Wan zanayên
kurdên wê demê û heta serdema bistan, ji bilê zimanê
Ereban,Farisan û Tirkan dikarîbûn bi zimanê gelê xwejî berhem
derxistana û pêşkêşê
gelê xwe bikirana.Biserde bi sedan salan di Medreseyên Kurdistanê
de, bi zimanê Erebî, Farisî, dersdane û ji Feqîyên xwere bi
zimanê kurdî ravekirine.Jibil vê beşa ku her bi zimanê
bîyanîyan pênûsa xwe xebitandine,beşek giran ji zanayên
kurt bi zimanê gelê xwe,berhemên pir hêca pêşkêşê
gelê xwe kirine.Seydayê mezin( Mele Ehmedê Cizîrî)jî,yek jiwan
kesane ku di meydana wêjeya kurdîde,berhema xweya rengîna
wêjeyî,bi naverokên bê hempa, pêşkê
gelê xwe kirîye û ketîye radeya herî bilinda wêjezanîya di
qada cîhanêde.Lê dîsa pir mixabin;kesek ji Melayên Medreseya
kurdî,rojek ji rojan negotine: em vê berhema Melaya gewherî, jibo
gelê xwe şrovekin û
bi gelê xwe bidene zanînê: ku, ev berhema Melaya wêjeyî, deryakî
ji zanîna bê hempaye.Mela û feqîyên Medreseya kurdî, tim bi
çavê dengderanîna muzîkî, livê berhema Melaya giranbiha
nihêrîne û bi dengên xweyên êlî û zîz,xwendine û guh
danehev.
Birastî dîwana Mela, çiqas
helbestekî bi muzîka xweş awaze jî lê jibo xweş awazîyê
nehatîye amadekirinê.Lewra helbestên Melê ;xudanê naverokên
felsefîne û bi watedarîyên piralî hatine dagirtinê û
xemlandinê.Jiber van sedemên ku me dane rêzkirinê ,me pêdivî bi
şrovekirina vê
berhemê dît û di Sala 1997 de dest bi şrovekirina wê
kir.
Lewra berhema Seydayê
mezin(Melayê
Cizîrî)çiqas
dagirtîyê bi gewherên curbecure, ewqas jî bi neqşandina
bêje û hevokên
erebî,farisî û bêjeyên giran wateye. Bi zanîna min;kesên ku
derketîyên ji Medreseyên kurdî nebin û ji xwendina xweya
medreeyê jî, qenc nizanîbin,ew nikarin ji Dîwana Mela bizanin û
Şrovekin.
Herçiqas em ne mêrê vê
meydanê ne jî, me daxwe ku vê berhema piralîya felsefî, jibo
xwendevanên wê, şrovekin û
di tarîtîya dîrokê de nehêlin.Bi giranî di şrovekirina
"Dîwana Mela" de,me ji şroveya Seydayê
(Mele Ehmedê Zivingî)ya ku bizimanê Erebî şrovekirîye û
ji şroveya Seydayê
Hejar(Ebdûrehman Şerefkendî)ya ku bi devoka Soranî
şrovekirîye istifadekir.Lê
her bi tenê ew herdû şrove, bome bûne
alîkarê hinek peyvên nedîyar.Herçiqas rêbazên meyên
şrovekirinê nêzîkê
hevbin jî, şroveya me ne wergera ji berhema wane.Rêbaza
şroveya meya liser helbesta Mela;bi rêbaza
"şroveya bêje û
hevokan, bi kurtayî şrove ,û
ramana şroveker" hatîye nivîsandinê.Ger
di beşên şroveyande
kêmayî hebe jî,tikaya me
ji xwendevanên şroveyê
heye, ku limenegrin û me hişyarkin.Digel şroveya her
helbestekî ji helbestên
Melê; bi berfirehî,me pêdivî bi kurte ferhenga pirtûkê dît,
amadekir û danî dû nivîsa pêşgotinê.
JîNENİGARİYA
MELA
NAVÊ
MELA, NASNAVÊ Wİ,BAJAR Û EŞİRA
Wİ
Navê Mela Ehmede. Nasnavê
wîyê binavdeng (Melayê
Cizîrî)ye.jiber
ku ji Cizîra Botaye,jêra gotine (Melayê
Cizîrî).Dîsa
Mela di helbesta xwede,xwe bi nasnameya(Nîşanî)daye
dîyarkirinê. Armanc jivê
nasnavê ewe, ku Mela tim hedefbûye jibo tîrên evîna yara xwere û
dijwarîyên diwê rêyê de.Navê bavê wî çawa ku Eladîn Seccadî
dipirtûka xweya binavê (mêjûwê Edebê Kurdî)de) di derbarê
şroveya rewşa Mela de, ku( Ebdulqadirê
kurê Elîyê Umadî)
di Sala 1338’ê koçîde nivîsîye û gotîye: navê bavê Mela
Muhemmede û di Bajarê Cizîrêde ji dayîkbûye û ji eşîra
Bextîya Kurdî, ji binemalekî
mezin û xwendaye .
