Bîsta mirov ansîklopedî û ferhengan vedike, bi zelalî dibîne ku di wan de şiroveye rexneyê bi giranî wiha hatiye ragihandin:
„Rexne: Pêşnûme, tiştê hatî ragihandin, pêşketinên heyî yê di warê siyasî, wêjeyî û avahiyê de, di ber çavan re derbaskirin, bi gelek aliyan ve nirxandin, ji bo tewawkirinê pêşniyazên xwe yên avakar û xwirtkirinê pêşkêşkirin e.“
Sê çar awayê rexnegiriyê hene.
Rexneya konstruktîv (avakar), Ji bo pêşxistin û dewlemendkirinê tê kirin. Rexnegiriyeke dostane û rêya serkeftinê vekirineye.
Rexneya destruktiv (reşkirin); ev awa rexne, ji rexneyê bêtir ji bo ruxandin, piçûkxistin, bi her awayî hêvîyê şikandinê ye, metodeke dijminane ye.
Rexneyên di bin siya îdeolojîk de tên kirin jî hene, ev jî ne ji bo avakirinê ji bo pêşî lêgirtinê û ya xwe daxistina şûnê ye. Yanê mîna çekek ji bo serketinê li dij kes û îdeolojiyan tê bikaranîn.
Giringiya rexneyê
Di rexneyê de ya girîng ji bo avakirinê alîkarî kirine, daku ev tiştê hatiye pêşkêşkirin bi serkeftî pêkwere. Di vê awa rexneyê de divê kêmasiyên heyî bi alternatîva wan re were ragihandine. Bes divê ti rengê reşkirin û piçûkxistinê wernegire.
Mijarê bi aliyê rast û şaşiyan ve bê êşandinê nirxandin û encama nirxandinê bi dostane ragihandine.
Ji bo serketinê kêmasiyan baş zelalkirin û tewawkirine.
Rexneyên di bin navên destruktîv û îdeolojîkte tên kirin xwedanê hedefeke dijminane û ruxandinê ne. Di vî awa rexne, ya rast reşkirinê de ti rastî û avakarî tine. Tenê belovajîkirin, şaş nîşandan, bi wan alîgiran xapandin hedef tê girtin.
Di vî warê rexneyê de zanyarên navdar yên rastî û giringiya rexneyê ragihandine ev in:
Immanuel Kant (1724 – 1804): Wî bingehê rexneya felsefîk ya modern daniye. xwerû jî, bi berhema xwe ya navdar „Rexneya aqil /têgîhîştina zelal (Kritik der reinen Vernunft)“ li ser vî bingehî daye rûniştin. Bi taybetî jî li ser sînor, derfet, kapaziteya mirovan ya têgîhîştin û ragirtinê rawestiyaye. Ew rexneyê ne wek dijminahiyê, weke tewawkar dibîne.
Karl Marks (1818 – 1883) bi giranî li ser verisandina rexneyê ya civakî û aboriyê, li ser têkiliya wê ya bi kapîtalîzmê, hêzên serdest, helwesta kom û çînên bindest rawestiyaye. Xwastiye bi awayekî pêşiya şêlandinê were girtin.
Friedrich Nietsche (1844 – 1900) di teoriya xwe ya rexneyê de bi şêweyeke gelek tund li ser rexneya çandî û exlaqî (Genealogie der Moral) yanê genolojiya sinca mirov rawestiyaye. Xwerû jî hewldaye ku ol û têgîhîştinên wek qalib rûniştine bi hemû aliyan ve li ber çavan raxîne. Nietsche hêza xwe ji bawerî, bi rexneyî û rapirsîna Zerdeştî digire, heta berhemeke bi navê “Also Sprach Zaratustra” (û Hz. Zerdeşt axivî) dinivîsîne.
Her wiha filosofên dibistana Frankfurtê (ya felsefê) Max Horkheimer, Theodor W. Adorno û Jürgen Habermas jî li ser teoriya rexneyî rawestiyane.
Mirov dikane berhemên van fîlozofan bi her zimanî bibîne û bixwîne.
Filosofên sedsala bîstan
Michel Foucault (1926 – 1984) bi taybetî di verisandina dîyarde û pêkhatinan de „rola xwediyê hêz û gotinê“ rawestiyaye. Xwerû jî têkiliyên xwediyê hêz çawa reng daye zanîn û rastîyê bi zelalî li ber çavan radixîne. Ew rexneyê li ser vê bingehî dide rûniştin.
