Di destpêka
afirandina mirovan da; Yezdan! ew wekhev çêkirine û bi navek
gelemperî jî, bang liwan kirî ye û gotîye:(Ya
Eyyûhennasû):Yanî: hey! gelî Mirovan.Lê negotî ye:
hey mirovên Reş an Sipî, Dewlemend,Hejar, Serok,Karker,
Karsaz,Bijîjk û Endezyar. Bi tenê binavê Mirov!bangk liwan kirîye
û wekhevîtî ya wana diwî navî da jibo wan daye dîyarkirinê û
zanînê: ku hûnê bi karên xweyên pak an xirab; bibne xudanê
navên curbe cur û jiheh bêne cudakirinê.Herkes di serbest jîyana
rojane ya li ser rû yê qada Cîhanê;wekheve û mafê tu kesî nîne
ku bi helwestên neyînî û nijadperestî, wê jîyanê astengbike
.Bi fermanên Yezdanî;hatîye biryardayî nê: ku tu kes bi despêka
jîyanê ra nabe xudanê tu navî.Lewra Xuda bi Ayetên xwe yên
pîroz! rengdêrên Mirovan; bi ked û xebata wana rojaneva daye
girêdanû û gotîye:(we leyse lil
însanî îlla ma sea’)Yanî
ji mirovanra jibil ked û xebata wan tiştekî dinê nîne.
Bi gotina
pêşîyên Kurdan; kê çi biçîne wî hiltine.Mirov di mafên
taybetî û mirovatî da wekhevin.Her beşên civakan di destxistina
mafê mirovatî da wekhevin. divê tu cudatî dinavbera wan da neyê
kiriinê û bi serbestî û azad mafên xweyên mirovatî bi
xebitînin û bi dest bixin.Bi gor fermanên Xuda û pirensîbên
gotinên wîyên Qur’anî!tu kes nikare xwe serdes bibîne û li
pêşîya mafê yekê dinê bibe asten û nehêle ew kesa mafê xwe
yê bi her awayî bikarbîne.Çawa me di Ayeta pîroz da! da
nîşandan;tu kes bi hebûna xwe ya mirovtî nikare bêje:ez mezintir
an ji kesek dinê birûmettirim.Mirovên li rû zemîn ji çi nijadî
dibin bira bibin; rewşa wana aborî, rengê wanê bedenî û zimanê
wanê maderzadî çi dibe bira bibe,ew di xebitandina mafên taybetî
da wekhevin.Kesek ji wan nikare bêje:ez ji hevalê xwe pirtir xudanê
bi destxistina mafanim.Lewra heyîna mezin:Xuda mirovan wekhev
afirandîye û tu kes nikare bêje:ez di berînda birûmet û mezin
hatime afirandinê û ji mafê mine ku ji hevalên xwe pirtir xudanê
mafanbim.Dema em ji mafan di axivin:armanca me mafên taybetî yên
gelanin.Wek mafên serbest jîyana birûmet, xwendin, zanin,û bi
hezaran mafên ku xwe bi taybeta mirovan va digrin, divê bi dadmendî
bêne paraztinî.Bivê ramanê û zanîna ji dadmendî ya fermanên
Xuda;wekhevîtî ya di parastina mafan da,ne mafê musulmanan bi tenê
ye.Ji mafê herkesî ji her bawerî yê ye ku xwe di nav dadmendî ya
parastina mafan da bibîne û bigihîje mafê xwe yê taybetî yê
mirovahî.Lewra zagona Xuda ya bi navê îslam!bê cudatî wekhevîtî
ya herkesê di her bawerî yê da! hildaye binê parastinê û
dadwerî ya di derbarê yek yekê wan beşan da bê kêmasî belav
dike.Hege dadwerî ya dinav beşên ji curbe curên nijad û bawerî
yan da;bête parastinê û herkes bi serbestî û bê astengî
bigehîje wekhevîtî ya di mafên taybetî da;wê cîhana me!
