Pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê bi navê "Tirkiyeya Bê Teror" tê binavkirin, bi pêşnumeya qanûna çarçoveyî ya ku pêşkêşî Meclisê hat kirin re gihîşt asteka din.
Pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê bi navê "Tirkiyeya Bê Teror" tê binavkirin, bi pêşnumeya qanûna çarçoveyî ya ku pêşkêşî Meclisê hat kirin re gihîşt asteka din. Pêşnume, danîna çekan a Tevgera Azadiyê û dawîlêanîna fîzîkî ya tevgerê ji bo pêkanîna vê pêşnumeyê, li ser tevgerê ferz dike. Ji bo vê jî divê hêzên leşkerî yên tirk vê yekê piştrast bikin û Saziya Ewlehiya Neteweyî ya tirk (MGK) divê vê piştrastkirinê erê bike. Ev rêzikname, tevî ku wekî gaveka girîng a ji bo dawîanîna li şer tê pêşkêşkirin jî, garantoriyeka serbixwe an jî mekanîzmeyeka çavdêriyê ya ji derve û ji hundir ve, ji aliyê dewletê ve bi zimanekî tund tê redkirin. Ev, yek ji lawazî û metirsiya herî krîtîk a vê pêvajoyê ye. Ev kêmasî, bandoreka kûr li ser xwezaya pêvajoyê, hevsengiya hêza her du aliyan û encamên wê yên demdirêj dike. Ev jî, yek ji sedema herî grîng a şik û gumanan û bêbaweriyê ye.
Redkirina Garantoriyê û Refleksa Serweriyê
Tevlîkirina aktorên derve (rêxistinên navneteweyî, welatên sêyemîn an jî heyetên serbixwe) ji aliyê dewletê ve wekî "mudaxeleya pirsgirêka ewlehiya navxweyî" tê nirxandin. Ev nêzîkayî, çavdêriya pêvajoyê bi tevahî ji burokrasiya ewlehiyê û îradeya siyasî re dihêle ku ev bi serê xwe metirsî û rîskeka mezin e. Lewra danîna çekan bê pejirandin, mekanîzmeyeka garantoriyê nîne, yekalî ye û ew alî dewlet bixwe ye. Di rewşeka wiha de sozên hatine dayîn bêne binpêkirin, mekanîzmeyeka din tune serî lê bê dayîn, ji kevir û zinaran pêve!
Ev tercîh, karakterê asîmetrîk ê pêvajoyê xurt dike. Dema aliyekî çekên xwe teslim kir, di rewşa bipaşxistin an jî pêkneanîna reformên demokratîk de, tu cezayek, bandorek an jî mekanîzmeyeka sererastkirina vê paşvegavavêtinê ango xapandinê, nakeve dewrê. Tecrûbeya dîrokî (bi taybetî serdema 2009-2015an) mînakên berbiçav ên vê metirsiyê ne: Di demên agirbestê an jî diyalogê de hin gavên bi sînor dihatin avêtin, lê heya dewletê armanca xwe pêk dianî, paşê vedigeriya ser rastiya xwe ya dagirkeriyê. Nepejirandina mekanîzmaya garantoriyê, di vê pêvajoya nû de jî, vê metirsiyê bi xurtî derdixe pêş.
Belavbûna Asîmetrîk a Metirsiyan
Pêvajo li gor armancên bingehîn ên herdu aliyan jî bi metirsiyan dagirtî ye. Lê ev metirsî bi giranî ji bo aliyê kurd in. Loma ku kurd divê di daxwazên xwe de bi biryar û îsrar bin, yan na ev êdî ji metirsiyê zêdetir dibe encameka li gor armanc û daxwazên dagirkeriyê.