DEM
Û HEYAMÊ KU MELA TÊDA JİYE
Gava ku em dikevine nav vê
mijara ku ji dem û heyamê Mela salix dide,em mijarê ji şroveya
Seyda yê (Mele
Ehmedê Zivingî)
ya ku bi zimanê Erebî liser Dîwana Mele Ehmedê Cizîrî
amadekirîye, digrin û dertînin rojeva niqaşa xweya di
derbarê heyam û dîroka ji
dayîkbûn û hemdemîya Melaya bi kesayetên dema wîra.
Diberya ku em dîtin û
ramanên Seydayê Elaeddîn Secadî bînin rojevê,em dikarin
bibêjin:Raman û dîtinên ku Seydayê Secadî di derbarê heyam û
hevdemîya Melaya bi hinek kesayetan re di pirtûka xweya bi
navê(Mêjûyê edebî kurdî)de anîye ziman û raste rast nedîtina
wîye û dîtina hinek ji nivîskar û dîrokzanên ku nekarîne xwe
bigehînine rastîya mijarê û hevdemî û dîroka ji dayîkbûna
Mela bi hinek gotinên nevebir û pir jihev cuda, di berhemên xwyên
dîrokîde, bi guman dane dîyarkirinê û nivîsîne.
Emê van ramanan yek biyek ji
jêderdkên wan derînin û jibo rayagiştîya xwendevanên
şroveya xwere dîyarkin. Lidû
ramanên curecurên di derbarê Melê de,emê dîtin û ramanên
xweyên ji jêderkên vebir û bêguman, biberfirehî dîyarkin û
pêşkêşê
nirxandina xwendevanên şroveya xwekin.
Seyda Eladîn Secadî, di
lêkolîna xweya di derbarê jînenîgarîya Mela de, dibêje:
Belîc Şêrgo
(Celadet Elî
Bedirxan)dipirtûka
xweya bi navê(Elqedîyetil
Kurdîyet)de
dibêje:Navê Melayê Cizîrî(Şêx
Ehmede)û ji
Cizîra Botane .Di Sala (1160)
tê koçîda liwî
bajarî çûye ser dilovanîya Yezdan.
Muhemed Emîn Zekî Beg jî,
dipirtûka xweya bi navê "Xulasetî Tarîxil Kurdî wel
Kurdistan"(Kurte Dîroka Kurd û Kurdistan)de,dîsa di pirtûka
xweya binavê "Meşahîril Ekrad"(Navdarên
Kurd)de, dibêje:Navê Mela;(Şêx
Ehmede)di dawîya Sedeyê Şeşê
koçîde jîye û hevdemê Umadedînê Zengî, hakimê Mûsilêye û
piştê Mewlana Camî,
hatîye dinê û nusxek ji Dîwana xwe, jibo (Xanê
xanan)hakimê
Tebrêzê kirye dîyarî û şandîye.
Muhemmed Elî Ewnî Beg jî,,
di (Meşahîril
Ekradê) de
dibêje:Peyva(See'dî
û Hafiz)ku di
Dîwana wî de hatine, neji gotinên Melane.Belkî hinekan didû wîre
danîne nav helbestên wî.Lê Mamosta piştê
demek gotîye ew herdû peyv ji gotinên Mela;ne Çawa ku Mamosta
Secadî jî; di pirtûka xwede dîyardike.
Rojhilatnasê Rûsî(Ogest
jaba)di pirtûka
xweya bi navê(Mijûlîya
ji
Kurdan)de,dibêje:Mela;
ji Cizîra Botane û di Sala (540-556)
ê koçîde,di heyamê (Umadedînê
Zengî )de,hebûye.
Rojhilatnasê Elmanî(Fon
Hartman)ê ku
Dîwana Mela li Berlînê di Sala
194l ê mîladîde
çapkirîye, ewjî bawerî bi gotinên kesên navborî kirîye û
gotinên wan rast dîtîye.
Lê Seyda Eladîn Secadî
dengeya di navbera wan gotinan û rastîya dîrokêde nirxandîye û
rast nedîtîye û nebejrandîye.Eladîn Secadî, piştê ku ramanên
wan kesan dide dîyarkirinê,dibêje: Ezê ji wera dîtineke nû di
derbarê jînenîgarîya Mela; de derînim meydanê û
dîyarbikim:Dibêje dîtina min ewe ku min nusxekî jj Dîwana Melaya
ku "Ebdulqadirê kurê Elîyê Umadî" di Sala 1338ê
koçîde bi destê xwe nivîsîye,diberçavanra derbaskir.Mindî ku
di wê nusxeyêde Ebdulqadir dibêje:Navê Mela Şêx Ehmede navê
bavê wî Şêx Muhemmede,di Sala 1407ê
mîladîde li bajarê Cizîrê ji dayîk bûye û ji Eşîra Bextî
ye.Xwendina xweya destpêkê libal bavê xwe xwendîye û di dûra
lidevera Amed,Cizîr,Hekarî(Colemêrg)û
Umadîyê Dersên ji curbecur zanistan girtîye û di dawîya
qedandina xwendina xwere, li Gundê (Sitrabas)a
Bajarê Amedê, libal Seydayê bi navê (Mele
Taha) Destûrnameya
xweya qedandina xwendinê standîye û bûye Melayê Gundê
binavê (Sirba)
li devera Amedê.Di dûra zivirîye Bajarê Heskîfê û demek liwî
bajarî maye û ders daye û gelek ji feqîyên wî libal
Destûrnameya xwe girtine.Dema ku li Heskîfê bûye, lerza evîna
Xudayî girtîye û dest jidersdayînê berdaye û ketîye nav pêlên
evînê û dest bi nivîsandina helbestên xiramî(Evîndarî)
kirîye.
