Gotar 3 deqîqe xwendin

Têkoşîna Sedsalan: Gavek Paş, Du Gav Pêş

Di kûrahiya dîrokê de, gelên bindest wek darên li ber bahozê ne: kokên wan di axa azadiyê de kûr veşartî ne, lê şaxên wan bi her bayê dijmin û carna jî bi bayê hundirîn re dihejin

Di kûrahiya dîrokê de, gelên bindest wek darên li ber bahozê ne: kokên wan di axa azadiyê de kûr veşartî ne, lê şaxên wan bi her bayê dijmin û carna jî bi bayê hundirîn re dihejin.

 

Gelê Kurd, ku welatê wî bûye çar parçe û dilê wî bûye parçe parçe, bi vê êşê  baş dizane. Lê êş bi xwe ne çarenûsa dawîn e, êş ax e ku tê de tovên berxwedanê têne çandin.

 

Şiyana rabûnê ya piştî her şikandinê, fîlozofiya têkoşînê ye. “Gavek bi paş ve, du gav bi pêş ve” ne sloganeka hêsan e, lê zagona dialektîk a dîrokê ye. Hegel dibêje ”dîrok ji ser dijberiyan û pevçûnan bi pêş dikeve”. Di vê pevçûnê de, metirsiya herî mezin ne dijmin e, lê tirs e ku dibe sedema êrîşa navxweyî, tewanbarkirin û reva ji berpirsyariyê. Ev şêwaz, di roja teng de, ne tenê lawazî ye; ew xiyaneteke nazik e li hemberî nifşên ku xwîn dane û hêviyên xwe li ser milên me hiştine.

 

Dîrok gelek mînakan dide me. Gelê Polonî, di sedsala 18’an de, welatê wan sê caran hate parçekirin û ji nexşeya siyasî hate jêbirin. Lê ew nemirin. Bi ziman, çand, wêje û bîra neteweyî ve rabûn û di sedsala 20’an de careke din serî rakirin. An jî mînaka gelê Hindistanê: Gandhi û Nehru ne tenê li hemberî Ingilîzan şer kirin, wan di heman demê de li hemberî parçebûna navxweyî (ol û kastan) jî rawestiyan. Wan dizanî ku azadiya ji rastiya xwe bê bidûrxistin, azadiyeka qels e.

 

Yên di govenda azadiyê de ne, di roja teng de jî, di roja fire de jî destê hev û du bernadin, dest ji govenda xwe bernadin, aheng û hevsengiya vê govenda dîrokî didomînin, hezar silav li wan be, lew hêviyek hebe her ew in. Ronahî ew in. Ew in berê xwe didin dijmin, pişta xwe didine gel dîrok û rastiya xwe. Ew in di bin barê êşên giran de jî rola xwe dilîzin, xwînsar lê bi hêrs û amade ne lê teqez ne bêçare ne.

 

Têkoşîn ne tenê kirinek siyasî ye, lê belku bêtir jî kirineka exlaqî û mirovî ye. Ew vejîna mirovahiyê ye li hemberî her cure dagirkeriyê.  

 

Azadî di yekîtî, xweragirî, di hişmendiya stratejîk û di xwebûn û parastina mirovahiya xwe de veşarî ye. Bêyî van daxwaz û bilêvkirina “serxwebûnê” jî xiyaleka xweş lê xwexapandin e. “Kirinek ji hezar gotinî çêtir e”, “Yê bêje û neke, kerê bêkêr e” gotine pêşiyên me.

 

Ne yên deng û pozên xwe bilind dikin, lê yên di tariya mirinê de jî dikarin bibine ronahî wê navê xwe bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîroka mirovahiya pêşverû binivîsin. 

 

Reşbînî li ser zeviya xêrnexwazî û nezaniyê dikare şîn were.

 

Hezar silav li govendgeriyên azadiyê!