Nirxandin 1 deqîqe xwendin

Nêrîneke rexnegirî ji pencereya "Yê Din"

Dem: 3 hezîran 2006 ?emî(© www.amidakurd.com)Pirdengî pir hildiberîne...Tê gotin, çand û huner ?axeke girîng a zanyariya perwerde û ehlaqî ye ku mirovan azad dike û bipê? dixe. Yek ji ?ertên girîng ku mirov bi wan dikare huner û wêje bigîne astekî bilind, azadiya çand û ziman e. Ji ber vê yekê  huner û edebiyat dermanê hemû xirabiyan e.  Di nava demê re, civak her ku pê? dikevin, fikir û raman û hilberîna berheman jî ewqas rengê xwe diguherîne.  Tenê ti?tek naguhere, ew jî; gera mirovan a li pey rindî, ba?î û berhema bi nirx e. Ji bo ku mirov van rindî û nirxan ferq bike, zanebûnek lazime. Tehamula ji çand û zimanên ‘din’ re bi serê xwe zanebûneke rast û bilind e.  Di vê nivîsê de ji girîngiya huner û wêje bêtir, dixwazim behsa mantalîteya hin nivîskaran bikim. Nivîskar  Nemciye Alpay di quncikê xwe ya îlaveya "Radikal- Kitap eki" de, di bin sernivîsa "meseleyên ziman" de behsa romana Suzan Samancı ya bi navê "Çemê Tirsê" dike. Dema min ev pirtûka ku berî du salan hat çapkirin xwend, pir kêfxwe? bûbûm. Ji ber ku hem ji aliyê zimên ve, hem jî ji aliyê naverokê ve, Samancî di rêçeke xas a edebîyatê de bû. Di pirtûkê de Rastiya Kurdî, herêma lê dijî û atmosfera ?er, bi zimanekî taybetmendiya xwe û bi estetîkeke bilind hunandiye û li hev rêz kiriye. Hande Öğüt ji vê yekê re dibêje  "Rastiya efsûnî". Dema nivîskarek nikaribe bi zimanê xwe yê zikmakî binivîse, ew zimanê wî yê qedexekirî nikare pê?keve. Helbet wê hêjmara zanist û hunermendên wî gelî jî zêde nebin, di ser de jî dema mirov jin be...  Suzan Samancı jî yek ji wan nivîskaran e ku di ?ûna zimanê xwe yê zikmakî kurdî de, bi tirkî dinivîse. Romana Samanci ya bi navê "Çemê Tirsê"  di gel ku ji we?anxaneyeke girîng a weke "We?anên Metis" hat we?andin jî û herwiha di gel wan nivîsarên xwe yên girîng, bi qasî ku heq dikir nehat nirxandin.  Berî çend salan Ragıp Duran di kovara  "Virgül" de mîna ku balê biki?îne ser nivîskarên ‘din’ vê pirsê kiribû;  çi cudahiya  Suzan Samancı ji nivîskarên din heye, ew heta niha çima hîç nebûye mijara qapaxa  kovarekê. Pirtûkên Samancı di gel ku wergeriyane zimanên  Elmanî, Flamanî, Espanyolî, Italî, Swedî û Kurdî, di derbarê vê xebatê de nûçeyeke girîng nehatiye nivîsandin. Lê li aliyekî din, nivîskarekî/e di asta wê de, berde pirtûkên wî/wê, dema tenê nivîseke wî/wê  werdigere zimanekî biyanî yan jî, dema ji bo konferansekî li derveyê welêt tê vexwendin, her ti?tê wî/wê heta kuxuka wî/wê jî dikare bibe mijara nûçeyan.  Suzan Samancı tenê nimûneyeke. Wêje û edebîyatek ciddî, yan jî nivîskarên kurd çima bi qasî ku heq dikin nayêne guftugo kirin û berhemên wan nayêne firotin. Dema mirov li panaroma edebiyata Tirkiyê dinêre, rew? gelek dilê? e. Ji bilî hin grup û komên cuda yên civakê, gelek holdîng bi hebûna xwe ya aborî, piraniya nivîskaran ji xwe re kirine weke mirîd û bi destê wan  romanên pembe didin nivîsandin kû ti kalite û nirxên wan ên edebî nînin. Ev yek ne tesadufî ye. Rewsenbîr û rexnegirên rastîn gelo  ji van meseleyan ne hayîdar in? Çima bê deng dimînin?   Di van salên dawî de bi guherîna hin qanûnan re, dengê nivîskarên roman, cirok û Antolojiya Kurdî bilindtirbû. Ev yek jî, ji bo welatekî di vê rew?