Lidû vê rewşa xweya
evîndarî, di Sala 1481 de zivirîye bajarê
Cizîrê û di temenê xweyê 75 Salîde çûye ser dilovanîya
Yezdan(Xuda).Seyda
Mele Ehmedê Zivingî;xwedîyê şroveya Dîwana Mela ya bi
zimanê Erebî, di pêşgotina
şroveya xwede dibêje: tu
bawerîya min bivan dîtin,ramanên ku di derbarê jînenîgarîya
Mela de ji hêla hinek ji rojhilatnasan û rewşenbîran ve
hatîye gotinê û
nivîsandinê tuneye.Seyda M.Ehmedê ZivingîDibêje: ez dixazim
nerastîya van ramanan, yekbiyek bînim ziman û pûçbikim û
rastîya jinenîgarîya Mela bidme nîşanê
xwendevanên berhema xwe.Seyda Mele Ehmedê Zivingî, dibêje:Melayê
Cizîrî gava ku di helbesta xwede ji Cengizxan dipeyîve û dibêje:
(Ji reena nêrgizên tey
mestî xûn rêz)
(Zeman bû ehdê ceng
engîzê Cengîz)
Rengê dirindî û barbarîya
êrîşa Cengizxanê
Teterî ya liser welat û bajarên îslamê tîne ziman û dide
dîyarkirinê.Neku hevdemîya xweya bi Cengiz ra tîne ziman.Lewra
Cengizxan di 624ê koçîde mirîye û Mela ji rengê gemarîya wî
dipeyîve.Dîsa Mela di helbesta xwede,dibêje:(Cengizî
hat Têmûrî leng)Eva
helbetajî dide zanîn ku Mela piştê
Têmûre.Ewjî di 807
de mirîye.
Dîsa:Seyda Mele Ehmedê
Zivingî dide zanînê,ku Melayê Cizîrî nehevdemê Hafizê
Şîrazî,nejî yê
See'dê Şîrazîye.Herçiqas di helbesta xwede jiwan axivîye
û gotîye:
(Ji Hafiz qutbê
Şîrazî,Mela er fehm bikî razê)
Hemjî gotîye:
(Ger Luelu ê mensûrî
jinezmê tu dixazî)
(Wer şie'rê
Melê bîn, te bi Şîrazî çihacet)
Gava em li dema Hafizê
Şîrazî û li ya Şêx
See'dîyê Şîrazzî dinhêrin;em
dibînin: ku dinavbera wande jî, nakokîyên dîrokî heye.Lewra
Mewlana Camî;di berhema xweya binavê(Nefehat)de
dibêje:Hafizê Şîrazî di Sala 792 ê
koçîde mirîye.Herwisa Şêx
See'dê Şîrazî jî, di sala 691ê
koçîde mirîye.Mewlana Camîyê ku navê wî bi See'dê Şîrazîre
di helbesta Melê de
derbasdibe û dibêje(Ji
rengê Seedî û Camî)ewjî
di Sala 898 de çûye ser dilovanîya Yezdan.Seyda Mele Ehmedê
Zivingî dibêje: van nakokîyên dîrokî besin jibo ku Seyadayê
Cizîrî nehevdemê van kesane.
Dîsa em dibînin ku Mela
dihelbesta xwede, rêze helbetek erebî ji helbesta Fadil Ehmed
Paşayê ku di Sala
902
dê koçîde çûye ser dilovanîya Yezdan nivîsîye.Yanî her
hevokek ku Mela ji berhemek girtibe an axiftibe nabe nîşana
ku Mela hevdemê wî kesîye.
Jivan mînakan têzanînê,ku
ramana rojhilatnasê Rûsîyê bi navê(Ogest Jaba)di derbarê Melade
ku dibêje:Mela di (540-556)
de didema
(Umadedînê Zengî)
hakimê Mûsilê de jîye,neraste.
Dîsa gotina
(Muhemmed Emîn Zekî Beg)
ku dibêje: Mela dinîveka qirna şeşê
koçîde û di heyamê (Umadedînê
Zengî) de jîye û
nusxek ji Dîwana xwe dîyarê hakimê Tebrêzê(Xanê
xanan)kirîye,
ewjî neraste.Lewra gava bi Mîr Umadedîn re helbet gotîye ji
Umadedînê Mîrê Cizîrê mijûlbûye û bi wîra helbest
gotîye.Gava ku van dîroknasan di helbestêde navê (Umadedîn)
dîtine Umadedînê Zengî zanîne.Ewjî neraste. Lewra dihelbestêde
ji Mîrê Cizîrê dipeyîve û dibêje:
(Ji Mîr û Bekler û
Çîran=xulamê Mîr Umadînim)
Birastî mebesta Mela di
helbestê de Umadedîn Mîrê Cizîrêye û ne Umadedînê zengî yê
hakimê Tebrêzêye.A evaye çewtîya mijara ku dibêjin: helbesta
Melaya bi sernivîsa(xanê
xanan)jibo hakimê
tebrêzêye.Hemjî em dikarin bibêjin: helbesta (xanê
xanan,) jibo Mîrê
Cizîrêye û nejibo Umadedînê Zengî hakimê Tebrêzêye.Lewra
Mela dihelbseta xweya di beşa (Xanê
xanan) de dibêje:
(Ayetulkursî û En-am
heykela toxa tebin)
Dîsa dibêje:
(Sûre-ê umulkitab madarê
hedret sûrî bî)
Van helbetên binaverokên
ayetên Qur-ana pîroz, didene nîşan, ku Mela helbesta xwe,
jibo Mîrê Cizîrê Mîr
Umadedîn gotîye û nejibo Umadedînê Zengîyê hakimê
Tebrêzê.Lewra van ayetên Qur-anê lidora Sûr û bedena bajarê
Cizîrê hatine nivîsandinê.
