Nirxandin 1 deqîqe xwendin

Sûzê û hirç

Dem: 20 gulan 2007 yek?em(© www.amidakurd.com)Hebû tunebû carek ji caran, rehmet li dê û bavê hazir û godaran, xwelî  li  serê  bereday  û  pêxwasên ber dîwaran…Gundekî hebû. Pi?ta wî gundî li çiya, pê?iya wî de?t bû. Ev gund bi çem û kanî, bi rihan û bi dar û ber bû. Ne pir mezin, ne jî pir biçûk bû.Mala Sûzê li qeraxa gund bû. Xaniyê wan odeyek û eywanekê biçûk bû. Lê belê hingî xwe?ik çêkiribûn, di?ibiya sindoqa bûkekê.Mêrê wê Seydo çûbû diwêla di?ixwilî. Barê malê di stûyê Sûzê de mabû. Hewqas bi xîret bû, stuyê xwe ji kesê re xwar nedikir. Ji aliyekî ve dixebitî ji aliyê din ve jî li zarokên xwe Ferat û Fetah miqate dibû. Weke çavên xwe li wan mêze dikir, ji wan hez dikir.Çûna ber garana dewaran bi dorê bû. Ji ber ku gavanê gund tunebû, gundiyan bi dorê gavaniya dewaran dikirin. Rojek ji rojan dora gavaniyê hate Sûzê. Dema dor dihate Sûzê wekî zilaman dewaran dibire çolê diçêrand û dianî. Vê carê jî dora wê bû, ma dê çi bibûya? Bi ?evê re bû ewtîna kûçikan. Sûzê heqîba xwe girt; nan, te?îrîs xistê û bi keys kir. Gava kete binê lihêfê ji lawên xwe re got:-Lawên min sibê ez ê zû herim ber dewaran gavantiya gund bikim. Hûn li mala xwe miqate bin!.. Ji hev û du neqetin û bi derdorekî ve neçin!... Gava hûn birçî bûn nanê xwe bixwin; lextê mirî?ka jî ji bîr nekin erê!?Her du bira bi hev re gotin:-Bila be dayê! Em ê wisa bikin!Yekî serê xwe danî ser pêsîra rastê, yê din jî danî ser ya çepê û wisa di xew re çûn.Raketina di hembêza dayîkê de çiqas xwe? e! Xwezila mirov qet mezin nebûya. Tim û tim zarok bimana...Bi banga dîkan re Sûzê rabû, heqîba xwe avêt ser milê çepê û berê xwe da kadînê. Benê çêlekê vekir, dewaran bera derva da.Texma rojê weke bizotê agir sor dikir û tîrêj dida der û dorên xwe. Esmanê ?în çîk-sayî bû. Bi berbanga sibê re, bayek hênik pelên daran dihejand. Sak, nogin, da?ik, canî çawa ji gom û axuran derketin, pê re reviyan û li bênderê kom bûn. Sûzê hijmart. Gava mêze kir temam e hezîran (darê gavaniyê-?iv, çov) li wan da û da pê?iya xwe. Berê xwe bi ciyê giyayê ?în ve kir. Li nawalekî bi dar û devî; bi giya û ?engêl; bi çêre û çîman sekinî.Roj bilind bûbû. Weke keçikekê gulîzer ?ewq dida dinyayê. Sûzê dewaran berda, her yek bi aliyekî ve çû û çêriya. Ew jî çû ser ?engêlekî mezin rûni?t, te?