RAVEK
Peyvek, dema ku ji aliyê hinek
peyvên din ve tê ravekirin, ravek derdikeve holê. Peyvên ku ravekirinê çê dikin
êdî dibin qalib û nayên parçekirin. Di ravekê de du hêman hene, yek raveber
e(rave dibe), yek jî raveker e(rave dike). Raveker ji aliyê wesf, rewş û mêjerê
ve raveberê temam dike. Raveber bêtir li pêş e, raveker li dawiyê ye.
Mînak:
Raveber Raveker
Deriyê malê
Pirtûka dibistanê
Keçika mezin
Gula sor
Weke ku ji mînakan jî diyar e,
raveker raveberê ji hinek aliyan ve temam dike. Ku di ravekan de wesfên rengdêran
hebin ew ravek ravekên rengdêran in; ku peyv ji hinek aliyan ve bên temamkirin
û diyarkirin, ravekên navdêran derdikevin holê.
Divê em diyar bikin ku di hinek ravekên
rengdêran ên mêjerî, nîşanî û yên
diyarkirî de cihê raveber û ravekerê diguhere, hêmanên rengdêrîn tên pêşî.
Mînak:
Çar zarok Ji sedî
şêst kar
Vî lawikî nan xwar. Vê pirtûkê bistînin.
1.
Ravekên Navdêran
Navdêrek dema ku ji aliyê
navdêreke din ve bê diyarkirin, raveka navdêran çê dibe. Di raveka navdêran de
du hêman hene: raveber, raveker.
Raveber: Hêmana ku ji aliyê ravekerê ve
tê dîyarkirin raveber e. Raveber ji bo ku bi ravekerê ve bê girêdan pêvekên hevbendiyê “-ê,-a -ên”ê distîne. Ev
pêvek zayend û mêjera raveberê diyar dikin.
-ê→ nêr -a→
mê -ên→ pirjimar
Mînak:
Raveber Raveker
Bêhna nanî
Serê keçikê
Darên çiyayan
Nîşe: Dema ku du dengdêr bên bal hev
tîpa alîkar ‘y’ tê bikaranîn.
Piştî
Pêvekên Nediyariyê Pêvekên Hevbendiyê
Pêvekên hevbendiyê, dema ku piştî
pêvekên nediyariyê tên, diguherin.
Pêvekên nediyariyê ev in: -ek(Nediyar-Yekjimar→Ji peyva ‘yek’ê tê.)
-in(Nediyar-Pirjimar→Ji peyva ‘hin’ê tê.)
Minak:
Hevalek hat.
Hevalin hatin.
Piştî
Pêvekên Nediyariyê Rewşa Pêvekên Hevbendiyê
e
( Mê) -î (Nêr) -e (Pirjimar)
Dareke me Çiyayekî bilind Darine me
Hevaleke baş Hevalekî baş Hevaline baş
Rojeke xweş Deriyekî vekirî Zarrokine nerhet
Raveker: Hêmana ku raveberê diyar dike
raveker e. Dema ku vî karî dike ew jî pêvekên diyariyê “-î, -ê, -an”ê digire. Ev pêvek zayend û mêjera ravekerê
diyar dikin.
-î→ nêr -ê→ mê -an→
pirjimar
Mînak:
Raveber Raveker
Destê yekî
Sêva jinikê
Ezmûnên dibistanan
Li
Gorî Teşeyî Ravekên Navdêran
A.
Ravekên
Resen: Ji du hêmanan pêk tên, yek ji wan raveber û yek jî
raveker e. Raveberpêvekên hevbendiyê digire; raveker jî pêvekên diyariyê
digire.
Pêvekên Raveberê Pêvekên
Ravekerê
-a -ê
-ê -î
-ên
-an
Mînak:
Dara
tuyê
Serê yekî
Darên gûzan
Eger raveker ji peyveke nêr pêk hatibe û tê de tîpên
‘a,e’yê hebin, ew tîp dikarin bitewin û bibin ‘ê’.
Mînak:
Kevirêdîwêr
Deriyê xênî
B.
Ravekên
Hevalbend: Di van ravekan de raveber an jî raveker ji du hêmanan pêk tên. Di ravekên bi
vî hawî de hewce nake ku pêvek du caran bên bikaranîn, peyva dawiyê bê
diyarkirin bes e.
