Berî ku em li netewebûn û yekîtiya netewî qîr û halanan bidin divê di serî de, em li ser pirsa nasnameya netewî ya gelê kurd lêkolîneke berfireh bikin. Em ji xwe bipirsin ka em kurd yek netewe ne? Şert û mercên vê neteweyê çi ne? Xetên sor ji ku dest pê dikin ku hêzek kurdî yan jî kesekî kurd bibe dijminê perjewendiya bilind ya vê neteweyê? Çi alav hene ku em komekê yan keskî dijneteweya kurdî destnîşan bikin? Bi awayekî din kengî kesek yan komeke kurdî wek dijminê kurd tevger dike?
Ji bo ku em bersiva van pirsan bidin divê em li dîroka kurdî vegerin, rewşa kurdan ya civakî, olî, siyasî, çandî di ber çavan re derbas bikin.
Kurd yan jî koka kurdan berî ku pirsa netewî geş bibe wek êl, eşîr, herên malbat dijiyan, ew kok bi dîn û baweriyên cuda dijiyan. Gelek malbatên kurdan imperatoriyên mezin ava kirin, ew impiratorî bi navên wan malbatn dihatin naskirin. Lê di nava wan êl, eşîr û malbatan de û di nava pircudahiya dînî de hemahengiyeke civakî hebû. Li hev dikirin, carna jî li ser serweriyê şer dikirin. Ew hemahengiya civakî û olî ji dema dagîrkirina islamî ve têk çû. Piraniya kokên kurdan bi talan, kuştin û sebîkirinê bûn misilman. Herweha bûn dijminê kokên xwe yên ku misilmanî nepejirand, wek êzîdî, zerdeştî, xiristiyanî, cihû û dîn û baweriyên din. Piraniya koka kurdan bû misilman, beşekî biçûk man li ser baweriyên xwe yên kevin, ew beş bû gawir û kafir, xwîna wî, xaka wî, namûsa wî û malê wî li xwe helal kirin. Misilmanê kurd bû birayê dagîrkerê xwe, di rastiyê de bû leşkerê dagîrkerê xwe. Zimanê wî, çanda wî pejirand. Bi çeka wî birayê xwe dikuşt û bawer dikir ku bi wî awayî diçe biheştê. Hîn jî, ev alî di nava kurdan de, bi hêz e. Dema bijartina di nava neteweyek pirolî mîna kurdan û bawermendekî olî ku wek hizira dagîrkerê xwe hatiye perwerdekirin çêbibe, bijartina aliyê olî dê bilindtir bibe. Ez dixwazim mînakekê bê ku şîrove bikim bînim ziman: Di kongireyekî rewşenbîrî kurdî de, hilbijartinên serokatiya saziyê çêbûn, yekî ne misilman xwe berbijêr destnîşan kir. Xirecirek mezin û tevîheviyek çêbû, bi sebareta çawa yekî ne misilman dê bibe serokê me. Eger rewşenbîrên kurd weha bin, dê perîşanekî kurdê dîndar û nexwende çawa be?
Piştî şoreşa firansî hizira netewî geş bû. Di bin wê bandorê de, tevgerên netewî yên ereb, tirk, faris li herêma me çêbûn û bi alîkariya Birîtaniya, Firansa û bi tevahî Europa herêm perçe bû û dewletên netewî hatin avakirin, pişt re Birîtaniya siyaset xwe dewrî Amerîka kir yan jî, pê re bûn yek. Di wê geşbûna netewî de kurd man êl, eşîr, malbat, dîn û şêx, nikarîbû bibin yek û ne amade bûn berjewendiyên cihanî biparêzin û ne jî yên xwe. Bi awayekî din ji bilî dijminê rasterast dinya bi tevahî bû dijminê wan. Tevgerên kurdî yên netewî ku derketin jî, di çarçoveyeke teng de û bi rêyên dînî xwe xwe dan pêş, li aliyê din jî, piraniya tevgerên kurdî bi awayekî têkel di navbera dîn, çepîtî û komunistiyê de formên xwe standin. Lê derketina van tevgeran jî di formeke civakî seyr de xwe dan pêş. Pergala axatî, şexîtî û êlperestiyê derbasî awayê rêxistinî yê siyasetê kirin, serokê partiyê bû şêx yan axa yan serokeşîr û endamên din bûn kole û peristina wan dikirin. Ev pergal di aliyê çep de, yan jî yê rast kêm zêde wek hev meşiyan. Heta niha jî, di vê rewşê de birêve diçe. Pir kurd hene amade ne jiyana xwe ji bo kurdayetiyê bidin, lê kurdayetî li ba wan çi ye? Sînorên wê çi ne? Berjewendiya bilind ya kurdayetiyê çi ye? Ev hemî ji komemekê heta ya din cuda ne. Ev jî nîşana kirîza nasnameyê ye li nav gelê kurd. Gelê kurd hîn nebûye xwedî nasnameyeke yekgirtî. Sînorekî ber bi tunebûnê ve diçe di navbera pirsên istratîjî û tektîkî de heye. Em dikarin bibêjin navbera istratîjî û tektîkî de cudabûn tune, tenê rakirina çekê heye, ew çek dikare te bikuje, dijimê te bikuje yan jî kurdistanê tevahî bikuje û çekek bê mejî di serî û dawî de xwediyê xwe dikuje. Di vê rewşa kurdî de, civakeke weha hatiye hatiye çêkirin:
- Deriyên tevgerên siyasî kurdî ji mît û istixbaratên dijimin re hatine vekirin û dikarin rola xwe bilîzin.