Ji aliyê Tevgera Azadiyê ve, danîna çekan, gavek e ku vegera wê hema bêje ne pêkan e. Dema kapasîteya rêxistinî, torên lojîstîk û çavkaniya mirovî carekê belav bûn, ji nû ve berhevkirin û birêxistinkirina van ked û bedêleka pir mezin dixwaze. Ked û bedêl jî bi bawerî û armancên zelal dikarin pêkan bin. Dema belavbûnek bibe, ev bawerî û girêdan jî derbeyeka mezin dixwin. Heke li hemberî vê yekê garantiyên berbiçav, pîvandî û mayinde (xurtkirina destûrî ya mafên hevpar, rêziknameyên mayinde yên di warê ziman û çandê de, berfirehkirin û xurtkirina destkeftî û desthilatiya rêveberiyên herêmî, parastina qada siyasî) neyêne bidestyxistin, pêvajo dikare veguhere tawîzeka yek alî. Di rewşeka wiha de wê hêvî, bawerî, girêdan û jixwedayîna ji bo parastina nirx û rûmetan bişkên.
Şikestineka bi vî rengî wê civaka kurd ji hev belav bike ku armanca sereke ya dewleta dagirker ji serî ve ev e û vê armancê di pêvajoya 12ê îlonê de bi biryar û tundî xwestin pêk bînin, lê bi berxwedana Tevgera Azadiyê re ev armanc bi ser neket, dijberî wê bawerî, fedakarî û lehengiyeka mezin a di ber gel û welat de derket holê. Kurd ji mirineka teqez hatin rizgarkirin. Bi van re gelek destkeftî hatin bi destxistin. Beriya hemiyan jî kurd li nasnameya xwe xwedî derketin û bi hemû cîhanê dane nasîn û pejirandin. Bedêl giran bû lê encam jî li gor wê mezin bû. Îroj, ev hemî dîsa bi metirsiyekê re rûbirû ne.
Pêvajoyeka ne li ser bingeha baweriyê, dikare bi xwe re jihevbelavbûna civakî bîne û di qada navneteweyî de rewabûna mafên gelê kurd bêtir bi sînor bike. Ev pêvajo dikare ji hêla aborî û potansiyela îstiqrara siyasî ve bi kêr be, lê ev jî dîsa bi garantiya reformên berbiçav ve girêdayî dimînin.
Gumana Nasname û Asîmîlasyonê
Yek ji fikarên herî kûr ên pêvajoyê, pirsgirêka domdariya nasnameyê ye. Qedexeyên ziman, guhertinên navan û polîtîkayên asîmîlasyonî û çandî yên ku di serdemên pêşîn ên Komarê de hatine sepandin, bandoreka erozyonê li ser civak û nasnameya kurd kirine. Di pêvajoyeke bê garantor û asîmetrîk de, di rewşa derengxistin an jî paşvevekişandina reforman de û bi taybet piştî danîna çekan, dewleta dagirker dikare vê wekî fersendeka jihevxistin û bi rêya asîmîlasyonê tunekirina civaka kurd bikar bîne ku armanca herî sereke ya dewleta tirk a dagirker ji destpêka damezrandina xwe ve her ev bûye. Di rewşeka wisa de windakirina ziman, koçberî û zextên siyasî dikarin dîsa û kûrtir bêne pêşxistin û zexteka demdirêj li ser nasnameya gelê kurd bikin. Gumana "sedsaseka din a windabûyî" dikare zêde bibe di nav civakê de. Di nav vê pêvajoyê de, demografiya bakur jî dikare bê guherandin. Erzincan, Erzirom, Meletî, Dîlok, Mereş û gelek bajarên din mînakên herî berçav ên vê polîtîkaya kambax a li bakurê Kurdistanê ne.