Hemjî Mela di helbesta xwede
ji bajarê Cizîrê û ji eqlîmê rabîe' dipeyîve û dibêje:
(Ma Cizîrê şubhê
Darê textê hevt eqlîmê bit)
(Gerçi der eqlîmê rabîe
hate textê seltenet )
Van herdû helbestan didene
nîşan ku peyva(Xan û
Şehînşah) jibo Mirê
Cizîrê hatine xebitandinê.
Dîsa helbesta Melaya:
(Netenê Tebrêz û
Kurdistan liber hukmê tebin)
(Sed wekî şahê
xurasanê di ferwarê tebî)
Dide nîşan ku armanc
ji şehînşah û xanê
xanan,Mîrê Cizîrêye.
Dîsa Seyda Mele Ehmedê
Zivingî dibêje:Mela di helbesta xweda gava dibêje:(Teşbîhê
tîrên xanşeref)Armanca wî jê
xanşerefê kurê Mîr
Ebdalê Cizîrêye.Çawa ku Şerefxanê
Bitlîsî di pirtûka xweya bi navê(Şerefname)de
dibêje:Şerefxanê
Mîrê Cizîrê di Sala 1005ê koçîde, di jîyanêde bûye. Gotina
Şerefxanê Bitlîsî
raste û Şerefxanê
Mîrê Cizîrê hevdemê Melaye.Seyda (Mele
Ehmedê Zivingî) di
pêşgotina Şroveya xweya liser Dîwana Mela de
dibêje:Rastîya dema Mela û
dîroka wî, bi lêkolina mina liser mijarê, ewe, ku Mela di dawîya
serdema dehande û di piştê
nehwêd û pêncîyê koçîde jîye û hevdemê Mîrê
Cizîrê(Şerefxanê
kurê Mîr Ebdalê ji Mirekên Azîzane .
Dîsa Seyda Mele Ehmedê
Ziingî, didomîne û dibêje:Şerefxanê
Mîrê Cizîrê di bajarê Cizîrê de, xwendegehek binavê(Medreseya
Sor) avakirîye û
Mela jî, yek ji dersdayê wê Medreseyê bûye û hevdemê Mîr
Şerefxane.Lewra di helbesta xwede çawa me di pêşîda
gotibû,Şerefxan di
1005 ê koçîde hebûye.Çawa
Mela jî diwê demê de qala Mîr kirîye û gotîye:
(Xef wan reşandin
dil xedeng*teşbîhê
tîrên Xanşeref)
Dîsa helbest gotina Melaya
bi Umadedînê Cizîrîre, dema hevaltîya wîya bi Mîr Umadedîn
raye.Çawa ku têzanînê di hinek nusxeyên Dîwanê de, Mela û
Mîr Umadedîn, bi hevra helbest gotine û di berya hezarê koçîde,
kesek binavê Mîr Umadedînê Mîrê Cizîrê hebûya wê
Şerefxanê Bitlîsî
di kitêba xweya binavê(Şerefname)de
jê mijûlba.Yanî têzanînê
ku eva Mîr Umadedîna di dû hezarê koçîra,bihevdemîya Melaye û
yek ji Bira an kurmam û pismamê Mîr Şerefxane û
di piştwîra bûye
Mîrê Cizîrê.
Dîsa wekî Mîr
Umadedîn,dinavbera (Feqîyê
Teyran)û Mala de
jî, bihevra helbset gotin û
xwendin çêbûye.Yanî
gava(Feqîyê
Teyran)bi Melare
helbet gotîye û diwê helbetê de dibêje:ji temenê min (Hezzar
sal çil û yek çûne)
Seyda Mele Ehmedê Zivingî dibêje:Eva gotina (Feqîyê
Teyran)ku
dibêje:Hezar Sal çil û yek çûne,dide nîşan ku Mela
dipişt Nehsidê koçîra û
heta piştê hezarê
koçî maye û hebûye.Seyda Mele Ehmedê Zivingî dibêje:Ez mame
şaş,! çawa ku van kesên
Dîroknas û nivîskar, vê rastîya dîrokî nedîtine û ewqas
ketine nav şaşîya di derbarê
Mela de û diroka jîna Mela nedîtine.
