Gotar 10 deqîqe xwendin

Mijara Haci Bektaş Velî

Peyvên „Haci û Velî“ bi erebî ne, peyva „Bektaş“ peyveke Arî-îranî ye, yanê „beg û daş“ hempayê began. Lema çevkaniyên Tirkan, ji vê peyvê re „peyveke Farsî“ dibêjin.

Bektaşîtî I.

Peyvên „Haci û Velî“ bi erebî ne, peyva „Bektaş“ peyveke Arî-îranî ye, yanê „beg û daş“ hempayê began. Lema çevkaniyên Tirkan, ji vê peyvê re „peyveke Farsî“ dibêjin.

Divê ev bi zelalî were gotin: Ev mijara Heci Bektaş Velî hê jî baş nehatiye zelalkirin, bi gelek aliyan ve hê di taritiyê de ye, di mija kemalizmê de hatiye şêlûkirin. Yanê wek sîyekê, fantomekê xuya dike. Em wî ji Vîlayetnameya Heci Bektaş Velî dizanin. Ev Vilayetname 250 - 300 sal piştî mirina Hecî Bektaş Velî ku ew jî kesekî wisa di rastiyê de jiya be! (????!!!) Di sala 1624 de bi aliyê Alî Çelebiyê kurê Kalender Çelebîyê ku Bazidê II. şandeyê wê heram Diyar-î Rum ve tê nivîsandin. Wê serdema ti belge di destan de tine, ji ku agahiyê li ser H. Bektaş Velî girtine, divê kes nepirse, „Eger peyayên Dewleta Tirk gotibe!?“Dema mirov wê berhemê dixwine, bi aşîkarî dikane bibêje ku Osmaniyan ev ji bo armanceke xwerû bi kurê K. Çelebî dane nivîsandin, lewra gelek cihên wê weke pesinnameya hêz û serkariya Osmaniyan e, yanê bi fermanê hatiye nivîsandin. Bes dewleta Alîosmanî sunni bû û dijberê „Ra Heq“ bû, ev çawa dibe?!. Beşên din jî lihevanîn û çîrokên derê hişmendiya mirovan e û ti car ne mumkun e ku tiştên wisa bûbin.

Em berê hinek Nasnavê „Çelebî“ vekin.

W. Barthold li ser peyva „Çelebî“ wiha dinivîse: „Serkariya Osmaniyan hetane sedsala XVII.  jî ev navê „Çelebî“ weke şanenavê endamê malbata Osmaniyan, kesînê keyxudatiya (yanê Diyaneta) Osmaniyan ve girêdayî, Katîb û nûserên Osmanî bikaranîne.“ (Ev venivîsandin ji xebata Saîm Yürek hatiye girtin) Ango Vîlayetname bi fermana Osmaniyan hatiye nivîsandin, ti têkiliya xwe bi rastiyê re tine. Hew!

Her çendî bê Vilayetnameyê di hin nivîsandinên din de jî navê Bektaş derbas dibe, Anegorî hemû şirove û nirxandina, baş tê zanîn ku têkiliya wan navan bi kesayetiyeke weke Heci Bektaş re hîç tine. Di bingehê xwe de hê jî nayê zanîn, ka kesayetiyeke wisa di rastiye de jiyaye, yan na! Ew navana ji bo kesayetiya wî, yan ya keskî din hatine îmakirin jî, nayê zanîn. Yanê bi her awayê tariye, wek afrîndeka hin kesan tê xuyakirin. Yanê formeke „Melê Meşhûr“ her pîrozî ji wî re kirine mal. Hin kes biqehirin jî rastî ev e.

Tirkolog Iren Melikov: di berhema xwe ya „Ji Efsaneya Haci Bektaş berbi rastiyê ve“ bi kurtî wiha radigîhîne: „Welo di dîrokê de kesayetiyekî wekî Haci Bektaş jiyabe jî, ti têkiliya xwe bi kesayetiya Heci Bektaş ê ku Elewî pê bawerdikin re tine!“ Yanê rasterast kesayetekî xeyalî, fantom û afirandî ye. (Ev ji xebata Erdogan Çinar hatiye girtin)

Frederick William Hasluck jî di berhema xwe ya bi navê „Christianity and İslam under the Sultans“ ya di sala 1929 de hatî weşandin de wiha dinivîse: „..Ti rastiyeke dîrokî ya kesayetiyeke wekî Hacî Bektaş tine. Têkiliya wî jî, bi tarîqata Bektaşî ya heyî re tine. Anegorî gotinan ew serokê ezbetekî bûye, tenê navê wi dû re wek marqekî ji bo tarîqatê hatiye bikaranîn (Ev jî ji xebata Erdogan Çinar hatiye wergirtin).