Mînak:
Derî û kevirê
xênî
Dest û
piyê me
Kevirê
dîwar û çiyayî
Gula
kulîlk û darê
Hişyarî: Dema ku tîpa dawî ya peyvan bi ‘î’yê û “ê”yê bi dawî bibe, hewce nake ku careke din
ew peyv pêveka diyariyê bigirin.
Mînak:
Milê derî
Bingeha
xanî
Mala Zînê
Hişyarî: Carinan
peyvên nêr û mê bi hev re din nava ravekekê de cih digirin, di vê rewşê de
peyva dawî tenê tê diyarkirin.
Mînak:
Çîmento û
kevirê dîwarî
Destê Hesen û Zeynebê
C.
Ravekên
Girêdayî: Du an pirtir
ravekên navdêran dikevin nava hev û bi hev ve tên girêdan. Divê di
çêkirina ravekên girêdayî de du ravek hebin.
Mînak:
Pelên
darê+ Dara Gûzê= Pelên dara gûzê
Hêviyên jiyanê+Jiyana wî= Hêviyên jiyana wî
Enstituya Kurdî+ Enstituya Amedê= Enstituya Kurdî ya
Amedê
Nîşe: Ku
peyvên rengdêrî bikevin nava ravekê û peywendiyê bi wesfekî din re çê bikin, ew
cure ravek nabin yên girêdayî. Ji ber ku li holê tenê ravekek heye, peyva
rengdêrî tenê pêwendiyê çê dike. Di van ravekan de pêveka hevbendiyê ya duyemîn
dikeve rola pêwendiyê û cuda tê nivîsîn.
Mînak:
Şaredariya Amedê ya mezin.
Kurê Leylayê yê biçûk.
Pirtûka wî ya li dibistanê
2.
Ravekên
Rengdêran
Navek dema ku ji aliyê rengdêrekê
ve bê diyarkirin, raveka rengdêran çê dibe. Di raveka rengdêran de jî du hêman
hene: raveber, raveker.
Raveber: Hêmana ku ji aliyê ravekerê ve
tê diyarkirin raveber e. Raveber ji bo ku bi ravekerê ve bê girêdan pêvekên hevbendiyê “-ê,-a -ên”ê distîne. Ev
pêvek zayend û mêjera raveberê diyar dikin. Berevajiya ravekên navdêran,
ravekerên rengdêran pêvekên diyariyê ‘-î, -ê, an’ê nagirin.
Mînak:
Raveber Raveker
Dilê jar
Sêva sor
Guliyên
zirav
Ava
sipîsar
Raveker: Hêmana ku raveberê ji aliyê wesf
û mêjerê ve diyar dike raveker e. Rengdêr dema ku hêmanekê diyar dikin pêvekên
diyariyê ‘-î, -ê, an’ê nagirin. Tenê di awayê nîşanî de wan pêvekan digirin.
Raveber Raveker
Mala xweş
Gundê vala
Keçika rind
Nîşe: Dema ku rengdêrên hejmarîn û
nîşanî derdikevin holê raveber û raveker cih diguherin.
Mînak:
Raveker Raveber
Çar zarok
Ji
sedî çar erd
Ev
kuri
Ew keçik
Di
ravekên rengdêrên nîşanî de ku diyarkirin hebe raveber û raveker bi hev re
pêvekên diyariyê digirin.
Mînak:
Raveber Raveker
Vî lawikî
Wê keçikê
Wan hevalan
Ji Aliyê Teşeyî ve Ravekên Rengdêran
A. Ravekên Resen: Ji raveber û ravekerekê pêk
tên. Raveker ji aliyê wesf û mêjerê ve raveberê diyar dike.
Mînak:
Raveber Raveker Raveker Raveber
Dara mezin Ev lawik
Gula zer Çar nan
Deriyê şîn Pênc pirtûk
B. Ravekên Hevalbend: Li holê raveberek û çend
raveker hene. Ew raveker, bi raveberekê ve girêdayî ne. Di van ravekan de ji bo
girêdanê pêvekên pêwendiyê, daçek û gihanek pir tên bikaranîn.
