Xwendevanên ku gotara min a “R’eşkujîya Şengalê û dersên wê”xwendibin (http://www.amidakurd.net/qunciknivis/r_eşkujîya_şengalê_û_dersên_wê ),wê bê
bîra wan, li
ser t’evkujîya Şengale min nivîsî bû, ku:
“Di çapemanîya k’urdî da
(û ne t’wenê di ya k’urdî
da) r’eşkujîya Şengalê bi berfirehî û p’ir’alî tê
nirxandin… Û, her çiqas diçe, pirs
pir’tir dibin, ne ku bersîv.
Lê ev ji t’u birînê r’a nabin derman!
Çiqas pirs jî hebin, tiştek li ber ç’avan e – k’omkujîya
civakekê pêk hatye. Eger em vê zelaltir bibêjin, li dijî mirovahîyê sûcekî
giran hatye kirin: bi hezaran mirovên bê sûc û guneh bi barbarî hatine kuştin –
jin, zar’ok, kal û pîr; bi hezaran keç’ û bûkên ciwan hatine r’evandin
û di bazarên bajarên cîhana bênamûs da ew derxistine firotanê. Û ji bo van
kiryaran jî navek heye – hovîtî û barbarîya sedsalên navîn… Tiştê ku li Şengalê
pêk hatye, heya dir’ndeyên hov – gur û çeqel
jî bi tiştên wisa r’anabin!
Erê, ev dir’indeyên
hov in, ewê hovîtîyên xwe pêk bînin, ji ber ku ew bi gênêtîkî wisa hatine cîhanê, xwezayê ew wisa sêwirandine.
Lê k’urd, ewên ku t’enê
p’eywir û erkên wan – hem bi destûrî, hem jî
bi qanûnên mirovî yên nenivîsî, ew bûye, ku di r’ojên
teng da li gel xwedî derk’evin û
wî biparêzin?…
Ev çi ye, mirov dive vê çi nav bike: xiyanet,
xwefiroşî, tirsonekî, r’evekî?... Yan ev hemû
bi hev r’a û di nav hev da?...”
Dema ev pirsên hanê hatine
nivîsarê, wê demê bûyerên Şengalê yên trajêdîk hê t’eze pêk hatibûn, hê gelek tişt ne
dîyar bû, hê helwesta gelek derdorên siyasî û hêmanên çapemanîyê t’am dernek’etibûn holê... Û dibe ku dehsal, heya dibe ku
sedsal jî derbaz bibin, lê hemû t’erefên van bûyerên dijî
mirovahîyê bi hemû terfefên xwe va derneên r’onahîyê...
Di vê navberê da di çapemanîyê da
gotar û daxuyanîyên cihêr’eng (ên ku gelek caran r’agîhandinên hev r’ed dikirin!), nameyên vekirî yên r’ewşenbîran ên t’uje hest û r’amên cuda hatine weşandin...
Cîhan jî xwe hesya, ji xwe livya,
dewletên gewre jî, şûna bêyî derngîxistin alîk’arîya mirovî bigihînin
p’enaberan, bi r’ojan, bi hevtêyan civîn ser civînan, hevdîtin û
şêwir li dû hev li darxistin, k’a çawa alîk’arîyê bigihînin êzdîyên Şengalê, yên ku di r’ewşeke p’ir’ aloz û giran da ne. Di vê navberê da p’enaberên ku ew hovîtîyên DAÎŞ-ê
dîtibûn bi bêexlaqî û bêwijdanîya cîhnê r’a r’ûber’û man – wê cîhanê, ya ku xwe şaristanî û mirovhez nav dike...
Wek ku tê zanîn di seranserê K’urdistanê û welatên cîhanê yên dinê da, yên ku k’urd lê hene, di nav gel da seferberîyek ji bo alîk’arîya p’enaberên Şengalê destpê bû û îro jî didome, r’ewşenbîrên kurd ên ji hemû ol û bawerîyan jî helwesta xwe ya biratîyê li hember
birayên xwe yên êzdî dîyar kirin...
