Zagon
ji bo mirovan an mirov ji bo zagonan!..
Di destpêka avakirina Komara Turkiyeyê
de, bi piranî zagon weke destûra zilmê hatine destnişankirin. Bi giranî,
zagonên li hember pêşveçûna civaka Kurd, li hember baweriyên demokratîk û olî
hatine destnîşankirin, tekane armanca wan pişaftina civaka Kurd û radestgirtina
azadiyê ye her wiha ev zagon hemû ne rewa ne. Wek zagon hatine destnîşankirin
lê ji ber mafê herî rewa yên gelan dide astengkirin, hemû ev zagon ne rewa ne.
Kirinên wan, li gor zagonê wan e, lê divê bê zanîn ku kirinên Hîtler jî, li gor
zagona wan bû! Zagonî bû, lê ne rewa bû. Ji ber ku her kirinên zagonî dibe ne
rewa be! Kirinên ku li gor daxwaza gel nîn be, di wijdana gel de her mehkûmkirî
ye, ne rewa ye. Zilm ne rewa ye, astengkirina mafên mirovane ne rewa ye,
astengkirina zimanê maderi û çanda xweser ne rewa ye. Berxwedana li hember
zilmê tekane tevgera civakî ya hrî rewa ye. Ev berxwedan, hemû kirêtiyên li
hember pêşveçûna civakê paqij dike, hemû xitimandinên miriyane vedike jiyanê,
zindî dike, jîndar dike. Weke di dîroka hemû gelan de hatiye jiyandin, civaka
Kurd jî guherînên dîrokî dijî. Her ku di ber xwe dide, kirêtiyên dîrokî zelal
dibin li pêşiya wî. Gel, wan kirêtiyan, yek bi yek bi berxwedanê dibuhurîne. Her
wiha hemû mafên xwe ew bi xwe bidest dixe.
Gelê Kurd, di destpêka avakirina Komara
Turkiyeyê de, weke vînek diyarde tevlî xebata avakirinê bû, tevlî şerê
avakirina Komara Turkiyeyê bû. Li her deverê Turkiyeyê li cihên herî dijwar şer
kir xweyna xwe rijand ji bo avakirina Komarê. Di riya avakirina Komara
Turkiyeyê de ji hemû gelên din bêhtir keda diyarde da nişandan divê riyê de. Bû
xwediyê berxwedana herî mezin ya veşartî ya ji bo avakirina komarê lê nav wî
her veşartî ma. Heke tevlîbûna civaka Kurd nebûna, her kes baş dizane ku
avakirina Komarê ne pêkan bû. Kurd, bi xiyalên paşerojek azadtir û xweştir
tevlîbûna xwe pêk anî û li ser hîmê hevgirtina bi gelê Turk re, bi tevlîbûnek
diyarde ya Gelê Kurd, wek komarek hevpar Komara Turkiyeyê hate damezirandin.
Meclîsa hevpar hate avakirin û zagona bingehîn hate destnîşankirin. Kurd bi
ziman û çanda xwe ya xweser tevlî vê meclîsê bûn. Ev rengînî, hêviya
hevgirtinek mezin ya gelê Kurd û Turk dida xuyakirin. Kurtedemek şûnde,
helwesta îxanetkar hin bi hin derkete pêş. Zagonên ku hemû cudahiyan tune bike,
bipişêfe; bike Turk hatin çêkirin û bi awayek trajî komîk, zagonên faşîst hatin
çêkirin û hatin serdestkirin. Li vê gorê baweriyên olî, çandên cuda bi zilmek mezin
hatin astengkirin.
Komara Turkiyeyê bi xiyalên azadiyê
hatibû damezirandin lê hema tavilê ev xihal beriya ku bikevin jiyanê hatin
fetisandin. Zagonê pişaftinê ango, zagonên tunekirinê ango, zagonên fetisandina
gelan hatin amadekirin. Êdî hemû karên sosret û tevkujî, bûn “Zagonî!..”
zagonîbûna li Turkiyeyê li ser vê ferasetê pêkhatiye, ji ber vê sedemê rewabûna
hemû zagonên Turiyeyê mijara nîqaşê ne. Yek ji van sosretiyan; xala 222yemîn e.