Bi rastî: dîtin û ramana
Seyda Mele Ehmedê Zivingî(Muftîyê Qamîşloya
Sûrîyê)pir
nêzîkê rastîya dîroka jîna Melaye.Lewra Seyda (Mele
Ehmedê Zivingî)
jêderk û delîlên vebir anîye ziman û xwe pir nêzîkî dema ji
dayîkbûna Mela kirîye.Lê mixabin dîsa xwe negîhandîye vebir
demê.Lewra çawa gotina (Feqîyê
Teyran)a
ku gotîye (Hezarsal
Çil û yek çûne )anîye
ziman, diva gotina ku Feqî gotîye:Gava min û Mela bi hevra helbset
digot:(Sal:1031)
bû jî bianîya ziman.Helbesta ku Feqî bi Melara gotîye,
wihaye:(Zanin
meddahê kême=di hezarû yek û Sîhan).Eva
gotina Feqîya di helbest gotina bi Mela re bo destpêka ji dayîkbûna
Mela û destpêka jîna wîya dîrokîye.Emê vê gotina Feqîya ku
pir rêya meya xebata di derbarê dîroka jidayîkbûna Mela de
ronahî dike,di dawîya lêkolîna xweya liser jînenîgarî û
dîroka destpêka jîna Mela de,biberfirehî hildine mijara xweya
lêkolîna liser destpêka jîna Mela û şrovekin.Di berya nirxandin
û dîtina meya derbarê destpêka jîna Melê de,em dikarin bibêjin:
dîroka despêka ji dayîkbûna Melê ya di berhema Mamoste(Feqî
Huseyîn Saxnic)de,
ya bi navê (Dîroka
Wêjeya Kurdî)
ji encama lêkolîna me, hatîye bidestxistinê.Lê pir mixabin navê
me, di çavkanîya wê
mijarê
de, nehatîye nivîsandinê û birêz Mamoste nedaye dîyarkirinê û
negotîye: min ev dîrok ji lêkolîna Celalettîn a di derbarê
şroveya liser Dîwana Mela de girtîye û pejirandîye.Ez dîsa
Mamostayê hêca dibîrtînim û jêra dilovanîya Yezdan dixazim.
NİRXANDİNEK
LİSER PÊŞEKA TÎPGUHÊZÎYA DÎWANA MELA
Birêz Zeynelabidîn Zinar,di
pêşgotina tîpguhezîya Dîwana Mela ya ji tîpên
Erebî bibal tîpên kurdî ya Latênî ve de, dibêje :an ji
hinekan hiltîne:di malika helbesta Melê de,ya bi nivîsandina:
(Ji herfan mah û salê
ma,nehat der şiklê
falê ma)
(Kuca danendî halê
ma,sipikbaranê sahil ha)
Dîroka ji dayîkbûna Mela
di vê helbestê de; bi hejmarên ebcedî hatîye dîtinê.
Yanî
ji pêş
(Falê)ma
ve (Xalî)ma
dibêje:bi
hejmarên ebcedî(Herfan
û xalî)dike
980ê ger bi hesabê Koçîbe? Bi beranberîya mîladî,dike:1570'ê.Ku
ewjî dîroka ji dayîkbûna Mela ye.Em dinhêrin ku
(Herfan Xalî)ji
binîve neraste. Ger gotina Zeynelabidîn, an kesne ku gotine
(Xalî)rastbe
jî;bi hejmara Ebcedî (Herfan
û Xalî)nabe
1570ê, dibe1575.
Pir
matmayîn jibo kesên bixazin xwe bigehîne dîroka nedîyara(Mela)ya
ku tu Lêkolînerî xwe negîhandîyê ku bi bêjeyên Dîwana Melê
dilîzin (Fal
dixin Xalî)
û bi serda hejmarên (Herfan,Xalî)bi
5 hejmaran Kêm dihejmin.
Hemjî
dibêjin:(Falê
ma nîne Xalî ma)
ye. Lewra me di nusxekî dîwana Mela de; dîtîye ku Xal hatîye
nivîsandinê.Ew nusxeya ku ew dibêjin:Tê de xale ne fale, di dest
mindaye û bi şaşî ji tîpa (F)re
gotine (X)ye.Anjî
bi zanetî xwestine (F)bi(X)yê
biguherînin û hejmara 600î ji (X)yê,ya
10 han jî ji (î)yê
bi destxin û bibêjin:Me ji peyva (Herfan
Û Xalî)dîroka
ji dayîkbûna Mela derxiste meydanê û zanîye.
Nusexeya
ku ew dibêjin:tê de (Xal)e
ne (Fal)e,çawa
me lijor got didestmeda ye û ne (Xal)e
bi rastî (Fal)e.Nusxe
bi destxeta tîpên Farisî Hatîye nivîsandinê û (F)ya
wî dişube (X)yê
ger bi zanetî ne afirandibin.Emê jibo (Xalê)û
rastî ya (Falê)nivîsa
hemî nusxeyên di dest xwe de,bi tîpên wanên resen di rûpela
pêşgotina derbarê dîroka ji dayîkbûna Mela de ji xwendevanên
berhemê re dîyarkin.