Abdülbaki Gürpinarli radigîhîne ku wî ew nusheya Vilayetnameyê bi destxistiye û 1958 an de ji bo çapê amadekiriye. Dema navê Gürpinarli hat gotin, tenê çîrok û lihevanînên li ser bovlatan rûniştî tê bîra mirova. Jiwê Pirs, wî ji ku ev bi destxist? Hem jî belgeyeke bê nusha û çarsedsal berê! Gelo wek wehî ji wî re hatibû? Kî dabû wî? Hetanî wê gavê li ku bi aliyê kê ve hatibû parastin? (nayê zanîn). Ma emê bi kesekî wisa ku bûye dîrokzanên kemalîstên xwastibûn neteweyekê ji devşîrmeyan biafirîne, bawer bin ku nivîsek û nûshayeke wiha heye? Ew nusha niha li ku ye? Ma mirov tişteke wisa dîrokî bi kêmasî di muzeyan de venaşêre? Nebe li ser daxwaziya dewleta pîroz ev pêkanîbe?

Anegorî Vîlayetnameyê kesekî bi navê „Yanko Madyan“ ev gorna Bektaş çêkiriye. Bayazîdê II. piştî Balim Sultan şandiye wir jî, serê wê bi levhayên qirşûnê girtîye. Ma Yanko Madyan navekî Tirk û îslama ye? Kî îhaleya çêkirina wê gorê dabû Yanko Madyan? Wê serdemê li navenda Anatolya Rûm û xiristiyan serdest bûn, ti gornên misliman û hele yên Tirkan tinebûn. Gelo „Yanko Madyan“ gorna kê çêkiriye? Nebe gorna kalikê xwe çêkiribe! Ma gorna yekê 400 sal berê miriye, çawa di nava ewqas gornan de hatiye naskirin?

Di serdema Bayazîdê II. de levhayên qirşûn hebûn? Yek jî îro pir baş tê zanîn ku gelek tirbên weke ziyaret hatine perestin, vala derketine, yan jî gornên leşkerên xiristiyananbûne. Dema Tirk (kîbûn ew jî nayê zanîn) ji asyayê hatin, Anadolu vala nebû, kesî ji bo Tirkan vala jî nekiribû. Xwedê jî ji bo Tirkan ew der vala nekiribû. Li wir gelên cûda hebûn, hem jî xiristiyan û bi baweriyên cigehî bûn. Di sedsala 11. de hin êl û eşîrên Kurdan bi koçên xwe ve hatine Anatolya navîn çûbûn. Nebe ku ew van koçen Kurdan wek koçên Tirkan destnîşan bikin?

Doxtorê minê malê yên li Maintalê Dr, Sariyanîdîs koçberekî Anatoliya navîn bû, çend caran hetanê HeciBektaşê jî çûbû. Têkiliyeke me yê dostane hebû. Wî tim digot: „Ev Tirkana mirovên gelek ecêv in. Navê wî rebenê me yê „Bexi Taso“ kirine „Bektaş“ û diperisin!“ Mamosteyê Zanîngehê Pawlo jî gotibû, berhemeke bi yunanî heye, Di wê deli ser „Baxsî Taso“ dinivîse, lê ew çendî rast e nizanim, lewre ew pirtûk bi destê min neket.

