Siyaset encam
e. Encam, 1- Li gor xwendina rast a hêvî û daxwazên gel û birêxistinkirineke
rast li gor van hêvî û daxwazan, 2- Li gor derfetên heyî, 3- Li gor xwendina
rast a konjoktura herêmî û cîhanî, 4- Li gor zelaliya armancan û îstîqrarê, 5-Li
gor sistî û jidiliya xebat û hewldanên gihiştina armancan reng digire. Ev reng,
dikare rengê serkeftinê jî be û dikare rengê wendakirinê an jî têkçûnê jî be.
Bê guman gelek sedemên din jî hene ku li ser encamê bandore dikin ku ya herî
grîng jî hebûn û tunebûn, an jî lawazbûna demokrasiyê û di vê çarçoveyê de bikaranîna
hêza dewletê ye. Lê, piştî ku tu tiştek ne serdestî hêz û daxwaza gel e, xala
yekem û ya pêncem rolên sereke dilîzin di xwegihandina serkeftinê de. Loma jî,
dema encamên analîza hilbijartinek bê kirin, divê li gor van rastiyan encam
bêne nirxandin û kêmasî bêne dîtin û aşkerekirin. Armanc ji aşkerekirina
kêmasiyan jî, bê guman ku divê deranîna encamên rast be ku gavên li gor rastiya
heyî ya objektîf bêne avêtin, tedbîr li gor wê bêne girtin û rêxistinî li gor
wê di ber çavan re bê derbaskirin û organîzekirin.
Sedema
serkeftina AKPê ya herî sereke welatên Rojava û di bin de jî Îsraîl e. Beriya
hilbijartinan hatina Serokwezîra Almanyayê Merkel ne ji xêrê re û tesadufî bû.
Ewropa di serdemeka xwe ya herî zahmet re derbas dibe û hatina penaberan ji
gelek aliyan ve civaka Ewropayê dike nav tengasiyên grîng. Erdogan ku bi derew
û lîstokên xwe hatiye van rojan, Ewropayê bi penaberan tehdît kir. Her wiha bi
bilindkirina şer li Bakurê Kurdistanê û li nava Tirkiyeyê ku di vê rewşê de
rîska ku Tirkiye jî bikeve rewşa Sûriyeyê derdiket hole û pê re jî ji her alî
ve kaos ku dê bandora xwe yekser li ser Ewropayê jî bi her awyî bikira. Dîsa
Îsraîl, lewra îroj têkçûna DAÎŞê ne li gor berjewendiyên Îsraîlê ye û têkçûna
AKPê dê vê pêvajoyê leztir bikira.
Bê guman ku
hîle û sextekarî jî yek ji sedema herî mezin a serkeftina AKPê ye, şik di vê de
tune. Lê di van dek û dolaban de pişt û alîkarî ji kê girt, ew divê baş bê
lêkolandin. Gotina Erdogan a “ust akil” û ya van rojên dawîn “Kampanyaya HDPê ji aliyê koma xebata
kampanyayê ya Obama ve tê birêvebirin.” ne vala bûn. Lewra hewl dida bale ji ser xwe bide alî. Ango lîstika “Diz xwediyê male girt” list.
Dîsa dewlet
bi hemû hêza xwe ve li gel bû. Lê bi tenê bi vê sedemê ve girêdan jî dikare
mirovan bibe nirxandin û encamên şaş. Li gel van rastiyan;
1-
AKP,
li ser tirsên civakê xwe ji nû ve hona. Bêîstîqrariya di warê civakî û aborî de
û ji nû ve rijandina xwînê, tirsên herî sereke yên civakê bûn, AKPê bi zanebûn,
bi pîlan û programeka profesyonelî, van her du tirsên civakê jî, derxist asta
herî bilind. Li gor vê programê, ji nû ve şer da destpêkirin û li gel hêzên
çekdar, bi sedan kesên sivîl û aştîxwaz da kuştin, xwîn rijand û xwe pê av da.
Recep Tayîp Erdogan, bi zanebûn hukûmeteka koalîsyon neda avakirin û nêzî 5 mehan
Tirkiyeyê bê hukûmet hişt, parlamentoyê neda xebitandin, tirsa têkçûna aborî,
civakî û tirsa “terorê” û “parçebûna welat” di nava civakê de derxist asta herî bilind. Vekirî
ji gel re got; “400 parlamenter bidine min bila ev
xwîn raweste.”
