Wextê ku qal tê ser bişaftinê, ê min hûtekî heftserî tê bîra min. Vî hutî,
gellek derbên giran li me dane. Gellek derbên giran li me dide ev hût. Wî
gellek ji me dabeliandine û mehandine bê ku em tiştekî pê bikin, hinek ji me
niha di qirrikê wî de ne, hinek ji me ji qirrikê berjêr in. Hûn ji kîjan Kurdê/î
bipirsin dê li ser wî hûtî ji we re tiştinan bibêje. Serborîyên me yên cur bi
cur he ne pê re. Her serborî, birînek e û lazim e em bi birînên xwe bizanin,
lazim e em li ser wan birînan biramin. Di vê nivîsê de ez ê qala sê çîrokên
balkêş ên bişaftinê bikim.
Mirîşkên Îzmîrê û Dayika Kurd
Heft heşt sal berê, hevalekê ji min re qala xwe û serborîya
dîya xwe kir. Piştî ku Licê tê şewitandin, terka her tiştê xwe dikin û ji warê
xwe koç dikin, berê xwe didin Îzmîrê. Diçin li wê derê, li taxekê bi cî dibin.
Tebatî nayê dayikê, karên gundan li bajaran nîn in, pez û dewar nayên xwedîkirin.
Ev dayika me, rojekê nema xwe digire û ji qîza xwe re dibêje, “Qîza’m Welleh sebra min li vir nayê, hema çend heywanên me he
bûna...” Qîza wê dibêje, “Dayê, li bajaran mirov nikare heywanan xwedî bike, çênabe.
Dilê dayikê, bi vê gotinê rehet nabe û ji qîza xwe re dibêje, “Ez
qala pez û dewaran nakim qîza’m, hema çend heb mirîşkên
me he bin bes e.” Qîzik, roja din radibe diçe
bazarê û ji dîya xwe re çend mirîşkên ziraetê dîstîne û tîne malê. Dayika me li
mirîşkan dinêre, lê kêfa wê ji mirîşkên ziraetê re nayê, lê dibêje ji tunebûnê çêtir
e qîma xwe bi wan tîne. Dayika me diçe hinek lextê mirîşkan ji tûrikekî derdixe
ku deng li mirîşkan bike û bide wan. Ê te dît em Kurd dema ku deng li mirîşkan
dikin dibêjin “tû tû tû”.
Dayika me deng li wan dike, lê mirîşk bi dengê wê ve nayên. Dayik şaş dimîne û
ji qîza xwe re dibêje, “Ev çi tewir mirîşk in qîza’m, çima nayên lextê xwe naxwin? Ka here ji cîrana me
bipirse, bê ew çawa deng li mirîşkên xwe dikin.”
Qîzika me diçe dipirse, cîrana wan dibêje, “Welleh
em dema ku deng li mirîşkan dikin dibêjin, “cîk
cîk cîk”. Qîzik şaş dimîne û tê gotina cîrana
xwe ji dîya xwe re dibêje. Dîya wê bi vê gotinê ecêbmayî dimîne û dibêje, “Îcar “cîk cîk cîk”! Mirîşk û “cîk cîk cîk!?” Welleh tu min bikujî ez nikarim ji mirîşkan re bibêjim “cîk cîk cîk”. Tu rabe evana bibe
bifiroşe, wextê ku tu çûyî Amedê ji min re mirîşkên me yên gundan bîne ku em ji
zimanê hevdu fam bikin. Qîzik radibe mirîşkan li xwedîyê wan vedigerîne û dema
ku diçe Amedê û tê ji dîya xwe çend heb mirîşkên me yên gundan tîne û dilê
dayikê dikeve cî.
Xaltîya Asîye û Milyaket
Ez ne şaş bim sala 1998’an
bû. Em li Licê bûn. Cîraneke me he bû, me jê re digot xaltîya Asîye. Kurekî wê
li çîyê bû, kurê din navê wî Tehsîn û li înşeatan dixebitî. Wê salê Tehsîn
digire dîya xwe jî bi xwe re dibe Qeyserîyê. Çendekî li wir dimînin û xaltîya
Asîya nexweş dikeve, dikeve ber halê mirinê. Ji kurê xwe re dibêje, “Bigire min hilde bibe Licê.”
Tehsîn jê re dibêje, “Dayê li van deran nexweşxane
he ne, em ê dermanekî peyda bikin.” Xaltîya Asîye dibêje “Na, îllim tu yê min bibî Licê.”