Belê Bektaş kirine weke pêximber, heta ji destê wan were pêximberan jî tînin ber lingên wî. Îro „Bektaş /Haci Bektaş“ êdî ji rastiyê bêtir weke fenomenekê yan jî fantomeke tê pêşkêşkirin. Divê ev rastî bê zanîn. Lêkolîner jî, ji ber vê mija dagirkerên Tirk ji bo tevlihevkirina mejiyan afirandine de fetisîne, nikarin bigîhîjin ti rastiyan û her yek bi rengekî cûda nêzîkê mijarê dibin. Hin dibêjin; „Kesekî wiha jiyaye û kesekî mîstîk e!“ Hin jî bi gelek daneyên bi bawerî radigîhînin ku di dîrokê de keseke wiha tine, bi wî navî yek jiya jî be, tîkiliya xwe bi kesayetî yan jî fantoma hatî afirandin re hîç tine. Mînak:

Aşikpaşazadeyê dîroknivsê Osmaniyan û di serdema sedsala 14, 15. de jiya ye. Bi aşîkarî radigîhîne ku Bektaş, kesekî dîn û dîwane bûye, ne ocaxeke wî, ne jî mûrîdên wî hebûne, bê kes û bê çare bûye (Hecıbektas.com). Li gel wî  Prf. Dr. Selahattın Döĝüş di berhema xwe ya bi navê „Aleviliĝin bektaşiliĝe Entegrasyonu“ (Di nava baktaşîtîyê de helandina Rêya Heq) de wiha radigîhîne: „Wê serdemê navenda Anatolyayê bi giranî rûm û xiristiyan bûn, koçberên hatine herêmê jî ne Tirk bûne. Aşikpaşazade koçberên hatine wiha bi nav dike: „Abdalân-i Rum, Gazıyân-i Rum, Ahıyân-i Rum ve Bacıyân-i Rum“

Lê Prof. Dr. Sellehattin D. vala jî nasekine, dixwaze bi Babaîyan ve girêde û wisa hewayeke mij û dûmana bikane were bikaranîn biafirîne:

„Babaîyên ku bingehê tarîqata Bektaşîtîyê pêkdianîn, derdorên Sufî yên weke Babai û dewrêşên Rûm di nava kevneşopiya Babaîyan de reng girtine û baweriyeke bi têgîhîştina tasavufî û mîstîk afirandine....“ Dewrêşên Rûm!? Êh ev çawa dibe? Rum xiristiyan, Babaî li ser bingehê baweriya Kurdistanî, reng û tasvufa tirkî!? Ma evana mirovan bê mejî dibînin çi?

Prof. Dr. jî tevlihevkirine xwe wiha didomîne: „Ji Haci Bektaş betîr murîdê wî Abdal Musa li pêş bû. Derwêşên Rûm bi HBV (Hecî Bektaş Velî) ve girêdayî dixebitîn!“ (Ji min!) Ev çawa dibe, li ku derê, di kîjan demê de dewrêşên xiristiyan ji bo mislimanan xebitine?

Prof. Dr. Piştî vê jî dîsa vê gotina Aşikpaşazade bi bîr tîne: „Her çendî Aşikpaşazade tevgera bi navê  Bektaş bi Babaiyan ve têkildar dibîne jî, wiha dibêje. HBV ne kesayetiyeke wisa bu ku bikane tarîqatekî bidamezrîne!“ 

 

Di Vilayetnameyê de çi heye?

 

Min çawa li jor jî zelalkiriye, di destpêka vîlayetnameyê de pesinnameya Alîosmanî (serweriya Osmaniyan) heye. Li pey jî çîrokên derê hişmendiyê û hima bigire her mûrîd ji bo şêx û pîrê xwe wan gotinan bikartîne heye. Çend mînak.

Di vilayetameyê de tenê çîrokên bi lihevanînên xeşîmî, yên derê têgîhîştina mirov hatine rêzkirin. Mînak 1: Tê de dinivîse ku “Tac, xeftan, find, cawê sofrê, ala, nimêjgeh a ku Xwedê ji Muhemmed re  (bi postê?!) şandiye, derbasê Alî, ji wî jî derbasê îmamê heştan Alî - el Riza bûye, wî jî teslîmê Ahmet Yesevî kiriye, Ahmet Yesevî jî ew teslîmê Haci Bektaş kiriye.

Têbinî: Di daneyên Ereban û îslamî de jî behsa van alavan tine. Tenê Mihrac heye, ew jî axaftin e. Yanê ev îdîa lihevanîneke Alî Kalender Çelebi ye. Yan jî tevahiya dewletê ye.