“Zagona 222yemîn; Zagona şewqe û tîpên Turk!..” di sala 1925an de hatiye
pejirandin û niha dibe sedema cezadayinan. Rewabûna vê zagonê li aliyekî, ev bi
serê xwe zagonek faşîstî ye, tûrikê dînik e kişandine serê Turkiyeyê ku ji wê
çaxê de Turkiye nikare xwe ji vê sosretê rizgar bike!.. Zagonên bi vî rengî ku
êdî derbasbariya wan bi guman e û rayedarên dewletê jî wateya wan nizanin, bi
şîroveya hin dadgeran dibe sedema cezakirinan. Li gor vê zagona faşîst û
fosîlbûyî, hin dadger ji bo kesên ku bi Kurdî daxwazname binivîse pêşkêşî
dadgehê bike, bi zimanê xwe yê maderi; bi Kurdî bixwaze xweparastina xwe bide; cezayê
girtîgehê lê tê dibirîn, hin dadger jî vê yekê eletewş dibînin, bi navê dadê ji
vê dozê şerm dikin û dozê betal dikin. Bêguman eletewşiyek heye: dadger,
daxwaznameya rangihandina sûc a di derheqê dozger û rayedarên dewletê de
hildide dest, lê dozê berevajî vedike. “Çima ev daxwazname bi Kurdî hatiye
nivîsîn!.. Li wir avê didin sekinandin!.. Li gor zagona 222yemîn! sûc hatiye
kirin, ê ku nivîsiye divê cezayê girtîgehê lê bê birin!..” lewre ev
daxwaznameyên ragihandina sûc, di derheqê dozger û rayedarên dewletê de ne.
Dadger bi vê ferasetê dozê vedike. Lê ji ber “Bersûc!..” dîsa bi Kurdî parstina
xwe dike û xweparastina xwe ya bi zimanê maderi dinivîse, pêşkêşî dadgehê dike,
di dawiya dozê de piştî şeş meh ceza lê tê birîn şûnde dîsa, ji bo vekirina
dozekî din dadger; “… ji ber ku di dadgehê de bi israr bi Kurdî axifiye divê
dîsa dozekî din îca lê bê vekirin… ragihandina sûc divê bê kirin!..” Dîsa doz
vedibe û dîsa bi Kurdî bi israr tê axaftin… û dîsa dozek din!.. Wek çîrokê ev
helwest di dadgehên Turkiyeyê de berdewam dikin diçin… ango, ji alîkî ve hin
dadger ceza didin û kesên ku bixwazin bi Kurdî xweparastina xwe bidin tavilê
tên girtin, ji alî din ve hin dadger biryarên wergerê Kurdî dipejirînin, bangî
wergêr dikin. Hinek dadger dozê betal dikin, hinek dadger ceza didin. Bêguman
eletewşiyekî di vir de jî heye. Ango di hişmendiya dada Turkiyeyê de
sererastkirinek nehatiye avakirin. Bêguman ji ber ku dad jî bûye amûrê
dijminantiyek bêdadî, li Turkiyeyê eletewşiyek mezin a di warê dadê de êdî nayê
veşartin, tavilê xwe dide der. Bêguaman ev eletewşî divê bê nîqaşkirin. Û
bêguman ji van herdû helwestan yek jê; SUCDAR e!.. Lewre, heke du biryarên
dijberên hev ên mînak hebin, biryara di lehê bersûc de tê bikaranîn. Ê, gelo ev
yek ji bo Kurdan derbas nabe qey hewar gidî!.? Ji vê yekê re jî dibêjin “Zagonî!..”
ê ev zagon çiqas rewa ne gelo. Ev yek divê li ser bê ponijandin.
Bêguman zagon ji bo mirovan in. Zagonên
ku li hember pêşveçûna civakan asteng in, ji aliyê civakan ve bi têkoşîna vînî,
bi berxwedana vînî û rewa tên buhurandin. Lewre, helwesta civakê ji hemû
zagonan rewatir e. Zagonekî ku bersiv nede pêdiviyên civakê û gel bixwaze vê
zagonê biguherîne, helwesta kesên bi tundî li hember bisekinin ne rewa ye.
Helwest û sekana astengirinê ya li hember axaftin û xweparastina bi zimanê
maderî, kivş e ku ne rewa ye, faşîstî ye. Astengkirina çand û ziman, îxaneta bi
gelan re ye. Ev yek jî weke ku Turkiye tê de dibuhure, ewê bi berxwedana gel û
xwedîderketina demokrasiyê, bi şêweyek hevpar ya hemû cudahiyan, hemêzkirina
hemû rengîniyan, wek serkeftina gel pêk tê. Lewre êdî hemû mirovên cîhanê,
rengîniyên çandî yên cîhanê, li pergalek ku bi hemû rengîniya xwe tê de bi
awayekî demokratîk, hurmetkar, hevkar û hevpar bijîn digerin, dibînin û wê
daxwaz dikin da ku tê de bijîn. Ev yek jî wek civak, wek kes bi rêzgirtina hemû
mafên hev pêkan e. A ku Turkiye tengasiya pejirandina wê dike jî ev e.