Em dixazin bibêjin: me
dîroka ji dayîkbûna Mela wisa bi hêsanî nedîtîye;Me heft salan
lêkolîna liser şroveya Dîwana Mela û dîroka ji dayîkbûna
wî,da meşandinê û xwe gîhande encamên pir giring û hêca.Em
ji hemî kesên rewşenbîr û nivîskar dixazin: ku gotin û dîtinên
me di berçavan re derbaskin û şaşîyên meyên teknîkî,
şiroveyî û lêkolînerî bibînin û me agahdar bikin.
Me
li jor got dîtina dîroka Mela ya bi guhertina (Fal
bi Xal)neraste
û (xal)nîne
û (Fale).Hemjî
tu dem û gavan bi paşîya (Xal)ve
(î)ya
ku tim di peyvên Erebî de,(Y)ya
nusbetê û îdafê ye,bi peyvekî Kurdî re nayê.Yanî jibo hejmara
Dehan bidestxin (î)ya
Erebî dane pişt (Xal)û
gotine (Xalî).
Divê nusxeyê da:
(ji herfa mahû salê ma,
nehat der fikrû falê ma)Di nusxeyên din da (Şiklê Falê)ye.
Dîsa Mamotayê birêz,Ebdulla
Varlî di berhema xweya bi navê (Dîroka
Dugelên Kurdan)da
ji Melayê Cizîrî axivîye û gotîye:Méla di dema Mir Şerefxan
û Şah îsmaîlê
Sefewîde hebûye û liser navê herdûkan gelek helbest jî
gotîye.Herwisa helbesta Mela ya bisernivisa (Ey
Şehîn Şahê
muezem heq nigihdarê tebî)jibo
Şah îsmaîl dihesibîne.Birastî gava mirov dikeve nav
lêkolîna rastîya dîroka
destpêka jînenîgarîya Mela, mirov dibîne ku tu giza Mela bi
hevdemîya Şah îsmaîlre tuneye.Lewra Şah îsmaîl di sala
1524 ê mîladîde çûye ser
dilovanîya Yezdan û mirîye.
Dîsa em dibînin ku cenga di
navbera Sultan Selîmê Osmanî û Şah îsmaîlê
Sefewîde,di(1514)ê
mîladîde derketîye meydanê û di eynê demê de bi (Cenga
Çaldêranê)
hatîye bi navkirinê û Şah îsmaîlê
Sefewî diwê Cengê da feşilîye.
Bi
rastî dîtina ku Mamotayê hêca Ebdulla Varlî,dîyardike û
dibêje:Mela hemdemê Şah îsmaîlê Sefewîye,ewjî neraste.Lewra
Feqîyê Teyran,bi gotina xweya vebir dide dîyarkirinê ku di Sala
(1031)ê
koçî de bi Melare helbest gotîye.Eva dîroka helbest gotina bi
Mela re digehêje
(1622)yê
mîladî û dibe nakokîya di navbera dema Mela û Şah îsmaîl
de.Hemjî dema jidayîkbûna Mela jî,nakokîye jibo hevdemîya Mela
û Şah îsmaîl re.Lewra bigor lêkolîna meya di derbarê destpêka
jîna Mela de,1590,e.Yanî Mela bi hindikî 65 sal piştê Şah îmaîl
hatîye Cîhanê û ji dayîk bûye.Bi gelemperî me ji raman û
dîtinên dîrokzan û rojhilatnasan ,tu rastîyekî dîrokî
nedît.Mehjî di navbera raman û dîtinên wan de nakokî û
gelemşeyên dûrê rastîya jîna Mela hate dîtinê û nirxandinê.
Bi dîtina min me bi xebata
xweya Pênc saleya liser şroeya Dîwana Mela yê
Cizîrî,xwegîhande rastîya dîroka jidayîkbûna Mela û
jînenîgarîya wî.Dema ku di Sala 1997 de, me dest bi şroveya
Dîwana Mela kir,me tim di nav domandina xebata xwede, rastîya
dîroka Mela di serê xwre
derbasdikir û dixwest ku rojekî ji rojan em rastê gotinek Melayê
di derbarê ji dayîkbûna wîde werin.
Rojek di şroveya beşa
duyem de û di beşehelbesta
bi destpêka (Min diber qalû
belê batin viwîra bû evîn)û di dawîya pêncekên wê helbestêde
û di rêze helbesta bi zimanê erebî de, min bala xwe dayê ku Mela
bi zimanekî nehînî û neeşkere, ji destpêka
dîroka helbest nivîsandina xwe dipeyîye û bi hesabê ebcedî wê
dîrokê bome dîyar dike.Dema min zanî: Mela ji dîroka destpêka
helbestnivîsa xwe dipeyîve,ez pir dilşad û
renggeşbûm û min
helbest hilda nirxandina bi hesabê ebcedî û gihîştim
encama rastîya dîroka ji dayîkbûna
Melê.
Bi rastî bi nirxandina mina
helbstêre, helbseta(Feqîyê Teyran)jibo xwegîhandina mina bi bal
dîroka ji dayîkbûna Mela, bû alîkar û piştevanek pir
mezin. Herwekî bi dengekî êlî
bangê min kir û ji minre got:Dîtina teya bi hsabê ebcedê raste û
binirxîne.Lewra gotina Feqîya bi helbest gotina bi Mela re, bo min
jêderk û delîlek vebire.Lewra herçiqas Mela bi zimanek eşkere
ji destpêka jîna xwe
neaxivîye û birewşekî nehînî û
bi razên ebcedî jixwe axivîye.Lê Feqîyê Teyran bi zimanekî
eşkere û vekirî ji
hevdemî û dîroka jîyana xwe û Mela axivîye.