Di vê navberê da hinek hêmanên
çapemanîyê yên bi zimanê k’urdî jî r’ûyê xwe yê r’astîn li ber cîhanê vekirin – hinekan
bi r’ûr’eşî, hinekan jî bi mirovaya xwe
ya dilovan û helwesta xwe ya net’ewî û dilsoz.
Eger bi giranî weşanên k’urdî helwesta xwe ya net’ewî dan dîyarkirin, lê belê hinekan,
rastedêr an ne r’astedêr, vekirî xeta DAÎŞ-ê p’arastin (şerma giran!).
Weha, mînakeke helwesteke vî r’engî bala Portala nûçeyan a “Êzîdî Prêss”-ê k’işandye û mat’mayîn û hêrsa amadekar, r’ojnamevan û xwendevanên wê
gîhandye asta here bilind.
Weha, ew hêrs û matmayîn – bi r’ngê nûçeyê:
“Hewlêr/Kurdistan – Melayê k’urd Ebdulet’îf di weşana zindî ya têlêvîzîona “RÛDAW”da daxuyand, ku êzdî û zar’okên wan, ên
ku bi destê têrorîstan hatine kuştin, wê neçine cunnetê, wê biçine cehnemê, ji
ber ku ewana bêxwedê ne. Bi dîtina wî, t’enê ewê her’ine cunnetê, yên ku şehedê qebûl dikin û dibin
nîslam. Ev daxwîyanî ewî wek bersîva r’ojnamevan, daye, yê ku jê hîvî kirye, ku ew
bûyerên Şengalê binirxîne. Êzdîyên t’evahîya cîhanê ji vê daxwîyanîya vî mellayî
bêzar û mat’ma bûne. Pirs di wê da ye, ku ev ne cara yekem e, ku mellyên k’urd daxwîyanîyên vî r’engî didin,
lê heya naha hîç yek jî ji wan nehatye cezakirin û heya ji kar nehtye dûrxistin.
Ji hêla dinê va, ew yek mirov mat’ma dike, ku ajansa k’urdî ya “RÛDAW” hertim çalakîyên dijî êzdîyan li dardixe, dema mafê weşanê
dide neyarên êzdîyan û vekirî gotinên wan ên dijî êzdîyan diweşîne. Heya di
demên dîroka êzdîyan ên weha teng da, “RÛDAW” – ê pêr’a gîhandye ji hêla helwesta xwe ya xirab va ji yên dinê cuda bibe. Divê bê
gotin, ku ev ajans ji hêla hukumeta Herêma K’urdistanê va tê fînansekirin”. (http://ezidipress.com/ru/?p=1751 ; wergera ji r’ûsî ya min e. – E. C.)
Mirov li vir çi dikare bibêje?
Helbet hêrs û ner’azîbûna k’urdên êzdî mafdar e. Lê min
dixwest li vir hinek tişt serer’ast bikirana:
Ya yekem; di nav k’urdan da gelek oldarên îslamî hene, yên ku, berovajî vî mellyî, ku li jorê
di derbarê helwesta wî ya dijmirovî da tê gotin, van bûyeran nelet dikin û ew
tiştê ku li Şengalê pêk hatye, xiyanet hesab dikin...
Ya duyem; Divê bê zanîn, ku “RÛDAW” ne bi
giştî ji hêla Hukumeta Herêma K’urdistanê va tê fînansekirin.
Dibe ku beşekî fînansên wê ajansê Hukumeta Herêmê jî dide, lê ev bûyerana wan
agahîyan piştrast dikin, ên ku di dema xwe da di çapemanîyê da hatibûn weşandin
(ew jî bi belege!), ku ev ajanş ji hêla MIT-a K’omara T’irkîyayê va hatye damezirandin, û fînansa wê jî ew dike. Ger wisan e, ev
helwesta ajansê tê fêmkirin – wek ku di nav gel da bi wat’eyî tê gotin, yê ku p’ereyan dide, ew jî mûzîkayê sparîş dike!..