Tunebûna Baweriyê û Çarenûsa Pêvajoyê
Nebûna mekanîzmeya garantoriyê, xeleka herî qels a pêvajoyê ye. Nêzîkatiya dewletê bi tenê ewlehiya dewletê ye û mafên herî rewa û demokratîk ên kurdan jî ji bo wan metirsiya herî mezin a li hemberî dewletê ye. Loma jî pêvajo xwedî karaktereka bi metirsiyan dagirtî ye, ji bo gelê kurd û destkeftiyên gelê kurd ku di van 45 salan de bi bedêlên pir mezin bi dest xistine. Heke beriya reformên berçav çek bêne danîn, wê erozyona baweriyê kûr dibe û pirsgirêkên nasnameyê ji nû ve û pir kûrtir xwe bidine der.
Ji bo çareseriyeka mayinde avêtina gavên demokratîk ên berçav wê gel jî motîve bike û piştgiriya bi pêvajoyê re û ya bi gavên çareseriya bêyî şer û xwîn re, xurttir bike. Dîroka dagirkeriyê bi dek, dolab, xap û kapan dagirtiye. Ev peşnumaya niha wekî ”gaveka dîrokî” tê dîtin û hewl didin gel bi vê bidine bawerkirin, di rastiya xwe de belge û yaseya poşmaniyê ye.
Lê, li gel van rastiyan jî, divê baş bê zanîn ka çi ji bo çi tê kirin: Planên HTŞê, gelek welatên ereban û bi taybet ya Tirkriyeyê ew bû ku HTŞ bikeve nav hemû bajarên kurdan. Ji bo vê sozê fînansê û her cure alîkariyê jî girtibû, hemû amadekariyên xwe jî ji bo vê armancê dikirin. Ji Amerîkayê jî sînyala xwe girtibûn, wê DYA bê deng bimana, dewleta tirk jî wê bi balefiran piştevaniya wan bikira û xwe li Şêx Mexsûd ceribandin, bi ser jî ketin, lê wan jî pir wendayî dan û kurdan bi biryar nîşan dan ku wê bêyî şer dev ji tu bajarekî xwe bernedin. Ev dibû sedema wendakirinên pir mezin ji bo herdu aliyan jî. Tevî ku DYAyê daxuyandibû hevkarî xilas bûye, dewleta tirk amadekariya ji bo şer mezin dikir û welatên bendavê bi her awayî piştgiriya Şamê dikirin jî, kurdan dev ji biryara xwe ya parastina bajarên xwe bernedan û ji ser maseya muzakereyan jî ranebûn. Bi vê polîtîkayê, karîbûn xwe ji şer biparêzin. Lê divê neyê jibîrkirin ku, piştî bakur hişyarî da dewleta tirk da wê xwe ji ”pêvajoya aştiyê” bikşînin, dewleta tirk dev ji amadekariyên êrîşa li dijî Rojava berda, (yan jî da paş). Ev jî derfeteka baş da Rojava ku bikaribe xwe bide hev, amadekariyên xwe bike. Destê Rojava bi biryara Bakur xurt bû.
Pêşnumaya qanûna nû ne çareseriyeke rasteqîn, belkî wekî formuleka demkî be. Aliyê kurd hewl dide dem kar bike û gel û welat ji şer dûr bixe. Lewra di dema îro de, şer li her çar parceyên Kurdistanê jî yek ji metirsiya herî mezin e. Tenê, kurd divê bi heman hişyariyê, bi parastina xeta xwe, bêyî ku bikevin dafikan, divê têkoşîna xwe ya ji bo armancên sereke bidomînin. Ji ber konjukturê dibe ku ev bi rê û amûrên cuda bêne kirin.
Tevgera Azadiyê ku gelê kurd ji xewa mirinê şiyar kir, di pêvajoya 12ê îlonê de gelê kurd ji tunebûneka teqez rizgar kir û doz û mafên gelê kurd bi cîhanê da zanîn, divê bawerî pê bê ku van rîsk û metirsiyan jî ji herkesî baştir dibîne û xwe li gor wan amade jî dike.
Gel divê li dijî her cure erîş, reşkirin, bêbextî, propoganda û derewan hişyar be û rê nede van hewldanan. Serkeftin a gelê kurd e!