Dîrok: 25
Cotmeh 2007
Gel bi
cudahiyên xwe ve hene:
Li Başûrê
Efrîkayê cudahiya reşikan ji serdestên wan ne ol û ne jî zimanê wan bû, lê rengê
çermê wan bû. Li Yugoslavyaya kevin, cudahiya navbera sirbî û bosnayiyan ne
ziman û ne jî rengê wan bû, lê ola wan bû. Wan jî ev cudahî parastin, li ser
bingeha vê cudahiyê xwe birêxistin kirin û têkoşiyan. Yê me û dijminê me, her çendî
dema ji Asyaya Dûr hatin cudahiyeke fîzîkî hebû jî, di nav hezar salî de ev
cudahî jî nema. Ji xwe ola me ev hezar sal in yek e. Yek cudahiyek me tenê dimîne
ku ew jî zimanê me ye. Loma jî em divê wê cudahiya xwe bi hesûdî û rikeke mezin
biparêzin, an na em ê mahkûmên wendabûnê bin û tu hêz jî dê nikaribe rê li ber
vê rastiya bi êş bigire.
Li şûna ku
em cudahiyên xwe biparêzin û sînorek bikin navbera xwe û dijminên xwe, em
cudahiyên xwe ji holê radikin, grîng nabînin. Yên ku dixwazin van cudahiyan bijînin,
biparêzin û bipêş bixin jî, li ser navê "biratiyê" mîna nijadperestên
hoveber "ilkel milliyetçî" tên binav kirin û tewanbar kirin.
Parastina cudahî, nirx, rûmet, çand û zimanê me, ji bo me dibe tewanbarî û em
serê xwe bi ziman, çand û wêjeya çelexwarî û dewşorme ya dijminê xwe
"bilind" dikin.
Çand,
ziman, rabûn, rûniştin û heta siyaseta me jî, rengê dijminê me girtiye. Bi tenê
maye ziman ji me re ku me û dijminê me ji hev diqetîne. Lê mixabin gelek kes
naxwazin bibînin ku ev cudahî li ber têkçûnê ye. Lewra zarokên me êdî bi kurdî
nakenin, nagirîn, xiyalan danaynîn, bi kurdî najîn û ji xwe bi kurdî nizanin jî.
Nifş, bi
taybet û berî her tiştî divê zimanê xwe, çand nirx û rûmetên xwe yên netewî
dewrî nifşên li dû xwe bikin. An na nikarin ji tunebûnê xilas bibin. Ji bo vê jî
hînkirin û axaftina kurdî bi zarokan re, ji bo me ji her tiştî grîngtir e. Em
divê bi tu sedem û bahaneyî, bi zarokên xwe re bi zimanekî din neaxivin.
Di vir de
divê tiştek din bê gotin: Dema bazar, dibistan, siyaset, xwendin û nivîsandin,
danûstendinên rojane û masmedya bi giranî bi tirkî bin, ev tofaneke mezin e ku
dikare her tiştî li ber xwe bibe. Ku em jî bixwazin li ber wê tofanê li ber xwe
bidin, li piyan bimînin û têk neçin, têr nake ku malbat di nav malê de bi zarokên
xwe re bi kurdî biaxivin. Divê ev zarok bibînin ku dê û bavên wan di têkiliyên
xwe yên rojane de zimanê xwe bikar tînin ku ji malbatên xwe mînak bigirin û ew
jî bi xuşk û birayên xwe û bi hevalên xwe re bi kurdî biaxivin, bi kurdî bilîzin,
lîstikên kurdî fêr bibin, çîrok û xeberoşkên ku ji mezinên xwe hîn bûne, ji hev
re bêjin.
Berî bîst
salî sînorên kurdî piştî Dîlokê (Entab) dest pê dikir. Di nav demê de ev sînor
hat heya Amedê û niha bajarek mîna Farqînê jî ku axaftina bi tirkî lê şerm bû,
daye ber xwe û ev sînor çûye li Şemzînanê rawestiya ye. Niha, heya nêzî sînorê
Başûrê Kurdistanê jî, dengê kurdî nayê mirov.
Di destpêkê
de rûspî û rewşenbîrên kurd di malên xwe de, bi zarokên xwe re bi kurdî
naaxivin. Di danûstendinên wan ên rojane de tirkî desthilatdar e. Gelek ji wan,
salên dirêj têkoşiyane, berhem dane, bedêl dane û "kurtçî"yên kevin
in, lê mixabin ku zarokên gelekan bi kurdî nizanin û gelek ji wan ji giyana
kurdîtî jî dûr in. Eger zarokên wan hinek zanibin jî, zarokên zarokên wan, ango
nebiyên wan bi kurdî qet nizanin. Heta hinek ji wan li ser ziman û çanda kurdî
xizmetên bi rûmet kirine, lê ev rastiya tal ne dûrî wan e jî!.. Ev çi paradoks
e gelo? Gelo gel an netewek din dikare xwe bike nav rewşeke weha trajî-komîk?