bigehîje radeya herî bilind û bala.Lê pir mixabin;gava em çavê
xwe li dîmenê rewşa Cîhana îro digerînin;em dibînin:ku dinav
da serdestî,bindestî,dagirkerî,mêtingerî û binpêkirina mafan û
perçiqandina hejaran dibînin.Ev dîmenê xirabê dervayê fermanên
Xuda; yên ku bi Ayetên xwe yên Qur’ana pîroz jibo bawermendan
ra daye dîyarkirinê,bi pirahî dinav civakên musulman da tê
dîtinê û ew ji herkesê di cînanê da pirtir mafê mirovan û
wekhevîtî ya wan binpê dikin.Ramana nijadî ya neyînî, çawa ku
dinava dewletên musulman da bûye bela serê miletan û sedema
şoreşên lihemberê bêdadî ya wan,wisajî cudatî ya dinav beşên
civakên nemusulman da jî bûye sedema pevçûnên bi xûn û nahêle
ku aramî û aştî ya dinavbera gelan da bête damezrandinê.Wek
çawa ku dewleta yekîtî yên “Emrîkî”di demek dîrokê da
nekarî pêşîya cudatî ya ( Reşik û Sipî) yan da bide
rawestandinê û bi sedan Reşik bûne qurbana rengên xweyên reş û
hatine kuştinê û perçiqandinê.Ev pirsgirêk di Dewletên Yekîtî
yên Emrîkî û curbe cur komelên Cîhanê da bû rûreşî ya
nijadperestî yê û hate domandinê.Di 21 bajarên Emrîka da
derfeta xwendin û perwerde ya Reşikan ji reng Sipî yan kêmtir
bû.Perwerde ya di dibistanên pênc Salî da;ji %92 Reng sipî
dihatine perwerdekirinê.Disa di Salekî da ji bo perwerde ya Reng
Reşikan 57 dolar, ji bo Reng Sipîyan di eynî Salê da 1046 dolar
di hate parvekirinê.Bi vê ramana nijadperestî dinav beşên Reşik
û Sipî da pevçûn kujtin û talan derkete holê û Reşik jî
necarê serhildanên xwe parastinê bûn.Di dawîya van gemarî yên
nijadperestî da; reşikan xwe dane qebûlkirinê û îro dikarin
bihevra bijîn.
Gava
wekhevîtî û dadwerî dinav beşên civakan da nehate
bikar-anînê,bi serbestî dilxweşî nikarin bi hevra bijîn û
aramî ya di navbera wanda namîne û bêdadî,talangerî xûnxarî
derdikeve meydanê. Yekcaran nijadperestî û bê dadî ya dinavbera
beşên civakan da gehîştîye radeya herî bilinda nemurûvahî yê
û bûye sedema êrîşên rengsipîyan liser kesne ku dinav civak û
netewa xwe da xudanê cîgehên(Meqamên)bilindbûne.Wekî çawa bi
gor Nûçeyên rojname yên Cîhanê! di Çirî ya pêşîn Sala
1975 da;Wezîrê Aborî yê dewleta (Gana)yê li bajarê (Dofer)a
Komara yekîtî ya Emrîkî;jiber rengreşikî ya wî, ji Xaringehê
hatî ye qewirandin û nehîştine ku li Xaringehê Xarin buxwe.
Lewra libal kesne rengsipî, xarina li Xaringehên reng Sipîyan jibo
Reşikan qedexe bûye.
Gava em van
mînakên zordestî, bêdadî,newekhevî ya di Cîhana xwe da; bi
belgeyan dertînin mijara xwe û ji demên berya xwe diaxivin;em
dikarin bêjin:dema meya îroyîn ji wê demê pir pêşvetir nîne û
hêj jî liser nexşeya cîhana me;bihezaran bêdadîyên wek bûyera
Wezîrê Aborî yê (Gana)yê û newekhevî ya demên borî yên
dinavbera Zarokên rengreş û rengsipî yên li Emrîka û Efrîqa
yê didome.Di dewlet û desthilatdarî yên musulman da;bi rengekî
sistematîk cudatîya di navbera nijadan da tê kirinê û nahêlin
gelên neji nijadê wan; bi zimanê dayîka xwe bixûnin û
perwerdebin.