Tehsîn li ber dîya xwe digere dibêje, “Dayê, ev ji min nayê, em
hîn nû hatine, me mal kirê kirîye, gerek ez bixebitim.”
Lê na, dayik ji gotina xwe nayê xwarê û talîya talî dibêje, “Welleh
tu min nebî Licê, ez heqê xwe li te helal nakim.”
Tehsînê me, ji neçarî radibe dîya xwe digire û berê xwe dide Licê. Wê salê,
wextê ku xaltîya Asîye hat û em çûn serdana wê, me dît ku halê wê ne tu hal e.
Gotin dê bimire, rabûn gazî mela jî kirin û çûn gora wê jî kolan. Lê xaltîya Asîye
heftek paşê bi ser xwe de hat û sipîsax bû. Tehsîn ji karê xwe bûbû, ji destê wî
tiştek nedihat û diçû qehwê û dihat. Tehsînê me, şevekê tê malê û ji dîya xwe
dipirse û dibêje, “Ê dayê, min ji te re got
ez li wî bajarî te bibim ser dixtoran, te got îllim min bibe Licê, binêre wa ye
tu hatî ser xwe. Îşê min jî ma li erdê. Ev çi bi te hatibû ku te ewqas dixwest
ez te bibim Licê?” Xaltîya Asîye, berê xwe
dide kurê xwe û dibêje, “Tehsîn Tehsîn! Min got
belkî tu baqil î û bi tiştan dizanî, lê a niha ez li te dinêrim û dibînim ku tu
hesabê tu tiştî nakî, ez li ber mirinê bûm, ku ez li bajarê Tirkan bimirama û
milyaketên wan bihatina bi Tirkî pirsên xwe ji min bikirina, min ê çi fam
bikira ji wan, min ê çi bigota ji wan re? Me yê çawa ji zimanê hevdu fam
bikira?” Piştî van gotinan, kenek bi ser
rûyê Tehsîn dikeve û ji dîya xwe re dibêje, “Welleh
tu rast î dayê, ev tişt qet nehatibû bîra min.”
Ehmedê Kurd û Dibistanên Tirkan
Di sala 2007’an de, min mamosteyek nas
kir. Navê wî Ehmed bû. Li civatekê min qala meseleya zimên kir û gotinên min
birînên camêr axivandin. Got, mamoste gellek tişt hatine serê min, ez dixwazim
qala wan bikim ji te re. Min got, kerem bike û camêr çîroka xwe ya li ser bişaftinê
ji me re got.
Got em li gund bûn, berê mekteb li gundê me tune bû û me
nedizanî tiştekî çawa ye. Serê sibê heta êvarê em li çol çîyan bûn, li nav erd û
baxçeyan, li ber pez û dewaran bûn em. Li ser dar û devîyan, di nava çem û
robaran de bûn em. Rojekê min dît bavê min qala mektebê kir û got, “Ez ê te bişînim mekteba gundê din.”
Mehek paşê pêşmalka reş li min kirin û berê min dan mektebê. Ez yekî jîr bûm û
pirr zû tê digihîştim, lê wextê ku ez di wî derîyê mektebê re ketim hundir, jîrbûna
min li derve ma û ez bûm nezanekî dera hanê. Hefteyek du hefte derbas bûn, ez mîna
gêjikan diçim mektebê û têm û ji wan tiştekî fam nakim. Piştî hinek xêzik mêzikan,
rojekê mamoste tiştekî spî anî danî ser maseyên me. Min ji hevalê bal xwe pirsî
û got, “Ev çi ye?”
Wî jî hema got, ”Ev benîşt e benîşt, bicû.” Min jî girt û ew tiştê spî kir devê xwe û cût. Min dît
naşibe benîştan, min got, “Kuro ev çilo benîşt e,
balon jê çênabe.” Hevalê min got, “Ev benîştê mektebê ye, wilo ye.”
Dersa din mamoste hat û bi Tirkî got, “Fişlerinizi çıkarın!” Ezê reben, ez çi
dizanim fîş çi ne. Min dît her kesî ew tiştên spî derxistine û danîne ser maseyên
xwe. Ew hevalê min jî çûbû li paş rûniştibû. Mamoste berê xwe da min û got, “Ahmet senin fişlerin nerede?” Min hîn jî tiştek fam nekiribû, min got qey
pirsa benîştê ku min cût dike. Min got, “Örtmenim
min benîştê xwe cût.” Mamoste Kurd bû, fam kir ku min fîş wek benîşt
cûtîye. Darê xwe girt û ket ser min. Min wê rojê kuteneke baş jê xwar. Dema ku
em ji dibistanê derketin min jî dilê xwe li wî hevalî rehet kir.
