Nirxandin 7 deqîqe xwendin

Zagros û Toros -2-

Zagros û Toros: Bingehên Erdnîgariya Çanda Kurdî û Berdewamiya Hêmanên Dayiksalarî

Çanda kurdî, wekî gelek çandên gelên çiyayî, bi awayekî kûr bi erdnîgariya xwe ve girêdayî ye. Çiyayên Zagros û Toros, ku bingeha sereke ya welatê dîrokî yê Kurdan pêk tînin, ne tenê sînorên fizîkî, lê di heman demê de çavkaniya sereke ya nasname, kevneşopî û struktura civakî ya vî gelî ne.

 

 

Bi vê gotarê ez ê hewl bidim bandora van rêzeçiyayan li ser çanda kurdî, bi taybet li ser cihê jinê û hêmanên dayiksalarî yên hîn jî di civaka kurd de têne dîtin, bi kurtî rave bikim.

 

 

Zagros û Toros wekî Navenda Nasnameya Kurdî

 

Kurd ji destpêka hebûna xwe ya civakî ve li ser û li dora çiyayên Zagros û Torosan jiyane û erdnîgariya li der û dora van her du çiyayan ji xwe re kirine war û welat. Ev erdnîgarî, ji aliyê dîrokî ve, bûye war û qada berxwedanê û sembola serbixweyiya civaka kurd. Gotina navdar a kurdî “Dostê me tenê çiyayên me ne” ne tenê gotineke folklorîk e; ew  nîşana girêdana kûr a gel a bi xwezaya xwe ve ye. Çiya, li hember êrişên ji derve hem bûne keleha parastina fizîkî, hem jî bûne bingeha teşegirtina jiyana civakî û malbatî. Ango jiyana li Zagros û Torosan bi xwe re hevkariya navbera zayendan pêwîst kirine, reng û teşe danê, girîngiya rola jinê ya di rêkûpêkkirin, parastin, xwedîkirin û bihevxistina jiyana civakî û malbatî de, bi civakê dane zanîn.

 

 

Di warê dîrokî de, gelek lêkolîner koka Kurdan bi herêma Zagrosê ve girêdidin.1 Jiyana koçerî, xwedîkirina pez û bikaranîna zozanan di van çiyayan de, bingeha aborî û civakî ya gelek kevneşopiyên kurdî pêk aniye. Ev jiyana çiyayî, di heman demê de, bandoreka mezin li ser teşêgirtina nasnameya kolektîf kiriye: di çand, wêje, stran û folklora kurdî de, çiya bûne metafora azadî, berxwedan û berdewamiyê.

 

 

Hêmanên Dayiksalarî û di Civaka Kurdî de Cihê Jinê

 

Yek ji aliyên berçav ên çanda kurdî (bi taybet di nav kom û eşîrên ku bandora îslamê ya hişk û struktura feodal li ser wan pir nebûye), berdewamiya hêmanên dayiksalarî an jî hevsengiya zayendan e. Bi taybet piştî bandora olên ji derve hatine û ketina nav vê erdnîgariyê, civaka kurd bi giştî wekî  patriyarkal (civakeka baviksalar) tê binavkirin, lê lêkolînên dîrokî û etnografîk nîşan didin ku rûmeta jinê, bandora wê di biryarên malbatî de û rola wê ya aktîf a di jiyana civakî de, ji gelek civakên din xurttir, berfirehtir û kûrtir e. Herwiha pergala matriarkal (dayiksalarî) a li Zagrosan û bandora wê ya demdirêj a kûr û berfireh tê zanîn. Di berhemên geştyar ango gerokên ewropî yên sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de2, gelek caran tê gotin ku jinên kurd rûyê xwe venedişartin (bê şar, bê çarik an jî dev û rûyên wan ne veşarî bûn) digel mêran digeriyan, beşdarî kar û barên rojane yên li zeviyan û xwedîkirina pez dibûn û li dijî êrişan, digel mêran şer dikirin, ku ev vegotinên du sed salên dawî ne û em qala hezaran salan dikin.

Di çand folklor, kevneşopî û wêjeya kurdî de hîn jî hêmanên dayiksalarî tên dîtin. Ev mînakên ji mîrateya bi hezaran salan heya roja me mayî, nîşan didin ku jin dikarin wekî serokên êl û eşîran, wekî şervan û rêveberên civakî, xwedî biryar û bi bandor bin. Di şerê van 45 salên dawî yê li dijî dagirkeriyê de jî, pir bi zelalî aşkere bû ku dema kurd vedigerin ser rastiya xwe û li gor felsefeya jiyanî ya vê rastiyê jiyana xwe birêxistin dikin û bi rê ve dibin, rol û girîngiya jinê ya jiyanî pir bêtir derdikeve holê, zelal û aşkere dibe û jin jiyanê, li ser bingeha rastiya xwe ya kevnar lê hemdem, ji nû ve diafirîne.

