Nirxandin 5 deqîqe xwendin

NETEWAYETÎ, REFLEKSÊN CIVAKÎ Û PÊVAJOYA ÎROYÎN

Di dîroka mirovahiyê de, yek ji faktorên herî diyarker ên serkeftin an têkçûna gelan, asta hişmendiya neteweyî û refleksên neteweyî yên wan gelan e. Netewayetî ne tenê hesteka romantîk an nasnameyeka çandî ye

Di dîroka mirovahiyê de, yek ji faktorên herî diyarker ên serkeftin an têkçûna gelan, asta hişmendiya neteweyî û refleksên neteweyî yên wan gelan e. Netewayetî ne tenê hesteka romantîk an nasnameyeka çandî ye; ew di heman demê de mekanîzmaya birêxistinbûn, yekîtî û kombûna dînamîzma civakî ya li dor armancên hevpar e.

 

Rola netewayetiyê di refleksên civakî de, sedemên lawaziya wê di civaka Kurd de û bandora wê ya rasterast li ser prosesa siyasî ya îroyîn a navbera Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de:

 

1. Netewayetî Çi Ye û Çima Pêwîst e?

·       Netewayetî, di wateya xwe ya modern de, pêvajoya netewebûnê (nation-building) ye. Ew ji hest û nasnameyê wêdetir, kapasîteya civakê ye ku refleksên civakê yên kolektîf li gorî metirsî û derfetan, bi awayekî jixweber ango otomatik, birêxistin dike.

·       Berjewendiyên kesane, eşîrî, partî û herêmî li bin berjewendiyên neteweyî de bi cih dike.

·       Di demên krîtîk de berê neteweyê dide yekîtî û yekbûna stratejîk.

 

Netewayetî, veguherandina “gel”, (ethnos) ê bo “netewe” (nation) yê ye. Netewe, ne tenê komikeka mirovên ku bi heman zimanî diaxivin e, lê saziyeka siyasî, hişmendî, bihîstyarî û hestiyarî ye ku dikare xwe wekî aktoreka dîrokî bi rê ve bibe.

 

2. Rewşa Kurdan: Lawaziya Hişmendiya Neteweyî

Di civaka Kurd de, hişmendiya neteweyî hîn di qonaxa destpêkê de ye. Ev yek di gelek astan de xwe dide der:

Refleksên civakî yên lawaz: Dema derfeteka dîrokî derdikeve hole, (wekî Sewr 1920), em nikarin bi yek dengî û bi stratejiyeka hevpar tevbigerin. Dema metirsiyeka mezin hebe jî, gelek caran eşîr, malbat, partî û kesayetî derdikevin pêş.

Parçebûna kronîk: Di navbera çar parçeyên Kurdistanê de, di navbera partiyan de, di navbera serok û kadroyan de û di navbera nêzîkatiyên îdeolojîk de parçebûn pir kûr e.

Bêkêrî û rexneya bêberpirsiyarî: Gelek kes ji dûr ve, bêyî bedêlek bide, her tiştî rexne dike, lê nikare beşdariyeka pratîkî bike, ji xwe bide, fedakarî bike. Ev jî encama tunebûna çanda neteweyî ya bi berpirsiyarî ye.

 

3. Sedemên Dîrokî yên Vê Lawaziyê

Sedemên vê rewşê ne tesadufî ne, lê kûr û dîrokî ne:

Faktora Cografî: Kurdistan di navenda Rojhilata Navîn de ye. Ev herêm ji 5000 salî zêdetir e, bûye qada şer a împaratoriyan (Akad, Asûr, Pers, Rom, Bizans, Makedonî, Mongol, Tirk, Ereb, Osmanî, û îro jî dewletên modern). Şerên domdar ên demdirêj, yek ji sedema herî sereke ya biserneketina yekîtiyeka siyasî ya mayînde ye.