Kesên ku
dinav civakên musulman da dijîn û bawerkerên bi heyîna
mezin(Xuda)ne;divê jibo mafê wekhevîtî ya mirovan ra birêz û
rûmetbin û xwe di xebitandina mafên taybetên ku hevalên wanên
mirov jî di wan mafan da xudan parin wekwan;serdest nebînin.Kesne
ku xwe bawermendê bi heyîna mezin(Xuda)dibînin û dibêjin: em
musulmanin;divê guhbidene gotina Pêximber a ku bi
zimanekî“wesyetî”ji “Meazê Kurê Cebel” ra; daye
dîyarkirinê û gotîye:(Ezlitewesyetdikim;bi“fedîkirinajiXuda”;birastgotinê,bipêk-anînapeymanan.bicih-anînaemanetê,bidûrketinajixîyanetê,biparastinaCînaran,bidilovanîyaliserYetîman,binermahîyadiaxivtinanda,bibexşandinaselamê,biparastinaherdûmilan.) Di naveroka vê Hedîsa pêximber da silava Xuda
liserbe; wateya jîyana bi hevra û bê kêmahî hatîye dîyarkirinê
û rê ya wê jîyanê bi gotinên xweyên ku heryek jiwan gotinan
wekî qanîneke jibo jîyana herkesê bawermen ra ji Sehabîyê xwe
yê kiram:Me-azê kurê Cebel ra gotîye û jibo bawermendan ra wek
zagonek jîyanê daye dîyarkirinê.Hege dinav civakên bawermen da;
bigor van gotinên Muhemmed (S.X.L)be tevgera mirovan bête
birêxistinê û bigor naverokên van Hedîsan tevbigerin wekhehîtî
û dadîya bi yeksanî û bê kêmahî wê bê parastinê.Lê pir
mixabin kesne ku desthilatdarin liser civakên gelan û neteweyan;xwe
bawermend didene nîşanû dikevine nav tevger û ramanên
nijadperestî,mêtingerî û nahêlin ku gel bihevra bi serbestî û
azadî bijîn.
Zana yên:
Mezhebê Henîfî;di derbarê desthilatdarên ku cudatî yê dixine
navbera beşên civakan û wekhevîtî ya wana di destxistina mafên
wanên taybet da naparêzin,ramanên xweyên fiqhî zanistî
dîyarkirine û gotine:desthilatdarên ku bi mebest û ramanên
xweyên nijadperestî cudatîyê dixene navbera musulmanan;ew ne
(Îmamê rastîne).Kesne ku lihember desthilatdarîya wan
derkevin,ew(Hadîne ne taxîne).Yanî ew kesana bi helwestû ramanên
rastin û ne çewtin.
Di fetwaya
zanayên Mezhebebê Henîfî da; rastîya civakî derdikeve meydanê
û rewşa desthilatdaran û gelên dibin desthilatdarî ya wanda; bi
gor zagonên civaknasîya hemdem û îslamî,desthilatdar!xizmetkarê
gele.Gava desthilaetdar wekhevîtî ya civaka xwe neparêze, ji
katagorî ya xizmetkarîya civakê dûrdikeve û dibe desthilatdarê
yek-alî û dîktator. Gava rewşa rêvebirîya gelan bikeve vê
radeyê;ji mafê gele ku rûmetê nedine wê desthilatdarîyê û li
hember derkevin.Peyva “Îmam”di lîteratora Fiqha îslamê da;
jibo kesne ku rêvebirê gelanin tê xebitandinê.Çawa me da
zanînê: peva îmam bi taybetî jibo mirovên ku rehberî ya gelan
dikin ra tê gotinê.Disa jibo zanayên ku di warê olîda li pêşîya
Civakan rehberî yê dikin ra jî tê gotinê.
