Nirxandin 5 deqîqe xwendin

Pêşketinên siyasî û aborî!?..

Çepgiriya Tirk jî ji bo pêşî li gengeşekirina doza Kurdî girtinê bê navber ev mijare derdixist pêş.

Pêşketinên siyasî û aborî!?..

Nirxandinên me divê li ser çi bingehî bin?

 

Birêz Örfi Pervane li pey hev çar nirxandinên xwe yên li ser bingehê pêşketinên siyasî û aborî ya cihanê pêşkêş kir. Me di salên 70 yî de  ev mijareya gengeşe dikir. Heta wê serdemê rengekî wisa hebû, ji çareseriya pirsgirêka Kurd bêtir, ev mijar û mijarê şoreşa proletarya dihat gengeşekirin. Çepgiriya Tirk jî ji bo pêşî li gengeşekirina doza Kurdî girtinê bê navber ev mijare derdixist pêş. Bes dîsa jî mirov dikare lê vegere, ji nû ve binirxîne, dibe sûdek bide. Yanê wekî koçerên Kurd dibêjin; „zerara mîyên sor tê de tine!“

 

Gelek hevalên wî yên medya civakî li gel erêkirinên xwe, dîtinên xwe yên cûda jî ragihandine. Ji ber ku hin kesên alîgirên hin deveran û têgîhîştinên nerênî; di cihê nirxandina mijareyê de ev platform weke qadeke êrişkariyê hilbijartibûn, min hiç nexwest ku ez zêde tevê gengeşiyan bibim. Lewra kes û kesokên ji bo welêt ti tiştek nekiribin, li ser medya civakî êrişkarên bêperwa nin, armanca vê bêperwatiyê, ev e; dixwazin di gengeşiyan de muhatap werin girtin, bes bi wan re serî êşandin jî ne rast e. Ez ê li vir mijareya wan derdoran venekim, pêdivî jî pê tine, heta ne hêjayên gengeşiyan e jî, ji bo vejenîna pêşketinên aborî û siyasî tenê çend têbiniyên kurt li vir daynim, bes e. Ez hêvî dikim ku sûdekê bide we. Dibe rêya nirxandinên nû jî veke.

 

1 – Em nikarin ti serdemên pêşketinên aborî û siyasî yên li Rojavayê Ewropayê û Rojhilata Navîn xwerû Kurdistanê birûberînin, lewra di ti warî de li hev nakin. Rojhilata navîn xwerû Kurdistan tim di bin êriş û rûxandinan de bû, dijê wê pêşiya rojavayê Ewropê vekirî bû.

 

Çima?

a) Pêşketinên aborî û siyasî yên destpêkê li Rojhilata Navîn kemilîn, Bes êrişên êrişkarên hov yên ji bo talan û wêrankirinê hatibûn, hertişt serobin dikirin, diruxandin, disotin û dibirin. Mixabin ku wan hovan di her serdemê de Kurdistan tar û mar kirin. Civaka me di divêtiya ji nûva ji nav kavîlan derketinê û helberîne de diman.

 

b) Rojavayê Ewropê ne li ser rêyan bû, bi demdirêjî rastê êrişên hêzên hov û talanker yên wekî komên Samiyan û Moxolan nehatin. Bingehê jiyan û aboriya serdemên cuda ewqas nehat talankirin û ruxandin. Bi wê ve girêdayî xwerû di warê bawerî û têgîhîştinê de jî, mejîyê wan bi têgîhîştinên biyanî û wehşetê parçe nebû. Tenê Serderstiya împaratoriya Romayê hebû, ew jî ne biyanîyên herêmê bûn, bi gotineke kurt ew jî têgîhîştineke serdest ya vê erdnigariyê bû, bi zimanekê din ev hêzên serdest jî ji wan bû.