Ji bo baş têgîhîştina van virên Alî Kalender Çelebiyê osmanî:

Îmam Alî - el Riza anegorî daneyan sala 770 piştî Miladê hatiye dunê û kesê nav Ehmet Yesevî 1009 de û Heci Bektaş jî 1209 de hatiye dunê. Hevdîtina wan, van tiştana ji hev re diyarî kirina wan ji her hişmendiyê der e. Yanê dereweke bi terrriyê terriyan e, virê viran e.

Mînak 2: Li ser peyva “Hunkar” jî vê çîrokê vedibêje: Seydayê wî ji bo desmêjê av jê xwestiye. Wî lingê xwe li erdê xistiye, kanî derketiye û av herikiye! Va çima pêşiyên wan li çolistane, lingê xwe li qumê nexistine, av ji qumê derexistine, di cihê wê de mîza devê/hêştirê vexwarine? Ma qaşo ev Bektaş rêberê baweriyeke şamanizmê ye, çi têkiliya şamanîstan û nimêjê heye?

Mînak 3. Ji bo peyva “Hecî” seydayê wî çûye hec, hew ditiye ku Bektaş wa ye li pêş wî ye. Pirs; “gelo di nava bektaşiyan de hecî hene? Bektaşî jî diçin hec?”

Yanê bi tevahî çîrok û li hev anîne. Ev çîrokana ji bo pesindariya bi sedan kesan hatine bikaranîn.

 

Em hinek jî li navên erdnîgariya herêma ku ev kesê xeyalîyê nav H. Bektaş lê jiya ye, binêrin: Anegorî daneyan eşîra Kurd Rojkan û hin eşîrên din yê Kurdan di 1100 pişt Mîladê li Konya û navenda Anatolyayê bi cih bûne. Galek navên cigehên Anatolya jî, ta ji dema Medan vir ve mane û bi Medî- Kurdî ne. Navê Nevşehîrê yê kevn “Muşkan”, Navê Develiyê “Avareq” e. Navê Alîbeylî “Mişkan /Mişkiran,” Navê Emîler “Sergijikan” e. Hin navên hîtîtî û fîrîgî jî li herêmê hene. Her wiha gelek navên Rûman jî li heremê mane. Lê navê tirkî yan jî Tirkan tev de ji dema Komara Tirkan vir ve tên bikaranîn. Xwerû jî di sala1935 de bi derxistina qanûna navê cigehan tirkkirinê vir ve navê tirkî tên bikaranîn, yanê ne kevn in. Nevşehîr jî ne tirkî ji peyva farsî “Nouşehr” tê.  Li navenda Anatolya mirov rastê kesên rûçik moxolî jî nayê.

Di serdema tê îdîakirin ku kesekî bi navê Bektaş jiyaye de. Li herêmê Tirk boylarî koylarî moylari bi cih nebûne. Îdîyayên wisa tenê vir in, ti bingeheke vê îdîayê tine. Dibe ji wan eşîrên Kurd yên navborî re gotibin. Di dema Selçûkiyan de jî şêniyên herêmê ji Kurd, Fîrîgî û Rûman pêk dihat.

 

Bektaşîtî bi Balim Sultan re dest pê dike. Hemû daneyên berdest radigîhîne ku Bazîdê II. Balim Siltan di sala 1501 de wek kayyum dişîne ser Tekke ya li bajararokê Haci Bektaşê, (ku ew jî di rastiyê de tekeyek wisa hebûbe?!) daku bikane tarîqat û baweriyên ne sûnî ne jî, bikişîne aliyê xwe. Bektaşîtî wisa destpêkiriye û dû re bû baweriya Yênîçeriyan. Yên di dema êrişên Yavûz de 40 000 ji Rêya Heq /Qizilbaşan kuştin yênîçerî bûn. Ev bi aliyê her kesî ve tê zanîn. Piraniya cigehên bektaşiyan ên pîroz, gornên seroken yênîçeriyan e. Mixabin ku çawa gelê me yê sunî gornên kujêrên bav û kalên xwe yên weke Veysel Karanî Silimanê Kurê Xalit bîn Velîdê li Amedê ziyaret dikin, îro gelek endamê Rêya Heq jî gornên wan kesên ku bav û kalên me bi hovane kuştine, ziyaret dikin.