2-
Her
çendî ji sedî 70yî Tirkiyeyê (eger bakurê Kurdistanê jê derînî, ev derdikeve ji
sedî 85î), rastgir û muhafazakar in. Yên mayî ku ji xwe re dibêjin çep jî, ji
sedî 90 kemalîst in. Li gel vê rastiyê jî, ji sedî nêzî 70yî hilbijêrên li
Tirkiyeyê, li dijî “Sîstema Serokayetiyê” bû. AKPê vê rastiyê di hilbijartinên 7ê
hezîranê de baş xwend û di pêvajoya hilbijartinên 1ê mijdarê de, her çendî kir
nav deklerasyona xwe ya hilbijartinan jî, yek careka bi tenê jî nehanî ser
ziman û nekir propogandaya hilbijartinan. Weke ku dev ji wê daxwaz û armanca
xwe berdabin tevgeriyan.
3-
Di
pêvajoya hilbijartinên 7ê hezîranê de, Erdogan ne weke Serokkomarekî lê weke
serokê AKPê û ji serokê AKPê jî milîtantir, di propogandayên hilbijartinan de
rol list. Ev yek şûna fêde bide, zirareka mezin da AKPê. Pêgirtî û dildarên
AKPê bi xwe jî, ji vê yekê nexweş bûn û hin ji wan an neçûn ser sidoqan, an jî
dengê xwe dane partiyeka din. Di pêvajoya van hilbijartinan de, li gel hin
daxuyaniyên Erdogan jî, ev şaşî nehate dubarekirin.
4-
Di
pêvajoya hilbijartinên 7ê hezîranê de, di serî de Erdogan, zimanê hemû rêveber,
parlamenter û endamên AKPê pir tûjtir û partîzantir bû û bi tehdîtan dagirtî
bû. Di van hilbijartinan de, di serî de dîsa Erdogan, Davutoglu û Yalçin
Akdogan, ne bi temamî be jî, bêtir li zimanê xwe miqate bûn û li gor berê di
gelek mijarên bi taybet jî civakî de nermtir xuya kirin.
Ev hemi jî
nîşaneyên wê yekê ne ku AKPê ji têkçûna hilbijartinên 7ê hezîranê dersa xwe baş
girtibû û amadekariyên xwe jî li gor van dersan kir. Dîsa di sextekariyên
hilbijartinan de bêtir profesyonel tevgeriyan û tedbîrên raqîbên xwe li gor vê
profesyoneliyê jî bi giranî vala derxistin. Diyarkirina encamên hilbijartinan ji
aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve bi vê leziya kesanedîtî, yek ji
nîşana vê sextekariyê ya herî zelal e. Ji roja yekem ve YSK di nav vê lîstikê
de bû. Hin biryarên YSKyê ku li xweşiya me hemuyan çûn û qaşo li dijî AKPê bûn
jî, dîsa ji bo şaşkirina bala raya giştî bû ku bi ser jî ketin. Lewra pîlan,
program, armanc û amadekariyên wan ji destpêkê ve tiştek din bû ku roja
hilbijartinê vê pêk jî anîn û bi ser jî ketin.
CHP bi
rengê siyaseta xwe û muxalefeta xwe û MHP jî di kesayetiya Dewlet Bahçelî de di
bin nave “muxalefeta tûj” de, bi zanebûn rûn di nanê AKPê dan.
Di encamê
de AKP, bi sextekarî, dek û dolabên profesyonel, bi bikaranîna hemû hêza
dewletê, bi “muxalefet”a CHP û MHPê, di radeya herî bilind û bêexlaq û barbar de bi bikaranîna
tirsên civakê, lê di heman demê de bi rastxwendina psîkolojiya civakê û
dubarenekirina şaşiyên xwe ve, “serkeftinek” ku dê bibe sedema gelek tiştên nû û belku serdemeka nû, bi dest xist.
Gotin û nirxandin çi dibin bila bibin, encam ev e.
HDP
Di
hilbijartinên 7ê hezîranê de jî û di yên 1ê mijdarê de jî, hemû hewldan û
hesabên dewletê û yên AKPê li ser têkbirina HDPê bû. Her du caran jî ji destê
wan çi hat, bi hemû hêza xwe ve kirin.