Û îzbatîyeke vê ya ne r’astedêr jî:
Ji
16 –17-ê k’ewçwra
sala 2012-an di payt’exta
Bakûrê K’urdistanê
Amedê da Konfêransa êzdîyan a navnet’ewî
pêk hat. Tiştê balk’êş
ew bû, ku amadek’ar
û sazûmank’arên
wê konfêransê r’êxistinên
k’urdan ên civakî û siyasî bûn, û
endamên wan jî bi bingehîn k’urdên
misulman bûn. Û di wê konfêransê da nûnerên r’êxistinên siyasî û oldarîya k’urdên misulman li hember birayên xweye êzdî dilovanîya xwe dîyar kirin û ji bo wê,
ku pêşîyên wa demên berê li hember wan zulm û zordarî pêkanîne, ji wan lêborîn
xwestine.
Ewê
konfêransê di nav r’aya
gîştî da dengekî mezin veda û di derbarê k’arên
wê di gelek welatên cîhanê da hatine r’agîhandin
û şiroveyên cihêr’eng
çê bûn.
Ay, lê helwesta wî mirovî, yê ku xwe wek serokê cîhana
îslamî dibîne, serekwezîrê T’irkîyayê yê wê demê R’ecep T’eyîp
Erdoxan anegorî kevneşopîyên pêşîyên xwe yên “bi nav û deng”dimîne. Weha di derbarê wê
konfêransê da ewî bi gef û gûr’ çi daye der: “Ola êzdî û zerdeştî bingeha wan yek e, û ger wisan e, t’u p’êwendîya wê bi
Xwedê r’a
nîne!..”
Fermo, binihêr’in, li ber ç’avan e, k’a “RÛDAW” xeta kê dimeşîne,
gotinên k’ê bi devê mellayekî k’urd ji k’urdan r’a dibêje.
Divê di sêrî da bê zanîn, eger
hinek r’abin û bibêjin, ku ewî mellayî nêr’îna xwe anîne zimên, bizanibin ew haş ji bayê dinyayê nînn. Ji ber ku qanûn
û exlaqê r’ojnamegerîyê heye: berî ku amadek’arîyên weşanê bikin, weşangerên têlêvîzîonê r’êyekê dide pêşîya beşdaran, eger
yek ne anegorî wê be, wî/wê nake nava
weşanê, lê eger ew kirine weşanê, bizanibe, beşdarê bernameyê wê weke xwesteka
têlêvîzîonê biaxive...
Û ji bilî vê, çima oldarên dinê
di K’urdistanê da t’unene? Çima “RÛDAW” – hema ew dît
û derxist pêş... Ma ne di nav k’urdan da ewqas oldarên
welatparêz, dilsoz û xwedî r’amana net’ewî hene, heya bê bes e! Heya, eger mellayekî wisa di nav k’urdan da nînbûya jî, “RÛDAW”-ê bi saya û alîkarîya Erdoxan an wê ji cîhekî
dinê p’eyda bikira, an jî wê yekî nû bisêwiranda. Divê bê
zanîn, ji bo belavkirina ksêofobîyayê û bêtemûlya hemberî k’omên civakê, an kesên cuda bi qanûnê
navnet’ewî caza dikeve... An na, xayîn û xwefiroş li her cîhan hene,
çima hineke dinê nabînin û dernaxin pêş, çima yên wisa hema p’ara “RÛDAW”-ê k’etine?...
Dîs jî, tiştekî p’ir’ balk’êş: van demên dawîyê Hukumeta Herêmê daxuyandye, ku hinek k’armendên “RÛDAW”-ê r’aç’av kirine, yên ku xizmeta r’êçgerîyên (mûxabarat) welatên derek’e kirine, û ew ji k’ar hatine avîtin... Bi vê daxwîyanîyê Hukumeta Herêm hewl dide, ku ew
agahîyên di derbarê wê ajansê da vala derxe, lêbelê, ev daxwîyanî û weşanên ku ajans
belav dike, careke dinê îzbat dikin, ku ew hêlûna meşandina siyaseta hêzên
derva ye...