"Kurdçî"yên kevin in, lê zarokên wan ji ziman û giyana kurdayetiyê dûr
in. Rêberî, rewşenbîrî, şoreşgerî kirine, lê rastiya xwe ya netewî, nirx û rûmet
û zimanê xwe ji zarokên xwe dûr girtine. Sedema vê tirsê çi ye? Divê lêkolîneke
sosyolojîkî kûr li ser vê rastiya kambax bê kirin. Ev çi psîkolojî ye ku tu ji
bo tiştekî têdikoşî, bedêlan didî, ew tişt pîroziya te ya herî mezin e, lê tu
zarokên xwe ji vê pîroziyê "diparêzî"?
Ji aliyê
din ve, ev 15 sal in rojnameya Welat û 12 sal in Med Tv zimanê xwe pêşve
nebirine, bêtir paşve ketine. Ziman giran û nexweş kirine ku mirov êdî naxwazin
lê gohdar bikin an bixwînin, lewra fam nakin. Ji wêje û çanda kurdî bi dûr
ketine, bûne bulten û weşanên fermî.
Bi hezaran
malperên kurdî hene, ew jî rola xwe nalîzin. Bi êrîşa hev û du bi sînor dimînin.
Bi giranî kurdiyek şikestî, giran, çelexwarî û xirab bikar tînin.
.........................
Em bi kurdî
najîn. Baş e! Ku em bi kurdî najîn, em doza çi dikin? Derdê me çi ye? Mera bavê
me tê de şikestiye an derziya diya me wenda bûye? Em li çi digerin, li dû çi
ne? Çi ye ev? Ev xwîn, ev êşkence, ev bedelên pir pir mezin, bo çi? Em divê van
pirsan û gelek pirsên din bikaribin bi dilêrî ji xwe bikin ku bikaribin bigihêjine
encamekê, ev gava yekemîn e.
Herkes divê
pêşî jixwe û ji malbat û der û dora xwe dest pê bike.
Em bên ser
zimanê siyasetê:
"Îroj
li Bakur tenê qorîcî (cahş) bi zarokên xwe re bi kurdî diaxivin." Celîle
Celîl.
Ev gotin
rastiyeke rût û tazî ye ku nayê veşartin. Baş e ev çi ye?
Çend
daxuyaniyên ku di van demên dawî de hatin dayîn ne tê de, tevgera mezin a Bakurê
Kurdistanê di nav xwe de grîngî nedaye ziman. Ev daxuyaniyên ku vê dawiyê
hatine dayîn jî cî negirtin û li hewa man. Lewra wan bi xwe zimanê xwe
neguherand.
Serê gotinê,
binê gotinê "heval" ê lê ew qas. Ji wê pê ve hemî bi tirkî ye. Navê
weşana fermî ya tevgerê "Serxwebûn" e, lê naverok bi temamî bi tirkî
ye. Perwerde bi giranî bi tirkî ne. Dan û stendinên rojane li hemî sazî û
dezgehên ku bi wan ve girêdayî ne, bi giranî bi tirkî ne. Baş e dema rewş ev
be, dê bi daxuyaniyan çiqasî ev rastiya malxirab bikaribe bê guherandin?
Bê guman ku
ev ne tenê kêmasiya tevgera mezin e. Hemî partî û siyasetên çi legal, çi yên
din ên kurd, ziman, weşan, perwerde û danûstendinên wan ji berê ve jî bi giranî
bi tirkî bû û heya niha jî bi tirkî ye. Heta, navê partiyên wan jî bi tirkî bû,
gelekan piştî 1990î guherandin, lê wekî din her bi tirkî ma.
Bandora
mezin a tevgra siyasî ya li ser bi taybet gelê kurd ê Bakurê Kuristanê tê zanîn.
Ji lewre jî, heya zimanê siyasetê li Bakur nebe kurdî, dê kurdî nikaribe ji nû
ve bikeve nav malan û bibe zimanê civakê, zimanê rojane.
Divê li
seranserê Bakur, di nav kurdên li metropolên Tirkiyê dijîn û Bakuriyên ku li
Ewropa an welatên din dijîn de lêkolînek bê kirin ka gelo ji sedî çend zarokên
kurd ên temenê wan 15 û berjêrtir in dikarin bi kurdî biaxivin. Ez bawer im dê
ji %30 ne zêdetir be. Dema wiha be, dê kurdî herî zêde bibe zimanê rewşenbîriyê
û rewşenbîran, ew jî herî zêde nifşek din dê wenda bibe û biçe.
Me ji destpêka
amida ve ku ev du sal û nîv in, balê kişand ser çerxa kambax a asîmîlasyon û
otoasîmîlasyonê ku li ser serê me digere. Me ji destpêka amîda ve got ku
"DAYIKÊN KURD DEV JI ZIMANÊ XWE BERDAN." Li ser vê bingehê jî ev du
sal û nîv in em hewl didin ku çend kevirên piçûk bin jî, ji bo zimanê xwe
deynin ser hev. Ji niha û bi şûn ve jî dê ev karê me yê herî bingehîn be. Ji bo
vê em ê her tim li hêviya destek, rexne, pêşniyaz û nirxandinên we xwendevanên
hêja bin.
Silav û rêz
2007-10-25
Mahabad F.
Arda