DestpêkHer despêkek hêviyek e, her hêviyek jiyanek e, her jiyanek dijwariyekê jî di nava xwe de dihebîne. Ma ne ji ber wê ye ku destpêka jiyanê bi girî dest pê dike. Ne ji ber wê ye ku berî em bêjin dadê an bavo, peyva "biv" hîn dibin.Despêka dibistanê ma nayê bîra we ?A min wekî îro tê bîra min.Bavê min got: "Husê vî qirufiyî bibe qeyd bike." Min xwe bi xwe got got: Gelo bavo dîn bûye, dibêje bibe qeyd bike. Ma ez hesp im? Piştî ku em bi semtka di deriyê dibistanê re derbasî hundir bûn. Û min sola xwe derxist... Tîqe tîqa zarokan hîn di guhê min de olan dide.Cara pêşîn ji bo ku ez destê xwe zû bigirim, bê sabûn traş bûm. Her dera riyê min dinav xwînê de ma. Belê xwîn û xwêdana rûyê min wekî Kaniya Guzê diherikî.
Cara pêşîn ku min Serokê PKK di xwena xwe de dît ez gelek tirsiya bûm. Hîn jî tê bîra min ez diricifîm. " Payîz bû an jî payîzxêr bû ; li ser mêrgekê koma civanmêran rûniştîbûn. Got: "Hûn bi xêr hatine heval. Navê te çi ye, tu çi karî dikî?" Bêyî ku navê xwe bibêjim min got, "Ez mamoste me.." Got, "Bêje ez kurmê darê me." Min got, "Çima ez benî?" Got: "Hûn mamoste zarokan hînî jibîrkirina zimanê dayikê dikin. Hûn wan zarokan hînî tunebûna wan dikin..." Piştî rapeyvîneke (Nutuk) dirêj min got: "Ka ez werim destê te." Got: "Jixwe we bi destmaçîkirinê mala me xera kir. Xwe bitewîne û axê maç bike. Ew dayika me hemûyan e".
Wexta ku min nû şervanek dît ez mamoste bûm. Yek jê hevalê min Aydin Baran bû. Aydin hevalê minê deh salan bû. Ne nok man ku me wekî leglegan ji nav cot berhev nekirin, ne jî hêk man ku me ji pûnan nedizîn. Dibistana Navîn du gundan ji me biwê de bû. Rojekê Hecî Îhsan hate ser riya me û got: "Ez ketime bextê we, hûn çima wekî bizinan bi rezê min ketine. Wê we kurm têkeve zikê we ma şitlê mêwê tê xwarin bêxwedîno?. Belê me şitlên rezan dixwarin, wekî tu xiyar biqaşilî diqaşilandin û dixwarin. Aydin berî ku rabe ev got: “ ew roj gelek xweşbûn. Lê niha tu mamoste vê dewletê , ez...?" Min got erdo biqeleşe ez bikevimê.
Destpêka zewacê jî ne hêsan e. Tu yê temenekî seranser bi qîzmetê yan dotmamê re derbas bikî. Pariyê heyî tu yê bi du ciya bikî. Bila di navbera me de be (mala xwe wêran kî). Êdî ne roj roj e, ne şev e. Nebixêra ku gotine jin û mêr wekî hev in, destê me ji nav firaqan dernakevin! Di şûna zivirîna okêy de em li reklamên deterjanê temaşe dikin. Ka kîjan destê mirov dax dike, ka kîjan sax dike.
Destpêka nivîskariyê jî wisa ye. Dema çîroka min a yekem di rojnameya Welatê Me de derket kele kela havînê bû. Ez wekî serxweşan digeriyam. Kî dihat ber min, min digot: "Ji kerema xwe re binêre, ev çîrok min nivîsandiye."
Gotina dawiyê:
Bihar bi gulan, havîn bi bênderan dest pê dike.
Belê baran bi birûskê, zivistan jî bi berfê dest pê dike.
Nivîskarî jî bi nivîsekê.
Ez gelek kêfxweş im.
Bi Xwedê erd û ezman min nahebîne. Ku baskê min hebûna wekî dora Kabê, ezê deh caran birc bi birc bi ser Kela Amedê re bifiriyama.
Ev yekem nivîsa min a qûncik e.
Mem MÎRXAN