î û rîsê xwe ji heqîbê derxist, dest bi honandina rîs kir. Her çû guloka ta mezin bû. Carekî çawa bû guloka ta ji destê wê ?emitî gêr bû. Li pi?t daran û keviran zivirî û wenda bû. Sûzê lê varneqilî heta tayê ser te?iyê zêde bû. Çavê xwe li giloka ta gerand nedît. Bes serê ta li cem wê bû. Ji xwe bi xwe re; "nehlet lê were… a ji te re…!" û serê xwe hejand. Dest avête ta û li dû gilokê çû. Her ku çû ta li destê xwe lefand, bû weke gilokek biçûk. Serê wê di ber wê de bû û li dû ta dime?iya. Dawî ?opa ta kete ?ikeftekî devfereh. Sûzê li ber sekinî di dilê xwe de got; "gelo ez bikevimê yan na?" Dû re got: "Ya Quba Zîla! Ya Muhemmed! Hûn qewet bidin min!" Di nava lêvên xwe de mizmizand û me?iya. Qederê çend gavan avêtibû yan na, zingîniyek ji nav ?ikeftê hat. Sûzê weka darekî di ciyê xwe de ?în hatiye wisa bê pertav sekinî. Pûrtên canê wê weke ?ûjin zixt bûn, bêhna wê çikiya. Li der û dora xwe guhdar kir, deng ji ?ikeftê hatibû birîn. Niyet kir ku bime?e, cardin borînek ji ?ikeftê hat. Ji tirsan dilê wê diavêt. Bi çavê tis û tarî li ser milê çepê zivirî û mêze kir, bavo çi mêze ke, hirçekî boz bi qandê gamê?ekî mezin rabûye ser herdû lingên dawî, gilok jî di nava lepê wî de û ber bi wê ve tê. Hime hima wî ye. Ne rev, ne xeberdan tu ti?tek nehat hi?ê Sûzê. Wisa di ciyê xwe de ma. Wekî ziravê wê qetiya be.Sûzê gava hi?ê wê hat serê wê heta bêhna wê mabû deng da:-Min berde, yan ez ê te bikujim!Hirç keniya û got:-Tu û vî halê xwe! Sûzê hinek pertavan da xwe! Lê eyb e eyb! Ji nava lepê hirçê boz nikaribû derkeve. Îcar dest bi loman kir.-Hirçê boz, ma qey çêlikên te tune ne? Te dilê dê nedîtiye çi qas ji zarokên xwe hez dikin? Yê min jî zarokên min hene. Mêrê min ne li mal e. Zarokên min li malê bi tenê mane. Ez bi qurban min berde.-Wele ez mêr im. Jina min tune ye, zarokên min tune ne. Zivistan jî tê, gere hembêza min germ be. Ya ba?, tu bibe xanima min, hê?Li pey gotina xwe Sûzê hembêz kir û wisa guva?t ku hindek mabû parsûyên wê bi?ikên. Wisa qêrînek bi Sûzê ket ku hirç ?a? ma. Lê wê berneda. Pençên xwe di sûretê Sûzê de da.Tav ketibû pi?t çiya.  Roj diçû ava. Heyv her ku diçû bilind dibû. Dewaran guhanên xwe dagirtibûn, hêdî hêdî yek bi yek ber bi gund ve dime?iyan. Naxira dewaran tu caran ewqas bela wela neçûbûn gund. Hinek dewar wenda bûbûn. Ew ?ev gundî li hev civiyan, her yek bi ciyekî ve çû. Lê Sûzê tune bû. Wekî Ezraîlê emîn wê ki?andibe esmanan. Ferat û Feteh bê dayîk mabûn. Xew nekete çavên wan. Wan çavre?iya xwe ji ?evê, spiya xwe ji rojê girti bûn. Sor bûbûn. Hêstiran wekî çemek li ser hinarokên ruyên wan newal çêkiribû.*   *    *Meha ewil Sûzê bê nan bê av îdare kir. Çend car xwest bireve, hirçê boz her çar lepên xwe davête bedena wê û ber bi xwe ve diki?and. Fîstanê wê diçiriya, ji dewsa lepên hirçê xwîn dihat. Fistanê wê yê bi xwîn li ser bedena wê hi?k bûbû, porê wê bela wela bûbû. Meha wê xelas bû, Sûzê got:-Ez birçî bûme, tî bûme. Li min sar e. Min berde ez herim mala  xwe. Çavên zarokên min li hêviya min in!