 

 

Girêdana Bi Çanda Çiyayî ve

 

Ev hêmanên dayiksalarî û rûmeta bilind a jinê bi awayekî rasterast bi jiyana li ser Zagros û Torosan ve girêdayî ne. Jiyana li ser çiyayan, ku bi dijwariya xwezayê, koçerî û pêdiviya parastina kolektîf ve tê naskirin, hevkariya navbera mêr û jinan pêwîst dikir. Di wê rewşê de, jin ne tenê di hundirê malê de diman; ew di aborî, parastin û biryardanê de jî roleka aktîf dilîstin.

 

Kevneşopiyên beriya ola îslamê yên li herêmê, bi fenomenên xwezayî û jiyana li wan çiyayan ve girêdayî bi pêş ketin û teşe dane civaka kurd. Loma jî, di nav kurdên êzdî, yarsanî û li herêmên Kurdistanê yên zêde di bin bandora olên din de nemane, ev çand, kevneşopî û felsefeya jiyanî bêtir hatine parastin. Bi taybet li deşt û bajaran, bandora ola îslamê û struktura feodal a hişk ku rola jinê bi tenê bi daxwaz û pêdiviyên mêr ve girê didin û jinê di nav paçik û dîwaran de bi sînor dikin, difetisînin, pir zêdetir tên dîtin. Lê herêmên çiyayî, mercên xwezayî û dûrbûna ji navendên desthilatdariyê, berdewamiya van hêmanan hêsantir kirine.

 

Kurt û kurmancî; Çiyayên Zagros û Toros ne tenê erdnîgariyeka fizîkî ya Kurdan in; ew bingeha sereke ya çanda wan, nasnameya wan û gelek ji kevneşopiyên wan ên civakî ne. Bandora van çiyayan li ser rola jinê û berdewamiya hêmanên dayiksalarî, nîşana wê yekê ye ku çanda kurdî, di bingeha xwe de, ji jiyana xwezayî û çiyayî derketiye, reng û teşe girtiye.

 

Bi vî awayî, têgihiştina kûr a girêdana di navbera erdnîgarî, çand û rola jinê de, ne tenê aliyekî dîrokî yê civaka kurd ronî dike, lê di heman demê de rêyeka jîndar û hemdem jî nîşan dide: vegera ser koka xwe ya çiyayî, di heman demê de tê wateya nûveafirandina jiyaneke hevseng, azad û bi rûmet.

 

 

 

 

 

1Li ser girêdana Kurdan (û pêşiyên wan) bi çiyayên Zagrosê ve, sê dîrokzanên herî naskirî û berhemên wan:

  1. Herodotos (Herodotus) (sedsala 5an a berî zayînê)
    Berhem: Historíai (Dîrok / The Histories)
    Herodotos qala Mîdîyan (Medes) dike û wan wekî gelê ku di herêma Mîdyayê (ku beşek mezin a çiyayên Zagrosê digire) dijîn, binav dike. Gelek lêkolînerên paşerojê vê şiroveyê wekî yek ji kevntirîn çavkaniyên ku gelên çiyayî yên Zagrosê bi nasnameya îro ya kurdî ve girêdidin, bi kar tînin.
  2. Vladimir Minorsky (1877–1966)
    Berhemên sereke:
  • Gotara “Kurds, Kurdistan” di Encyclopaedia of Islam (1927 û çapên paşî)
  • “The Guran” (1943)
  • Gelek gotar û lêkolînên wî yên li ser erdnîgariya dîrokî ya Zagrosê û gelên wê.
    Minorsky yek ji dîrokzanên herî bi bandor e ku Mîdîyan wekî pêşiyên Kurdan destnîşan dike û Kurdan wekî gelê çiyayên Zagros-Torosê binav dike.

Wadie Jwaideh (1921–2001)
Berhem: The Kurdish National Movement: Its Origins and Development (2006, li ser bingeha tezên wî yên berê)
Jwaideh bi awayekî zelal dibêje ku împaratoriya Mîdîyan yek ji wan dewletên neteweyî yên mezin e ku dikare wekî pêşîya Kurdan were dîtin û koka wan bi herêma Zagrosê ve girê dide.

Ev sê nav (Herodotos wekî çavkaniya kevn, Minorsky wekî pisporê klasîk ê sedsala 20an, û Jwaideh wekî dîrokzanekî modern) di lêkolînên akademîk ên li ser koka Kurdan û girêdana wan bi Zagrosê ve pir caran têne bikaranîn.

 

 

2Claudius James Rich di berhema xwe ya Narrative of a Residence in Koordistan, and on the Site of Ancient Nineveh (1836) de, li ser bingeha çavdêriyên xwe yên sala 1820an li Silêmaniyê, dinivîse.

Frederick Millingen di nivîsên xwe de qala azadiya jinên kurd dike.)