Pir zehmet e ku mirov di pi?t miriyan de biaxive. Ev rastiya rûyê mirovan nî?an dide. Nif?a me bi pirtûkên Albert Memmi û Franz Fanon mezin bû. Memmi di pirtûka xwe ya bi navê "Dagirkerî û mirovê bindest" de psikolojiya dagirkerî û bindestiyê pir ba? e?kere dike. Pi?tî mirina Mehmed Uzun hin rew?enbîrên Kurd û Tirk di nivîsên xwe de îddia kirin ku Uzun bi qasî ku heq kiriye nirx û qîmeta wî nehatiye zanîn. Pi?tî van ?îroveyan min pêwistî dît ez jî li ser wî binivîsim.Min M. Uzun di festîvaleke wêje û edebiyatê de nas kir. Payîza sala 2001ê bû weke hersal me bi belediya Cenevrê re festîvaleke wêjeyî organize kiribû. Ji welatên cûrbecûr bi dehan nivîskar hatibûn vexwendin û me biryar da ku em Memed Uzun jî weke mêvanê rûmetê yê wê festivalê vexwînin. Em bi çapemeniya Swissre û ya Firansî re ketin tekiliyê, roportajên ku pê re hatibûn eyar kirin tev di rûpelên rojnameyên edebî de cihekî girîng girtin. Ji bo ?eva me ya wêjeyî dewlementir bibe, me ?ivan Perwer jî bi tevî koma wî dawet kiribû. Panel bi Kurdî û Firansî bû, Mehmed behsa roman û serpêhatiyên xwe yên wêjeyî kir, min jî hin xalên girîng ên dîroka edebiyata Kurdî bibîranîn. Mehmed pir bi girîngî anî ziman ku edebiyata Kurdî ya modern bi wî dest pê kiriye û ew jî pê?engê vê yekê ye. Min bibîrxist ku wêjeya Kurdî ji ber ?ertên dagirkeriyê herçend zêde pê?neketibe jî, di van sî salên dawî de ji her çar perçeyên welêt berhemên girîng derketine û min navên bi dehan nivîskaran yek bi yek bi nav kirin. Ew ji vê axaftina min gelek aciz bû. Pi?tre jî di diyaloga me de min bi îsrar jê re got ku ez nirx û qîmetê didim xebatên wî lê belê ew di vê têko?înê de ne tenê ye, pir nivîskar û zimanzanên din hene ku kedeke mezin dane çand û zimanê Kurdî. Ev diyalog di navbera me de herçend bû sedema dilsariyekê jî, pi?t re tekilî û dostaniya me bi rêya telefon û nivîsandinê berdewam kir. Di wê ?eva wêjeyî de min layiqê wî nedit ku tim bêje "ez û ez", min hêvî dikir ku helwesteke ?ayanê nivîskarekî mezin nî?an bide. Em weke zarokên çand û zimanekî qedexe nikarin bibêjin ku ?iûra me ne birîndar e. Li ser wê xaka ku lê xizanî, ?er û pevçûn hukum dajo, derketina rew?enbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e. Eger armanca rew?enbîran ew be ku mirovan dawetê rastiyê, fikirândinê û pirspirsinê bike, wê demê divê em bibin xwedî wê cesaretê ku karibin xwe nexapînin û imajeke berovajî ni?an nedin. Ji bo mirov karibe kesekî fem bike û wî binirxîne, divê mirov civaka ku ew kes tê de dijî bi kûrahî nas bike. Lewma gotinên Orhan Pamuk û Ahmet Altan ên dibêjin "Kurdan qîmeta Mehmet nezanî" li hewa mane. Ger ?a? nebim, Ahmet Altan di nivîseke xwe de dibêje wî hê Diyarbekir nedîtiye. Di romana wî ya "?eva herî dirêj" de jî diyar e ku wî nedîtiye. Di rêzefilmên pembe de, keç û xaka Kurdistanê tenê "obje û figuran" in. Ji Orhan Pamuk dipirsin; "Hûn difikirin di derbarê Kurdan de romanekê binivisînin?" dibêje: "Na, herî ba? kurd û kesên li wê derê dijîn dikarin binivîsin." Wî tercîh kiriye biçe Qersê hin çavdêriyan bike. Di romana xwe ya "Jiyana nû " de behsa rastiya Kurdî dike û li ser devê qehremenê