Û li vir, ji bo ku bê xuyanê, ku xeta siayaseta net’ewî ev
nîne, ku di nav gel da gelek hêz û kesyetîyên bi mejûyê net’ewî hene,
ezê li vir parç’eyekî ji daxwîyanîya r’ewşenbîrekî k’urd ê hêja bînim, a dr. Sozdar Mîdî ya bi sernivîsa “ Gelê Me! Êzdî Rihên Meyên Kurdistanî yên Resen in!” Fermo, binihêr’in, k’a ew çi
bangê dike:
“ Ey gelê me! Ey serkirdeyên me! Ey partiyên me!
Haydarbin! Rihên meyên Kurdistanî yên
manî Êzîdî ne! Ma gelo dibe ku, em dev ji rihên xwe berdin?! Û çi dibe bila
bibe, divê Kurdistan rizgar bibe!” (http://www.kurdinfo.com/forum_bixwine.asp?id=5228)
Û p’arç’eyek jî ji gotara vî camêrî ya balk’êş a “Ta Kengê Bêdengî Li Ser Tewrên Tabûra
Pêncan ya Islama Tundrew”! Bi xwe bixwînin û hûnê bi bawer
bin, k’a k’î ne, yên ku îro di nav civaka k’urdî da r’ola “Tabûra pêncan” dilîzin:
“Tabûra Pêncan li Kurdistanê:
Di dema şerê gelêrî da li welatê Ispaniyayê sala
1936-an, generalê îspanî Emilio Mola kete paytextê welêt - bajarê Madrid û pêra
4 tabûrên leşkerî hebûn. Wê hîngê wî got: Tabûreka din ya pêncan bi me ra heye
ya ku di hundirê bajarê Madrid da bi me ra kar dike. Arzûya wî ji wê gotnê ew
kes bûn yên ku bi nehînî li gel wan dixebitîn. Piştî wê demê ev têgihîna
"Tabûra Pêncan" di zanistiya siyasî da bû bi maneya "nokerên
dijmin yên ku li dijî gelê xwe kar dikin". Di rastiyê da neteweya Kurd pir
caran bûye qurbana Tabûra Pêncan ya kurdî. Kevintirîn Tabûra Pêncan di dîroka
me da bi serpereştiya Harpakê Mîdî bû, ewê ku hin serekên Madan yên
berjewendîperest li dor xwe civandin, bi îxanetî hevpeyman bi padîşahê Farisî
Kohreşê Duwem ra danîn û arîkariya wî kirin ku Emperatoriya Madan di sala 550-ê
b.z. da bê hilweşandin; tenha ji bo wê yekê ku tola xwe ji padîşahê Madan yê
dawî Ezdehak hilînin. Va ye heya niha jî Kurd ji 25 sedsalan da bihayê vê yekê
bi êş, xwîn û hêstiran didin. Tabûra Pêncan ya kurdî di her dem û heyameka
dîrokî da hebûye; ew jî hin Kurdin ku bi teşe, cil û bergên xwe Kurdin, lê ji
kurdayetî û nasnameya xwe ya kurdayetiyê hatine pişaftin û dûrketin. Ew ne bi
dîtinên xwe, ne bi bîr û ramanên xwe, ne bi hest, nirx û rewiştên xwe û ne jî
bi helwestên xwe kurdistanî ne. Di dema niha da, Tabûra Pêncan ya here nebaş di
nav me da Îslamewiyên Kurd yên tundrewin. Me berî niha jî çend gotar derbarê
ramanên wan yên tirsnak û genî da nivîsandibûn û bal kişandibû ser pêwîstiya
paqijkirina civaka me ji vê çanda bêgane, ji ber ku ew li dijî Tevgera
Rizgarîxaza Kurdistanî ye. (Dr. Sozdar Mîdî, “Ta Kengê Bêdengî Li Ser Tewrên Tabûra
Pêncan ya Islama Tundrew”, http://kulilk.com/portal/node/37209)
Belê, ev sazîyên “T’abûra pêncan” wê demeke dirêj jî k’arê xwe yê r’eş di nav civaka k’urdî da bimeşînin, eger k’urd li xwe xwedî dernek’evin, û li hember van tiştên weha bêdeng bimînin.