Bi taybet di pêvajoya van hilbijartinan de tu barbarî û kiryarên hovane û gemar
neman ku pêk nehanîn. Rewş hat asteka wisa ku bi taybet li bajarên Tirkiyeyê
axaftina bi zimanê kurdî û hemû reng û dengên kurdî êdî bûne sedemên lînc,
kuştin û hemû êrîşên hovane. HDPyîbûn û hele aşkere vê nîşandan, dilekî mezin
dixwest. Dîsa tu xebateka berçav ji bo raya giştî, bi HDPê nedane kirin. HDPê
ji rakirina cenazeyan û şîna endam, pêgirtî û dilxwazên xwe pê ve, pêre negihişt
karek din bike. Dewletê, bi hemû hêza xwe ve hewl da HDPê terrorize û
krîmînalîze bike û di rewşa xweparastinê de bihêle û bike ku HDP nikaribe tu
xebateka ji bo xwegihandina raya giştî bike ku bi giranî jî dewlet di vê yekê
de bi ser ket. Rewş hat asteka wisa, pêkutiyek wisa mezin dane ser raya giştî
ku êdî yên herî wêrek jî newêrîn gazî tu rêveber û berpirsên HDPê û programên TVyan
bikin an hevpeyvîneke ji bo rojnameyan bi wan re bikin. Kî ma? HDP û kurdên
dilsoz ku di her şert û mercî de, bi mirina xwe jî xwedî li nirx û rûmetên xwe,
xwedî li têkoşîna xwe û baweriyên xwe derdikevin man. Ev ciyê rêzê ye. Di vê
çarçoveyê de, li gel van hemû tiştên li jor hatin nivîsîn jî 5 milyon deng,
serkeftineka mezin e.
Lê rastî di
vir de ne yekalî ye. Lewra rastiyeka din jî heye ku milyonek deng jî hate
wendakirin. Ne hejmareka hindik e. Ji 6 milyonan milyonek; ji 80 parlamenteran
daketina ser 60 parlamenterî hêjayî lêpirsînê û lêkolanê ye. Ji sedî 17 deng,
di nav nêzî 5 mehan de wenda bû ku ev hejmarek pir mezin û grîng e. Sedemên vê
yekê li jor bi vegotina kiryarên AKPê û dewletê hat diyarkirin. Lê gelo sedemên
navxweyî qet rol nelistin di vê encamê de? Belê listin û baş jî listin. Çi bûn
ev sedem?
1-
Şaşî,
an jî kêmasiya herî mezin a HDPê, nedîtin û rastnexwendina sedema herî sereke ya
“serkeftin”a AKPê bû ku li jor hatiye ravekirin.
HDP eger vê rast bidîta û bixwenda, dikaribû tedbîr, amadekarî, dîplomasî
û xebatên xwe jî li gor wê bi rê ve bibira. Ev dikaribû bi xwe re encameke
rasttir û baştir jî bîne. Dîsa helwesta YSKyê baş nexwend û nedît û ji armancên
wê yên bingehîn bê hay bû. Belê hin tedbîrên grîng girtibû, lê diviya hesab
bikira ku AKP jî hay ji van tedbîrên wan heye û dikare tedbîrekê li dijî
tedbîrên wan bigire.
2-
HDP,
sedem çi dibe bila bibe di van nêzî 5 mehan de pasîf ma. Ne di warê
propogandayê û dapêşkirina armancên bingehîn de, ne di warê tedbîran û
xwebirêxistinkirinê de, ne di warê xwegihandina her şanikên civakê de,
performansa pêvajoya hilbijartinên 7ê hezîranê ji sedî 20 jî nîşan neda.
3-
Hema
bêje bi temamî, di bin siya navê Selahatîn Demirtaş de bi sînor man. Ji wî pê
ve zêde kesek jî xuya nekir di vê pêvajoyê de û ew bi xwe jî mina berê baş xuya
nedikir. Belê sedemên xwe hene û me ew rave jî kirin, lê sedem çi dibin bila
bibin, encam jî ev bû.
4-
Di
danîşana berendaman de şaşiyên mezin hatin kirin. AKPê vê care vê şaşiyê nekir,
lê HDP vê hesasiyetê vê care jî nîşan neda. Sedema vê yekê jî bixwebaweriya
zêde bû. “Gel çewa be dê deng bide me, em kî
bixwazin dikarin wî/ê nîşan bidin.” Ev yek ji nêzîkahî û şaşiya herî mezin a HDPê ye ku ji niha û bi şûn ve
jî dê pê bide wendakirin. Lewra gel (kurd) polîtîze ye û baş dizane çi dixwaze
û çi naxwaze.