Em werin mijara nirxandina
helbesta erebîya di dawîya pêncekên Melê de û bi hesabê ebcedî
bi nirxhinin û li rewşa hevgirtina wê
û gotina Feqî binhêrin, ku çawa hev temamdikin û rastîya dîroka
jidayîkbûna Mela dertînin meydanê.
Helbesta
Melaya ku têda bi zimanek nehînî û ebcedî, ji rewşa xweya
destpêka helbest gotinê tîne ziman û dibêje(Tilke
enbaun yeqûlû ennasû mınna beede hînin)
Berya nirxandina tîpên helbestê,em dixazin bala kesên ku
nirxandina meya bi hejmarên ebcedî dibinçavanre derbaskin, bira
bizanin ku di rêbaza nirxandina tîpande, tîpên bi Şedeyên di
bêjeyande yek tîp nedu tîp têne hejmartinê.
HEJMARTİNA
TîPAN:
T=400-L=30-K=20-E=1-N=50-B=2-E=1-Y=10-Q=100-W=6-L=30-E=1-L=30-N=50-E=1S=60-M=40-N=50-E=1-B=2-E’=70-D=4-H’=8-Y=10-N=50.
Hejmara tîpan liserhev:1027
bi hejmara koçîye.Mela divê rêze helbestê de, bi zimanek derûnî
û bi hesabê Ebcedî dide dîyarkirinê, ku wî di Sala 1027
tê koçîde, dest
bi nivîsandina helbestê kirîye.Dema ku Mela dest bi helbest gotinê
kirîye, temenê wî
(30)sal bûye.Lewra
di derbarê (30)sal
temenê wiyê di berya destpêka helbestê de,Mamosta (Eladîn
Secadî) anîye
ziman û gotîye: Mela di
30 Salîya umrê
xwede helbest gotîye.Herwisa Mela bixwejî, di beşên
helbestên xwede temenê xweyê di berya helbetê de, tîne ziman û
dibêje:
Sih Sale ji derdû ji
belayê te hilakin
Hetta bi felek her diritin
ahû ehê min
Dîsa di rêze helbestek dinê
de dibêje:
Ernekî rihmê tu Mîro,dê
çibit halê me îro
Qet nebê carek esîro
girtîyê sî sale ye.
Gava ku Feqî bi Mela re
helbest gotîye:Mela pirtûka xweya helbestê birîye nêzîkê
dawîyê.Gava ku çarsal di navbera wande cudatî hebejî
nepire.Lewra Mela heta pirtûka xwe birye nêzîka dawîyê,jixwe
çarsal dikêşe. Yanî Feqî piştê çarsal xebata Melaya liser
helbestnivîsê, pêra helbest gotîye. Mela bi eşkere û
zelalî dide zanîn, ku temenê wî di berya helest gotinê de
(30)sale.Yanî
lêkolîn û dîtina meya bi hesabê ebcedê,dîroka destpêka
wêjenasîya wîye.Gava em (30)sal
temenê wîyê berya wêjeyê ji wê dîrokê dertînin,rastîya
dîroka wîya ji dayîkbûnê bê guman derdikeve meydanê.Çawa me
di rûpela jorde gotina (Feqîyê
Teyran)a di
derbarê helbest gotina wîya bi Melare di Sala (1031)kî
de dabû nîşan,wisajî gotina Feqî ya dîrokî,bome jêderk
û delîlek bêguman û vebire.Hemjî jibo dîtina meya bi hesabê
ebcedî jî,destek û piştevanîye.
Em werin ser mijara
nirxandina hejmarên ebcedî û dîyarkirina dîroka ji dayîkbûna
Mela:
NİRXANDİNA
HEJMARAN:
1027ê oçî; bi hesabê
mîladî dibe:998ê mîladî, 998-30=968+622=1590
/1665,Bûyîn
û Mirin.
Bi vê nirxandinê em didene
dîyarkirinê ku Mela di(1590
dî de; hatîye dinê û di
1665)de;mirîye.Mijara
here giringa ku heta niha ji hêla tu dîrokvan û lêkolînvananve
nehatîye zanînê,dîroka ji dayîkbûna Mela ye.Divî mijarê de em
dibêjin:Me bi lêkolînek berfireh rastîya ji dayîkbûna Mela,
jibo rayagiştî û xwendevanên pirtûka xweya şroveyîre derxiste
holê.Lê diroka koçkirina wîya ji Cîhanê, me xwe siparte dîtin
û gotina Eladîn Secadî û hinek dîrokzanên din.Em dîsa jibo
xwendevanên şroveya xwere,bi bêdudilî didne dîyarkirinê,ku
lêkolîn û dîtina meya bi hejmarên ebcedî raste.Lewra me çawa
gotina (Feqîyê
Teyran) bo xwe
delîlek vebir dît,em ji xwendevanên şroveya xwere jî dibêjin:
hûn bi zanînên xweyên pîroz û bi însafî, dîtina me
binirxînin û rastîyê bibînin.Lewra em dibêjin:bi hejmarên
ebcedî destpêka helbestnivîsa Mela,1027
ê Koçî û 998 ê
Mîladîye.Di berya wêda temenê Mela,(30)ye.Feqî
jî dibêje:dema me bi hevre helbest digot Sal (1031)bû.