Naha ez bêm ser wê pirsê, k’a ji hêla hêzên me yên siyasî va pêşer’oja êzdîyan
çawa tê dîtin.
Pirs dertê hole, di vê r’ewşa heyî
da, dema bi dehhezaran k’urdên êzdî p’enaber û bêcî û st’ar mane, di pêşer’ojê da çi dive bê kirin, ku r’ewşa êzdîyan aram bibe, ji bo ku êzdî
veger’ine warên xwe yên kal û bavan, û st’argeha me ya net’ewî – Şendgala pîroz vala nehêlin.
Em vê demê çi nirxandinan jî bikin, ji dûr va hinek
tişt jî bibînin, lê emê nikaribin ji wan
mirovan çêtir bibînin, yên ku ne t’enê jinêzîkva bê navbeyn pêvajoyê dişopînin, lê bi aktîvî di nav wî k’arî danin û r’êvebirîyê jî jê r’a dikin.
Weha van demên dawîyê Têlêvîzîona k’urdî ya MED NÛÇE bi hevserokê Desteya R’êvebir a K’oma Civakên K’urdistanê bir’êz Cemîl Bayik r’a hevp’eyvînek pêk anî û di wê hevp’eyvînê da pirsa Şengalê, r’ewşa êzdîyên p’enaber, r’ê û r’êbazên ç’areserîya pirsgirêkên wane r’ojane û mayînde jî hatine nirxandin. Dibe ku gelek bînêranan ew hevp’eyvîna nihêr’î be jî, lê bi
nêr’îna min, dema mirov dibihê tiştek e, dixwîne tişteke.
K’a, em bala xwe bidinê, ew camera li ser pirsa Şengalê û r’ewşa êzdîya çi dîtinan pêş dixe. Li vir pirsa girîng ew e, ku bir’êz Cemî Bayik ji navê t’evgerekê diaxive, û, eger mirov bi baldarî bixwînê, wê di nav da pilanên ç’areserîya pirsê yên bi prênsîp û r’êal bibîne. K’a, em binihêrin, ewî di hevp’eyvîna xwe da ji bo ç’areserîya pirsê çi r’ê û r’êbaz pêşnîyar kirine:
"Gelê me êzdî divê ji Şengalê dernek’eve. Belkî destpêkê mecbûr bû derk’eve, feqet pêwîst e ji K’urdistanê dernek’eve, paşê
jî berê xwe bide Şengalê. Çimkî Şengal
cîhê gelê me êzdî ye. Dîroka wan li wê ye, cîhê wan li wî ye, cîhê wan pîroz li
wê ye, hemû nirxên wan li wê ye. Eger ji wê derê dûrkevin êzdî dimirin. Bi
hicûmê DAÎŞ-ê xwestin qetlîameke mezin li Şengalê, ser êzdîyan pêk bînin. Yanê
Şengalê bê êzdî bikin, yanê Şengalê bikin ware xwe. Ew pêk nehat, Vêca jî
dixwazin êzdîyan bibin Ewropayê, Amêrîkayê, Kanadayê. Êzdîyan weha xilaz bikin,
car din êzdî nezivirin Şengalê. ku Şengal ji cîhê êzdîyan, ware êzdîyan
derkeve. Yanî lîstikên weha xeter li ser gelê me êzdî tê meşandin. Pêwîst e
gelê me êzdî vê baş ferq bike. Lîstikên ku dibin, komployên ku dibin, lazime
fem bikin, vana xirav bikin, li xwe xwedî derkevin, di Şengalê da bi cîh bibin.
R’aste, ji bo ku car din bizivir’in Şengalê, di Şengalê da bi cîh bibin, pêwîst e, ku p’arastina xwe hebin. Eger hêza xwe p’arastinê çê nekin, nikarin bi kesekî bawer bikin,
nikarin car din bizivir’in Şengalê û di Şengalê da bi cîh bibin. Eger
xweserîya xwe nebe, hêzên xwep’arastinê nebin, nikarin bi kesekî bawer bikin. Çimkê
tiştê ku hatye jîyankirin, vêya derdixe hole, vêya bi êzdîyan daye fêmkirin.