ê de  serkeftineke ne piçûk e. Mirovekî çawa ku tenê bi serê xwe ti?tekî îfade nake, yek ziman, yek çand û yek milet jî  xizanî ye û mehrûmiyeke mezin e ji cihêrengiyê. Weke nivîskarên kurdî ku hin bi hin dixwazin ji xwe re cihekî edebiyatê çebikin, muzisyenên kurdî jî li hember vê rew?a neheq sitemkar in û dibêjin; "madem em di welatekî de bi hev re dijîn û xwedî heman nasnameyê ne, çima em ji ber berhemên xwe yên bi zimanê xwe yê zikmakî bi tenê têne hî?tin û ev ambargo çima li ser me heye"?Nivîskarê li Surgûnê Hasan Bildirici ku heta niha xwedî heft pirtûkan e, bibîr dixe ku piyasa edebî ya li Tirkiyê ketiye destê sermayedaran û qahra  xwe ya ji ber vê yekê tîne ziman.  Bildirici di wê baweriyê de ye ku kesên li hemberî sîstemê xwedî helwesteke bi rûmetin û mirovên edebiyatê ku xwedî li rastiyan derdikevin, nikarin di piyaseya edebiyatê de bibin xwedî cihekî girîng.Weke mînak  Ay?e Kulin, Tuna Kiremitçi û  Cezmi Ersöz ku di nivîsên wan de  tu nirxeke edebî xuya nake, berhemên wan weke nan û penêr tên firotan. Ev yek jî mirovan dide fikirandin. Di pirtûkên xwe de Kulin behsa doxînsistiya mêrê xwe dike û Kiremitçi jî behsa rû û rûçikên xwe dike. Ersöz jî bi zimanekî ji nirxên estetîkî dûr, dest avêtiye hestên cîwanan. Elif ?afak ji ni?ka ve bû navekî fla?. Ev ciwanik jî di ?ûna zimanê xwe yê zikmakî de nivîsandina bi  ìngilizî tercîh kiriye. Diyar e haya wê tune ku hin nivîskar ji bo karibin bi zimanê xwe yê zikmakî binivîsin mirinê didin ber çavan û ê? dikê?in. Ji tercîha wê re îtirazekî me yê mezin tune, lê mirov nikare bibêje ku ev kes xwedî nêrîneke rast û zimanekî xurt e. Di vê çarçovê de ez di nivîsên wê de ededbiyateke xurt û fikreke kûr nabînim û ew bi xwe jî bi min samîmî xuya nake.   Mirov bibe afirîner û rew?enbirek ji dil!  Her çax, li gorî ?ertên xwe, nivîskarên roman û cîrokan, ?aîr, kesayetî  û hunermendên xwe diafirîne. Madem ev kesayetî di encama ?ertên civakî de derdikevin holê, lazime mirov  sedemên siyasî, civakî û aborî yên rastiya ku ji aliyê gel ve tê tercîh kirin û afirandin bikole. Nivîskar û Rew?enbîr di ?ûna  ku ji medyaya serdest re serî ditewînin, çima nikarin nakokî û pevçûnên civakî zelal bikin û xwe bixin hêza serdest û piranî. Gelo ev rew?a îro ya rewsenbîran ne biyanîbûn e, ne acizî ye, yan jî ne bêsamîmiyeti ye. Ji bo wêje û edebiyateke bi hêz, hin ?ertên civakî lazim in. Edward Said dibêje "Hemû çand têkilên hev in, yek ji wan safî û bi serê xwe nîne, hemû  melez û homojen in, lê tev ji hev cuda bûne".  Îro ew xeta stûr a di navbera rastgirî û çepgiriyê de, li ber tunebûnê ye û wergeriyaye ser kevanê neteweperestiyê. Hîn jî, ji bo ku ji ?erê navxweyî re çareseriyekê neyê dîtin û ji bo ku pevçûn û nakokiyên di nava civakê de berdewam bikin, neteweperestî her ku diçe bilindtir dibe. Ev çand û zimanên ‘din’ ên cuda heta me?rû neyêne qebûl kirin, wê bi awayekî xwezayî, ji bo jiyan û hebûna xwe timî dengekî bilind derbixin. Divê edî siyaseteke azadîxaz û yekgirtî  were me?andin, çanda cuda, pirdengî û pirrengî esas were girtin.  