Çend salên din bihurîn ez ketim pola çaran, rojekê mamoste
hat û li depê gotina Ataturk nivîsî, “Hayatta en hakiki mürşit
ilimdir.”
Paşê got hûn çi vê gotinê fam dikin? Deng ji kesî derneket, me yê çi fam
bikira ji wê gotinê? Talîyê mamoste got ku hûn bersiv nedin min, ez ê li we
tevan bixim. Min mêze kir ku çênabe, em ê kutanê bixwin, min baş bala xwe da wê
gotinê û min dît ku peyvek ji min re ne xerîb e. Dema ku ez bi bavê xwe re diçûm
Amedê, li ser rê tabelayek he bû û li ser wê, “İL
: DİYARBAKIR” dinivîsî. Min hema destê xwe
bilind kir û hatim ber textê, min “DİYARBAKIR” xist dewsa “İL”ê
û li textê gotina, “Hayatta en hakiki mürşit
Diyarbakırdır.”
nivîsî. Piştî vê gotinê, mamoste got qey ez henekên xwe bi vê gotinê
dikim û min dîsa kutan xwar. Min sûnd xwar min got, ez êdî bersiv nadim tu tiştî.
Çend sal derbas bûn, ez hatim navçeya Erxenîyê, dersa Tirkî he bû, mamosteyek
hat got, “Çocuklar bugün kompozisyon yazacağız.” Me nedizanî
kompozîsyon çi ye. Ji me re qala rê û rêzikên wê kir û got hûn ê li ser gotina “Ne ekersen onu biçersin.” ê binivîsin. Min zor da xwe, lê min fam nekir
ev gotina hanê çi dibêje. Paşê bax û baxçeyên me hatin bîra min û min bîst xalên
wiha nivîsîn, “Domates ekersen domates biçersin,
biber ekersen biber biçersin..” Wextê mamoste li kaxidê min nêrî pirr aciz bû
ji min re got, “Ehmed bu nedir?” Min got, “Örtmenim
öyledir, insan domatês ekerse domatês biçer...” min ê tam bigota, “Biber…”Şîmaqa wî gawirî bin guhê min
sor kir.
Dayikek hesabê mirîşkên xwe dike û dibêje gerek mirîşk bi
zimanê me bizanin; lê gellek Kurdên me, em dev ji mirîşkan berdin, hesabê xwe û
zarokên xwe jî nakin!
Dayikek hesabê milyaketan dike û dibêje gerek milyaket jî bi
zimanê me biaxivin. Lê gellek Kurdên me, em dev ji milyaketan berdin, dema ku
diçin ji dikanekê tiştekî distînin jî hesabê zimanê xwe nakin.
Ew zimanê ku berê me ji ber wê kutan dixwar, îro wî di nava
hiş û gîyanê gellek Kurdan de cîyê xwe çêkirîye û gellek Kurd êdî bi wî zimanî “dijîn?”
Helbet, li Kurdistanê bi hezaran çîrokên bi vî awayî yên ku
nehatine nivîsîn he ne. Hêvî ew e ku em li “bîra” xwe vegerin û wan çîrokên xwe binivîsin da ku em
bikarin xwedîtîyê li êşa xwe bikin.
Bahoz Baran
Nîşe: Ev nivîs di Azadîya Welat de hat weşandin.
___________________________
1 Fîşên xwe derxin!
2 Ehmed fîşên te li kû
ne?
3 Mamoste min benîştê
xwe cût.
4 Di jîyanê de, rêberê
herî heqîqî zanist e.
5 Bajar.
6 Di jîyanê de, rêberê
herî heqîqî Amed e.
7 Zarokno! Em ê îro
kompozîsyonekê çêbikin.
8 Tu çi dayînî tu yê wê
hilînî.
9 Heke tu firingîyan
dayînî tu yê firingîyan hilînî, heke tu bacikan dayînî tu yê bacikan hilînî.
10 Ehmed ev çi ye?
11 Mamoste wisa ye, ku
mirov firingîyan dayîne dê firingîyan hilîne…