)
El-Mucadelet:11.
Di derbarê rûmetdarî û rêzdarîya kesên xwendî û zana
da,pêxmberê îslamê,Muhemmed; silava Xuda;liserbe,di hedîsek
xweda gotîye:(Her zanayên bawermend,warisê Pêximberane)
Çavkanîyên ji ayet û hedîsne Pêximberên ku di derbarê
rûmetdarîya xwendin û zanînê da hatine gelekin.
Hemjî Xuda; û Pêximberê wî, pir şîretne xwe ji bo xwendin û
zanînê pêşkêşê rayagiştîya mirovatîyê kirine û xwestine
ku mirov di tarîtîya nezanîyê da nemînin û şarezabin.Lewra
xwendin û zanîn di jîyana gelanda xudanê giringîyek mezinin.Lê
bi rastî bandora here mezina liser xwendin û zanînê,perwerdeya bi
zimanê zikmakîye.
Herçiqas me di nav gotinên xweyên ji çavkanîyan da,xwendin bi
gelemperîya zimanan da dîyarkirinê û got:xwendina bi curbecur
zimanan û xwedinan,lê bi taybetî xwedina bi zimanê dayîkê,di
berya her xwendinê da dertê pêşya civakên curbeurên netewe û
nijadan.
Xwendin û perwerdeya bi zimanê dayîkan,bêtir jibo civak û gelê
wi yê xendekarra,zanîn û hişyarîyê tine û dibe alîkarê
pêşveçûna wê civakê.Hemjî gava perwerde bi zimanê dayîka
xwendekar nebe,jibo xwendekaran ra dibe barek giran û bi salan
nikare wek zimanê dayîka xwe,hinbe û bizane.
Lê pir mixain hinek ji dagirkeran û mêtingerên nirx û çanda
gelan,ji bo berjewendîyên xweyên bi gemar û talankirina çand û
nirxên netewîyên gelan,astengî û qedexeyên bi zagonên xweyên
barbarî dertînin pêşîya xwendin û perwerdeya bi zimanê
dayîkan.
Di binê vê helwest û mebesta wan mêtineran da,dijminahîyek bi
zexelî û pelîdî,lihember serbest jîyana gelan û civakên neji
nijada wan heye.Bivî rengî dijwarîya serdestan liser çanda gelên
bindest û zimanê wan dimeşe û didome.Ew jibo serdestîya xweya
nijadî û mêtingerî,naxazin ku gelên dibindestê wanda,bi
xwendin, zanîn, û çav vekirîbin.Lewra bê xwendin û nezanîya
gelên di bin desttê dagirkeran û mêtingeran da,”
Keleha”berxwedana wana dagirkerîyê û mêtingerîyê ye.
Lewra mêtinger dinav wê “Keleha” nezanîya wan gelan da,tim
nêcîra talankirina ser-ax û bin-axa wan belengazan didene
domandinê û dikin.Ger ew gelan bi serbestî û bê astengî bi
zimanê dayîka xwe bixûnin,wê rewşa bindestîya xwe! bizanin û
herne pêşîya dagirkerî û mêtingerîya wan mebest xiraban û
linirxên xweyên gelêrî û neteweyî bibne xwedî.
A-jibo vê mebestê ye ku îslamîyetê giringî daye gelhezîya
erênî(gelperwerîya gelan.)ji bo ku tu destên çepel dirêjê
nirxên wanên neteweyî nebin û talan nekin,divê hergel xwe naske
û li netew û nijada xwe, bibe xwedî û nijadperest nebe.
Dîsa ji mafê gelan û civakên curbecure,ku xwedî li çand û
dîroka xwe derkevin û biparêzin.Divê Cîhanê da:ji bo her kesî
û gelîra,nirxên neteweyî û berhemên çandî û dîrokî hene û
di birek qonaxên dîrokîra derbasbûne û bûne çavkanîyên
jîyana gelan û ji kûrahîya dîrokê dertên û dîyar dibin.
Ola îslamê tu caran naçe pêşîya çanda gelan û qedexe
nake.Herwisa dibe alîkarê parastin û pêşvebirina wan çandan.
Heta ku ew çand dijîtîyê bi bawerî û berjewendiya wî gelî
nekin.
Bi rastî çand û diroka gelan tim caran dibine Şehîna pîvana
wana neteweyî û gelêrî.Wekî çawa ku curbecurtî, cuda cuda bûna
ziman û renga rengîya rengê gelan,heyînên xwezayî, taybetî û
aferanderîne.
Çawa ku Xuda,di ayetek qur-ana pîrozda,vê mijara curbecurtî û
renga rengîya gelan dîyar dike û dibêje:(Muhemmed ger Xudayê
te bi xwesta:wê hemû mirovanbixista yek komeke bi tenê.Lê
ew her bi rnga rengin.)Hûd:118.
Gava ku curbecurtî û renga rengîya mirovan bi fermanên
Xudane,dest dirêjî û bê dadîya ji hêla hinek mirovan va, ku
liser vî neqşê Xuda,bê kirinê,her barbarî mêtingerîye.Lewra
Xuda,bixwe ji pêximberê xera wehî dike û dibêje:Min ew bi renga
rengîya zimanan û fizîka bedenî afirandine.
CELALETTIN YEKTA