Strukturên Civakî: Kevneşopoya Eşîrî, malbatperestî, partîzanî û serokperestî hîn jî pir xurt e. Ev struktur bi xwezayî li dijî avakirina dewlet û neteweyeka navendî radiwestin.

Dîroka Dagirkeriyê: Dagirkeriyên dirêj, polîtîkayên “parçe bike, bi dest bixe û bi rê ve bibe” û yên asîmîlasyonê, rê li ber hişmendiya neteweyî ya hevpar digirin.

Tecrûbeya Dewletbûnê: Kurdan di dîrokê de dewletên mezin û temendirêj ava nekirine (ji bilî hin mînakên demkurt ên wekî Medan û Mîrnişînên Kurd). Ev jî çanda dewletdarî û refleksên neteweyî lawaz hiştiye.

 

4. Bandora Vê Lawaziyê Li Ser Prosesa Niha (2025-2026)

Di prosesa navbera Ocalan û dewletê de, ev lawazî bi awayekî pir zelal xwe dide der:

Ocalan neçar dimîne ku bi giranî bi hêza felsefe û karîzmaya xwe ya ferdî tevbigere, ne bi piştgiriyeka neteweyî ya berfireh û birêxistinkirî.

Dewleta Tirk vê lawaziyê baş dizane. Loma jî bi stratejiya “bi dirêjkirina demê re rîska bidestxistina destkeftiyan ji bo kurdan kêm bike, an bi temamî ji holê rake.” tevdigere. Gotina wan a di vê pêvajoyê de anîn ziman “wê kesek kar neke û kesek wenda neke” jî encama vê hesabê ye. Dema dibêje “wê kesek kar neke”, qala kurdan dike, dema dibêje “wê kesek wenda neke”, qala dewleta xwe û dagirkeriya xwe dike. Ev gotin bingeha armanca wan a vê pêvajoyê aşkere û zelal dike.

Lawaziya refleks û hişmendiya neteweyî û pêre jî ya yekîtiya navxweyî, dînamîzma kurd birêxistin nake, hêza bazariyê ya Kurdan a bi dagirkeran re jî, lawaz dike. Ger hişmendiyeka neteweyî ya xurt hebûya, Kurd dikarîn bi yek dengî û bi daxwazên xurtir û bi garantî biçin ser maseyê.

“Bêkêr”ên ku her gav, hewldan, taktîk û stratejiyê rexne dikin, bêyî ku li sedemên wan ên bingehîn bikolin û bixwazin bibînin, bi awayekî neyînî bandorê li moralê gel û yekîtiyê dikin û bi awayekî objektîf alîkariya dijmin dikin.

 

5. Realîzm an Qeder?

Berê bêjim, ez ne li gel gotina “cografya qeder e” me. Cografya ne qeder lê derfet û hêz e, lê ji bo bidestxistina wê, hişmendiyeka bi vê rastiyê ve girêdayî û netewayetî divê. Netewayetiya lawaz ne qedera me ye, lê ew kambaxiyeka dîrokî ye ku em hîn jî di bin bandora wê de ne. Ev lawazî dihêle ku em derfetan winda bikin û di prosesên siyasî de, di pozîsyoneka lawaz de bimînin.

 

Ji bo çareseriya vê rewşê, divê çi bê kirin?

·       Divê çandeka neteweyî ya bi bihîstyarî û berpirsiyarî, realîst û yekgirtî bê avakirin.

·       Divê saziyên sivîl û siyasî yên profesyonel bêne bipêşxistin.

·       Divê refleksên kolektîf ji asta eşîrî, malbatî û partîzanî, ber bi asta neteweyî ve bêne bilindkirin.

 

Ev pêvajo hêsan nîne û dê dem bigire. Lê heta ku em vê rastiyê bi awayekî objektîf nepejirînin û li ser nexebitin, em ê di her prosesê de, di pozîsyona lawaz de bimînin  - çi li ser masê be, çi li qadê be.-  Netewayetî ne luksek e, lê pêdiviya stratejiya hebûnê ye.