-Sûzê wele dilê min ketiye te. Ez te tu car bernadim. Bê te nabe. Em jî zarok çêkin. Dema tu birçî bûyî binê lingê min ê rastê, dema tu tî bûyî binê lingê min ê çepê bialêse ew ê derbas bibe. Sermayê jî encax tu bikevî hemêza min tu dê germ bibî.Sûzê xwe bi vir de wir de da, lê nebû. Hirçê serhi?k fêm nedikir.Havîn bû zivistan, zivistan bû bihar, meh bû salek êdî her kesê hêviya xwe ji Sûzê birî.Di destpêka sala nû de zarokek Sûzê ji hirçê boz çêbû. Lê çi zarok! Ji navê berjor mirov, ji navê berjêr jî hirç bû. Aliyê hirç law, aliyê mirov jî keçik bû. Pêsîra Sûzê bi ?îr dagirtî bû. Dida devê zarok.De?t û çiya, dehl û giya û hemî ajelên li xwezayê bi hatina biharê re ?ên bûn. Çêlikên ?êran di nav ?ênahiyê de xeriqîn. Nav ?ikeftan jî roj bi roj hênik bû. Hirça min û te bertavan dida xwe. Biharê pê?iya nêçîra wî jî vekir. Lê ji Sûzê ne bawer bû. Çend caran derdiket derveyê ?ikeftê, xwe vedi?art li Sûzê guhdar dikir. Digot:-Gelo dê bireve yan na?Wisa ji xwe dipirsî. Gava dawî niyeta xwe ba? xerab kiribû. Rabû ser piyan û ji Sûzê re got:-Ez ê herim nêçîrê. Tu bi ciyekî ve neçî! Li zarokê min miqate be. Eger ti?tek pê bibe tu herî esmanan jî, ez ê heyfa wî ji te bistînim. Te fêm kir?-Min fêm kir.De êdî hirçê ji van gotinên Sûzê bawer kir nekir em nizanin. Ew derket devê ?ikeftê serî li xwe qilot kir, bû hime hima wî û me?iya. Qet li pa? xwe nezivirî jî.Sûzê li dû wî mêze kir; gava hirç wenda bû, de bavo birawo tu li min heyrê! Bi lingê pêxwas ji çiya ve bi jêr de çawa direviya. Weke xezala ku ji ber seydvanan bireve. Wisa bi hi?m û bi ronî bû. Ne çem, ne kevir, ne dirî guhdar nedikir. Lingên wê xwîn bûn, li erdê ket serî ?ikiya, lêv çiriya, pertalê li ser mabûn ew jî çiriyan. Bes dîsa ranewestiya. Armanca wê xelasî bû. Sekin jê re tunebû. Nîvê ?evê gihî?t ber deriyê mala xwe. Kûçik ewilî êrî?ê ser wê kirin. Gava wê dîtin jê tirsiyan. Dûvê xwe xistin nava çaqên xwe, bû kûzîniya wan û ji ber reviyan. Sûzê wan gohdar nekir. Li ser hev çend caran li derî da. Wek gurmîna esmanan, bûbû gurme gurma derî.Seydo û Ferat û Feteh ?iyar bûn. Bi çavên tirsiyayî li hev mêze kirin. Seydo li pa? derî sekinî û pirsî:-Tu kî yî?-Ez im ez!..Dengê wê ba? dernediket.-Ez çi zanim tu kî yî? Navê xwe bêje!-Sûzê me! Sûzê me ez!Seydo tirsiya. Malûm e wê gavê cin û cinawir hebûn, mirovan dixapandin, diketin mala wan û wan dixwarin. Seydo bawer nekir dîsa pirsî:-Sûzê kî ye? Ez Sûzê nas nakim.-Ez im ez jina te me Seydo! Malxirab çi zû te ez ji bîr kirim.Van gotinên dawîn, hawê ku tu ?î?ekî sor bikî kezeba Seydo. Bê ronî dest avêt derî û vekir. Mêze kir ew çiye bavo! Ev pîreka çîp tazî, por belavkirî, ser û çavên wê bi xwîn Sûzê ye. Pê?