12.06.2012
Her ku cîhan dizîvire , civakê jî
dikemilîne. Pêwendiyên xweza û jîndaran di feraseta mirov de ji her demî bêhtir
wek pêdiviyek jiyanane cih digire. Mirovên ku bi navê olê, ji ola xwe derketine
û digel tu olî nedipejirînin xwe wek pêşkêşên ol û baweriyên pîroz didin nîşandan,
di vê heyamê de ji pêdiviyên guherîna civakê ve tên hejandin, pergala wan a
dermirovî tê hilweşandin, tê têkbirin. Wisa ku di tu demî de nehatiye dîtin û jiyandin,
ew jî mecbûrî guherînê dibin. Guherîn, wek bayê azadiyê, bayê vejîna jiyana
nuh; jiyana azad, bi vîna azad, ji bo mirovahiyê tê xuluqandin. Bayê guherînê,
arastekirina rasteqîniyê ye ji bo hemû kesî. Ew kes, mecbûrî lêpirsîna pergala
xwe bi xwe dibin. Her wiha hemû durûtî û minafiqiyên nava pergala zilmê ya
gemar derdikevin holê. Tu qirêjî veşarî namîne êdî. Lewre, afîrandina feraseta
dîrokî ya lêpirsînker, dîsa li qada afîrandina jiyanê, wek rojê bilind dibe û
mirovahiyê ronî dike. Digel hemû astengiyan ev ronîkirin her geş dibe û
reşahiyên, gemariyên wek astengdar dikevin ber, tavilê dihelîne; ronî dike û
zelal dike. Dema ku zelaliya mezin pêş dikeve, hêzên desthilatdar, ketiyên
desthilatdariyê, dikevin tirs û xofa wendakirina desthilatdariya xwe ya gemar û
bêdad û zilimkar.
Dîroka mirovahiyê, bi vî rengê
naveroka xwe her dubare kiribe jî, di vê dema me de mirovahî bi awayek cuda êdî
tê ronîkirin. Pirsgirêkên mirovahiyê, bi naveroka afîrandina jiyanê ji nuh ve
tê çareserkirin. Lewre ne rastlêhatin e ku warê mirovahî lê xuluqiye, dibe warê
çareserkirina hemû mirovahiyê. Êdî mirovahiyek nuh diafire û hemû cîhanî vê
yekê têgihîje.
Bayê demokrasî û azadiyê ji
Kurdistanê bilind dibe lê hêzên tarî yên cîhanî jî bi hevkarî di nava tevgera
astengkirinê de ne. Wek hêza herî azadîxwaz ya dîrokê Tevgera Azadiyê ya
Kurdistanê ku dikeve merhaleya pêşkêşiya azadiyê ya navnetewayî, hêzên
navneteweyî jî li hember civaka Kurd, dijminantiya xwe ya hevbeş diyar kirin.
Di hevdîtinekî de diyarkirina dijminantiya hevbeş, bala siyaseta cîhanê
kişandibû. Lewre hêzên lîberal hîna li benda nermkirina pêvajoyê bûn. Ev
diyarkirina dijminantiya hevbeş, ji bo hin kes û hêzan wek surprîz hate
nirxandin. Lê pêvajoya pey, her di wê merhaleyê de berbiçav bû. Ji wê
daxuyaniyê şûnde, di nêzkayiyên birêveberiya Amerîka û AKP’yê de, israrkirina
di warê şer û pevçûnan de derkete pêş. Daxuyaniya dijminantiya hevbeş a dijberî
Kurdan, hevparebûn û diyarkirina konseptek navdewletî ya li hember gelê Kurd
diyar dikir. Û vê yekê jî bi rihekî têkçûyî, ceribandin bi hemû tundiya xwe.
Û pêvajo li ser hîmê şerxwaziyê
meşiya. Hetanî Roboskiyê, qirkirinên din jî pêkhatin ku di dîroka gelê Kurd de
ewê cihekî girîng bigire. Roboskî; şanenavkirina hevkariya Obama û Erdoxan
eşkere dike. Lê a balkêş ew e tevî ku Amerîka li xwe mikur hat jî, li Turkiyeyê
berpirsiyarên vê qirkirinê, helwesta înkarkirinê dertînin pêş. Ji xwe bi rastî
di Turkiyeyê de, di derheqê civaka Kurd de ji înkarkirinê pêştir tu nêzîkayî
nehatiye nişandan, hê jî ev yek berdewam dike.
Ji ber înkarkirina kurdayetiyê
pirsgirêka heyî girantir bû, kûrtir bû. Li hember vê rastiyê asta têkoşîna
azadiyê ya civaka Kurd, Amerîka mecbûrî lixwemikurhatinê dike. Lê Kurd êdî bi
gotinên vala û xapînok, naxapin. Ku emel li gor gotinê nîn be, tew lê
nanihêrin, dizanin ku derew e, amûrê xapandinê ye.
Ji ber ku di çavê Kurdan de îmaja xwe
“xira neke!” Amerîka, pêwîstî bi
lixwemikurhatinê dît. Hevkariya xwe ya di qirkirina Roboskiyê de anî ziman. Lê
ev qasî ji xwe hemû kesî dizanibû, Ev ne bes e Amerîka! Ma kî nizane ku ev
balefirên bê mirov hemû jî yên kê ne? Li xwe mikurhatina vê qirkirinê bi vî
qasî pir kêm e, nabe nabe!.. Heke ev gotin hinek ji dil hatibe gotin, lazim e
bi dîtin û girtina sûcdaran were temamkirin. Girtin û darizandin û cezakirina
sûcdarên Qirkirina Roboskî, ji aliyê hêzên navnetewî de divê bê kirin. Ji bo vê
yekê lijneyek lêpirsînê ya navneteweyî dikare bê avakirin û sûcdar her kî be;
wezîr be jî, serfendar be jî, serokwezîr be jî, serokomar be jî divê vî hesabî
bîdin; di dadgehek navneteweyî de werin darizandin û werin cezakirin. Lijneya
Dadê ya Laheyê divê ji bo vê qirkirinê têkeve nava tevgerekî dîrokî. Bêguman ji
bo vê yekê lazim e Amerîka, sûcên xwe ji dil bipejirîne, sûcdarên xwe pêşî kivş
bike, wan bidadrizîne. Heke di derheqê civaka Kurd de Amerîka bi xwe re rû bi
rû bibe, ewê gelek pirsgirêkên navneteweyî jî bikaribin bikevin riya
çareseriyek demokratîk. Lewre Amerîka jî mecbûrî hilbijartinek bi vî rengî
dibe. Riyên din ango; înkariya mafên gelan, tundiya leşkeri, kesên dijberên xwe
weke terorîst binavkirin, ji êdî pêde tu tiştekî bi Amerîka nade karkirin. Êdî mecbur
dibe ji xwe bipirse; “Gelo ma bi rastî jî kî terorîst e?!..” Di nava têkiliyên
demokratîk û hevkariyên zelal û rêzdar de Amerîka bêhtir dikare kar bike. Ev
yek jî li ser hîmê rûbirûbûna qirkirina Roboskî, veguherîna mirovane, dadyane,
demokratîkxwaz heke pêk werîne, pêkan e ji bo Amerîka, heke na, mercên cîhanî
ji bo pergala Amerîka her ku diçe teng dibin û Amerîka, ne di wê bîrê de be jî
mecbûrî veguherînên radîkal dibe.