pirtûkê ku bi otopêsê rêwitiyê dike, dibêje: "ez di gundên Kurdan ên wêran û hilwe?iyayî re derbas bûm ".Ji bo jiyaneke rast û ba?, iradeyeke azad ?ert e. Eger em bixwazin xwe ji heremî û lokaliyê rizgar bikin divê em rastiya xwe bînin ber çavan. Civakên Rojhilatanavîn ne bi mêjî lê bi hestên xwe tevdigerin. Civakên despot, dagirkirî û bindest her ti?tên li derveyê xwe û ti?tên cuda înkar dikin. Ev înkar hilberîn û çalakiyeke wan a girîng e. Ji bo hebûna xwe derxin pê?, pêdiviya wan bi dijminekî heye.Di vê çarçoveyê de, eger çanda ehlaqî, hîs û fikrên însanî, awayê tevger û pîvana mirovan a dadgerî tayîn bike, hestê nasnameyeke hevbe? dibe wesileya motîvasyoneke xurt. Bindestbûn, qedexebûn û dayîna bedelên giran nahêlin mirov nirxandineke objektif bike û bûyeran bi zelalî ji nav hev derbixe.Dema em li rastiya Mehmed Uzun dinêrin, dibînin ku ew di nava nivîskarên bextewar de ye û ?ansê xwe ba? bi kar aniye. Ji ber ku romanên xwe bi kurdî nivîsandine, ew ne yê yekem e lê di nava yekeman de cîh digire, pêvajoya nivîsandinê jî rastî dema ?erê Kurd û Tirkan hatiye, helbet a herî girîng hewldana wî ya ferdî ya ji bo nivîsandinê ye. Rew?enbîr û nivîskar bi berhemên xwe nikarin bê alî bimînin, bê daxwaza wan be jî mecbûrî xwe di nava ?er û pevçûnan de dibînin. Di dîroka cihanê de li ser jiyana çandî û siyasî pir nûmune hene. Hunermend û rew?enbîrên Firansî û Rûsî bi salan hevûdu re? kirin, li dijî hev nivîsîn. M. Uzun jî, pi?tî jiyana siyasî ya li Tirkiyê û ji destpêkê heta dawiya niviskariya xwe, pir xwezayî ye ku bi gelek kesan re rû bi rû bûye. Dema mirov Uzun weke bê guneh û bê kêmasî nî?an bide yan jî gunehê xwe pê bîne, wî dadixîne asta mirovêkî ji rêzê. Mehmed Uzun tenê bedenen ji nava me veqetiya lê bi wê rêça xwe, wê tim bi me re be û di nava dîroka çandî de cihê xwe bigire. Uzun ji bilî aliyên xwe yên rind û ba?, hin kêmasî û ?a?iyên wî jî çêbûn. Min jî bê ku zêde biê?înim wî rexne dikir, lê ew rew?a ku min li jor behs kir, ez bawerim gelek kes ji vî aliyê wî hayedar bû. Kesên xwe weke hevalên wî yên herî pê? nî?an didan, di pi?t wî de pir rexneyên xirab lê dikirin.Rew?enbîr û nivîskarên ku ê? neki?andine hêjmara wan pir kêm e. M. Uzun herçend bi awayeke ferdî ê? ki?andibe jî, gelê Kurd bi xurtî xwedî lê derketiye û bi qasî ku hewce bûye zêdetir, qedir û qimetê nî?an dayê. Orhan Pamuk û Ahmet Altan dibêjin "Kurdan qîmeta Mehmed Uzun nezanî" Ev daxuyaniyên wan, an nî?an didin ku ew ji rastiyê ne hayedar in an jî ev yek gilî û gazincên asayî yên rew?enbîran in. Pi?tî ku nexwe?iya wî ket rojevê, navê wî li pir deran hat lêkirin. Bi taybetî jî ?aredariya Amedê ji aliyê madî û manewî ve pir xizmet girtin ser xwe. Hem belediye bi xwe seferber bû hem jî ew ?evbêrkên dengbêjan ên ku ji bo xatirê wî hatibûn amade kirin gelek watedar bûn. Herwiha hin rew?enbîrên Tirkiyeyî û hukumeta Kurdistanê jî xwedî lê derketin. Heta niha kîjan rew?enbîr bi merasimeke ewqas berbiçav û girseyî hatiye rêwî kirin. Ger mirov bibêje Kurd xwedî li M. Uzun derneketine, neheqî ye.Helbet, nivîskarek ne ?ert e bibe xwedî karakterekî ba?. Lê hin ti?tên girîng