5-
Kampanya
û xwepêşandanên ji bo hilbijartinan diviya nehatana betalkirin. Lewra AKP bi
wan êrîşên bombeyî, ji xwe xwest tirsek wiha di nav HDPyiyan de biafirîne. Bi
betalkirina kampanyayan û mitîngan re, ev tirs li nav hilbijêrên HDPê jî hat
belavkirin û AKP di vê polîtîkaya xwe de jî bi ser ket. Belê biryarek pir hesas
bû û berpirsyariyeke pir mezin bû, lewra rîska êrîşan û mirina sîvîlan hebû, lê
di têkoşînekê de divê kar û zirar û encam baş bêne nirxandin.
6-
Di
hilbijartinên 7ê hezîranê de, gotina “Tirkiyeyîbûn” bêtir li pêş bû û performanseke
xurt di vî warî de dihat nîşandan. Vê carê, belê bi bandora şer, lê di encam
de, bêtir herêmî ma û ev jî bû sedema wendakirina hin dengên ku ji xwe li
hemanan bûn.
7-
Hinekî
jî serxweşiya serkeftina hilbijartinên 7ê hezîranê, bû sedema hêvî û
nirxandinên şaş û xemsariyekê. Xwe dane bendê ku çewabe êdî AKP têk diçe. Lê wî
hesabî nekirin ku AKP jî hesabê xwe li gor paşkeftina xwe dike û tedbîrên xwe
li gor wê digire. Bandora çepên tirkan ên di nav HDPê de, di vê nirxandin û
hêviya şaş de mezin bû.
Encam
AKPya ku bi
tehdît û şantajan ji bo demeka din jî îcazeya xwe ji welatên Rojava û Îsraîlê
wergirt, dê şer bilind neke û careka din dest bavêje “pêvajoya çareseriyê” dikare di bin navekî din de û bi rê
û rêbazên din be, lê dê xwe weke “deriyê çareseriyan û demokrasiyê” nîşan bide. Lewra bazarî yekalî nabe û li hemberî îcazeya
desthilatdariyê wî jî bê guman ku hin soz dane. Berfirehiya van sozan çi ye, dê
di nav pêvajoyê de aşkere bibe, lê bê guman ku en bêyî tawîz û sozan e û ne
yekalî ye. Dimîne ku dê AKP çendî li ser “soz”ên xwe bimîne, ew jî ji kiryarên wê
yên 13 salan ji xwe diyar e. Welatên Rojava jî vê dibînin, lê tehdît û şantaj
mezin e û îroj nikarin vê ragirin. Neçar in sere hev û du bison. Loma jî kurd
careka din bûne gorî ji bazariyên qirêj ên welatên Rojava re. Tenê tiştek grîng
heye ku kurd weke berê ne bêxwedî, bêderfet û bêçare ne. Dijberî wê ye rewş û
bazarî çengî gemar dibin bila bibin, loma jî dê ev hesabê wan li dîwarê
têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd bikeve.
Di her
tiştî de xêrek heye. Wê ji van encaman jî xêrek derkeve bê guman. Lê divê neyê
jibîrkirin ku parastina serkeftinekê ji bidestxistina wê pir zahmettir e. Ji bo
vê jî, xebat, xwedayîn û liserkûrbûna parastina serkeftinê, divê ji ya
bidestxistinê pir zêdetir be. Dijmin vala nasekine, tu carî jî nesekiniye û her
care jî ji bo têkçûna Tevgera Azadiyê û dînamîzma gelê kurd, ji destê wî çi
hatiye bi hemû barbarî û gemariya xwe ve pêk aniye û dê wisa jî bidomîne. Lê li
gel vê barbarî û gemariya mezin jî, Tevgera Azadiyê serkeftinên mezin bi dest
xistiye, şoreşên mezin bi ser xistiye. Her
dem û serdemên zor û zahmet, kiriye egera pengaveka nû û serkeftineka mezintir.
Dê vê carê jî rewş ne cuda be, guman ji vê tune. Lewra têkoşîna nêzî 40 salî vê
rastiyê xweşik piştrast dike ji xwe.
Mahabad
Felat Arda
2015-11-01
[email protected]