Yekî jîr diçe nexweşxaneya dînan ku li rewşa wan binihêre. Yekî dîn, zêrek dike nav destê xwe û bang li yê jîr dike: ’Apo were va min tiştek diye ez bidime te’. Yê jîr diçe û dibîne ku zêr di dest yê dîn de ye û dibêjê: ’Lawê min ev ne tiştek baş e ka bide min ez bibim bavêjim.’ ’Apo were hundur ku ez bidime te.’ Yê jîr dice hundur zêr bistîne. Yê dîn: ‘Apo min bêriya zira keran kiriye ka mîna kerê ji min re bizire paşê ez bidime te.’ ‘Ez hatime te rizgar bikim tu bêedebiyan dikî.’ ‘Apo tu nezirî ez nadime te.’
Yê jîr li dor xwe dinihêre ku kesek tune, mina kerê dizire.
Yê dîn: ‘Apo tu xweş dizirî, lê ka tu karî piçek gûyê min jî bixwî?’
‘Ehmeq ev çi peyv in?’
‘Apo ez çi dibêjim tu dixeyîdî, biçe min li halê min bihêle baştir e.
Yê jîr cardî li dora xwe dinihêre û dibîne ku kesek tune, dice piçek gûyê yê dîn dixwe û dibêjê: ‘Ka bide ez bibim bavêjim te jê rizgar bikim.’
Yê dîn lingê xwe davêje ser hev û dibêje yê jîr: ‘Apo were serê xwe têxe nava lingê min û bi devê xwe bistîne.’
Yê jîr serê xwe dixe nava lingê yê dîn ku zêr bistîne û yê dîn lingê xwe lê dişidîne.
Yê jîr: ‘Ehmeq te ez xeniqandim.’
‘Apo ez dîn im, lê ne ehmeq im, yê ehmeq tu yî ku te ji bo zêrekî gû xwar, mina keran ziriyayî û te serê xwe xist nava lingê min. Ez ê te bixeniqînim û xwe ji nexweşxanê rizgar bikim.
Yê dîn lingê xwe lê dişidîne, ew dixeniqîne, cilên wî li xwe dike û ji nexweşxanê direve.
Berhevkar: Sîwanê Bêziman