hene divê mirov ji nedîtî ve neyê. Ji bilî ronahiya di berhemên wan de, gelo ne ?ert e ku ev kes ji berpirsiyariya xwe ya civakî û ji helwesta xwe ya etîk hayedar bin? Di demeke wisa de ku hovîtiya li welêt di asteya herî bilind de bû, ?ert û merc çi dibin bila bibin Mehmed bi riza dilê xwe çû eskeriyê. Ev yek wê demê nehatibû qebûl kirin û pir bi tundî hatibû rexne kirin. Yek ji nivîsên ku Mehmed Uzun rexne dikirin a Faysal Dağlı bû. Ji bo ku mirov ji hevûdu re rêz bigire, qîmetê bide hev, tenê bi pesindayinê nabe, herwiha lazim e mirov ji hev fem bike û zanibe hevûdu li ser esasê rastiyê rexne bike. Oktavio Paz berî ku layiqê xelata Nobelê were dîtin, li Hindistanê sefîrê welatê xwe bû, lê dema ku pê hesiya li welatê wî Meksikayê du xwendekar bi ê?kencê hatine ku?tin, îstifa kiribû. Dîrok nî?anê me dide ka Zanyar Antonio Gramichi çawa di zindanê de riziya û bi sedan rew?enbîr û nivîskar di berdêla fikir û îdelên xwe de çawa mirinê dane ber çavên xwe.Em ranabin ji nivîskarekî Romanê hevî nakin bibe xwedî îdealên tûj ên siyasî, yan jî partîzanî bike. Lê eger kesek xwe bide aliyê eniya ‘Kurdên ba?’ ku azadiya Kurdan naxwazin û hevî dikin ku tevgera azadiya Kurd kirîmînalîze bibe, wê demê mirov ji vê rew?a wî re çawa dikare bibêje helwestek etîk? Pîvana ‘Kurdên ba?’ ji aliyê dersthilatdaran ve tê tayîn kirin. Di nava vê ‘ba?’ iyê de çi heye gelo? Mahmut Baksî di dema xwe de heqaretên mezin li tevgera kurd dikir. Lê ji mirina wî re du sal bimîne ?ûn ve vegeriya. Ev helwesta wî ne mumkun e weke tevgerek bi deng e û aqlê selîm were nirxandin. Divê muxalefet jî were kirin, rexne jî. Lê heviya me ew e ku ev yek di çarçoveya ehlaq û etîk de be. Kesên helwestên tûj ni?an didin, bi henek û tinazan li meselê dinêrin û dozê re? dikin, di rastiyê de zeîfiya xwe nî?an didin û pevçûna xwe ya rûhî derdixin derve. Di gel her ti?tî, em kêfxwe? bûn ku Mahmut Baksî di mirina xwe de tenê nema. Gel û belediyên Kurdan lê xwedîtî kirin. Ger mirov bibêje kesayetiya rewsenbîrên Kurdan di xeterê de ye, ne ?a? e! Yılmaz Erdoğan di bin navê ‘alikariya ji bo Mehmetçik’ de sedhezar lîreyê tirk alîkarî daye. Mirov ji vê yekê re çi bibêje? Di vê demê de ku li welatê me bi sedhazaran mirovên birçî xizan, bêperwerde û maxdûrên ?er hene, hinekên wan li pey ?an û ?ohretê digerin û hewl didin bêrika xwe tijî bikin. Kesên xwedî van helwestên durû divê werin te?îr kirin. Di wê baweriyê de me ku kesên dixwazin xîtabê vê civakê bikin, mafê wan pir kêm e ku keyfî û beredayî tevbigerin.Berî sê salan, di kovara Aksiyonê de ku ji aliyê îstixbarata Tirk ve tê fînanse kirin, nûçeyek hebû. Listeya 250 kesên ku PKKê qa?o dixwest wan imha bike. Di serê listê de Navê Mehmed Uzun hatibû nivîsandin. Ya rastî di serî de Mehmet Uzun, hemuyan di gel ku rastiyê dizanibûn jî daxuyaniyeke têr nedan, di nava bêdengiyê de nekarîn parastina xwe bikin. Wer xuya bû ku kesên navê wan di listê de, ji vê rew?ê kêfxwe? bûn. Ev yek nî?an dide ku rewsenbîrên Kurd hê jî di rew?eke belengaz de ne. Ji bo rew?enbîrên rastîn, nirxên ehlaqî li pê?iya yên hunerî ne û bi berhemên xwe rastiya xwe nî?an didin.