Edebiyata tirk îro çima nikare di edebiyata cihanê de rol bilîze? Bersiveke çawa were dayîn: dîsa tirsa "perçebûna welat û fesad û mi?raqên derve"? Di qada wêje ya cihanê de, vê gavê behsa sê navan dikare were kirin ku bûne xwedî cîhekî ba?:  Nâzım Hikmet, Ya?ar Kemal û Orhan Pamuk. Pê?ketina romana ku ji rojava hatiye îthal kirin, têkiliya wî bi ?eklê rêvebiriya welat re heye. Dema li welatekî demokrasî û bajarvanî pê? nekeve, roman jî pê? nakeve, ev rastiyeke. Em dîsa vegerin ser pirsekî: Girseya xwendevan a li Tirkiyê çima pê?nakeve yan jî asta xwe bilind nake? Berhemên xwedî wêjeyeke giranbiha çima zêde nayêne firotin? Nivîskarên xwedî helwesteke zexim çima zêde eleqe nabînin? Weke mînak berhemên Leyla Erbil, Adalet Ağaoğlu, Bilge Karasu, Suzan Samancı, Oğuz  Atay çima pir nafiro?in? Lê hin ‘nivîskar’ asteya xwendevan digirin ber çav, ji kesayetiya xwe her cure tawizan didin, bi zewaca xwe, bi evîn û carnan bi rindiya xwe ya fîzîkî di rûpelên pê?în ên rojnameyan de cîh digirin. Ev kes, bi wan pirtukên xwe yên ji nirxên edebiyatê dûr, mafên wan heye civakê dejenere bikin, ji eslê wê bi dûr bixin û bikin weke keriyek, an colek pez. Weke mînak;  Pınar Kür ku di salên 70’î de, bi hêzeke mezin ketibû nava cihana edebî, ji bo nerazîbûna xwe nî?an bide, bi qasî  neh-deh salan bêdeng ma. Ev jî hezkirin û hurmeta wê ya ji bo edebiyatê nî?an dide.    Her roman û nivîskarê romanê belgeyên dîrokî ne, her yek ji wan yezdanê dema xwe ye. Kesên ku ne xwedî zanebûneke kûr in, tenê bi hestên xwe dinivîsin û xwe dispêrin romantizmê û tenê baxçeya nivîsên bê kalîte ava dikin. Nivîskarên ku ne xwedî nêrîneke cîhanî ne û weke perçeyekî îdeolojiya fermî ketine dafika sermayedaran, piraniya wan ne pirsgirêkên welat, ne demokrasî, ne a?tî û ne jî mafên mirovan ne xema wan e. Mixabin tenê derdek wan heye: çiqas dikarin pir bifiro?in û di rûpelên rengîn ên rojnameyan de bejnûbala xwe nî?an bibin. Rew?enbîrê ku ji dil ji welatê xwe hez neke, ji her cure pirsgirêkên civakî re çavên xwe bigire û ji ber berjewendiyên xwe yên ferdî bêdengiyê tercîh bike, jê re tê gotin,  selaf û mizdanvan, ango ?orek û xwe?ek!Ev çi mantalite ye ku rengên dîrok û medeniyetê ku îro li ber wendabûnê ne ji xwe re xetere dibîne? Hin nivîskar dixwazin xwendekarên xwe bixin dîl û hêsîrên vê tirsa  paranoyak. Ev jî tê wateya redkirina çanda "yê din". Di bin vê fikra kevneperst de, ne tenê yek, lê pir wate hene. Redkirin yan jî neqebûlkirina çandên cûda kirîzeke ?ovenîk e. Ev nexwe?iyeke egoizmê ye ku ji bilî xwe tahamula wî ji tu kesekî re nîne û ti?tên ji xwe re me?rû dibîne layiqê kesên li hemberî xwe nabîne. Ev nexwe?î îro gelek pê? ketiye. Nivîskar û rew?enbîrên ku dibêjin ew bêalî ne, di vê rew?ê de ku her der bûye gola xwînê çawa dikarin rihet bijîn? Balzac monar?ist bû, Tolstoy anar?îstekî mîstîk bû  Lamartinê muhafazakar di siyasetê de rolekî sereke leyîstibû. Stendhal ku bi nêzîkayiya xwe ya Napolyon tê zanîn wezîfeyên sefaretî jî kiriye. Boudelaire bi xwe tevlî raperîna Parîsê bûye û bawerî bi îlmê Sosyalîsmê aniye.  Faucault,  Sartre, Boris, Vian li hemberî pirsgirêkên li welatê xwe bê helwest nemane. Caudwel û Cernford tevlî ?erê navxweyî yê Espanya bûne  Hemingway İlya Ehrenburg,  Herold Pinter bûne ?ahidê bûyerên dema xwe. Kesên bibêjin ez alî nagirin, tê wê wateyê ku berjewendiyên xwe yên ferdî derdixin pê?. Rew?enbîr û nivîskarên xwedî etîk û ehlaqî  rastiyê ba?tir dibînin û xwedî pê?bîn in. Di vê çarçovê de rexnegir û zimanzanên weke Necmiye Alpay nirxên civakî ne. Roja ku  hêjmara rew?enbîrên giyana xwe ji  ?ovenizmê ?û?tine zêde bibin, roja ku nivîskarên xwedî perspektiveke fireh bi hesteke pak dengê xwe bilind bikin, wê rojê em ê dengê lingên demokrasiyeke rast bibîhîsin.                         Aydin [email protected]

Nêrîneke rexnegirî ji pencereya "Yê Din"
ku