Mamoste
û zimannasên ku bi ayetî dersên xwe yên rêzimanê didin dema ku mijar tê ser
“î”ya berî “y”yê hevoka xwe ya navdar û jiberkirî saz dikin, “Ji ber ku “y”
tîpeke nîvdengdêr e, “î” berî wê kurt dibe.” Ev hevoka ayetî û jiberkirî rê
nade ku xwendekar li ser vê pirsgirêkê biramin, nîqaşan bikin û ramanên xwe
bibêjin. Eger dersdar hevoka xwe bi vî awayî saz nekin helbet dê xwendekar
hinek pirsên bi vî awayî bikin:
“Mamoste, em “î”yê kurt
nekin dê çi bibe?”
“Gelo Melayê Cizîrî, Ehmedê
Xanî û Feqîyê Teyran jî ev “î” kurt kiribûn an na? Di alfabeya Erebî de
pirsgirêkeke weha he ye?”
“Gelo vê kurtkirina hanê
bi Celedat Alî Bedir-Xan’î dest pê kir?”
“Îro roj hinek kesên ku
vê “î”yê kurt nakin he ne û berhemên wan tên xwendin, ev çawa çêdibe?”
Belê,
eger rê li pêşîya ramanê neyê girtin helbet dê pirs he bin û bi xwe re jî
çareserîyê bînin.
Kesên
ku nû hînê rêzimanê dibin gellek caran li ser vê mijarê nîqaşan dikin, ev yek nakeve
serê wan û ji ber vê jî enerjîya xwe gellek caran belaheq xerc dikin. Carinan
hinek radibin ji bo vê meseleyê telefonê hevdu dikin, carinan xwendekar li ser
vê mijarê bi saetan diaxivin. Dema Kurd dest bi nivîsê dikin bi salan di nivîsa
vê de ditengijin û serê xwe pê diêşînin. Ma ne heyf e? Û tiştê dîyar ew e ku
nîqaşa vê mijarê, ku “î” wek xwe neyê nivîsîn hîn dê gellekî jî bidome û serê
me pirr biêşîne.
Di Perwerdehîyê de Pratîka “î”yê
Ev du
sal in di dibistanên dewletê de Kurdî wek dersa hilbijartî di nava dersên din
de cî digire. Min îsal ji çend mamosteyan pirsî, min got hûn vê mijara “î”yê
çawa dikin, zarok napirsin, bersiva we çi ye? Hinek bersiv bi vî awayî bûn:
“Ez
dema ku dinivîsim, “î”yê kurt nakim, a rast min serê ewil kurt kir; lê zarokan
şaş xwend, min mêze kir ku ez nikarim di wî temenî de ji wan re qala kurtkirina
dengdêran bikim û hişê wan tevlihev bikim. Min got di pirtûkê de şaş hatîye
bikaranîn. Min “î” kurt nekir û dersa xwe bi wî awayî da, tu pirsgirêk
derneket.”
“Piştî
ku min alfabe hînê wan kir, bê ku pirtûka dersê bidim wan, min xwest di mijara
“î”yê de ez wan biceribînim, min ew rakirin ber depê, wan got û wan nivîsî, min
mêze kir ku jixweber “î”ya berî “y”ê kurt nakin, dinivîsin, dixwînin û tu
pirsgirêk jî dernakeve. Min jî bi ya wan kir û “î”ya xwe kurt nekir. Rewşa
Celadet Alî Bedir-Xan’î hat bîra min. Wî jî dema ku dixwest kêşeyeke zimên
çareser bike berê xwe dida gundan û bê ku agahîyekê bide wan kesan, rasterast
guhdarîya wan dikir û li gorî fikra wan tev digerîya.”
“Dema
ku em derbasê nivîsê bûn, xwendekarek di “i”yê de aliqî, ji min pirsî got, “Mamoste
vêya çima weha bû, ez vêya çawa bixwînim?” Min hema di cî de fam kir ku dê
zarok bitengijin û serê wan tevlihev bibe lewma jî min “î” kurt nekir û dersa
xwe bi vî awayî da.”