GOTİNÊN
EFSANEWîYÊN DİDERBARÊ EVîNA MELA DE.
Bi gotinên gelek kesên ji
ciavaka Gelê kurd,curbecur gotinên efsanewî jibo evîndarîya Mela
û sedema evîndarîya wî hatine gotinê.Yek jiwan riwayetan ji
Mamosta Eladîn Secadî hatîye riwayetkirinê. Ewîjî,ji nusxeya
Dîwana Mela ya ku bi destxetê Ebdulqadir Umadî hatîye nivîsandinê
girtîye û gotîye:Mela gava ji devera Amed(Dîyarbekirê)zivirîye
bajarê Heskîfê,liwir dest bi dersdayîna zanizta Medreseyê kirîye
û Destûrname daye gelek ji Feqîyên xweyê Medreseyê.Diwî heyamê
ku li bajarê Heskîfêye,rojek ji rojan li Medreseya Melakî ji
Melayên deverê, şahîya Destûrnameya Feqîyek tê amadekirinê û
Melayê Cizîrî jî tev liwê şahîyê dibe.Di dema şahîya
Destûrnameyê da sê qîzên Melîk Kamil Hakimê Heskîfê jî tev
liwê şahîyê dibin.Navê yek jiwan qîzan(Selma)yeGava çavê Mela
bi (Selma)yê dikeve,dibe evîndarê wê û dest bi helbestgotinê
dike.
Liser vê rewşa evîndarîya
Mela bo (Selma)yê,navê evîna Melaya bi Selmayê ra dikeve nav hemû
der û kolanên bajarê Heskîfî.Melîk Kamil bi gava bivê bûyerê
dihee,pir hêrs dibe û dibêje:Çawa Melayek hejar,bênav û
bêkes,dikare bibe evîndarê qîza min û ferman bi girtin û
kujtina Mela dertîne.Liser vê helwesta Melîk Kamil,kesên xudan
kesayetên payebilin û libal Melîk Kamil birûmet,dikevine nav
tevgera tika û ricayê û dixazin ku Melîk Kamil ji fermana xweya
di derbarê cezakirina Mela da derbasbe û keça xwya (Selma)bide
Mela, ku ev bednamîya jiser keça wî rabe.Melîk Kamil mehdera van
kesayetan dipejrîne û biryara dayîna keça xweya Selma bo Mela
dide.Liser vê biryarê heval,hogir û kesên ku Mela rind nasdikirin
dikeine nav tevgerê qederek diraf dinavhevda berevdikin û ji Melara
dibêjin: Here bajarê Mûsilê û amadekarîya rihela Selma bike û
bîne.Mela demek ji bajarê Heskîfê dertê û diçe bajarê û di
demek nêzîkda dizvire bajarê Heskîfê.Gava dizvire Heskîfê,Melîk
Kamil bandikê û jera dibêje:Te jibo rihela Selmayê çi anî?.Mela
di bersiva Melîk Kamil da dibêje:Mîrêm,ez li Sûk û Dikanên
bajarê Mûsilê yek biyek geryam.Di Sûk ûdikanên bajarê Mûsilê
da bi sedan û hezaran topê ji pirtîyên biha bilind û bê hempa
hebûn,lê bi dîtina min yek jiwan jî babetê bejnû bala Selma yê
nebûn.Hemjî ez dikarim bêjim:xemlên ku li bejna Selma yê werin
di tu deverên Cîhanê da tuneye.Dipişt van qewmînan ra Mela ji
bajarê Heskîfê diçe bajarê ji dayîkbûna xwe Cizîra Potan û
liwir diçe ser dilovanîya Yezdan.
Di riwayetek dinde û dinav
kesên li devera Cizîrê de,têgotinê Mela evîndarê keçek ji
binemala Mîrên Cizîrê û bi navê (Sitî ya Biskkesk)bûye.Herwisa
dibîjin:Mela bi evîna vê keça bi navê Sitîya Bikskkesk tim çûye
goristana Cizîrê û helbestên evênê ristîye.dema ku liwir
helbest ristîye,pala xwe daye kevirek ji kevirên di nav tirbande û
ji germîya arê evîna wî,ew kevir sincirîye û pîrejinek tim
Hevîrê xwe bi germahîya wî kevîrî pijandîye.Bi dîtina min van
ramanên hanê efsaneyên bê bingehin û nerastin.
Nîşe:
Me di Çapa yekema ku pêşkêşê
Enstitüya Kurdî ya Stembolê kiribû de; bi şaşîyek
teknîkî,hejmarî, gotibû: destpêka temenê Melê(1589)e. Gava me
jibo amadekirina çapa dûyem diberçavanre derbaskir;me zanî:ku
rastîaya Dîrokê (1590)e Lêborînê dixazin.
Celalettin Yöyler 20/4/2003