Sê ker li ber siya dîwarekê ne. Kerek ji wan dibêje:- Birayên ker, ez dixwazim tiştek ji we re bêjim.Her du kerên din:- Çi ye?- Eger hûn ji min re bêjin amîn, ez ê duayekê bikim.- Ê ka dua bike, em binêrin.- Ya rebî tu rihê xwediyê min bistînî ez jê xelas bibim.- Her du kerên din:
- Çima?
- Ê heyran heta êvarê palanekê li min dike, palan heye 80 kîlo. 8 olçek jî genim li min dike û bi xwe jî li ser min siwar dibe. Rihê min derdikeve heya êvarê.
Kerê din:
- Welle dîsa yê te rehet e, yê min zahmettir . Yê min îcar palanê min kevin e. Ew dar û mar û hesinên wî hemî di pişta min de diçin. Pişta min tev cedewî bûye, birîn bûye, tev bûye kunêr. Bi ser de jî dema em bi rê ve diçin, ez ji xwe bi zor dimeşim, xwediyê min ji pare bi daran gurm û gurm li min dide, min dipelixîne.
Kerê sisiyan:
- Ez jî dikarim tiştek bêjim?
Kerên din:
- De ka tu jî ya xwe bêje.
- Werin dev ji van tiştan berdin. Werin em bi hev re ji Xweda re dua bikin, bira Xuda me ji vê kerîtiyê xelas bike.