Dîsa
hevalekî me xwestibû dîya xwe hînê xwendin û nivîsa Kurdî bike, wî jî qal dikir
digot, “Min alfabe hînê dîya xwe kir, her dema ku ji pirtûkê dixwend dihat ber
wê “i”ya berî “y”yê disekinî digot vêya çawa tê xwendin kurê min? Min jî mêze
kir ku nabe, min bixwe nivîs lê kir û bi dîya xwe da xwendin.”
Sê sal
berê havînê min jî li Licê dersa pola zarokan da. Min mêze kir ku zarok “î”ya
berî “y”yê qet kurt nakin û dixwînin û tu pirsgirêk jî dernakeve.
Di
perwerdehîyê de pirsgirêkeke din jî he ye, dema ku peyv tên kîtekirin îcar “î”
divê vegere halê xwe yê berê ku peyv bê xwendin. Mesela hûn bixwazin raveka,
“Hêvîyên Agirîyê” kîte bikin hûn nikarin vê ravekê wek “Hê-vi-yên A-gi-ri-yê” kîte bikin. Ji ber ku dema peyv tê
kîtekirin, êdî navber dikeve navbera tîpan û li gorî wê rêbazê “y” nikare
bandorê li “î”yê bike û divê wek “Hê-vî-yên A-gi-rî-yê” bê kîtekirin. Ev jî
dibe serêşîyeke din.
Hişyarîya Celadet Alî Bedir-Xan’î û Tevlihevî
Celadet
Alî Bedir-Xan jî dema ku di pirtûka xwe ya rêzimanê de qala vê mijarê dike,
hişyarîyekê dike û dibêje, “Dema ku em berî “y”yê “î”yê kurt dikin ev tîp dibe
“i”. Dema ku em radibin berî “y”yê “ê”yê kurt dikin ew tîp jî dibe “i” û ji bo
hinek peyvan pirsgirêk derdikeve. Di mînakên xwe de jî qala peyvên “rî-rê,
sî-sê û pî-pê”yê dike.
Ji
xeynî vê tevlihevîyê, tevlihevîyên din jî derdikevin. Dema ku “î” berî “y”yê tê
û bi tîpên mezin tê nivîsîn gellek kes nikarin wê wek “I”yê bixwînin. Mînakeke
vêya çend hefte berê wek foto di çapemenîyê de bû. Şaredarîya “Kop”ê xwestibû
bi tîpên mezin navê xwe li tabelayê bike û ev awa derketibû holê “ŞAREDARÎYA KOPÊ”[1] Ew kes mecbûr mabûn ku “Δya
berî “Y”ê bi kumik binivîsin. Herwekî din şaredarîyên ku tabela guhertine û ev
“î” parastine he ne.
Hinek
peyv he ne ji du kîteyan pêk tên û di herdu kîteyên wan de jî “î” he ne. Mînak:
Şîlî, vîskî… Dema ku ev peyv mezin bên nivîsîn li gorî rêbaza kurtkirinê dê
awayê wan weha be “ROJHILATÊ ŞÎLIYÊ”, “VÎSKIYA
ERZAN”, ev awa jî hem ji alîyê bilêvkirin û hem jî alîyê resenîya peyvê de dibe
pirsgirêk.
Di navên
taybet de jî ev pirsgirêk derdikeve, mesela navê “HÎLMΔ dema ku bibe sernavê
nivîsekê û bi tîpên mezin bê nivîsîn dê av awa derkeve holê, “HÎLMIYÊ NÊÇÎRVAN”
ev jî pirsgirêkeke din e ji bo navên taybet. Werhasil bi dehan teşqeleyên vê
meseleyê he ne û ez dibêjim em belaheq serê xwe diêşînin.