Xîmê her
civakên li rûzemîn; hege liser wekhevîtî, dadî, û mafperwî yê
neyê avêtin û avakirinê,rojek nadome û hildiweşe. Mirov bi
giştî di destpêka afirandina xwe ya berîn da wekhev hatine
afirandinê.Wekhevîtî ya mirovan bê cudatîye.Yanî mirov çi
reşik çi sipî,çi musulman çi ne musulman,di warê wekhevîtîyê
da yeksanin. Bi gor zagonên mirovatî yê tu cudatî dinavbera wan
da tuneye.Çawa em di berhemên nivîskî da dibînin:kesne ku baş
bala xwe berdin ser watedarî ya Ayet û Hedîsên ku di derbarê vê
mijarê da hatine gotinê;ew jibo serbest jîyana mirovan; wekhevîtî,
dadî, mafperwerî ya herkesî derketine pêşîyê û mirovan
hişyarkirine.
Musulmanên
ku bi rastî ; divê ew ji rastî ya wekhevîtî,dadî,û
mafperwerîya ji bo hevalên xwe yên mirov ra alîkarbin û li
pêşîya van hersê xalên sereke nebine asten û çeper.Lewra di
bingeha olên Semawî da; şoreş û tekoşînên jibo parastina
rûmeta mirovan bênebêye û girêdayê bivan hersê xalanva ye.
Mirov dikare bêhempatî ya ola îslamê; di derbarê giringî ya
wîya jibo parastina maf û rîmeta mirovan; di pesindayîna “Felsefe
zanek Sosyalist da” jî bibîne. Çawa ku Felsefe zanî bi ramana
Marksîsmê :Rocîh Garodê yê Firansewî;di her Qonferansek xwe da
giringî û mezinahî ya ola îslamê anîye zîman û pesnê wî
daye û gotîye:di bingeha wê olê da parastina mafê
mirovan,wekhevîtî ya di navbera wanda ,di radeya herî bilind da
diparêze û cudatî yê naxe navbera curbe cur beşên ji bawrîyên
cuda cuda û di mafanda wekhev dibîne.Ola îslamê rê nade
dagirkerî û mêtinkerî ya bi tu awayî û tekoşîna lihemberê
wan erê dike.”Rocîh Garodî” jibo ramana “Makîs”a lihember
olan û dîtina wîya ku dibêje:Ol jibo tekoşîna lihemberê
dagirkeran û mêtingeran astenge û nahêle gelên dibindestan da bi
serfirazî;xwe jibinê bandora mêtingeran bidene rizgarkirinê;
dinirxîne û dibêje:Markîs gava vê raman û teorîya xwe ya di
derbarê olan da dîyardikir:haya wî bi tenê ji ola “Kenîse”yê
hebû mêtingerî ya wê olê didît. Lê haya Markîs ji rastîya
Ola îslamê tunebû. Hege Markîs hûrnêrîna wî liser ola îslamê
hebûya wê vê Olê nexista kategorî ya Olên dervayê Ola îslamê.
Em dibînin ku felsefe zanê bi ramana Sosyalîstî;ji Ola îslamê
agahdarbûye û pesinandî ye.Dîtina vî zanayê bi navê “Rocîh
Garodî”yê di derbarê îslamê da;di Sala 1968 û 1969 da di
“Kovara Etelîet” da hatîye weşandinê.
Hêcaye ku
mirov teorîya Markîs a di derbarê olan da; di berçavanra derbaske
û bi hûrnêrîn binirxîne.Dîtina Markîs a jibo ku ol Afyona
gelane û gel bi gîrêdana xwe ya bi olan va wek serxweşê bi
vexarina madeyên şerxweşkirinê ne,ji hêlek va neraste, lê ji
hêlekî dinê va pir raste.Gava em alîyê ramana Markîs a ku
gotîye: dîn Afyona miletane hildine ber çavê xwe û bi balkêşî
Dînên Semawî binirxînin;emê bibînin ku ramana Markîsa bivî
rengî;neraste û ji binî ketîye nav çewtîya lêkolîna
nerast.Lewra her zanayek ji lêkolînvanên di derbarê dînanda ger
bi realîteya lêkolînvanî yê; li dînan binhêre::wê bibîne ku
Pêximberên wek (Mûsa,Îsa,û Muhemmed)lihember mêtingeran û
sitemkaran tekoşînên bê hempa dane û rastîya olên ku ji bo wan
hatine daxistinê ji bo Cîhana xwe, dane dîyarkirinê.Lewra olên
ku bi navgîna Cibrîl û bi kitabên pîroz:Tewra, Încîl,û
Qur’anê ne ,dagirtîyên bi nûjenî û şoreşên lihember
zalimanin.Gava em bi însaf li naverokên van kitabên Semawî û li
şoreşên van Pêximberên ku kitab ji bo wan hatine daxistinê
binhêrin:emê bibînin ku ol ji bo serbestî serfirazî ya miletan
hatine şandinê û ne madeyên serxweşkirinê ne.