Êzdî dive xwe bawer bikin, li ser hêza xwe civaka xwe ava bikin, pêwîst e, hemû
pirsgirêkên xwe bi xwe ç’areser bikin, hêzên xwep’arastinê ava bikin, xweserîya xwe ava bikin, bikaribin
bi xwe xwe bip’arêzin…
Ev jî tenê ne bes e. Lazime, êzdî bi Telefer ra bi
Turkmên raj î heleqên xwe çê bikin, bi hev r’a li dijî DAÎŞ-ê bisekinin…
...Naha di nav êzdîyan da nîqaş heye, her çiqa diçe ew
nîqaş pêş dik’eve. Êzdî dibêjin: "Me berê bi Hukumeta Îraqê
bawer kir, bi Hukumeta K’urdistanê bawer kir, ku wê me bip’arêzin, feqet derk’et, ku wana em neparastin. Eger xweserîyeke me hebûya,
hêzeke me ya xwep’arastinê hebûya, meyê bikaribûya xwe biparasta, meyê ew t’evkujîya, ew k’oçberîya jîyan
nekira. Dibêjin, me ji bûyerên derbazbûyî tê derxist, ji vir hada ji bo ku em veger’ine Şengalê, li Şengalê bijîn, dive em bi xwe bawer
bikin, em xweserîya xwe, r’êvebirîya xwe li ser wê bingehê pêşbxin, em hêzên xwep’arastinê pêş bixin, em bi xwe bi hêza xwe xwe bip’arêzin, eger weha be, em dizivir’in, eger weha nebe. em nazivir’in".–
Em vê dîtinê,
vê goftûgoyê r’ast dibînin. Di praktîkê da derk’et hole, ya hate jîyankirin jî, diyar dike, ku, eger
êzdî hêzên xwep’arastinê çê nekin, bi wê hêzê xwe nep’arêzin, r’êvebirîya xwe ya xweser çê nekin, bi wê xwe r’êvanebin, nikarin bizivir’in vêderê, nikarin li vir jîyan bikin… Em dikarin
piştgirîya vê bikin… Kesê li dijî vê bisekine, nine. Her kesê piştgirîya vê
bike. A r’ast jî ev e. Her bi vî awahî dikare ç’areserî bibe, wekî dinê ç’areserî çê nabe. Gelê me dive ç’areserîyê di vê da bibîne, ne ku di Ewrpayê da,
Amêrîkayê da, Kanadayê da. Pêwîst e warê xwê net’erikînin, K’urdistanê net’erkînin, li
xwe xwedî derk’evin. Eger ji K’urdistanê
qut bibin, ji Şengalê qut bibin, belkî bi fîzîkî qet’lîam nebe, feqet wê qet’lîama sipî pêk bê, ango, wê êzdatîyê bemire. Wê di Şengalê
da êzdayetî jîyan nebe.Pêwîst e mirov vê baş fêm bike. Naha gelê me êzdî li Başûr, li Bakûr, li R’ojava bi cîh dibe. Ev baş e. Pêwîst e, gelê me li her
cîhan li êzdîyan xwedî derk’eve – bi hemû derfetên xwe alîk’arîyê bide wan. Alîk’arîya êzdîyan kirin, alîk’arîya k’urd kirine, k’urd bi
serxistine. Eger êzdî ji hole r’abin, k’urd zerarên mezin dibînin. K’urd k’oka xwe winda dike, dîroka xwe winda dike, t’aybetmendîyên xwe winda dike. Pêwîst e, k’urd êzdîyan bide jîyankirin… Eger gelê me li hemû
beşan li êzdîyan xwedî derket, êzdîyê bizamnibin, ku ew ne t’enê ne, ku li r’ex wan gelek
heye, ew gela dikare têk