Hin Çavdêrî
Du sal
berê kongreya Kurdî-Derê he bû, li ser dikê du afîşên me li ber hev bûn, yek jê
Kirmanckî bû, yek jê jî Kurmancî bû. Di afîşa Kurmancî de “î” kurt bûbû, di ya
Kirmanckî de “î” kurt nebûbû. Bala min çû ser wan afîşan, min ji hevalekê pirsî
û got, “Ka sedema vêya çi ye, eynî sazî, du zarava û çima di yekê de “i” û di
yekê de “î” he ye?” Heval şaş ma û wê ji min pirsî got, “Çima weha ye
mamoste?” Min got, “Celadetê wan nîn e
lewma. Wa ye tu dibînî di Kirmanckî de “î” nayê kurtkirin û tu pirsgirêk
dernakeve.” Dema ku em bala xwe didin zaravayên din hinekî din jî zelal dibe ev
mesele. Ew herdu dirûşm bi vî awayî bûn:
“ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BI PERWERDEHIYA KURDÎ PÊKAN E.”
“ÇARESERÎYA DEMOKRATÎK PERWERDEHÎYA KURDKÎ REY DA GENGAZ A.”
Dîsa
çend sal berê li Kurdî-Derê xwendekarekê hat got, “Mamoste serê min tevlihev
bû.” Min pirsî got, “Çima?” got, “Ji ber vê “î”ya ku kurt dibe, ev kurt nebe
nabe? Ez nikarim weha bixwînim” Min jê re qala çîrokekê kir û got “Tu çawa
dizanî weha bixwîne.” Ew çîroka hanê tam ji bo vê meseleya me bû. Dibêjin
rojekê yek ji kalekî birî dipirse dibeje, kalo min meraq kir dema ku tu bi şev
radikevî, vî rîyê xwe yê dirêj dixî binê lihêfê yan li ser lihêfê dihêlî. Kaloyê
reben bersiv nade mêrikî, lê jê re dibe meraq, bi şev dema ku radikeve pêşî
rîyê xwe li ser lihêfê dihêle, qasekê disekine û paşê rîyê xwe dixe bin lihêfê.
Qasekê weha disekine û serê wî tevlihev dibe û ji xwe re dibêje, law vîyê hanê
li ser lihêfê bû yan li bin lihêfê? Bi vî awayî heta sibê xew nakeve çavên
xalo. Bi gotina gotîyan serê ku neêşe em ê çima bi paçikan girê bidin?
“Mamoste, em “î”yê kurt nekin dê çi bibe?”
“Dê serê me rehettir bibe û tu pirsgirêk jî
dernakeve. Hinek kes û weşanxaneyên ku kurt nakin he ne. Di Kirmanckî de “î”
kurt nabe û tu pirsgirêk dernakeve û serê wê zaravayê naêşe.”
Çend
sal berê dema ku min pirtûka rêzimanê amade kir ez û Rênas Jîyan jî me li ser
vê yekê nîqaş kir. Wî jî berê “î” kurt nedikir, lê bi dû re, dema ku wî dît
gellek kes kurt dikin û xwe nerazî dikin wî jî rabû “î” kurt kir. Lê wek fikir
wî jî digot, a rast ew e ku em kurt nekin; lê em çi bikin pirranîyê fikra me
betal kir. Di redaksîyona pirtûka min a rêzimanê de jî pîvana weşanxaneyê
derbas bû. Lê ev ne weha ye, tiştek dema ku ji mirovî re rast hat divê mirov wî
tiştî pêk bîne.
Ez dizanim
niha kesên ku heta niha weha nivîsîne dê pirsekê bikin û bibêjin, “Pirtûkên ku heta
niha bi wê qeydê hatine nivîsîn dê çi bibin?” Tiştek bi wan nayê, yên ku çapên
wan nû dibin em dikarin wan biguherînîn û li gorî teknîka îro guhertina wan pirr
hêsan e. Yan em ê bi “î” ya kurtkirî serê xwe heta demeke pirr pirr dirêj
biêşînin û enerjîya xwe belaheq xerc bikin, yan jî em ê bi ayetî nefikirin, rêya
ramanê vekin û pirsgirêka xwe çareser bikin.
Bahoz Baran
[1] http://www.bestanuce1.com/haber/111878/saredarîya-kope-tabelaya-kurdi-daliqand