Di Bektaşîtiyê de piştî Heci Bektaşê ne jiyayî kesê herî payeberz tê pejirandinê Balim Sultan e.
„Balim Sultan“
Di Bektaşîtiyê de piştî Heci Bektaşê ne jiyayî kesê herî payeberz tê pejirandinê Balim Sultan e. Belê kesayetiyek wisa heye, bes, rastiya wî, binyat û kesayetiya wî jî baş nayê zanîn, lê dîsa jî, her tiştê pîroz û bi nirx ji re kirine mal, rasterast „Balim Sultan e. Rastî û ne rastiya wî li aliyekê, baş tê zanîn ku Îtahat – Taraqî ew afirandiye. Kemalîstên bi dîrektîfa Îngilîzan li pey dîrok û neteweyeke nû bûn, her hewl didan ku dîrokeke ji rastiyê dûr, lê bi pênûsê hatiye nivîsandin ji bo neteweya nû diafirandin lihevbînîn jî, mijara Balim Sultan wekî hêvîyekê wergirtine û pêşkêş kirine. Bêguman her meziyetên baş ji wî re kirine mal. Dedeyên (pîr) Bektaşiyan hê bêtir ew li ser textê qatê ezman yê heftan dane rûniştin. Hê li ser derdê derdan re ev lihevanîn bi gelek endamên Ra Heq /Elewîyên nijadkurd jî danin pejirandin.
Lê dîsa jî nekanîne ku hemû tiştî veşêrin û wek pîrozwereke ji dîroka netewa Tirk ragîhînin. Mirov bi kîjan aliyê ve lê dinêre binêre, rastiya wî pir tarî xuya dike.
Anegorî hemû daneyên kemalîstan Balim Sultan li Dîmetoka nêzîkê Selanîkê hatiye dunê. Eh ma Mistefa Kemal jî li Selanîkê hatiye dinê. Ew der Qudus, Meke û Medîna Kemalîzmê (!!) ye. Hê jî rêbaya Selanîkê li ser afrînerên netewa nû ya li ser bingehê devşîrmeyan hatiye afirandin, heye.
Ev rastiya li aliyekê, Balim Sultan li ku, çawa û çi xwendiye, nayê zanîn. Lewra ti kesî jî behsa wê pêvajoya perwerdeya wî nake. Her çawa bûye, ew bi carê ve bûye murşît û di saziyeke baweriyê ya girêdayîyê Dewleta Osmanî de ku li wir zarokên devşîrme dihatin perwerdekirin weke murşîtên mamosteyan xebitiye û rê nîşandaye.
Dema navê Balim Sultan tê bîhîstin, bi wî navî re berê her tiştî navê „yênîçeriyan“ tê bîra mirov. Yênîçerî, bi destê padîahê Osmanî Murat I. hatiye damezrandin. Lê tenê damezrandin ne bes bû, pêdiviya vê koma Yenîçeriyan bi bîrdozek/ideolojiyeke xwerû ya di xizmeta Osmaniyan de hebû. Gelek çîrok ceribandibûn, lê bi serneketibûn.
Anegorî daneyan Bazîd II. yanê bavê Yavûz Sultan Selim tenê bi Balim Sultan û Qalender Çelebî bawer e, ew wan ji Balkanan tîne û dişîne Heci Bektaşê, bi zimanekî din navenda Anatolya, daku ew bikarin di nava rêberên Tarîqatê Heyderîyên babai de ku ji ber zulma bawerî û tarîqatên Sunî revîbûn û hatibûn li „Diyarê Rûm“ bi cih bûbûn bicivîne û ji wan xetak /yan jî tarîqatek bikare têkeve xizmeta Osmaniyan û bibe bîrdoza / îdeolojiya Yênîçeriyan biafirînin. Belê „Balim Sultan û Qalender Çelebî“ Bîrdoza Bektaşîtiyê ji bo Yênîçeriyan afirandin. Min di gotara berê vê de mijara Bekta vekiribû û behsa rola Balim Sultan jî kiribû. A wan herdû peyayên Bazîdê II. tarîqata Bektaşî kirin têgîhîştin û baweriya yênîçeriyan. Yavuz Sultan Selîm jî bi yênîçeriyên ku serê wan bi vê bîrdoza Bektaşitiyê germ bûbûn ji Stenbolê bi rê ketiye. Ji Koçgîrî hetanî Çaldiran 40 000 Kurdên Ra Heq (Elewî) di komkujiyê re derbaskirin (Anegorî rapora Pîr Qalenderê Nûranî). Niha Gorên axayên Wan Yênîçeriyên li Stenbolê bûye ziyaretgeha Bektaşî û hin Elewiyan! „Wî bavo! Ma ev jî dibe? Mirov bê ku şerm bike, here gora kesên Kalikê mirovan kuştiye ziyaret bike! Ma ji tişteke viha xirab wêdatir çi heye?
Ev Balim Sultan kî ye?
Anegorî hin belgeyan kurê devşîrmeyekî nijad Sirp e, lê hin jî îddia dikin ku ew kurê kesekî nijad arnavutê ku li Dîmetoka girêdayê Selanîkê bi cih bûye ye. Bektaşiyên kemalîst jî ew birine ta hetanî Horasanê, ji wir gihandine taklamakanê, hinek toz û xubara çolistana taklamakanê reşandine ser, ji wir anîne Horasanê kirasê Ahmet Yesevî lêkirine û ji Horasanê jî anîne û kirine murşîtê Bektaşiyan. Bêguman ma mirov bê bav û dê namîne, jêra bavek jî dîtine û ew kirine evliya û enbiyayê horasanî. Ji bo her xiristiyanên li Anatolyayê têke Tirk, bi kêmasî bi tirkan ve girêde, hatiye. (Ka Serkarên kemalîstan Horasan kirine kana Tirkan û cihê evliya û enbiyan ya!!?...) Piştî bi tarîqata Heyderîyê Babaî re kemilandina Bektaşîtiyê, Bektaşitiyê ji Heyderîya Babaî jî diqetîne û digîhîne Yenîçeriyan. Ez dizanim, wê xwinêr bêjin „Hevalê hêja Tirkan cih bihêle, rêça Tirkan jî li Horasanê /Xorezmê tine. Eh!.. Huner ew e ku mirov bikane ji tinehiyê heyîyê biafirîne. A kemalîzm ev e.
Anegorî Mehmet Fuat Köprülü, di kemilandina Bektaşîtîyê de ti rola Balim Sultan tine, yê Bektaşîtî kemilandiye û gihandiye payeya herî bilind ya tarîqatê. Abdal Musa ye. Abdal Musa wê serdemê bi hin dewrêşên Heyderîre çûye ba Osman gazî (Osmanî wê demê mîrîtiyeke herî piçk bû û kêm dihat zanîn) û hêz daye mîrîtîya Osmaniyan. Çi belge! Nepirse lo eyb e! Bes Xuyaye ji bo kemalîstan Balim Sultan hê girîngtir e, ji ber ku ew jî Ji herêma Selanîkê yanê ji Mekeya kemalîzmê ye.
Anegorî Seyît Alî Sultan Kesê bi navê Sersem Alî Sultan bi prensesa Sirp ya dîl girtî re dizewice, Balim Siltan ji wê dibe. Hin bav hin jî dê dikin prens û prensesa Sirban. Bes ev jî tê wê wateyê ku ew ji Horasanê nehatiye. Yanê bixwe xwe diderewînin.
Lê rastî di tarîtiyê de namîne.