Ez hemû niviskakar, hemû helbestvan, hemû parêzer, hemû doktor, hemû mamoste û siyasetmedarên kurd dawetî Civînên Gel yê şaredariya Mezin dikim.Dawetî civînên gel yê li taxên Amedê pêk tên dikim.Di wan cîvanan de têra her kesî, her pîşeyî, her beşa zanistê mijar hene.Hefteya borî ez tevlî civîna gel ya Taxa şêxşamîlê ya Baxlera bûm.Bi rastî jî mirov dema vê trajediya ku gel di nav de ye bi çavê serê xwe dibîne, ji xwe fedî dike.Bi hezaran kesên bê kar û bar,Bi hezaran kesên bê stûn û dîwar,Belengaz stûxwar..............................
We li tu meydanek bajêr, di nav hezar kesî de, heta ku dengê wî derkeve mirovekî mest û mezin digirî ditiye gelo?
Kezeba we di wê gavê de bûye hezar parçe tew?
We wijdana xwe weke nokên li ser axê belavbûyî ji erdê berhev kiriye gelo?
Duh wisa bû,
Li Taxa şêxşamîlê li meydanek bê nav, li bin stêrkên melûl de, di cîvîna gel de, me parçeyên wijdana xwe ji nav xîçên Qerijdaxê yê reş berhev kirin.
Ew qanalizasyonên teqiyayî û nehatibûn çêkirin weke di nav xwîna me de bi herike bîhna genî berda hûndirê me.
.....................

Pirsgirêkên gelê me zaf in.
Ji mijara helbestekê jî,
Ji naveroka romanekê jî,
Ji hemû şiroveyên zanistê jî zêdetir in.
Pistgirêka seke tunebûna kar e,
Yanê pirsgirêka birçî bûnê ye.
Pirsgirêka parîyek nan,
Birsgirêka zik û têrkirina zikê zarokan...
Ji 200 kesî zêdetir mirovan daxwaznameyên nivîskî dan şardar Baydemir.
Yên bi devkî gotin, weke dayîkekê bê fedî, eşkera li çavên me nihêrin û gotin hebûn “ bila kes li me negire em ji ber daxwazên xwe em li vê derê ne”
Yên pirsgirêka Kurd û rê û rêbazên çareseriya wê anîn ziman jî hebûn.
Yên ku gotin” ku aştî tunebe aş jî tune ye, nan jî tune ye” hebûn.
Bi sedan zarokên li dora diya xwe civandibûn jî hebûn.
Birçîbûn jî hebû li qada Baxlera,
Zîndan jî hebû,
Zarokên di zindanê de jî,
Ji yên ji serê çiyê re silav şandin jî hebûn,
Baydemir hebû,
Yuksel Baran hebû,
Û Aysel Tugluk jî hebû.
Lê çavê me li rê ma,
Her kes lê geriya,
Dewlet tunebû.
Lê zilma wê li wêrê bû.
Li şêxşamîlê li meydana bênav ziq li çavê me dinihêrî.