î nas nekir.-Sûzê tu yî?-Erê, ez im! Û xwe avête stûyê zilamê xwe. Wekê baranê hêstir ji çavên wê dihatin. Zarok mabûn ecêbmayî.-Bavo ev kî ye.Sûzê çawa dengê wan bihîst, Seydo berda û li wan zivirî.-Ez im berxên min! Ez diya we ya qederxerab! Got û bi çavên tarî xwe avêt ser wan. Wan hemêz kir û maç kir.Kuçikê pêxistin. Bero?a mezin dan serê. Av germ bû, hersêyan bi hev re serê Sûzê ?û?tin, cilê nûh lê kirin, porê wê ?e kirin, misk û emberê lê kirin û pa?ê her çar bi hev ra ketin binê lihêfek û heya sibê xew bi çavên wan neket. Wan pirsî Sûzê bersiv da. Ti?tên di serê wê re derbas bûbûn gi?tikê wê gote, wan jî guhdar kir.Em îcar werin ser hirçê boz!Hirçê min û te dema ji nêçîrê zivirî mêze kir Sûzê tune ye. Zarûk wenga wenga wî ye digirî, ?îr dixwaze. Hirç çû zarûk girt hembêza xwe û lorand, hinek gerand lê zarûk nesekinî. Dûman ji pozê hirçê çû. Ew qas hêrs bû. Çavên wî diricifîn. Derket dervayê ?ikeftê, berê xwe bi esmanan de kir û heya deng jê hat, got:-Sûzê tut bermena, cizlik wazena!.. Sûzê tut bermena, cizlik wazena!.. Sûzê tut bermena, cizlik wazena!...Çend car li hev zivirand mêze kir Sûzê tune ye. Deng jê nayê. Agir ji çavên wî avêt. Kete ?ikeftê. Zarûk dîsa halaya wî bû digiriya. Hema lepê xwe avêt ciyê însan girt dev lê kir û xwar. Mêze kir aliyê hirçê jî ji ti?tekî re nabe wî jî xwar. Di nava wê hêrsê de hirçê min û te raket.Ew roj gundî li hev civiyan. Her kesek ti?tek girtibû destê xwe. Hinekan dar, hinekan melêv, ?ûr, tîr û kevan, hema tu çi bêjî di destê wan de bû. Sûzê da pê?iya wan. Û  me?iyan, ber bi ?ikeftê ve. Zilma hirçê dabû kezeba hemiyan.Pê?î sing di devê ?ikeftê de kutan. Dû re ka û qir?ikan avêtin hundir. Hirçê me hîna jî di xew de bû. Ewqas bi hêrs raketibû, ?iyar nedibû. Gava agir bi ?keftê ket ji germa ?iyar bû. Borînî pê ket lê belê bê feyde bû. Gundiyan bi ti?tên destên xwe lêdan wî ku?tin.Pi?tê ku hirç mir hinekî dilê wan honik bû. Ti?tek giran ji ser wan rabû.Ji e?qa dilê wan re xebero?ka me çû diyaran; rehmet li dê û bavê hazir û godaran...Ji Zarê Sedat ÇAYIR / Amed – 1997Têbini:Li gorî Sedat Çayir ev xebero?k ji aliyê diya wî ve di dema zarokatiya wî de ji wî û xwi?k û birayên wî re hatiye gotin.Dîsa li gorî Sedat Çayir bavê wî Kurmanc diya wî Zaza bû, ji ber vê jî ev çîrok bi zaravayê Zazakî bûye. Lê ji ber ku bêtir bi zaravayê Kurmanci di nava hev de diaxivîn diya wan jî bi zaravayê Kurmancî ji wan re digot.  Ji lewre jî, banga hirçê ya ji bo zarokê nîvhirç bi zaravayê Zazakî ye. Dibe ku ev xebero?k versiyona zaravayê Zazakî be.   Azad [email protected]

Sûzê û hirç
ku