Mînak:
Raveber Raveker Raveker Raveber
Sêva bi
bêhn û xweş Ji
sedî pênc erd
Deriyê hesin
ê mezin Hebik û nîv nan
Hevalê qenc
ê dirêj Du mîtro û nîv qablo
Nîşe:
Rengdêr weke ku
me li jor jî destnîşan kiribû carinan di nava ravekên navdêrîn de jî cih
digirin.
Mînak:
Şaredariya Amedê ya mezin
Keçika Leylayê ya biçûk
C. Ravekên Lêkernavî: Li holê raveber û ravekera
ku ji gellek hêmanên pêk hatiye heye. Di ravekerê de lêkerek di peywira rengdêre
de tê bikaranîn û dibe lêkernava rengdêrîn. Gihanek û daçek jî di van ravekan
de pir tên bikaranîn. Ev qalib nayên parçekirin, weke hêmanekê ne.
Mînak:
Pirtûka ku te ji min stendibû li ku
ye?
Mala ku li ber çavên me şewitîbû hat
çêkirin.
Nanê ku ji destê lêwik kete erdê êdî nayê
xwarin.
Xaniyê çêkirî, nabin ji me re.
ÇEWTIYÊN
KU TÊN KIRIN
Dema ku em bala xwe didin nivîsên
heyî em dibînin ku di vê mijarê de gellek çewtî tên kirin. Carinan pêvek kêm
tên nivîsîn, carinan şaş tên nivîsîn. Gellek caran di awayê rastnivîsê de
pirsgirêk derdikevin holê.
1. Pêvekên
diyariyê yên ravekerê kêm bin tevlihevî derdikeve holê, gellek caran ev çewtî
tê kirin, carinan jî ravekên rengdêrîn û yên navdêrîn tên tevlihevkirin:.
Mînak:
Azadiya mêr Azadiya jin Hunermendê berxwedan
Jiyana şêr Bandora muzîk Pirsgirêka
Kurd
Odeya meqam Têkoşîna jin Nexweşiya çav
Dema ku em pêvekan li van
ravekeran zêde nekin, tevlihevî çê dibe. Di herdu mînakên ewil de ‘azadî’ dibe
jin an jî dibe mêr û raveka navdêran weke raveka rengdêran xuya dike. Di rewşên
wisa de em bêtir pêveka pirjimariyê ‘an’ê bi kar tînin. Ku kesek bê qestkirin
em dikarin pêvekên ‘î’ û ‘ê’yê lê zêde bikin. Lê ev awa di Kurmaciyê de hindik
tê bikaranîn.
Awayên rast divê weha bin:
Azadiya mêran/mêrî Azadiya
jinan/jinê Hunermendê berxwedanan/berxwedanê
Jiyana şêran/şêrî Bandora muzîkan/muzîkê Pirsgirêka
Kurdan/Kurdî
Odeya meqaman/meqamê Têkoşîna jinan/jinê Nexweşiya çavan/çavî
2. Divê
pêveka mê ya ravekerê bê bikaranîn, gellek caran em dibînin ku ev pêvek nayê bikaranîn.
Bêtir di helbest û stranan de ev çewtî pir tê kirin.
Mînak:
Azadiya
Kurdistan
Kesên
li Swêd
Festîvala
Zîlan
Rûpela
cîhan
Pêveka
mê ya diyariyê divê di ravekan de bê bikaranîn. Guhdarekî/e Kurd pir bi rehetî
dê fêm bike ku ev hevok ne li gorî bilêvkirina Kurdî ne. Divê ew hevok weha
bin:
Mînak:
Azadiya Kurdistanê
Kesên li Swêdê
Festîvala Zîlanê
Rûpela cîhanê
3. Pêveka
ravekerê ya nêr gellek caran nayê bikaranîn. Lê divê ji bo zimanekî bipergal û
xurt divê êdî em wê jî bi kar bînin.
Mînak:
Hevalê Hesenî
Qalikê nanî
Goştê gayî
Devê gurî
4. Pêveka
diyariyê ya pirjimar ‘an’ jî gellek caran kêm tê nivîsîn.
Mînak:
Min
pirsa dewara kir.
Wan
hevala got.
Dengê
zaroka xweş tê.
Divê em
di nivîsê de wê biparêzin û binivîsin:
Min
pirsa dewaran kir.
Wan
hevalan got.
Dengê
zarokan xweş tê.
Bahoz
Baran
[email protected]