Law“Ez heştsalî bûm me mala xwe bar kir em çûn Stenbolê. Bavê min ji bo ku em zû hînî tirkî bibin li mala me “sıkıyönetim” ava kir û kurdî qedexe kir. Di vî biryarê bavê min de ya ku di navberê de şewitî diya min bû. Diya min a reben ji ber ku xwendin û nivisandina wê tune bû hem hînî tirkî nebû û hem jî kurdî ji bîr kir. Zimaneke têkilhevê kurdî û tirkî “kutirkî” bikar dianî. Ji me zêdetir kesê jê fêm nedikir. Jixwe îcab nedikir ku kes jê fêm bike, lew re diya min a reben hema bibêje qet dernediket derve. Diya min a reben ya ku bi kutirkî diaxivî ku derketana derve jî bi çarşeva reş derdiket derve. Ango diya min a reben hem ji aliyê fizîkî ve û hem jî ji aliyê zihnî ve temamî temenê xwe di tarîtiya zindana reş de derbas dikir.”
/ / /
Bav
Bi eslê xwe ji Bedlîsê ye, di sala 1920’an de li Konyayê tê dinyayê.
Di yazdesaliya xwe de dest bi perwerdeya medreseyê dike.
Li navçeya Havilê ya ku bi bajarê Sêrtê ve girêdayî ye dest bi memûriyetê dike û dibe miftî.
Demek şûn de dev ji miftîtiyê ber dide û vedigere Norşînê, li wê derê ders dide.
Di sala 1966’an de tevî malbata xwe mala xwe bar dike Stenbolê. Li Stenbolê dersên medreseyê dide, piştî du salan dibe waizê navendî yê Stenbolê.
Di sala 1975’an de dev ji waiziyê berdide.
Zimanê kurdî, erebî, farisî, tirkî dizane.
Demeke şûn de bi munasebeteke ne diyar nexweş dikeve û demeke dirêj di nava ciyan de nexweşînê derbas dike.
Di 25’ê Berfanbara 2004’an de di 84 saliya xwe de dimire.
/ / /
Bûyer
Ev bav piştî ku malê bar dike û diçe Stenbolê karê wî yê pêşîn di malbatê de qedexekirina kurdî ye. Bi tu awayî nahêle zarokên wî bi kurdî biaxivin.
Ew bi xwe jî bi kurdi naaxive.
Heta ji Kurdistanê dema ku mêvanên wî diçin û pê re bi kurdî diaxivin ew bi tirki bersiva wan dide.
Di vê rewşê de neyartiyek li hember ziman heye. Ev neyartî ne neyartiyeke ji rêzê ye jî. Neyartiyek tundrav ya li hember xwe û kurdîtiya xwe...
Demeke şûn de ev bav nexweşînek bi serê wî de tê, demeke dirêj di nava ciyan de dimîne. Xwedê lê tê xezebê.
Bûyerek bi serê wî de tê û wekî felc lêkevê (dibe ku qeza jî kiribe).
Piştî ku nexweşîn lê peyda dibe hemû zimanan jibîr dike, dike nake nikare bi zimanên ku dizane biaxive.
Lê tenê zimanek jibîr nake.
Ew ziman jî zimanê kurdî ye û di dema nexweşîna xwe de û heta ku dimire bi tenê dikare bi kurdî biaxive…
Mirovê ku di mala xwe de kurdî qedexe bike û tu caran nehêle zarokên wî bi kurdî biaxivin, di dawiya temenê xwe de demek dirêj di nav ciyan de bimîne û bi tenê zimanê kurdî bikaribe biaxive…
Dia
Xwedê bûyerên bi vî rengî bîne serê hemû kurdên ku di rewşa vî camêrî de ne…
(*) Nivîsên Azad Zal pêşî di rojnameya Azadiya Welat de tên weşandin, roja piştre di quncika wî de tên weşandin.
Azad ZAL
19.12.2009