Rahel Jaeggi: Wî jî rexnegiriya awayên jiyanê bingeh girtiye. Xwerû jî rexnegiriya civakî û saziyên civakî derxistiye pêş. Mirov dikare bibêje ku wî bi awayekî rexnegiriya civakî ya hemdemî weke mijara rexnegirîyê bingeh girtî ye.
Li ba me Kurdan çawa ye?
Bersiva herî zelal ya vê pirsê di vê helwesta du gundiyên Kurdan de veşartiye. Dema du gundîyên haya xwe ji lêkirina dîwar tinene, di ber dîwarekî nû lêkirî re derbas dibin.
Yê yek: „Wehhh! Tereso çi dîwar lêkiriyê!“
Yê din jî bi tinazî: „Heh! Kurê kerê tew nezaniye dîwar lêke!“
Mixabin ku li ba me Kurdan rexnegiriya serdest ev e. Hem jî, kesên qaşo rewşenbîr, xwe weke rexnegirê fîlosofik û pispor nîşan didin, vê dikin. Hem jî bi tirkiya qaşo pir pirr fîlosofîk!....
Min ji bo rastiya li ba me kurdan zelalkirinê ev nirxandina kurt weşandibû, ji ber ku angorî rewşa me li rexneyê nêrînê zelel dike, ezê wê li vê gotarê zêde bikim.
Rene yan Rêxne
Rexne di rastiyê de ji bo kêmasiyan sererastkirin û wê pêşnûmê têrkirinê tê kirin.
Mixabin ku di nava me Kurdan de rexne şaş hatîye fêm kirin.
Hem jî bi awayekî wisa zîşt, ne ji bo başkirin û xwirtkirinê, dijê wê rexneyê ji bo êrişkirinê û reşkirinê dikin. Lema min ji bo vê serenavê; „Rexne yan rêxne“ bikaranî
Dema mirov du gotinan dinivîsîne,
Yê haya xwe hinek jê hebe jî, tinebe jî,
tiraq xilçek di nav re dike! ... (Di gundê me de yek hebû, digot ma fesadî bi pereyan e!)
Lê ne ji bo avakirinê, bi girani ji bo reşkirin û ruxandinê!....
Gava mirov jê re vê rastiyê dibêje. Ew hima bi hêrs bersiv dide: „Mafê min ê rexneyê heye!“
A di bin sîya qaşo wê “mafê rexneyê!!!!!“ de;
Bê navber dijberî dike,
Weke trollerên dijmin êrişdike.
Her hewl dide ku li dij, wê dilreşiyê serdest bike,
her gav avêtinê belovajî dike û wisa dide...
tenê baqil ew in, her tiştî tenê ew dizanin (ziqim dizanin!..)
Mînak ez wiha binivîsînin:
„Em ji kevirê hinek gilover û mirov bikane bi lepekî bigire re, „kuç“ dibêjin!“
Ew hima bi hêrs li dij derdikeve:
„Hehh! „Quç, miç!“ De here lo! Tiştek wisa tine, te li hev aniye!“
Jixwe hebûna te şaş e, divîbû tu tineba! (Mîna ku „TU û TE“ cihê wî tengkiribe!)
MA REXNE EV E?
Em bersivê li cih bihêlin, lê rexne ne ev e....
Dema mirov tiştekî rexne dike, divê „Alternatîfa“ mirovan hebe, li gel wê tu xwediyê hêz bî, daku tu bikarî li dij îddîayê, yanê wê alternatîfê, bi „HÊZA XWE“ alternatîfa xwe daxîne qeda jiyanê. Eger Alternatîfe te tinebe, hele hêza te jî nebe........
Ew nabe rexne, rasterast dibe RÊXNE....
Mînakek ji rastiya me, niha hewldanên rêyên aştiyane vekirinê hene. (tenê hewldan, hê ti lihevkirin tine.....)
Tiraq dibêje: „Wiha nabe, ez vê napejirînim! Ev teslîmîyet e!“
Êêê ez di nava kirasê edebê de bimînim, nebêjim tu kî yî?
Tenê vê bipirsim; te sebirkir, ka çi dibe?
Alternatîfa te çi ye?
Hêza te ya ku tu bikarî wê tiştê te weke alternatîv derxistiye pêş, daxîne qada jiyanê heye?
„Na!..“
Êêê wê çaxê çi?
Bê alternatîf rexne dibe?
Na û na! Li ti derê nabe. Rexneya bê alternatîf tenê dibe „RÊXNE“
HEW!......
Compose
Write to Fergin Melik Aykoc