 

c) Mejiyên ewropiyan bi bawerî û bîra Samiyan xwerû ya Ereben nehat korkirin û manîpûlekirin. Xeyal û derewên Ereban li welatên Ewropê nebû baweriya bîr û giyan kuştinê. Xiristiyanî jî tenê bi destên Ewropiyan yanê Împaratoriya Romayê li Ewropê belav bû, her wiha bi têgîhîştina wan li seranserê Ewropayê rûnişt. Yanê bîra baweriyê jî ne bîyanî û wehş bû.

Her çendî pêngavên herî mezin yên di warê avahi û alavên kar de, bi taybetî jî yên bingehên sanayiyê, wekî aşê avê, aşê bayê, heta Erebeya şar „MARANYA“ li ser xaka gelê arî ango li Kurdistanê û bi destê gelê Arî afirîn û ji wir li cihanê belav bû. Ji ber van egerên tên zanîn rê li pêşiya pêşketinên aborî û siyasî ya herêmê, xwerû ya Kurdistanê hate girtin. Civak bi giranî di nava rewşa xweparastinê de ma. Her di divêtiya ji cih û warê avakirî barkirinê û her tiştî ji nû ve avakirinê de man.

 

d) Eger li welatekî, yan jî li herêmeke cîhanê di her serdemê de alav û bingehên helberînê di warê diravî têgîhîştin bê navber were ruxandin, li ser we xakê ne di warê aborî ne jî di warê siyasî de pêşketinên pêdiviya serdemê pê heye ne pêkan e. Kurdistan a bi vê karesatê ve rû bi rû maye.

Yekê van rastiyên ku Kurdistan di her serdemên dîrokî de di nav de bû, nebîne, li ser vê bingehî rewşa aborî û siyasî ya welatê me nenirxîne, ew fîlozof ne, çi dibe bila bibe, nikare rastiya welêt têbigîhîje û nikare bi hemû aliyan û egeran ve wê rastiyê bide têgîhîştin jî. Wê tenê di nava reng û têgîhîştina ewropiyan de patînaj bike, ev jî ti sûdek nade.

Berhemên siyasî û xwerû li ser şirovekirina aborî ya Rojavayê Ewropê ji bo me ne mînakek zanistî û têr ya li ser rewşa Kurdistanê ye. Ne tenê seriyan li mirovan diwerimîne, mirovan dixe ser xetên şaş jî. Divê rewşa siyasî û aborî ya Kurdistanê tenê li ser bingehê dîrok pêşketin û rewşa Kurdistanê ya demborî û ya îroyîn were nirxandin.

 

2- Xaleke girîng

Li gel van rastiyan hin berhemên nivîsandî yên li ser mijareyên siyasî û aborî yê Ewropiyan bi giranî bi destê hin çepgirên Tirk hatine wergerendin. Ji ber vê sedemê jî, di wergerê de têgîhîştinên bi şovenizma Tirk dagirtî bingeh hatine girtin, ew û berhemên orjîn bi giştî hev nagirin. Mînak; min berhema nav „Qapîtal“ di salên heftêyî de bi tirkî xwend, dû re hatim Almanyayê, piştî hînê Almanî bûm, her çendî zimanê wê yê almanî ji bo min giran jî bû, min hewlda xwe û Qapitala bi almanî (orjîn) jî xwend. Bi xwendinê re min hin rûberandin jî kirin. Di encamê de baş têgîhîştim ku yên ev berhem wergerandine tirkî, anegorî têgîştina xwe û pêdiviyên şovenîzma Tirk wergerandine. Yanê çepên Tirkan di wergerê de jî, wekî Alman dibêjin; „getürkt“ bi zimanekî din wekî têgîhîştina Tirkan kirine.

 

Gotina min a dawiyê:

Bi werger û nirxandinên çepên Tirk nexapin. Ya dudyan Rewşa aborî û siyasî ya Rojavayê Ewropê û Kurdistanê di ti warê siyasî û aborî de hev nagirin. Heta li welatê kolonyal ên Rojhilata-Navîn û Kurdistanê jî ne wek hev in. Lema divê rewşa siyasî û aborî ya Kurdistanê li ser bingehê têgîhîştina aborî û siyasî ya welatên dagirker û ya  ewropiyan neyê nirxandin.