- Serokên tevgeran dibin wek welî û pêxemberan, eger mirin yan rê wenda kirin ew tevger bi tavahî têk diçe.
- Di civaka kurdî de bi giştî peyayên dagîrkeran hatine çandin, li gora dagîrkeran di dem û cihê tên xwestin de dikevin tevgerê
- Li aliyê din jî beşekî mezin ji gelê kurd di wendabûneke çandî de dijî, ji xwe biyan bûye. Kokên xwe yên netewî wenda kirine, dikare di her wextî de bi xwe de biteqe û xwe bikuje. Ev beş dikare bibe bergîl û siyaseta dijmin birêve bibe. Bergîl ne bi mebesta biçûkkirina kesekî ye, bi awayê biolojî hatiye bikaranîn ji ber ku kesên kok û hebûna xwe wenda dikin dikarin bibin dijminê herî mezin ji wê kokê re.
- Gendel û xweparêzên kurd cihekî mezin di nava tevgera siyasî de digirin, ev jî li gora berjewendiyên kesî, çi siyasî, civakî, madî … dikarin bibin destek di vê tevîheviyê de. Di qonaxên herî hestiyar de, ev hêz bi yek biriyarê derdikevin û dibin kêr û şûrên şerên taybet û derûnî. Lê biriyar ji yek cihî derdikeve û her aliyek rola xwe tê de dilîze.
Rewşa em niha tê de dijîn mîna rewşa salên 1990 î ye û dijwartir e ji ber ku em di qonaxa guherîna herêmê de dijîn. Di vê qonaxê de du rê li pêşiya me hene: yan em li derveyî guherînan dimînin û vê carê tune dibin, yan jî em bi hêzek yekgirtî li ser bingehên berjewendiyên kurdî yên bilind dibin yek. Berjewendiya kurdî ya bilind çawa dibe:
- Pêdiviya me bi hêzeke leşkerî kurdî yekgirtî heye yan jî hêzên hevpeyman li her beşê Kurdistanê
- Lêvegereke siyasî kurdistanî ku biriyara pirsa aşîtî û şer û diplomasiyê bi xwe bide
- Aboriyeke xurt û serbixwe
- Avakirina saziyên dewletê yên serbixwe (Dadgeh, awayê rêveberiyê û hemî saziyên pêwîst)
- Aşîtiya navxweyî ku di baweriya min de pirsa herî dijwar e ji ber ku civaka kurd pirolî ye û divê her aliyek xwe di nava tevgera netewî de bibîne û wê tevgerê wek nûneriya xwe bibîne. Tiştê vê yekê dijwartir dike ew e ku hêzên netewperest û cîhadîst bûne ye. Cîhadîstên tirk û tirkperest, cîhadîstên ereb û erebperest, cîhadîstên faris û farisperest û dema pirsgirêk dibe Kurdistan ev hemî li dijî kurdan bi hev re dibin yek. Li aliyekî kurd dibin gawir, bêbawerî û xwedênenas, li aliyê din jî dibin cudaxwaz û di her du aliyan de kuştin, talan û namûsa kurdan li xwe helal dikin. Em ji bîr nekin ku gelek kurdên xwewendakirî dê mîna cîhadîst xwîn, mal û namûsa xwe li xwe helal bikin û dê bi cihadîstên tirk, ereb û faris re li dijî kurdan rawestin. Herweha mîna piroliya civaka kurd pirzimaniya kurdî jî divê bi awayekî çareser bibe.
- Bi tu awayî divê em li dijî guherîna Rojhilata Navîn dernekevin, ev guherîn bi xwe şansekî mezin e ji bo me. Lê di vê guherînê de, divê em tiştekî têbigihîjin ew jî ev e ku hêzên navnetewî herêmê nakin biheşt dê perçe bikim û guherînên demogirafie ku di sedsalên dawî de çebûne dê vegerînin wek berê, carna bi komkujiyan, carna bi rêyên aborî û gelek rêyên din ku yek ji ya din dijwartir û tirsnaktir e. Bi vî awayî sînorên kontrola netewî û olî tên neqişandin. Ya bêtir ku bê famkirin piraniya wan gel û pêkhateyan dikin dijminê hev ku bi tu awayî nema bikaribin bi hev re di nava aşîtiyê de bijîn. Ji niha ve jî ew sînor hatine çêkirin. Kî bixwaze ku tirk, ereb, faris û kurd bi hev re bijîn xewnan dibîne. Kî bixwaze ku sune, şîa û olên din bi hev re bijîn xewnan dibîne. Astengiya me kurdan tenê di vê xalê de ye, ji ber ku ev ol û bawerî hemî di nav me de hene, çareseriya vê jî bi hêzeke netewî û bi hişmendiyeke bilind heye.
