Niha wek modayekê çêbû.Herkes li ser çareseriyekê dişixule.Nexşerêyekê îlan dike.şivan, gavan, cotkar, baxçevan, karmend, jina malan, siyasetmedar, serokwezir û serokkomar û a herî girîng Serokê PKK Ocalan.Her kes xwe û karê xwe jî dike parçeyekî çareseriyê.Yê şivan dibêje: “ dewlet weke keriyê pez li me dininê re. Lê em ne keriyê pez in. 40 milyon gel in.”Yê gavan dibêje “ Dewlet weke mangeya bor e. Lingê xwe li sîtila şîrê xwe dixe û dirijîne.”Yê baxçevan dibêje: “ Ziman weke kulîlkan e, ku ji despêka dibistanê heta zanîngehê di hemû pergala perwerdehiyê de neyê bikaranîn weke kulîlkê diçilmise û hişk dibe.”
Jina malan dibêje: “ Dewlet weke mêrê min e. Beyî şîdetê ji tiştekî fêm nake. Ku xwarin şor be lêdan, bêxweyê be lêdan. Heta kengê ev zilm û zor ê berdewam bike?”
Serokwezîr; Yaşar Kemal dibêje: “ Ku Serokwezir dema peyva kurd dibihîze mûyê canê wî gij dibin.” Belê serokwezir wek jujî li pirsgirêka kurd dinihêre.
Min got jûjî çîroka wî hate bîra min .
Dibêjin rojekê li daristanê zivistan pir xedar derbas dibe. Ji serma gelek heywan telef dibin. Lê herî zêde jûjî dimirin. Ji ber ku heywanên din xwe didinhev. Serma zêde li wan bandor nake. Lê jujî çiqas nêzîhev dibin li gel sermayê bi sitriyên hevalên xwe birîndar dibin û gelekê wan jî bi sitriyên hevalên xwe dimirin. Jûjî di encamê de wiha dibêjin. “Divê em bi qasî ku hev neêşînin ji hev dûrbin, lê divê biqasî ku ji serma nemirin jî em ji hev nêzîk bin.”
Serok wezîr ji dibêje: “ Her tiştê baştir bibe.”
Serokê PKK Ocalan, ew niha tiştekî nabêje.15 Tebaxê wê gotina xwe bêje.
Herkes jî li benda wê gotinêyê.
Nexşeyarê jî, çareserî jî , mifteya aştiyê jî di wan gotinên wî de veşartiye.
Ku Serokwezir carek din xwe weke jûjî gijneke aştî nêz e.
Mem Mîrxan