Gava em
heqekî bi niheqî bidene Markîs û bêjin:çawa Markîs gotîye:Ol
Afyona miletane raste;emê ji berîn va bêjin: em heqê niheq didene
Markîs.Lewra bi gor realîteya lîkolînvanîyê; ol di berçavê
xwera derbas nekirî ye û bi tenê di Cîhana xiristîyanî yê
da;rewşa mêtingerî ya dînê “Keşîşan”nirxandîye û
dîtîye:ku tevgera zanayên Kilîse yan jibil mejû avdana kesên
xiristîyan tu karekî pêşveçûyî nade wan.Hege Markîs biwê
dîtina xwe ya ji bo ola xiristîyanan li ola musulmanan jî nêrîbe?û
di kesayeta mêtingerên musulman da ola îslamê jî, wek ya di
kesayeta xiristîyanan da dîtibe û nirxandibe; raste! Lewra ola ku
di kesayeta mêtingerên olan da, bê nirxandinê ne ole û gemarîya
mêtingerane.
Bi rastî
çawa me ramana Markîsa di derbarê olanda û bi dîtina wîya
serrakî,da dîyarkirinê Ol bi xwe ji bo civakên bawermend
pêşveçîyînên herî bilind û balane.Tu car û zemana rastîya
olan merivan ji hiş dernaxe û tim rê ya rasta jibo berjewendî yê
wan dide nîşandayînê.Lê gava em û yên di ramana Markîs da ji
rewşa gemarî ya mêtingerên olan û bê zanîna di derbarê rastî
ya wî da rexneyên bê nirxandina bi eqlû hiş bînin ser fermanên
Yezdanî û bi bêjin: ol Afyona miletane neraste û şaşîya herî
mezîne.Em dikarin bi tenê rastîya pîrozîya olan jibo; jîyana bi
rîmeta mirovan bi mînaka wesyeta Muhemmed (S.X.L.) a ku jibo
Me-azê Kurê Cebel ra kirîye nîşan bidin û bibêjin: van peyvên
Hedîsî, xal bi xal jibo mirovan zagonên jîyana birûmetin.Lê
pir mixabin ol di destê dagirkeran, mêtingeran, û mebest xiraban
da; ji rastîya wî hatîye dûrxistinê û bûye aletê
berjewendperestîya wana bi gemar.Gava em wek mirovên zanayên bi
rastîya olan û nemaze ola îslamê; bi tevgera van xirabên ku olan
di rê ya berjewendî ya xwe da dixebitînin! ola îslamê rexnekin
û wek Markîs bibêjin:(Ol Afyona miletane) emê bikevine nav
şaşîyên pir mezin û ji rêbaza nirxandina zanistî dûdkevin.
Di destpêka
nivîsê da; me mijara “Gelperwerî ya erênî ya gelan; anîye
ziman û di gelek beşên nivîsa xwe da jî, bi zimanê rastî ya
ola îslamê nirxandî ye. Lê gava em vê mijarê dinirxînin;em baş
dizanin ku hemî tevgerên mirovên bawermend di warê lêpirsîn û
dilovanî ya liser lêzim û nêzîkan da, gîrêdayê bi xwenaskirin
û Xuda naskirinê vaye.Bi vê ramanê mijara meyê bi beşek
taybet; liser xwenaskirin û Xuda naskirinê be.Lewra kesne ku ji
taybetên xwe yên maderzadî û gelperwerî dûrkevin û bibêjin:em
musulman û bawermendîn derewan dikin û dinav şaşîyek mezindane.
Celeletin
Yöyler