- Bi van xalên jor re ku hin xalên din jî dikarin lê zêde bibin pêdiviya me bi saziyeke zanistî ya lêkolînên istratîjî heye. Ev sazî dikare pirsên siyasî, aborî, civakî, şer û aşîtî û siyaseta navdewletî ji lêvegera siyasî re şîrove bike û bi awayekî zaniştî wan agahdar bike.
Nûjeniya demokratî, netewa demokrat (biratiya gelan)
Di serî de, bi awayekî sade biratiya gelan tune ye, gel dikarin di nava pergaleke qanûnî de ku li ser berjewendiyên hevpar di nava aşîtiyê de bijîn, yanî bihevrejiyana gelan dikare bibe. Ev bihevrejiyan tenê di nava pergaleke dewletî de, dikare çêbibe. Ji ber ku ew pergala dewletî dikare sagonan çêbike û bi hêzeke leşkerî biparêze. Yanî di nava dewletekê demokratî, serweriya aborî û maf bên parastin. Di vê xalê de nûjeniya demokratî, netewa demokrat û bi hevrejiyan tenê di sînorê serweriya netewî de dikarin bên cih û bên parastin. Lê metirsiya vê yekê eger derveyî sînorê netewê here dê hêzên navnetewî wê têk bibin. Her hizreke international ku bi van guherînan derkeve û bixwaze cihê pergala nû ya ku tê xwestin bigire dê têk here.
Pirojeya aşîtî û integration
Integrationa siyasî çi ye?
Di bin integrationê de em prozeskê nas dikin ku bi rêya hin kesan yan hin komên netewî bi taybetî penaber derbasî polîtîka pergala dewletekê dibin û bi erênî tevî saziya civakî dibin û dibin perçeyek ji wê saziya civakî ya heyî. Bi awayekî din dibin xwediyê wê saziya ku bi qanûnên xwe, bi norm û toreyên xwe, bi aboriya xwe. Ew civaka mezin jî wan wek hemwelatiyên xwe dibîne, tevî hin mafên çandî û siyasî. Integrationa welatên serbixwe jî heye, wek yekîtiya Europa. Integrationa netewê cuda jî di nava dewletekê çêdibe mîna Siwêsra.
Gelo tirk, îranî û ereb ji vê integrationê re amade ne?
Kurd ne biyanî ne, xwediyê wê cografiyê yên resen in. Ew dewlet dagîrker in. Yek ji wan dewletan ne dewletên qanûnê ne, li ba wan demokratî bi xwe guneh e. Kîneke reş li hember kurdan bi sedên salan hatiye çandin û bi tu awayî hevpariya kurdan napejirînin ji ber ku pejirandina kurdan tunekirina wan netew û dagirkerên Kurdistanê ne. Bi taybetî jî tirk tunebûna kurdan hebûna wan e, hebûna kurdan tunebûna wan e. Bi kurt û kurmancî integrationa bi tirkiyê re yan bi Sûriyê re, yan bi Îranê re, pişavtin û tunekirina kurdan e. Tirkiya jî li ser wê tunekirinê dilîze. Aşîtiyek li ser tunekirina gelekî dîrokî nayê avakirin. Lê çima Tirkiya ev gav avêt? Armanca wê çi ye?
Di 50 salên derbasbûyî de, Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rêberiya birêz Öcalan tevgereke leşkerî û siyasî avakir, bi milionan kurd girêdayî vê tevgerê ne. Ev tevger bi xwe bû bi lehengiya xwe pirsa Kurdistanê kir pirseke navnetewî. Niha di guherînên nû de, li Rojhilata Navîn herêm bi tevahî ji nû ve sînor tên guherandin. Di vê guherandinê de yekîtiya gelê kurd pêwîst e û li ser vê yekê jî xebat tên kirin. Ji bo di serî de vê yekîtiyê têk bibin divê tevgera apoyî têk bibin. Di kesayetiya serok apo de, dixwazin tevgera apoyî tune bikin. Li aliyekî kirasekî xiyanetê dane çêkirin, bi zorê û derwan jî dixwazin li bejna serok Öcalan bikin û pê re jî tevgerê ji hev bixin. Biriyara vî şerê taybet û awayê wî dewleta Tirk dide pêş, aliyê herî çalak di vî şerî de, mît, peyayên mîtê, gendelên kurd yên girêdayî mîtê yên hemî aliyên tevgera kurdî ne. Yek pê re, yek li dij lê herdu kêran ji bo kuştina tevgerê û lawazkirina tevgera kurdî bi giştî disûn.
Dema şerekî taybet û mezin dikeve rê herdu aliyên şer dixwazin sûdê jê wergirin. Bi qasî dewleta Tirk, aliyê kurdî jî dixwaze wî şerî bike xizmeta xwe. Ev şer ne yê îro ye, ji salên 80 yî ve, roj bi roj birêve diçe, dewlet çêdike hin aliyên kurdî birêve dibin. Hewqas sal ev şer bi serneket, niha jî dê têk here.